SERNUÇE

AJANS

• Giringiya bidestxistina Riya Kastêlo
• Amerîka bo YPGê 200 leşkeran dişîne Rojava
• Hevpeymaniya Hmeymimê: Em Amade ne Muslimî bikin endamê xwe
• Ji bo Kobanê kampaniyeya ‘Eger ne dibistanek be, em ê çi ava bikin’
• Rêxistina terorîst li Minbicê 11 sivîl kuştin
• Li bexçeyê avahiya AKPê ya Stenbolê teqîn
• Hevserokê DBP’ê yê Amedê hat girtin
• Li şerê Geverê polêsek hat kuştin 2 birîndar in
• YPS: Cenazeyên 40 tîmên taybet di bin kontrola me de ye
• Hewildanên NATOyê yên ji bo sekinandina têkiliyên bi Rûsyayê re li ber avê ket

________________________________________

AJANS
Giringiya bidestxistina Riya Kastêlo
ANHA

HELEB – Şer û pevçûnên ku li Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete de diqewime êdî di nuqteyekê de gur bûye. Ew jî riya Kastêlo ye. Hem hêzên rejîmê û hem jî komên çete dixwazin ku vê riyê bidest bixin. Çima ev rê û giringiya wê çi ye
Riya Kastêlo 4 kîlometreyan li bakurê taxa Şêxmeqsûd dikeve. Her wiha 2 kîlometreyan jî li bakur-rojavayê Seken Şebabî dikeve
Riya Kastêlo gundewarên Helebê yên di bin kontrola çeteyên de bi taxên rojhilatê Helebê yên weke Biêdîn, Hilûk, Bustan Başa, Şêx Xidir û Mesakin Henano û her wiha bi hin taxên ku di destê çeteyan de ne ve jî girê dide. Ev riya tekane ya ku di destê çeteyan de maye. Yanî ev rê ji bo çeteyan weke riya nefesgirtinê ye
Riya Kastêlo ji sala 2013’an ve di destê komên çete de ye. Ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd bi riya Kastêlo pêk tê. Çete ji aliyê bakur û rojava ve êrîşê taxa Şêxmeqsûd dikin. Her wiha di vê riyê re alîkariya lojîstîk û cebilxane dighêje çeteyên li Seken Şebabî, Benî Zêd û Eşrefiyê. Ev rê di rastiyê di bin destê komên çete yên weke Ehrar El-Şam û El-Nusra de ye
Ji aliyên bakur û rojhilatê taxê re jî cebilxane dighêje deverên weke Beno, Çerxeriya Cendûl, Çerxerêya Biêdîn, Hilûk, Bûstan Başa, El-Heyderiye û Mesakin Henano
Cebilxaneya ku ji deriyê Bab El-Hewa û Idlibê dighêje çeteyên li Heleb û gundewarên wê jî, di vê riyê re derbas dibin. Yê ku vê riyê bidest bixe, tê wateya ku herêma pîşesaziyê ya Helebê bidest xistiye.

________________________________________

Amerîka bo YPGê 200 leşkeran dişîne Rojava
Sputniknews

Amerîka ji bo piştgîriya YPGê 200 leşkerên xwe dişîne Rojavayê. Hikûmeta Sûriyeyê jî naxwaze ku Amerîka û dewletên din nekevin nav planên wan.
Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku, Amerîkayê 200 serbazên xwe ji bo alîkarîkirina şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şandine Rojavayê.
Parlamenterê Kurd ê di Parlamentoya Sûriyê de Omer Osê ku ser bi Hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esad ve ye û endamê şanda hikûmeta Sûriyê di danûstandinên Cinêvê de ye, daxwaza ji aliyên Kurdî yên Rojavayê kir, ku baweriyê bi Amerîka û welatên rojavayî nekin.
Omer Osê got: “Ez hêvî dikim ku Kurdên me bizanin, ku bawerî bi dewletên weke Amerîka û dewletên din ên rojavayê, herwiha dewletên herêmî û Siûdiye û Tirkiyê nekin. Pirsa Kurdî li Sûriyê û li Şamê çareser
dibe.”
Osê derbarê şandina 200 leşkerên Amerîka bo Rojavayê û bo alîkariya şervanên YPGê û hevalbendên wan de jî got, ku pêwîst e Kurd baweriyê bi siyasetên Amerîkayê nekin û wiha da xuyakirin, “Amerîka dewletek pragmatîk e û mesleya alîkariyê, şandina 200 leşkeran û alîkariyên locestîkî di çarçoveya parastina berjewendiyên wî welatî de ne.”
Omer Osê wiha berdewam kir: “Ez ji hevalên PYDê û heya ENKSê dixwazim ku baweriyê bi Amerîka nekin, Amerîka dewletek pir pragmatîk e û ew dixwazin Kurdan ji xwe re weke şirîkek bejayî bi kar bînin, jibo hinek planên xwe û bo bi destxistina geosiyasiya nû ya amêrîkî li herêmê

________________________________________

Hevpeymaniya Hmeymimê: Em Amade ne Muslimî bikin endamê xwe
Sputniknews

Serokê hevpeymaniya Hmeymimê, Iliam Masaadî dîyar kir ku ew amade ne Salih Mûslîmê hevserokê Partiya Yekîtîya Demokratîk(PYD) bike yek ji endamên xwe.

Washîngton: ‘Rojeva Amerîka û Tirkiyeyê dê PYD û xweseriya Rojava be’
Navenda Nûçeyan — Masaadî li ser daxwaza Hmeymimê bersiva pirsên Sputnikê da û got: ‘’ Em amade ne serokê Partiya Yekitiya Demokratîk wek endamê xwe qebûl bikin. Hemî endamên me hemfikirin.”
Mûslîm: Min hay ji hevpeymaneka welê nîne.
Salih Mûslîmî jî ji Sputnikê re dîyar kir ku wî hay ji hevpeymaniya Hmeymimê nîne.
Mûslimî got: ‘’ Me li ser navê Partiya Yekîtîya Demokratîk desteyek heye. Ew deste ji bo hevdîtinan nehatiye vexwendin.”

________________________________________

Ji bo Kobanê kampaniyeya ‘Eger ne dibistanek be, em ê çi ava bikin’
ANHA

SILÊMANIYE – Welatiyên Amerîkî ji bo alîkarîdayîna Kobanê, kampaniyeya “Eger ne dibistanek be, em ê çi ava bikin. Ew paşeroj û pêşeroj e” dest pê kir
Welatiyên Amerîkî ji bo alîkarîdayîna Kobanê, li bajarê Duluth ê Amerîkayê bi dirûşmeya “Ku em dibistanekê lê nekin, em ê çi lê bikin, ew paşeroj û pêşeroj e” kampaniyeyek dest pê kirin
Di vê kampaniyeyê de şahî tên lidarixitin û xwarin tên firotin. Buhaya xwarina tê firotin jî tê berhevkirin da ku pê li Kobanê dibistanek bê avakirin. Heya niha Kurd û dostên gelê Kurd beşdarê şahiyan bûne. Heya niha 20 hezar dolar ji kampaniyeyê hatine komkirin. Kampanî dê heya komkirina pereyên ji avakirina dibistanekê re pêwîst, bidome.

________________________________________

Rêxistina terorîst li Minbicê 11 sivîl kuştin
Sputniknews

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Minbicê 11 sivîlên ku ji bajarokê Raiyê revandibûn kuştin
Minbic — Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Minbicê 11 sivîlên ku ji bajarokê Raiyê revandibûn kuştin
Li gorî çavkaniyekî ji bajarê Minbicê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe diyar bike, ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê duhî di saetên piştî nîvro de, 11 kesên ku ji bajarokê Raiyê revandibûn, li bajar bi daran kuştin
Heman çavkaniyan diyar kirin ku terorîstan beriya ku wan kesan bikujin, mask li rûyên wan kirine û li nava bajêr gerandine û piştre jî ew kes bi rengekî hovane bi dar û keviran kuştine

________________________________________

Li bexçeyê avahiya AKPê ya Stenbolê teqîn
Sputniknews

Hat ragihandin ku hinek kesên nenas du bombeyên dengî avêtin bexçeyê avahiya AKPê ya Stenbolê
Stenbol – Li gorî zanyariyên destpêkê teqînek li nêzîk avahiya Serokatiya Wîlayetê ya AK Partiyê li bajarê Stenbolê çêbûye. Hejmareke zêde ya ambulansan bo cihê bûyerê hatine şandin. Li gorî zanyariyên berdest di teqînê de kesî kuştî û birîndar çênebûye.
Derbarê bûyerê de hê jî tû daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn û tu agahî li ser bûyerê jî nehatine belavkirin
Bûyer şevêdin saet li derdora 23.00an li taxa Sutluceya navçeya Kagithanê ku avahiya AKPê ya bêr li wir e qewimî. Li gorî zanyariyên berdest hinek kesên nenas 2 bombeyên dengî avêtin bexçeyê avahiya AKPê ya bajêr û bombe bi dengekî bilind teqiyan. Di teqînê de tu ziyana aborî, kuştî û birîndar çênebûn
Piştî teqînê gelek polês û wesayîtên zirxî ji bo herêmê hatin sewkirin. Hêzên ewlehî ji bo ku êriş an jî êrişkeran bigirin lêkolîn dan destpêkirin

________________________________________

Hevserokê DBP’ê yê Amedê hat girtin
DIHA

AMEDÊ (DÎHA) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) ê Amedê Alî Şîmşek hat girtin.
Di serdagirtinên 14’ê Nîsanê ya li hemberî BDP’a Bajêr, DBP’a navçeya Peyasê û gelek navnîşanên din de 3 siyasetmedarên kurd hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin, hevserokên BDP’a Peyasê Sevîm Adsoy û Mustafa Uyguner bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û hatin girtin. Her wiha Hevserokê BDP’a Amedê Alî Şîmşek ê ku bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriyê hat kirin, bi îdiaya “endamê rêsistinê ye” ew jî hat girtin

________________________________________
Li şerê Geverê polêsek hat kuştin 2 birîndar in
Sputniknews

Di operasyona leşkeri ya li Geverê de, di nabera hezên PKKê û hêzên dewleta Tirkiyayê de şer derket. Di encamê de polesek hat kuştin û 2 poles jî birîndar bûne.
Gever — Li taxa Cumhurîyetê şerekî sîng û sîng derket. Di şer û pevçûnan de polêsekî tîmên taybet jiyana xwe ji dest da û çawîşekî pispor û astsubayek birîndar bûne.
Cenazeye polêse ku hatibû kuştin bi helîkopterê şandin Wanê
________________________________________

YPS: Cenazeyên 40 tîmên taybet di bin kontrola me de ye
DIHA

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Kordînasyona Girştî ya YPS’ê bi daxuyaniyekî encam şerên dawî yên li Nisêbîn û Şirnexê parve kir. YPS’ê da zanîn ku di şerên dawî de bi dehan tîmên taybet hatine kuştin, çenazê 40 tîmên taybet di destê wan de ye.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi daxuyaniya nivîskî agahiyên şer û pevçûnên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê û Şirnaxê ji raya girştî re parv kir. YPS’ê aşkera kir ku di şer û pevçûnê demên dawî de bi dehan tîmên taybet hatine kuştin û wiha got: “Cenazeyên 40 tîmên taybet ên di çalakiya 15’ê Nîsanê de li Şirnexê hatin kuştin, li herêma di bin kontrola yekîneyên me de ne.”
YPS’ê diyar kir ku çalakiyên berxwedana rêveberiyên cewherî li Nisêbîn û Şirnexê didomin û ev tişt hat gotin: “Duh bi raya giştî re hatibû parvekirin ku çeteyên Qesrê li Şirnexê êrîşên giran pêş xistibûn û bi berxwedaneke mezin windahiyên mezin dan. Şerên dijwar û bombebarana hewayî yên hêzên kujer li Şirnexê dewam dike.”
Ji YPS-JIN çalakî
YPS’ê destnîşan kir ku di 15’ê Nîsanê li Taxa Koçerê di encama çalakiyên yekîneyên YPS-JIN’ê de tîmekî taybet hatiye kuştin Dîsa piştî rojekê li heman cihî pêgerek hewayî ya Drone ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye xistin. YPS’ê da zanîn ku ev pêgera keşfê di dest yekîneyên wan de ye û li taxa ku şer dewam dike, bombarana hêzên dewletê ya bi tank, obus û hewanan didome.
’40 tîmên taybet di destê me de ye’
YPS’ê encamên şerên 15’ê Nîsanê li ser kolana Bahçelîevlerê jî wiha ragihand: “Di encama çalakiya yekîneyên me yên li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra de, 3 çeteyên Qesrê hatin kuştin. Di heman rojê de li derdora Emniyeta kevin dema çeteyan hewldan bikevin avahiyekî, ji aliyê yekîneyên me ve hedef hatin girtin û 6 çeteyên Qesrê hatine kuştin, yek jî birîndar bûye. Her wiha 40 tîmên taybet ên di avahiyên hatin teqandin de li herêma di bin kontrola hêzên me de ne.”
2 endamên YPS’ê jiyana xwe ji dest dan
YPS’ê di daxuyaniya nivîskî de nasnameyên 2 endamên wanên li Şirnexê di 10 û 15’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da jî eşkere kir. Nasnameyên endamên YPS’ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Hebûn Azad / Bedrettîn Işik / Dayik: Mesûde – Bav: Mashar / Cihê Ji dayik bûnê: Nisêbîn / Li Silopiyayê gihişt jiyana xwe ji dest da.
Tûfan Amed / Baran Kaval / Dayik: Havva – Bav: Ramazan / Cihê Ji dayik bûnê: Amed

________________________________________

Hewildanên NATOyê yên ji bo sekinandina têkiliyên bi Rûsyayê re li ber avê ket
Sputniknews

Çavkaniyeka ji Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ji Sputnikê re ragihand hewildanên Rêxistina Bakurê Atlantîkê (NATO) yên ji bo sekinandina têkiliyên bi Rûsyayê re li ber avê ket.
Moskova — Çavkanîyê got NATOyê nîyet hebû ji aliyê xwe ve hemî hevkariyên digel Rûsyayê yên di serî de ji bo têkoşîna li dijî terorê bisekinandiya lê bi ser neket.
Li gor çavkaniyê NATOyê daxwaz kiriye ku NATO û Rûsya bicive û Rûsyayê ev daxwaz qebûl kiriye.
Civîna Rûsya û NATOyê dê li 20ê Nîsanê li Brûkselê pêk bê.

________________________________________
NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
18-4-2016
NRLS