SERNUÇE

AJANS

UNICEF soz da ku ew ê daxwazên jinan bigihîne NY

Dixwazin xweseriya Sûrê bi qeyûman reş bikin

Demîrtaş berjewendiyên giştî ji hemû girîngtire

Enqera; Êrişek li dijî balyozxaneya Îsraîlê pêkhat

Balafireke şer a Amerîkayê li Japonyayê ket

ROJNAME

Şandeya HDP’ê bi partiyên siyasî re civiya

Parlamenterê Goran: PDK ketina me ya Hewlêrê asteng dike

________________________________________

AJANS

UNICEF soz da ku ew ê daxwazên jinan bigihîne NY

Hawarnews

QAMIŞLO – Buroya Rêxistina UNICEF soz da jinên ku li pêşiya avahiya wê çalakiyek lidar xistin ku dawazên wan û nameya wan bigihînin NY
Ji bo şermzarkirinat tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkiyê ya ji axa Sûriyê re, bi sedan jinên Kantona Cizîrê li pêşiya avahiya UNICEF a li bajarê Qamişlo kom bûn.
Jinan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û pankartên ku li ser bi herdû zimanên kurdî û kurdî û erebî hatine nivîsîn ’Azadiya Ocalan, azadiya jinê ye’ vekiribûn.
Piştî ku daxuyanî hat xwendin, komîteyek ji 5 Endamên rêveberiya komîteya têkîliyên dîplomatîk a Kongra Star a Kantona Cizîrê Cemîle Osman, Welîde Botî, Medya Mehmûd, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê perwîn Mihemed, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê a Kantona Cizîrê Edalet Umer , hat avakirin.
jin derbasî avahiya NY bûn, daxwazên xwe û naveroka daxuyaniyê ji rêveberên NY re nirxandin.
Di dawiya çalakiyê de, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed ji dezgehên ragihandinê re, da zanîn ku wan du name ji NY re şandine. Perwîn da zanîn ku di nameya yekem de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û daxwaz hat kirin ku zext li ser hikûmeta AKP’ê bê kirin kiryarên rawestîne, di nameya duyem de jî dagirkeriya Tirkiyeyê ya axa Sûriyeyê hat şermezarkirin. Perwîn got ku UNICEF soz da ku ew ê daxwaz û nameyên jinan bigihîne NY.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:”
Dewleta tirk ku êrîşên li dijî gelê Kurd weke stratejiyekê digre dest, herî dawî 24’ê tebaxa 2016 bi dagirkirina Cerablusê şer gîhand astekî nû. Her çiqas kesên ku dixwazin vî şerî weke şerê kurd û tirk bidin xuyakirin jî, di rastî de ew ne bi vî rengiye. Ev şer di rastîya xwe de şerê di navbera dewleta Tirk, DAİŞ ya ku ji bo berjewendiyên xwe bi her awayî desthilatdarî armanç dike û di rastîya Kurda de jî ku têkoşîna aşîtiyê û demokrasîye dimeşînin de pêk tê. Tê zanîn ku ev pênç salên dawî li Rojava modela siyaseta demokratîk tê pêşxistin. Bêguman kesên ku aşîtî û azadiyê dixwazin li gel Kurda ne. Ên ku li beremberî dagirkeriya devleta Tirk çavê xwe digrin hicetê wana çi dibe bila bibe li gor qanûna sûc dikin. Em dibînin ku di serî de neteweyên yekbuyî (NY) û hêzên navnetewî li
hemberî dagirkerina dewleta Tirk a Cerablusê bêdengiya xwe diparêzin. Naxwe dagirkirina dewleta Tirk li ser axekî bîyanî li dijî kanûna ye û tavilê lazim bû ku dewleta Tirk were darizandin. Heta ku dewleta Tirk ji Cerablus’ê neyê derxistin, hêzên ku bi Surî re têkildarin sucdarin.
Divê dewleta Tirk bê darizandin!
Dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablusê tunekirina modêla bakurê Surî/ Rojava ya ku gelên Kurd, Arap, Aşurî, Suryanî, Keldanî, Turkmen û Çeçenan bihevre avakirine dike. Ji ber ku serkeftina demokrasiya li bakurê Surî/Rojava wê di heman demê de bandora xwe li ser rojhilata navîn jî bike.
Li alîyê din jî dagirkirina dewleta Tirk ya Cerablusê dij kanuniye. Eger neteweyên yekbuyî
mîsogeriya huquqê be wê demê tavilê lazime
berpirsiyariya xwe bi cîh bîne û dewleta Tirk ji Surî derxîne. Naxwe lazime ji mekanîzmayên navnetewî ya huquqê re hawale bike.
Em jin xwediyê demokrasiya bakurê Suriyê ne!
Di serî de em wek jinên Kurd berî her kesî dagirkirina Cerablus’ê ya dewleta tirk û hewldanên ji holê rakirina federasyona demokratîk a bakurê Surî /Rojava, weke êrîşeke li dijî xwe dibînin. Şoreşa rojava çawa ku bi pêşengtiya jinê pêş ketiye ezmuna xwe ya demokrasî û azadiyê jî ji pêşengtiya jinê bi dest xistiye. Wek jinên Kurd ev pênc salên me bi bedelên pir giran nîşan kir ku, jin dikarin DAİŞ û komên çeteyan têk bibin. Bi vî awayî me nîşan kir ku jin li rojhilata navîn dikarin li dijî her cureyê desthilatdariyê, li dijî hêzên ku dijminê jinan e û kujer re têkoşin bikin. Herwiha xwesteka tunekirina me ji aliyê dewleta Tirk tê wateya ji holê rakirina hêviyên jinên cîhanê ku bi me re ne.
Abdullah OCALAN dikare li Tirkiyê aşîtî mayînde bike!
Dewleta tirk di xwesteka pêkanîna xewnên osmaniya nujen de, tekoşîna kurdan ya ji bo demokrasiyê li pêşiya xwe weke astengiyekê dibîne. Dewleta ku dijminatiya Kurda him li hindir him jî li derva kiriye navenda siyaseta xwe bi bê istiqrariya li rojhilata navîn kur dike. Hêza ku pêşiya dijminantiya dewleta tirk bigre tenê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan’e. Abdullah Ocalan herî dawî di 11’ê îlonê de di hevdîtina bi birayê xwe re, careke din amadebuyîna xwe ji bo aşîtî û xwesteka xwe ya çareser kirina pirsgirêka Kurd bi rêya aşîtîyane diyar kir. Neteweyên yekbuyî lazime ji bo Abdullah Ocalan, bingeha têkoşîna aşîtiyê ava bike lê beriya her tiştî divê bêhuquqiya li İmraliyê bi dawî bike, ji nav mercên tecrîda giran were derxistin û hetta azadiya wî pêk were.”
________________________________________

Dixwazin xweseriya Sûrê bi qeyûman reş bikin

DÎHA

AMED (DÎHA) – Li navçeya Sûrê ya Amedê di serdema îktîdara AKP’ê de 2 carin qeyûm tayînî Şaredariyê tê kirin. Carekê li dijî pir çand, ziman û baweriyan qeyûm hat dayînkirin, niha jî li dijî rêveberiya xweseriya demokratîk qeyûm tayîn kirin.

Şaredariya Sûrê di dîroka xwe de hertim rastî kayum, serokên wê rastî girtin û lêpirsînan hatine. Lê çima Sûr?
Sûr (Ameda kevin) dîroka wê qasî Berê Zayînê (BZ) 7500’an kevne. Derdorê wê bi Sûran hatiye pêçan, çavkaniyên wê Çemê Dîcle û Baxçeyên Hevselê ne. Heta niha bi dehan împaratoriyan desthilatdariya xwe lê daye meşandin û gelên wek kurd, asûrî, ermenî, yahudî, ereb lê jiyane. Şopên dîroka her gelekî xwe di kevirên Sûrê de hatine kolan. Şaredariya Amedê di demê Osmaniyan de 1865’an de (Diyarbakır Şehremaneti) hat avakirin. Heta 1994’an îdareya navçeya Sûrê girêdayî Şaredariya Mezin a Amedê bû. Di 1994’an de Şaredariya Sûrê serbixwe bû. Di hilbijartinên 27’ê adara 1994’an de ji Partiya Refahê Cemal Toptanci ji sedê 43.645 deng bû serokê şaredariyê.

Di hilbijartinên 18’ê nîsana 1999’an ji HADEP’ê Cezayîr Serîn ji sedan 69.412 dengan girt û bû serokê Şaredariya Sûrê. Di hilbijartinên 28’ê adara 2004’an de Abdullah Demîrbaş ji sedî 56.630 dengan girt û bû serokê Şaredariya Sûrê.

Hewildana şaredariyê ya gel fêmkirin
Di bin serokatiya Abdullah Demîrbaş de Şaredariya Sûrê gelek xebatên civakî pêşve birin. Ji ber ku buçeya Sûrê kêmbû, rê û av ji aliyê saziyên dewletê ve dihatin kirin û hêza projeyên pir mezin nebû, şaredariyê giranî da xebatên çandî û dîrokî. Şaredariyê cara yekem malên alîkariyê dan avakirin. Perwerde da jin û zarokan. Biruşurên bi 7 zimanî derxist û xizmet bi 7 zimanî da. Şaredariya Sûrê li dîrok û çanda gelê kêm ên ji aliyê dewletê ve hatîn çewisandin kola û gel perwerde kir.

Xwesta dîrok û ziman xwedîderketinê bi kayumê bersiv

Dewleta ku ji dîroka rengîn a Sûrê tirsiya bi hinceta “Şaredaritiya pirzimanî dikin” Abdullah Demîrbaş di 2007’an de ji kar avêt û xist girtîgehê û Alîkarê Waliyê Amedê Ahmet Aydin wek kayum avêt Şaredariya Sûrê. Lê gelê Sûrê kayum naznekir, pirsgirêk û pêwîstiyên xwe li DTP’ê tanîn ziman. Gel DTP wek şaredarî dixebitan, endamên şaredariyê jî pêwîstiyên gel li avahiya DTP’ê guhdar dikirin û li Şaredariya Sûrê çareser dikirin.

Lê dîsan gel pirzimanî xwest

Hîn du meh mayî ji hilbijartinan re vê carê jî kayum dewrî Qayemqamê Sûrê Erdogan Aydin kirin. Piştî 2 mehan dîsan hilbijartinên şaredariyê pêkhatin. Di hilbijartinên 29’ê adara 1999’an de dîsan Abullah Demîbaş ji sedan 65 deng girt û bû serokê şaredariyê.

Dibarekirna kayumê

Di hilbijartinên 30’ê adara 2014’an de ji DBP’ê Seyît Narîn ji sedan 55 deng girt û bû serokê Şaredariya Sûrê. Di 2’ê kanuna 2015’an de piştî êrîşên dewletê gelê kurd biryara rêvebirina xweser da. Hevserokên Sûrê jî daxuyandin ku ew dixwazin xwe bi xwe rêvebibin. Lê dîsan wek xwesteka zimanê kurdî xwesteka wan jî rastî girtin û ji kar avêtinê hat. Hevserokên Şaredariya Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût di 23’ê tebaxa 2015’an de hatin girtin û di 26’ê tebaxa 2015’an ji kar hatin avêtin. Piştî avêtina ji kar, ji meclîsa şaredariyê Azîze Deger Kutlu wek wekîla hevşaredaran hat hilbijartin.

Dê ruxandin hêsan bibe

Heman demê de qedexeya ku di 2’ê kanuna 2015’an de destpêkirî, piştî daxuyaniya Wezîrê Karê Hindir ê berê Efkan Ala ku di 9’ê adara 2016’an de got “şer bi dawî bûye” jî heta niha qedexe berdewam e. Di bin navê qedexeyê de ji adara 2016’an ve Sûr bi makîneyên kar tê ruxandin, dîroka wê tê tune kirin. Dewletê li gor xwe Sûrê dirûxîne, ne şaredariyan ne jî saziyên sivîl dixe nava Sûrê. Lê her çend bibe jî nedikarî li gor xwe ava bike ji ber plana îmarê ya şaredariyê bû. Lê dê çawan bikaribe dîroka Sûrê bê astegî birûxîne û li gor “mîmariya Osmanî û Selçûkî” çêbike. Şaredarî jêre asteng bû.

Kayuma bi çek û dagirkirin

Eger kayumê bavêje dê çareseriya tirkkirina û tunekirina dîroka Sûrê re bibîne. Di 11’ê îlonê de serokatiyê biryar da ku kayumê bavêjin Sûrê û di 19’ê îlonê bi fermî kayum avêtin Sûrê. Ev qasî 2 hefteye Şaredariya Sûrê bûye qereqol, li şuna pirsgirêk û pêwîstiyên gel bên çareserkirin polîs bi çekan li berderî û hindirê şaredariyê degir dikin. Vê carê dîsan Alîkarê Waliyê Amedê Bîlal Ozkan kayum hat avêtina Şaredariya Sûrê.
________________________________________

Demîrtaş berjewendiyên giştî ji hemû girîngtire

Pukmedia

Demîrtaş dibêje li cem partiya HDP`ê berjewendiyên giştî bi ser her tiştekî re ye.
Îro roja çarşemê, 21-9-2016`an, Selehedîn Demîrtaş di kongireyeke rojnamegerî li Hewlêrê ragihand ku ew ji bo berjewendiyên giştî ku di xizmeta gelê kurd ye ji xebata xwe re tiştekî sereke dibînin.
Hevserokê HDP`ê Selehedîn Demîrtaş aşkire kir ku ew ligel rêzdar Barzanî civiyan û li ser rewşa siyasî yê li Kurdistan û Sûriyê û Êraq û Tirkiyê şirove kirine û derbarê parastina berjewendiyên giştî yê gelê kurd jî tekez kirin.

________________________________________

Enqera; Êrişek li dijî balyozxaneya Îsraîlê pêkhat

Pukmedia

Hat ragihandin ku îro li bajarê Enqerayê, êrişeke li dijî balyozê Enqerayê pêkhat û di encamê de, birîndar û kuştî jî hene.
Li gor agahiyên ku ji aliyê waliyê Enqerayê ve hatiye weşandin ku îro piştî nîvro êrişeke têkderî li dijî balyoza Îsraîlê pêkhatiye û ew kesê êrişkar aqilê wî ne lihev e û ji ber wê jî, ew kar pêkaniye.

________________________________________

Balafireke şer a Amerîkayê li Japonyayê ket

Sputniknews

Balafireke şer a Amerîkayê li girava Okinawaya Japonyayê ket û sedema ketina balafirê hê jî nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan — Balafireke şer a Amerîkayê li girava Okinawaya Japonyayê ket û sedema ketina balafirê hê jî nayê zanîn. Li gorî çapemeniya Japonyayê pîlotê balafirê ji mirinê rizgar bûye. Balafira AV-8B Harrier 2 ya Amerîkayê ku li baregeha Okinawaya Japonyayê bû ket. Balafira amerîkî li bakurê Okinawayê 150 kîlometro li rojhilatê bajarê Kunigamiye li gorî pêşbîniyan ji ber sedemên teknîkî ket. Li gorî nûçeyên çapemeniya Japonyayê, herêma ku bûyera qezayê lê qewimî helikopter û keştiyeke lêgerîn û rizgarkirinê hat sewkirin. Ryukyu Shimpoyê di nûçeya xwe ku sparte berpirsên herêmî ragihand ku pîlotên balafirê ji mirinê rizgar bûne.

________________________________________

Şandeya HDP’ê bi partiyên siyasî re civiya

ROJNEWS

Li hola Otela Çarçira ya li Hewlêrê Şandeya HDP’ê bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên ji derveyî hikûmetê û siyasetmedaran re civiya.
Li hola Otela Çarçira îro di saet 17:00’an de Şandeya HPG’ê ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Cîgirên Hevserokên HDP’ê Fatma Kurtulan û Nadir Yildirim, ji parlamenter Osman Baydemîr, Besîme Konca, Îmam Taşçier û Celal Dogan pêk tê, bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên ne di nava parlamentoyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de û siyasetmedaran re civiyan. Herwiha îro di saet 12:00’an de Şandeya HDP’ê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re jî civiya bû.

Di hevdîtina ligel partiyên siyasî de, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş civîna çapemeniyê lidarxist. Demîrtaş diyar kir ku divê demê de pêwîstiya Kurdan bi xebatek hevgirtî heye û got ku pêwîste helwesta Kurdan yek be û got: “Eger xebat û helwesta me yek be, em ê zêdetir bikarin pêş bikevin.”

‘Divê em xwe ji bo guhertinan amade bikin’

Demîrtaş destnîşan kir ku gelê Kurd ji ti kesê re negefe û got: “Gelê Kurd ji ti kesê ne gefeke. Yên ku ligel gelê Kurd itifaqê bike wê bi ser bikeve. Li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd di rewşeke xirab de ne. Nabe em berjewendiyên hizbî çêbikin. Divê em xwe li Rojhilata Navîn ji bo guhertinan amade bikin. Em li Enqere partiyekî mezinin û dixwazin mafên gelê Kurd bên parastin. Kurd bi xwe xwe rêvebebin, ziman û nasnameya xwe hebin. Di sed salên derbasbûyî de bêitifaqiya Kurdan û nebûna yêkîtiya di navbera Kurdan de nehiştiya gelê Kurd bigihîn mafên xwe. Di nava sedsalên derbasbûyî de gelê Kurd gelek berxwedan kirine. Dema ku ez dîroka gelê xwe dixwînim, êş di keve dilê min. Di dîroka me de berxwedan, fedekarî û berdêlên mezin hene.”

Demîrtaş herî dawî got; “Em ji dizanin ku wê ev serdana me hemû pirsgirêkên me çareser nekin. Lê belê weke HDP’ê em ti cûdahiyê naxîn di nava ti partiyan de û em dixwazin bi hemû partiyan û rêxistinan re hevdîtina bikin. Ez hêvî dikim ku ev civîna me bibe bingehê xêrê û bi keda we rojên azad bibînin.”

________________________________________

Parlamenterê Goran: PDK ketina me ya Hewlêrê asteng dike

Rojnews

Parlamenterê Tevgera Goran Abdurahman Ebdullreza bertek nişanî astengiyên hêzên PDK’ê yên li dijî ketina tevgera wan ya Hewlerê de da û diyar kir ku ew dixwazin ji bo sererast kirina krîza aborî û siyasî ya li herêmê bixebitin û banga piştevaniyê kir
Heyetek ji Parlamenterên Tevgera Goran û aliyên siyasî yên ku di nava Kampanya ‘Aştiya Siyasî’ de cîh digrin, xwestin biçin Hewlêrê û li Meclîsê daxuyaniyê bidin rastî astengiyên hêzên PDK’ê. Der barê astengiya hêzên PDK’ê li Offîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Piştî civînê Parlamenterê Tevgera Goran Abdurahman Ebdullreza ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi çendin car ew weke Tevgera Goran xwest li Meclîsê daxuyaniyan bidin û gelê xwe agahdar bikin, lê belê ew rastî astengiyên hêzên PDK’ê hatin û destûr nedan ew bikevin bajarê Hewlêrê.

‘Ev astengî ne nû û ne jî xerîb e’

Ebdullreza da zanîn ku hemû gelê herêmê jî dizane herêma Kurdistanê di aliyê siyasî û aborî de ketiye rewşek gelek xirab û wiha pê de çû: “Metirsî li ser civakê heye û li herêmê aramî tuneye. Bi dehan caran hêzên PDK’ê destûr nedan ku em bikevin Hewlêrê û peyama xwe ji raya giştî re eşkere bikin. Ev ne tiştek nû û xerîbe. Ji beriya niha jî PDK’ê destûr neda bû ku Serokê Meclîsê têkeve bajar. ”

‘Armanc dawî anîna krîzê ye’

Ebdullreza destnîşan kir ku dema ku Waliyê Silêmaniyê Dr. Aso Ferîdon jî xwest biçe Rojava jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û wiha got: “Alîkariya ji bo gelê me yê Rojava jî diçe ji aliyê PDK’ê ve tê astengkirin. Dîsan îro heyetek ji me û Desteya Aştiya Siyasî pêşî lê hat girtin û destûr nehat dayîn têkevin Hewlêrê. Armanca xebata me ew e ku dawî li krîza siyasî û aborî ya li herêmê bê ye.”

________________________________________

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
22– 9 – 2016
NRLS