TAXA ŞÊX MEQSÛD, SUR’ A AMEDÊ Û SİYASETA AKP’Ê

TAXA ŞÊX MEQSÛD, SUR’ A AMEDÊ Û SİYASETA AKP’Ê

Adnan Msutafa

07.03.2016

Ev nêzî 4 mehin li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê û li ser taxa Sur a Amedê, kiriyarê komên çetê yên tengavkirina xendekan dewam dike. Siyasetên ambargo, hemleyên di bin navê ola islamî û nijadperestiyê. Ev herdu tax bi hovane tên topbaran kirin û di encamê de bi dehan sivîl tên kuştin û birîndar kirin.
Ev helwstên komên çete li ser Şêx Meqsûd, piştî ku hemleya Şehîd Rubar Qamişlo li kantona Cezîrê bi serket û herdu kanton giştin hev, zextên li ser taxê zêdebûn. Bi vê yekê hate naskirin ku komên çete yên weke Cebhet El Nusra, Ehrar El Şam bi piştgirtiya dewleta Turkiyê tişta ku nekarî, li herêmê bi piştgiriya çeteyên xwe êrîşî taxa Kurdan a Helebê kir.
Ev nêzî mehekê ye Şêx Meqsûd rojane bi giranî tê topbaran kirin. heybeta topbaran AKP’ê li ser taxa Surê Amedê çiye?. Taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî bi heman heybetê tê topbaran kirin. Li aliyekî AKP’ê û li aliyê din yê binxetê jî, Çeteyên AKP’ê êrîşan dikin.
Hawirdora Şêx Meqsûd hatiye dorpêç kirin. Li aliyê herêma Diwara Jendol çeteyên weke Sultan Murad û El Nusra, ji aliyê Riya Kastêlo ber bi taxa Benî zêd heyanî Eşrefiyê jî Ehrar El Şam û Firqa 16 ya Heyanî û Tugaya Şehîdên Bedir, Feyleq El Şam ji aliyê taxa Huluk, Bistanbaş û taxa Behddîn jî komên çete weke El Nusra, Tevgera El Safwa, Sultan Murad û Sultan Memet Fatîh bi cih bûne. Hemû hêz û komên çekdar yên êrîşî Şêx Meqsûd dikin girêdayî dewleta Turk, Sûdî Erebîstan û Qatar in. Sûdî Erebistan û Qatar finasmanên madî ne û AKP’ê jî finasman û amedekariya lojostîk û derbasbûna wan axa rojav girtiye ser milê xwe.
Siyaseta Turkiyê û Pazara li Ser Şêx Meqsûd
Turkiyê piştî di siyaseta xwe ya Sûriyê de windakir û nekarî li hemberî pêşketina vîna gelê Kurd rawastiya, vê carê bi rêbazên yek ser û tolhildanê êrîşî navçeyê Rojavayê Kurdisyanê kir.
Ji êrîşên yek ser ku Turkiyê kirine yan yên bi destê wan çêbûne wihane. Li Helebê bi piştgiriya 22 komên çete dixweze vina berxwedanê di Şêxmeqsû de bişkîne. Yek ji armanca êrîşên taxa Şêx Meqsûd xeta navîn ya di navbêra hêzên çekdar û rêjîmê bigre û îradeya YPG’ê û YPJ’ê di wir de bişkîne. Piştî şiknadina Kurdan li helebê wê AKP’ê yek ser li ser taxên di bin kontirola çeteyan de pazarbûnê bi rêjîmê re bike. Dewleta Turkiyê dixwest vê pilanê beriya civîna Cinêva 3 pêk bîne. Ji ber vê yekê di roja 5-6 vê mehê de çeteyan xiz dane êrîşên xwe li ser sivîlên Şêx Meqsûd. Ji ber li sernaserî Sûrî bi bi taybet li bakurê Helebê tu erdnigriya ku komên opizisyona çekdar a girêdayî Turkiyê û Sudî Erebîstan temsîl dike tune ye. Ji bo vê yekê tenê heviya Turkiyê di Helebê de maye. Ger taxa Şêx Meqsûd bikeve destê çeteyan. Xeteke weke kirîdor di navbêra taxên Rojava û Rojhilatê helebê de tê vekirin. Her wiha beşekî mezin ji cografiyê dikeve destê van koman li navenda bajarê Helebê. Ev yek dibe sedem ku komên çete bi hemû hêza xwe û piştgiriya AKP’ê êrîşî taxa Şêx Meqsûd bikin.
‘Turkiyê Avahiya Çareseriyê Hildiweşîne’
Her wiha AKP’ê sînorê xwe ji DAİŞ’ê re vekir û DAİŞ êrîşê Girê Sipî kir. dîsan ji roja ku bajarê Erfad(Til Rifat) hatiye girtin de, toparana Artêşa Turk li ser navçên kantona Efrîn û herêmên Şahba nehatiye rawastandin. Bi giştî li ser hurdekariyê pilanê Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Turkiyê bi nav êrîşan zemînê çareseriyê ya ku hatiye avakirin tê bibe. Ji xwe nunerê Taybet ê NY Stiven Dimestora got ku: “Turkiyê pilana çareseriyê li Sûriyê têk dibe”.
Hemû hewldanên hikumeta AKP’ê di derbarê pirsgirêka Sûriyê de, tekçûn. Bi vê yekê re polîtikaya qaşo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Turkiyê jî têkçû. Zihniyeta Erdogan û serokwezîr Ehmed Dawud Oglu ew ku min siyasî di Sûriyê de winda kir, lê emê nehêlin ku avahiya çareseriyê li Sûriyê bilind bibe, ji ber pêngaveke erênî ber bi çareserkirinê ve, wê Kurdan hîn nêzî statuya azadiyê bike. Ev yek jî ne li hesabê Sultanê Osmanliya Erdogan e….!.
Têbînî: pêwîstî bi redektê heye.