SERNUÇE

AJANS

Taxa El-Tel û dibistana El-Sewra hatin rizgarkirin

YPG’ê bîlançoya tîrmehê eşkere kir

Hizbulah: Eger e Iraq û Sûriyê bêne dabeşkirin

Li Londonê êrişa bi kêrê: 1 kuştî 5 birîndar

ROJNAME

Bi hezaran Êzidî roja fermana 73’an li çiyayê Şengalê şermezar kirin

________________________________________

AJANS

Taxa El-Tel û dibistana El-Sewra hatin rizgarkirin

Hawarnews

MINBIC – Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê, taxa El-Tel û dibistana El-Sewra, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Nûçegihana ANHA’yê ji herêma Operasyonê ragihand ku Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî ku şevê din saet derdora 23.45’an de, Sûk El-Hal û herêma pîşesaziyê, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, berê xwe dan dibistana El-Sewra û Taxa El-Tel yên ku li rojhilatê Sûk El-Hal û riya gundê Yasta dikevin.
Piştî pevçûnên dijwar Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dibistana El-Sewra û Taxa El-Tel, ji çeteyan rizgar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku dibistana El-Sewra ji aliyê Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ve weke navend dihat bikaranîn. Destpêka Tabûrên Şems El-Şemal li vir hat avakirin. Li taxa El-Tel jî mala Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, heye.

________________________________________

YPG’ê bîlançoya tîrmehê eşkere kir

Hawarnews

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG’ê bilançoya şerê mehat Tîrmehê eşkere kir. YPG’ê diyar kir ku divê mehê de, 242 çete hatine kuştin û artêşa tirk 22 caran êrîşî axa Rojava kiriye.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê bilançoya şerê mehat Tîrmehê, eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:”
Bîlançoya SerêTîrmeh 2016’an

Çalakî û operasyonên ku hêzên me pekanî ye 6 (Ji wan yek ji aliyê Yekîneyên Antî-Teror pêk hatiye)
Pevçun û temasên hêzên me ketiyê 91
Çalakî, êrîş-operasyon û temas-pevçunên encam ne-diyar 6
Êrîşên Artêşa Tirk li dijî xaka Rojava 22
Hejmara dijmin a hatiye kuştin 242
Hejmara termên dijmin yên ku hatine destxistin 96
Hejmara dijmin yên ku dîl hatiye girtin 6
Amûr û çekên dijmin yên ku hatiye ruxandin 2 maşînê teqemenî, hemmerek, panzêrek, 2 maşînê leşkerî, 2 maşînê doşke barkirî, motorek
Amûr û çekên dijmin yên ku hatiye destxistin 3 bernu,kamîrek, 54 klêş, 9 BKS, 84 şerjor, 2200 fîşek,
20,017 bombê dest, dûrbînek, terêksek, 5 rokêtavêjê RBG, balafireke keşfê, 3 maşînê leşkerî, panzêrek, 3 çeke LAW, 5 çeke UZÎ, 96 termê çeteyan

Şehîdên me 18
Di Tîrmehe 2016’an de komên çekdarên yên girêdayî Kowalîsyone Niştimanî ya Sûrî bi dehan caran bi topên hawan û çekên giran êrîşên xwe li dijî taxa Şêx meqsûd a Helebê dewamkirin. Di nencama wan êrîşan de zarokek gihişte şehadetê.
Di vê mehê de 22 caran kû Artêşa Tirk sînorê Rojava binpêkiriye û êrîş pêkaniya, her wiha di wan êrîşan de roja 31’ê Tîrmehê Arteşa Tirk 3 hemwelatiyên ku ji gundê Elok a giredayî Serêkaniyê hewldidan derbasî Bakurê Kurdîstanê bibin li ser sînor girtin û yek ji van ciwanan piştî lêdankê gulebaran kirin û ew kuştin, Di vêêrîşan de ziyanin mezin a madî gihîştiya malên sivîlan.
Çeteyên DAIŞ’ê yên di hemle Minbicê de hêz winda dikin û derbên giran dixwin, li herêmê sînor a Federasyona Rojava-Suriye ye Bakur de êrîşên yekser gelê sivîl dike hedef lidardixin.
Di sihara 16’ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ’ê herêma dikeve navbera bajaroka Eyn Îsa û rojhilatê bakur a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê de êrîşek lidarxistin. Çeteyan li vê herêmê ketin 6 gundan û yekser êrîşî gelê sivîl kirin. Di encamê vê êrîşê de li gundê Sêgolê 10, gundê Birberqalê jî 3 hemwelatiyên sivîl hatin kuştin.
6 endamê çeteyan di vê mehê de ji milê hêzên me YPG de dîl hatin girtin.”

________________________________________

Hizbulah: Eger e Iraq û Sûriyê bêne dabeşkirin

Kurdistan24

Hizbulaha Libnanî dibêje, bidawîbûna şer li Sûriyê ne di demek e nêzîk de ye û eger e Iraq û Sûriyê bêne dabeşkirin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanî ya Şîyî Şêx Neîm Qasim di hevdîtinekê de bi “Rueters” re ragihand ku, Îran, Rûsya û Hizbulah dê bi piştgîriya Esed heta dawiyê bikin, herwiha girtina Helebê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve jî, ne armanceke bilez e.
Qasim derbarê dabeşkirina Sûriye û Iraqê de got: “Ez dûr nabînim ku dabeşkirina Sûriye û Iraqê yek pêşniyaran be, lê dibe ku serkeftî be û dibe na. hêzên ku Sûriye û Iraqê yekgirtî dixwazin, heta niha dikarin li pêş ve çareyê rawestin, lê di pêşerojê de divê em nîgeran bin, ji ber ku hin welat dê Sûriye ûş Iraqê berve perçebûnê bibin.”
Qasim di beşeke din de dibêje, destêwerdana Rûsyayê ji nava Sûriyê re, li dijî projeya Amerîkî erênî bû, herwiha pêwendiyên Rûsya û Îranê bi Sûriyê re bo mana Serokê Sûriyê Beşar Esed bû û bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re.
Ji destpêka krîza Sûriyê di Adara 2011an ve, Hizbulaha Libnanî bi aliyê rêjîmê re şerê opozîsyonê dike, herwiha gelek endamên wê jî di şerê di Sûriyê de hatine kuştin.

________________________________________

Li Londonê êrişa bi kêrê: 1 kuştî 5 birîndar

Sputniknews

Li navenda paytextê Brîtanyayê li Londonê kesekî bi kêrê êrîşî derdorê kir, di encamê de welatiyek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Londra — Li gorî zanyariyên berdest, li meydana Rûssell a li Londonê duhî bi şev saet di 22.30an kesekî bi kêrê êrişî derdora xwe kir. Jinek di vê êrişê de bi giranî birîndar bû û paşî jiyana xwe ji dest da û her wiha di êrişê de 5 kes jî ji ber derbên kêrê birîndar bûn.
Hêzên ewlehî hatin cihê bûyerê û bi demançeya şoqê êrişkar bi dest xistin.
Hem Midûrê Ewlêhî Bernard Hogan-Howe û hem jî Serokê Şaredariya Londrayê Sadik Han di daxuyaniya xwe de ragihandin ku heke pêwist bike ji bo ewlehiya can û malê welatiyan li hemberî êrişên terorî dibe polês li hemû kûç û kolanên bajêr bê navber wezîfê bikin.

________________________________________

ROJNAME

Bi hezaran Êzidî roja fermana 73’an li çiyayê Şengalê şermezar kirin

Rojnews

Bi boneya 2’emîn salvegera fermana 73’an gelê Êzidî li çiyayê Şengalê li deşta Serdeştê meşke lidarxistin û paşê merasîmek bi beşdarbûna bi hezaran kesî lidarxistin
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê fermana 73’an bi serê gelê Êzidî anî. Bi boneya 2’emîn salvegera fermana 73’an gelê Êzidî, Meclîsa Avaker a Şengalê, Meclîsa Jinên Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan, Hevseroka Federasyona Bakûrê Sûriyê Îlham Ehmed, Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Serokê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer, Seroka Desteya Jin Emîne Emer, Endamên PYD, gelek endamên Rêveberiya Xweser a Rojava, Nûnerên YNK û hwd di meşê de amadebûn. Meş di bin diruşmeya ‘Bersiva fermanê Xweseriya Şengalê’ hate organîze kirin. Di meşê de alên YBŞ, YJŞ’ê, Meclîsa Avaker a Şengalê, posterê Rêberê PKK’ê Kurd Abdulah Ocalan û bi dehan pankart, wêneyên jinên Êzidî yên Şengalê û wêneyên roja fermanê hatin hildan.

Meş serê sibê li gundê Kolka yê Şengalê destpêkir heya deşta Serdeştê berdewam kir. Di meşê de diruşmeyên wekî “Bi 73 fermana Êzidî xilas nekirin” “Êzidî yeke yeke Hol hola Tawusê Meleke” “Bimire Xiyanet” hwd hate berz kirin.

‘Bila dijmin û dost bizanibin îro Şengal xwedî îradeye û xwedî hêze’

Destpêkê Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih axivî û xêrhatina tevahî mêhvanan kir ku roja fermanê li Şengalê amadene û wiha got: “ 2 sal ser fermanê re derbas bûn, lê hîna êşa me nûye û dilê me bi birîne, Lê bila dijmin û dost bizanibin îro Şengal xwedî îradeye û xwedî hêze. Em êdî dikarin xwe biparêzin û xwe rêve bibin. Pêwistiya me bi kesekê tineye.”

Xidir di dawiyê de bang li hemû Êzidiyan kir ku hemberî dijmin bibin yek dest û yek deng ji bo ferman dubare nebin.

‘Planên dijmin û çeteyan xilasbûna me bûn’

Li ser navê Meclîsa jinê Şengalê Dayika Neam axivî û roja xiyanet û fermanê li kesên ku destê wan hindir de heye şermezar dikin û wiha got: “Planên dijmin û çeteyan xilasbûna me bûn. Em bêdengiya Hikûmeta Herêmê, Dewleta Iraqê û hêzên din şermezar dikin.”

Neam diyar kir ku ew êdî Xweseriya Şengalê dixwazin û wiha got: “Bila dijmin baş zanibe êdî jinên Şengalê xwedî hêz û meclîs in û ne jinên berê ne. Em ê bi yekîtiya xwe bersiv bidin fermanê.”

Endamê Konseya Serokatî ya KCK’ê Sozdar Avesta bi boneya fermanê ji herêmên Parastina Medya hat Şengalê û diyar kir ku wan ne dixwest di rojekê wisan de li Şengalê amade bin, lê mixabin dijminan komkujî û fermanek ser gelê me de anî û wiha pêde çû: “Kesên hembêza xwe ji civaka Êzidiyan re vekir, Kantona Cizîrê û YPG, YPJ’e bû. Ez Pêngava Minbicê pîroz dikim. Heya ku Şengal nebe xwedî îrade, Şengalek Xweser û demokratîk ava nekin, em ê wekî militanên APO’yî piştigiriya gelê Şengalê bikin.”

‘Bila êdî keç û xortên Şengalê nebin leşker û xulamê kesek din’

Avesta daxuyakirin ku parastina Şengalê ji hemû partî û hêzên siyasî tê xwestin û erkê her kesekê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro Şengal xwedî hêza YBŞ û YJŞ’ê ye. Pêwîste ev hêz were mezin kirin. Bila êdî keç û xortên Şengalê nebin leşker û xulamê kesek din, bibin şervanê Êzidîxana xwe. Dem ne dema girî ye, em 73 fermana re giriyan lê feyde nekir.”

‘Em çiqasî xemgîn in lê ji aliyekê din de jî îro Şengal bi hêze û xwedî îradeye’

Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo axivî û diyar kir ku ew li ser navê Rêveberiya Xweseriya Rojava êşa Şengalê mîna roja yekê parve dikin ûn wiha got: “Em wan hêzên tarî yên çeteyan û dijmin şermezar dikin. Em çiqasî xemgîn in lê ji aliyekê din de jî îro Şengal bi hêze û xwedî îradeye û ev me kêfxweş dikin. Ew kesên hatin Rojava gotin rojekî heye em biçin Şengalê, lê îro hatine Şengalê. Serkeftina me ya Rojava ser bingehê fikirê Rêber APO û yekîtî û biratiya me bû.”

Erebo destnîşan kir ku çawan li Rojava bi ser ketin wê li Şengalê jî hêz bide Êzidiyan û wiha berdewam kir: “Çareseriya ku di neteweya Demokratîk de tê ditin, hemû planên dijmin di Kurdistanê de vale derxistin. Em hatin ku bêjin gelê me yê Êzidî roja yekê em gel we bûn, piştî 2 salan jî gel we ne. Heya yek çete heye wê berxwedaniya me berdewam bike.”

‘Emê bibin bersiva fermanê û xwe fedayê xaka xwe bikin’

Fermandarek YBŞ’ê Dijwar Feqîr jî di merasimê de axivî û diyar kir ku roja bê mirovahiyê şermezar dikin û wiha got: “Bi dehan ferman ser me de hat, kesekê dengê me ne bihîst. Lê şervanên Azadiyê yên Rojava û çiyayên Azad hatin dengê me li cihanê belav kirin. Dema şervan hatin Şengalê me baweriyek dît. Îro keç û xortên Êzidîxanê li her derê şer û tola xwe hildidin. Emê bibin bersiva fermanê û xwe fedayê xaka xwe bikin. kesên me nas nekin şehîd bersiva me ne.”

Feqîr daxuyakirin ku ew kesên me erzan dibîne bila çavên keç û xortên şehîdan temaşe bike û got: “Bi berxwedan, yekîtiyê em dikarin fermana rakin. Biryara ku ser me tê girtin em qebûl nakin. Em ê xweseriya Şengalê ragihînin cîhanê.”

Şanoyek ser fermanê ji aliyê Navenda Çand û Hunera Şengalê ve hat pêşkêşkirin. Piştre jî Bêrivana biçûk helbestek ser roja fermanê xwend.

Bi helbestan mersim bi dawî bû.

________________________________________

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
4-8-2016
NRLS