SERNUÇE

AJANS

Ilham Ehmed: Pêwîste gelê Rojav sîstema xweparstinê xurtir bike
Li Minbicê hezar û 500 sivîlên din hatin rizgarkirin
Taxa El-Keclî hat rizgarkirin
De Mistura Bang li Rûsya Dike ku Vekirina Korîdora Mirovahî li Helebê ji NY re Bihêle
Li Colemêrgê êriş: 8 leşker mirin 5 jî birîndar bûn
17 rojnameger hatin girtin
Serokomar Erdogan: “Ji bo carekê ez wan efû dikim”

ROJNAME

‘Bi tecrîdkirina Ocalan re Tirkiye ber bi krîzek mezin ve diçe’

________________________________________

AJANS

Ilham Ehmed: Pêwîste gelê Rojav sîstema xweparstinê xurtir bike
Hawarnews

QAMIŞLO – Hevseroka Meclîsa Sûriya Demorkatîk Ilham Ehmed diyar kir ku pêwîste sîstema xeparstina cewherî bê xurtirkirin û got ku dema gel xwe li dor saziyên xwe kom bike, wê hemû pîlan vala bêne derxistin. Ilham Ehmed têkildarî êrîşa taxa Xerbî ya Qamişlo jî da zanîn ku hin aliyên li piştî êrîşê ne û DAIŞ wekî perdeyekê bikar anîne.
Hevseroka Meclîsa Sûriya Demorkatîk Ilham Ehmed têkildarî êrîşa bombeyî ya taxa Xerbî ya Qamişlo ji ANHA’yê re axivî û di serî de sersaxî ji malbata Şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest û ev tişt anî ziman: “Piştî komên çete yên DAIŞ’ê li Minbicê derbeyên giran xwarin, li Minbicê li dijî sivîlan komkujî pêk anîn.”
Ilham Ehmed di berdewama axaftina xwe de da zanîn rêjîma Sûriyê û Dewleta Tirk ji bo derbkirina sîstema Fedraliya Demorkatîk a Rojava-Bakurê Sûriyê lihev kirine û wiha dom kir: “Li gorî itîfaqa wan dê dewleta Tirk piştigirya xwe ji komên çete re bide rawestandin. Raste çeteyên DIAŞ’ê ev êrîş pêk anîne, lê kî li pişt êrîşê ye.”
Ilham Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku gumanên wan li ser bûyerê hene û wiha pê de çû: “Bê guman di vê mijarê de gumanên me hene. Gelek derdora naxwazin li Sûriyê demokrasî pêk were û sîstema fedralî ava bibe. Armanca wan derbeyê li sîstema fedrliya demokratîk bixin. Di serî de rêjîma Sûriyê ku heta niha mafê gelê kurd qebûl nake. Her wiha Tirkiyê di dereceya duyemîn û herî dawî jî Îran ku di siyasetên xwe yên kevin de bi israre. Em nizanin heta çi radeyê destê van aliyan di êrîşê de heye.”
Ilham Ehemd da zanîn ku pîlan li dijî Sîstema Fedraliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi komkujiyên bi vî rengî wê nikaribin sîstema fedraliya demokratîk têk bibin. Êrîşên teroristyane li werlatên gelekî pêşketî jî pêk hatin. Ya girîng ew e em çawa bersiva êrîşên bi vî rengî bidin. Hêzên Asayîşê û YPG’ê gelek pîlanên bi vî rengî têk birin. Lê ya girîng ew e çawa bingeha xweparstrina cewherî pêş bixin. Divê hemû di parstinê de cih bigirin û her kes ji vê noqteyê re hişyar bin, pêwîste ev yek ne bi awayekî demkî be. Ev divê bikeve jiyana me ya rojane, li herêmê şoreş tê jiyankirin.”
Ilham Ehmed, destnîşan kir ku hemû derdorên ku xwe nîşan didin ku dilê wan li ser gelê Rojavane û saziyên Rojava lawaz nîşan didin têk çûn û wiha pê de çû:” Divê dest ji lîstokên xwe ku birînên gelê me esas digirin berden. Hin derdoran rewşa heyî bikar anîn û daxwaz kirin ku hêzên Asayîşê jib ajar derkevin. Gelo heger hêzên Asayîşê ji hgerêmê derketin, dê herêmê radestî kê bikin. Wê radestî DAIŞ’ê yan hêzên rêjîmê bikin. Têkiliya hin saziyên çapemeniyê yên wekî Rûdaw bi awayekî yekser bi DAIŞ’ê re di nava têkiliyan de ne. Di demên dawî de Wikliks belge belav kirin. Idayên wan jî di çarçoeve pîlanên li ser Rojava têne kirin.”
Ilham Ehmed di dawiya axafitna xwe de got ku armanca êrîşakara ew e ku vîna gelê herêmê têk bibin û got: “Dixwazin îradeya gelê me têk bibin. Li dijî sîstema Rojava ya demorkatîk pîlanan dikin. Bi vê yekê dixwazin gelê dûrî sîstema herêmê bibin û azadiya gelê herêmê dîl bigirin. Lê bela baş bizanin îradeya gelê me ji hemû êrîşên xwe bi hêztire. Gelê me bi xwerxistinkirna di herêmê de ev yek isbat kiriye. Gelê me bi xwedî derketina li saziyên xwe yên Rêveberiya Xweser têkbirina pîlanan isbat kiriye. Gelê me isbat kiriye ku dê hemû pîlanên wan vala bêne derxistin.”

________________________________________

Li Minbicê hezar û 500 sivîlên din hatin rizgarkirin

Hawarnews

MINBIC – Şervanên Minbicê di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajar de, hezar û 500 sivîlên din jî xilas kirin.
Berfirehiya nûçeyê tê

________________________________________

Taxa El-Keclî hat rizgarkirin

Hawarnews

MINBIC – Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Minbicê de, li nava bajar taxek din jî, ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Operasyona Şehîd Fermandar Ebu Leyla ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 59’emîn de bi pêşketina şervanan didome.
Di çarçoveya operasyonê de îro jî taxa El-Keclî ku ev bi rojan bû pevçûn lê hebûn, ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma operasyonê şandine, taxa El-Keclî piştî pevçûnên dijwar, îro di saetên piştî nîvro de bi temamî hat rizgarkirin.
Li taxê xebatên lêgerînê yên şervanan didomin.
Di saetên serê sibehê de jî, li heman taxê hezar sivîl hatibûn rizgarkirin.

________________________________________

De Mistura Bang li Rûsya Dike ku Vekirina Korîdora Mirovahî li Helebê ji NY re Bihêle

Dengeamerika

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûrîyê Staffan de Mistura îro Înê bang li Rûsya kir ku bihêle ew berpirsîya korîdora mirovahî ya li dora Helebê rake ser xwe.
De Mistura got, di bin şert û mercên rastîn de ew piştgirî dide nêrîna korîdora mirovahî ku bihêle sîvîl ji Helebê derkevin.
“Heleb niha di asteke krîtîk de ye. Dema xwarin bi demeke kin de biqede, hîngê 300,000 kes li hundurê bajêr asê bimînin. Divê korîdora mirovahî di bin berpirsîya NY de be,” De Mistura bi berdewamî got.
De Mistura herwiha bal kişand ser daxwaza berpirsê alîkarîya mirovahî ya NY Stephen O’Brien ku banga cemidandina şer ya bo 48 seetan kiribû ku bikarin xwarina tengavî û pêdivîyên din bigehînin nav bajêr.
Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu do Pêncşemê ragihandibû ku Rûsya û hikûmeta Sûrî li dora Helebê wê korîdorên mirovahî vekin.
Shoigu dabû zanîn ku yek ji wan korîdoran bo sîvîlan, yekê din bo serhildayên ku dixwazin çek berdin û ya din jî bo wan serhildayan bin ku dixwazin bi çekên xwe birevin.
Shoigu herwiha gotibû ku bilî korîdorên mirovahîyê navandên xwarin û alîkarîya saxlamî jîli dervayê Helebê bêne danan.

________________________________________

Li Colemêrgê êriş: 8 leşker mirin 5 jî birîndar bûn

Sputniknews

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên PKKê bi çekên lûledirêj êrişê leşkerên ku kontrola rê dikirin, kirin. Hate ragihandin ku di encamê de 8 leşker mirine, 5 jî birîndar bûne.
Colemêrg — Li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên PKKê bi çekên lûledirêj êrişî leşkerên ku kontrola rê dikirin. Li gorî agahiyên destpêkê piştî êrişê şer derketiye û di encamê de 8 leşker mirine 5 jî birîndar bûne.

________________________________________

17 rojnameger hatin girtin

DÎHA

AMED (DÎHA) – Ji 22 rojnamegerên ku hatibûn binçavkirin di navde Nazli Ilicak jî heyî 17 rojnameger bi îdiaya endamtiya FETÖ/PDY” hatin girtin.

Di 28’ê Tîrmehê de li ser fermanadozgeriya Stenbolê rojnameger Nazli Ilicak, Seyit Kiliç, Bayram Kaya, Cihan Acar, Bunyamin Koselî, Emre Soncan, Mustafa Erkan Acar, Cemal Azmi Kalyoncu, Abdullah Kiliç, Habip Guler, Cuma Ulus, Hanim Buşra Erdal, Huseyin Aydin, Haşim Soylemez, Ali Akkuş, Yakup Çetin, Ufuk Şanli. Midurê Nûçeyan ê FOX TV Ercan Gun, Bulent Mumay, Mehmet Gundem, Arda Akin, Yakup Saglam sewqî dadgeha Stenbolê hatin kirin.

Li dadgeha Stenbolê piştî lêpirsînê rojnameger Bulent Mumay, Mehmet Gundem, Arda Akin, Yakup Saglam serbest hatin berdan. Rojnameger Nazli Ilicak, Seyid Kiliç, Haşim Soylemez, Emre Soncan, Cuma Ulus, Bayram Kaya, Buşra Erdal, Habip Guler, Ufuk Şanli, Alî Akkuş, Abdullah Kiliç, Yakup Çetin, Mustafa Erkan Acar, Cihan Acar, Huseyin Aydin, Bunyamin Koselî û Cemal Azmi Kalyoncu jî di navde 17 rojnameger bi îdîaya “Endamtiya rêxistina çekdarî” “Endamtiya FETÖ/PDY’ê ne” hatin girtin.

________________________________________

Serokomar Erdogan: “Ji bo carekê ez wan efû dikim”

Sputniknews

Serokomar Tirkiyeyê Erdogan ragihand ku ew dê hemû wan kesan efû bike ku li ser navê bêrêzîkirin bi serokomar gilî li dijî wan hatiye tomarkirin.

Enqere — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê giliyên xwe yên şexsî li dijî kes û aliyan de duhî şevê din di civîna Qesra Serokomariyê de daxuyanî da.
Serokomar Erdogan got ku ew dê hemû bêrêzî û sivikatiyên derheqê şexsê xwe de efû bike û giliyên xwe yên li dijî wan kesan paş ve vekişîne.
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Heta wê gavê, ezê her core bêrêzî û sivikatiyên derheqê xwe de, bi carekê û bi taybetî efû bikim, ezê giliyên xwe paş ve bikişînim.”

________________________________________

ROJNAME

‘Bi tecrîdkirina Ocalan re Tirkiye ber bi krîzek mezin ve diçe’
Rojnews

ZAHÎR ÎBRAHÎM / SORAN

Li Herêma Kurdistanê her ku diçe bertekên li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan zêde dibe, di vê çarçoveyê de welatiyên bajarokê Soran daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan kirin û gotin ku bi tecrîdê re Tirkiye ber bi krîzek mezin ve diçe.

Piştî hewldana darbeyê, şik û gumanên der barê rewş û ewleyiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe zêde dibin û nêzî 2 salane destûr nayê dayîn hevdîtin bi Ocalan re pêk werin. Ev yek ji dibe sedemê nerazîbûna civakê. Li ser mijarê welatiyên bajarokê Soran a Hewlêrê ji ajansa me re axivîn.

Endamê Tevgera Goran Dilêr Hisên wiha anî ziman; “Tişta ku hikûmeta Tirkiye dike, qet ne ligorî nirxên mirovahiyê ye. Ocalan her tim hewl daye pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Lê mixabin, hewldanên AKP’ê û Erdogan ji bo xwe bi hêz kirinê ne û dem derbas kirinê ye. Ji bo pêvajoya aştiyê bi serbikeve hikûmeta Tirk qet gavek ne avêt.”

Dilêr diyar kir ku pêwîste demil dest tecrîda li ser Ocalan were rakirin û wiha destnîşan kir; “Tişta balkêş ewe ku civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan bêdengin. Di vê dema ku rewşa Tirkiyeyê ber bi rewşekî xirab ve diçe.”

Herwiha siyasetmedar Necat Yûsif jî der barê tecrîda li ser Ocalan de wiha anî ziman; “Li gorî Tirkiyeyê eger derfetê bide hevdîtin ligel Ocalan bê kirin, wê ji bo Tirkiyeyê zêdetir metirsî çêbibin. Ev dîtina Tirkiyeyê pirsgirêkekî mezin û şaşe. Pêwîste Tirkiye vê nêrîna xwe li ber çavan re derbas bike. Careke din sûd ji nêrînên Ocalan werbigre, ji bo çareserkirina doza Kurd û pêkanîna pêvajoya aştiyê ku ji aliyê AKP’ê ve hate hilweşandin.”

Tenê Ocalan dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike’

Necat Yûsif herî dawî got;”Tenê Ocalan dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Baştirîn derfet li pêşiya Tirkiyeyê ewe ku Ocalan azad bike. Lê bi vê nêzîkbûna niha li hemberî Ocalan tê kirin, wê Tirkiye zêdetir ber bi rewşekî xirab ve biçe û wê Tirkiyeyê bêxe krîzekî mezin.”

Li ser heman mijarê karmend Biryar Ebdulrehman wiha ragihand; “Ev nêzîkbûnên Tirkiyeyê ji hemû nirxên demokrasiyê û mafên mirovan dûre. Cihê fikarene, serokek di girtîgehê de be û ti kesê agahî jê nebe. Pêwîste Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî bibin xwedî helwest û rê nedin tecrîda li ser Ocalan berdewam bike.”

Herwiha berpirsa Komeleya Xwendekaran a li Soran Behrîn Resûl wiha destnîşan kir; “Tirkiye bi rêgirtina hevdîtina wê nekare rê li pêşiya fikrên Ocalan bigre. Di nava girtîgehê de jî bandorekî mezin a Ocalan li Rojhilata Navîn, Tirkiye û bi taybet Bakûrê Kurdistanê heye. Daxwazê ji hemû gelê Kurd dikin ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî bibin yek deng û xwedî yek helwestê. Zextê li Tirkiyeyê bikin da ku Ocalan azad bibe.”

________________________________________

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
30-7-2016
NRLS