Nûçe

NUÇEYÊN ROJANE ADAR 28-3-2016

NUÇEYÊN ROJANE ADAR 28-3-2016
SERNUÇE
AJANS
ROJAVA – Li Serêkaniye teqînek xwekujî
MSD’ê bi 5 xalan helwesta xwe nîşan da
Li navçeya Nisêbînê Yek jê serpêl 2 tîmên taybet hatin kuştin
Li Şirnexê şer û bomberdûmanên dijwar
Li navçeya Sêweregê teqîn: Herî kêm 3 leşker birîndar bûn
Rêjîma Sûriye Tudmir bi tevayî kontirol kir
Li Yemenê 8 terorîstên El Qaide hatin kuştin
Bakistan,,, 38 kesan jiyana xwe ji dest dan
________________________________________
AJANS
ROJAVA – Li Serêkaniye teqînek xwekujî
Sputniknews
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê jineke xwekuj xwe li pêş navenda Yekîtiya Star teqand
Hat ragihandin ku, jineke Ereb xwe li pêş navenda Yekîtiya Star a nêzîkî PYDê teqand. Li gorî agahiyan encama teqînê de kuştî nînin, lê dibe ku hin kes birîndar bûbin ji ber ku di encama teqînê de camên pencereyên çend malan şikestin
Herwiha hat gotin ku zarokek ligel wê jinê xwekuj bû, berî ku xwe biteqîne û niha asayiş lêkolînê pêre dikin
Li gorî çavkaniyê, di çend rojên bûrî de behsa dengoya egera pêkanîna teqînekê di nav xelkê Serêkaniyê de belav bibû
MSD’ê bi 5 xalan helwesta xwe nîşan da
ANHA
Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku dûrxstina hêzên demokratîk ji danûstandinên Cinêv-3, aloziya Sûriyeyê kûrtir û serkeftina danûstandinan jî qels dike. MSD’ê helwesta xwe bi 5 xalan destnîşan kir
Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) duh li navenda xwe ya li Qamişlo civîna xwe ya heftane lidar xist. Di civîna ku ji çapemeniye re girtî hate lidarxistin de, piraniya endamên desteyê û Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed amade bûn. Di civînê de belgeya ku Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Steffan De Mistûra pêşkêşî şandeyên rejîmê û muxalefeta Sûriyê yên li Cinêvê kirine, hat nîqaşkirin
Piştî ku civîn bi dawî bû, desteyê encamnameya civînê bi daxuyaniyeke nivîskî erşkere kir
Di destpêka daxuyaniyê de li ser agirbestê hate rawestîn û ev tişt hatin gotin: “Agirbesta Sûriyeyê bi rengekî perçeyî hat pêkanîn. Li hin cihan pêk hat, lê li hin cihên weke Şêxmeqsûd û gundewarên Idlibê jî hat binpêkirin. Lê gihandina alîkariyên mirovî ji bo hin deverên Sûriyeyê ku di bin dorpêçê de bûn, hêviya gelên Sûriyeyê vejîn kir
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkildarî pirsgirêka Suriyeyê îsrara neçareseriyê heye û ev tişt gotin: “Di demeke ku her kes dixwaze ku ev agirbest bibe destpêka çareseriya siyasî de, tê dîtin ku herdu aliyên li Cinêvê danûstandinê dikin û kesên ku çavdêriya van danûstandinan dikin, li ser bêçareseriyê bi îsrar in. Her wiha bilindbûna hin dengên ji şandeya opozisyonê ku bi şovenîzma erebî dagirtî ye, tê wateya îsrara li ser dîktatoriyê. Ev yek jî diyar dike ku ev şande ne rewa ye nûnertiya gelên Sûriyê nake û mafê wê nîne ku li ser navê gelê Sûriyê danûstandinê bike
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ısrara li ser dûrxistina hêzên demokratîk yên ku li ser erdê aktîv in ji danstandinên Cinêv-3 tê wateya kûrkirina aloziyê û qelsbûna danûstandinan
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di civîna MSD’ê de li ser rêbazên çareseriyê jî hatiye rawestîn û li ser 5 xalan nêrîna MSD’ê hatiye diyarkirin
Xalên hatine destnîşankirin wiha ne
1- Di nava nakokiyên şovenîst de destnîşankirna riya çareserkirina aloziya li Sûriyeyê, em wekî kurkirina aloziyê digirin dest. Bi vê yekê dê Sûriye ber bi parçebûnê û belavbûnê ve here
2 – MSD nêrîna avakirina Artêşeke Niştimanî erênî dibîne û ev dê aramî û parastina herêmê pêk bîne. Lê belê eger hêzên ku şerê terorê û tundiyê dikin, her wiha baweriya wan bi çareserkirina siyasî tê ji hevdîtinan û şêwirmeniya çareserkirinê bêne dûrxistin, ev dê bê wateya derbeyek li xebatên çareseriyê. Hêzek bê dûrxistin, ne mumkun e ku artêşek jî bê avakirin
3 – Nêrîna kêm a derbarê jinan de, yan jî nêrîneke ku xwe di ser tevahiya civaka Sûriyê re bibîne, tê wateya dûrketina ji azadiya ku gelê Sûriyeyê di Adara 2011’an de ji bo wê daket kolanan Wekheviya di navbera jin û zimalan de tê wateya hevkariyê û parvekirina nîvnîve ya di rola erkan a di pêşeroja Sûriyê de
4 – Em ji hemû aliyan re eşker dikin ku komkujiyên li dijî gelê Sûriyeyê û cîhanê ku herî dawî li Balçîka pêk hat; heta ku hemû aliyên netewî, herêmê û niştmanî yên demorkatîk ên li Sûriyeyê nebin yek, wê neyên bidawîkirin. Ji bo dawî li van kiryaran were, divê piştgiriya hêzên QSD’ê yên ku ji bakurê Sûriyê erdnîgariyek berfireh rizgar kirine, bê kirin. Serkeftinên QSD’ê, çavkaniyên piştigiriya çeteyan ku ji aliyê Tirkiyê ve dihatin pûç kirin
5 – Em eşkere dikin ku paşguhkirina sîstema nenavendî û laîk ya Suriyeya pêşerojê, tê wateya avakirina sîstemek dîktatoriyê. Dibe ku sîstema bi vî rengî bi şeklekî nû be, lê sîstema dê bê avakirin dîsa dîktatorî ye. Ger ku rê li pêşiya sîstemek wiha bê vekirin, wê demê encamên erênî yên hewldanên ji bo gihandina alîkariyên mirovî, agirbest û hwd. dom nakin. Pêşketina rewşeke bi vî rengî dê ne serkeftî be, ji ber vê yekê em destnîşan dikin ku pêwîste hemû beşên civaka Sûriyeyê beşdarî hevdîtinan bibin
Li navçeya Nisêbînê Yek jê serpêl 2 tîmên taybet hatin kuştin
Sputniknews
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê yek jê serpêl 2 tîmên taybet ên artêşa Tirkiyeyê ku di bin avahiyê de mabûn jiyana xwe ji dest da
Mêrdîn — 2 tîmên taybet ên danê nîvro bi komek tîmên taybet re di encama teqînê de di bin xurdeyên avahiyeke li Nisêbînê de mabûn mirin
Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku yek ji yên mirî serdar e û di teqînê de 5 kes birîndar bûne
Li Nisêbînê ku bi pêkanînan re êriş giran dibin, îro piştî teqîna li avahiyeke ku komek tîmên taybet li nêzî nexweşxaneya kevin ketibûyê, gelek tîmên taybet di bin xurdeyan de mabûn. Ji wan 2 tîmên taybet ên di bin xurdeyan da mabûn mirin û 7 leşker jî birîndar bûn
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, yek ji tîmên taybet ên mirî serdar e, yê din jî serpel e û her wiha 5 tîmên taybet jî birîndar bûne
Li Şirnexê şer û bomberdûmanên dijwar
ANF
Çeteyên dewleta Tirk ên li Şirnexê, di roja 13. de Taxa Bahçelîevlerê bi awayekî dijwar bombe dikin, li Taxa Dicleyê jî şerên dijwar pêk tên. Tank û obusên ku li herêma Sîn û Ber ya li bejahiya Taxa Bahçelîevler û Gumuştepe hatine bicihkirin, bê navber taxan bi awayekî dijwar bomberdûman dikin. Hat dîtin ku di bomberdûmanê de gelek mal hatin hilweşandin û di malan de şewat derket
Li aliyê din li Taxa Dîcle ya dikeve Bakurê Taxa Bahçelîevlerê şerên dijwar pêk tên. Têkildarî kuştî û birîndarên şer hê ti agahî nehatine bidestxistin; gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hate kirin. Hat dîtin ku ambûlansên navborî ber bi 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan ve diçin
Çeteyên dewletê yên ku nikarin bikevin taxan derdor ketober didin ber guleyan, wesayîtên zirxî jî bê navber li taxan guleyan direşînin
Li navçeya Sêweregê teqîn: Herî kêm 3 leşker birîndar bûn
Sputniknews
Li navçeya Sêwerega Rihayê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de herî kêm 3 leşker birîndar bûn
Riha — Li navçeya Sêwerega Rihayê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de herî kêm 3 leşker birîndar bûn. 2 kesên ku tê pêşbînîkirin tev li bûyerê bûne wesayît revandin û muxtarek jî kuştin
Rêjîma Sûriye Tudmir bi tevayî kontirol kir
Pukmedia
Îro rêjîma Sûriyê, bi awayekî tevayî, bajar û navçeya Tudmirê ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kir
Wek tê zanîn ku beriya çend meha ku piştî şer û pevçûnên pir dijwar, rêjîma Sûriyê ji wan navçeyan xwe paşve vekişandibû, çekdarên DAIŞê di cihê wan de, nîştecîh bibûn
Li Yemenê 8 terorîstên El Qaide hatin kuştin
Sputniknews
Li gorî nûçeya Reutersê firokeya bê firokevan li rojavayê Yemenê êrişê terorîstên El Qaidê kir. Di encamê de 8 terorîstên hatin kuştin
Adena — Li gorî nûçeya Reutersê firokeya bê firokevan li rojavayê Yemenê êrişê terorîstên El Qaidê kir. Di encamê de 8 terorîstên hatin kuştin
Bakistan,,, 38 kesan jiyana xwe ji dest dan
Pukmedia
Berpirsên hêza ewlehiyê ragihandin ku xwekujekî li bajarê Lahor li rojhilatî Bakistan xwe teqand, û di encamê de herî kêm 38 kes hatin kuştin
Mistenser Feyrûz berpirsê hêza ewlehiyê li wê navçeyê ji ajansa Ruterz re ragihand: di encama teqînê de 38 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes birîndarbûn
________________________________________
NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
NRLS
28-3-2016