NUÇEYÊN ROJANE Îlon 28 – 2016

SERNUÇE

AJANS

Kalkan: Siberoj di destê gel de ye

Gerîlayan derbeyên giran li dagirkeran da: 31 leşker hatin kuştin

“Balafireke Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê ket”

Çeteyan gundên Şehbayê dan ber topan

Leşkerên Tirk 17 pêkhateyên ereb qetilkirin

El-Nusra: Tank ji Lîbyayê di rêya Tirkiyeyê re ji me re hatin

ROJNAME

Li Hewlêrê çalakvanek bi kêrê birîndarkirin

Li Hewlêr endamekî Tevgera Goran hat êşkencekirin
_______________________________________

 

AJANS

Kalkan: Siberoj di destê gel de ye

ANF

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, Her civak siberoja xwe bi xwe bi rêxistin dike. Ev yek dikare bi hinekan re bê kirin, lê eger tu tênekoşe, tu xwe bi rêxistin neke û çarenûsa xwe diyar neke, kes tiştekî nade te.”
Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.
‘TECRÎDA GIRAN A LI ÎMRALIYÊ HÊ DEWAM DIKE’
Kalkan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, “Tecrîd dewam dike. Zext û terora dewletê didome. Deriyê Îmraliyê nehat vekirin. Şert û mercên jiyan û xebateke azad ên Rêber Apo nehatin afirandin. Berevajî, şîdet û zext hê dewam dikin.”
Kalkan bibîr xirt ku di 11’ê Îlonê roja birayê Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê, 24 şaredariyên DBP’yî hatin desteserkirin, şaredarî hatin dagirkirin û destnîşan kir, ku ev hevdîtin, tevî qelskirina nerazîbûna li tecrîda li Îmraliyê, weke amûrek dagirkirina şaredariyan hat bikaranîn.
Kalkan got, “Ev yek rêbazeke şerê taybet e. Çawa ku artêş cihekî dagir dike ala xwe diçikînin, dema şaredarî hatin dagirkirin jî ala xwe çikandin. Bi wesayîtên zirxî dor li şaredariyan girtin. Serokwezîr Bînalî Yildirim got, ’em di rewşa êrîşê de ne’. Êrîşa destpêkê jî li dijî şaredariyan kir. Hevdîtina li Îmraliyê, ku di nava şert û mercên bi vî rengî de pêk hat, rewşeke nû nîne. Civakê peyamên Rêber Apo girt. Bêguman ev yek baş bû.”
‘LI DIJÎ ME ŞEREKÎ TAYBET Ê BÊ PÎVAN TÊ MEŞANDIN’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji civaka Kurd re got, “Li dijî me şerekî taybet ê bê pîvan tê meşandin, ku bikaranîna her rêbazî rewa dibînin” û ev axaftina xwe wiha dewam kir:
“Ji meha Adarê û vir ve hin hêz daxwaza agirbestê li me dikin. Ji Amerîka heta Ewropa, heta rêveberiya Başûrê Kurdistanê… Me timî ji wan re got, ‘me şer neda destpêkirin. Rêber Apo got; me pêvajo neqedand. Em li ser kursiya xwe ya li dora maseyê rûniştî ne. Yên din mase qelibandin’. Me ji hemû hêzan re ev gotin. Lê nikarin vê bi AKP’ê bidin qebûlkirin.
Tayyîp Erdogan xwînê verdişe. Her cara devê xwe vedike, sixêfan li derdorê dike, êrîşî her kesî dike. Li cîhanê ti hêz nehiştiye ku êrîş nekiriye, gef lê nexwariye. Ji bo ev rewş baştir were fêhmkrin, rêveberiya me, tevgera me helwesta xwe eşkere kir. Gotinên Rêber Apo û daxuyaniyên rêveberiya me hevgirtî ne. Aliyê Kurd ji aliyê fikir û polîtîkayê ve hevgirtî ye. Lê Tirkiye ne bi vî rengî ye. Tayyîp Erdogan her li cîhanê digere. Derfetan li derdorê belav dike, tawîzan dide, derewan dike, dosyayan bi xwe re digerîne. Bi vê yekê ve hewl dide mirovan bixapîne. Dixwaze her kesî bike hevparê êrîşên xwe yên qirkirinê.”
Kalkan da xuyakirin, ku di hewldanên DYA û Rûsya yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriyeyê de ew pratîkeke şênber a hêja nabînin û got, “Êdî heta em pratîkekê nebînin, em nikarin ji tiştekî bawer bikin. Em gihîştine asteke welê, ku heta em pêşketineke şênber bibînin, dikarin jê bawer bikin. Kurd, Ereb, hemû mirovên bindest ên li Rojhilata Navîn, hingî ewqasî hatine xapandin êdî ji her tiştî bi guman in. Û mafdar in jî.
‘JI BO DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE, DIVÊ KURD BI XWE BIKEVIN NAVA HEWLDANAN’
Gotin hene, bang tên kirin, axaftin tên kirin. Dilê alemê rehet e. Yên tên qetilkirin mirovên li Rojhilata Navîn e. Ciwanên Kurd, Ereb, Tirk tên qetilkirin. Cîhan li pey wê ye ku li ser vê yekê dikare bi çi rengî berjewendiyên xwe bimeşîne. Bila kes xwe nexapîne ku demokrasî, edalet, hiqûq heye. Lazim e Kurd vê rewşa xwe bibînin û ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bikevin nava hewldanan. Di vî warî de hin hewldanên HDP’ê çêbûn. Weke PKK û KCK em jî timî bi rêxistinên din ên Kurdan re di nava têkiliyê de ne, hevdîtinan dikin û bi hev dişêwirin. Ji bo kombûna Kongreya Neteweyî berê jî gelek hewldanên me hebûn.”
Kalkan bi vê wesîleyê careke din bang li tevgerên Kurd kir, ku derfet û firsendan bi kar bînin, ji bo sekinandina rijandina xwînê û pêşîvekirina li çareseriyê, demokrasiya Kurd bafirînin.
‘ÇARE Û ÇARESERÎ BI ME RE YE’
Dûran Kalkan ev tespît kir: “Çare û çareserî bi me re ye. Siberoj di destê gel de ye. Her civak siberoja xwe bi xwe bi rêxistin dike. Dikare vê yekê bi hinekan re bike, lê eger tu tênekoşe, tu xwe bi rêxistin neke û çarenûsa xwe bi xwe diyar neke, kes tiştekî nade te. Civakeke ku bi xwe çarenûsa xwe diyar neke, kes cidî nabîne. Divê em rêveberiya xwe ya demokratîk ava bikin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Ji bo vê jî divê em beriya her tiştî xwe perwerde û bi rêxistin bikin, rêveberiya xwe derxînin pêşiya her tiştî. Karê herî pîroz ê niha, ev e.”
‘ERDOGAN KOALÎSYONA HEVKARIYA SÛCÊN DAIŞ’Ê AVA KIRIYE’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku heta Tirkiyeyê ya nava Cerablûsê li ser bingeha lihevkirina bi DAIŞ’ê re hatiye kirin û got, “Ev dagirkerî bi şerê li dijî DAIŞ’ê nebû. DAIŞ’ê ew der xist, artêşa Tirk jî li vî cihê vala bi cih bû.”
Kalkan diyar kir, Erdogan hewl dide xwe weke ‘serkêşê koalîsyona li dijî DAIŞ’ê’ nîşan bide û got, “Ya rast ew e ku mirov ji vê yekê re bêjin, Koalîsyona Hevkariya Sûcên DAIŞ’ê. Kî kê dixapîne? Hemû bûyer li pêş çavên cîhanê diqewimin. Cîhan veguheriye gundekî û her kes dizane li Sûriyeyê çi diqewime. Lewma hewl tê dayîn ku koalîsyoneke sexte ya li dijî DAIŞ’ê bê avakirin.”
‘KÎ DIXWAZE LI SÛRIYEYÊ ÇARESERIYÊ PÊK WERE, DIVÊ EWILÎ BIXWAZIN KU ARTÊŞA TIRK JI SÛRIYEYÊ DERKEVE’
Kalkan bal kişand ser civînên Cenevreyê yên bên lidarxistin û got, “Niha bendewariyeke ku ‘wê li Sûriyeyê çareseriya siyasî pêk were’ tê afirandin. Ez ne bawerim ku ev yek bi ser bikeve. Yên dixwazin li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî pêk were, divê di destpêkê de hewl bidin artêşa Tirk ji Sûriyeyê bê derxistin. Bi helwesteke bi vî rengî, lêgerîna çareseriyê dikare destpê bike. Hemû lêgerînên li derveyî vê yekê, vala ne.”
‘OPERASYONÊN REQQA Û MÛSILÊ DI DEMEKE NÊZ DE PÊK NAYÊN’
Kalkan têkildarî nîqaşên li ser destpêkirina operasyonên Reqqa û Mûsilê de got, “Ev operasyon ne bawerim berî 6 mehan destpê bike. Zemîneke bi vî rengî nîne. Piştî hilbijartinên li DYA, dema rêveberiya nû hat hilbijartin, stratejiyeke nû hat destnîşankirin û polîtîka li gorî vê hat diyarkirin, hingî dikarin operasyonê bidin destpêkirin.”
Kalkan diyar kir, DYA ji vê îradeyê ketiye, Rûsya jî bi tena serê xwe nikare bike û got, “Operasyonên bi wî rengî ancax bi lihevkirina Rûsya, DYA û Ewropayê dikarin pêk werin. Ji bilî vê derfetê wê nîne. Lewma dema mirov ji aliyê siyasî û leşkerî ve binirxînin, zemînê operasyonên Reqqa û Mûsilê vê gavê nîne.”
Kalkan da zanîn, ku eger Tirkiye di operasyonê de bê bicihkirin, ev yek wê mîna Cerablûsê lê were û got, “Ev jî wê nebe operasyonek li dijî DAIŞ’ê. Wê bibe peymana bi DAIŞ’ê re. Wê bibe lihevkirina bi DAIŞ’ê re.”
‘MÛSIL GIRÎNG E, DIVÊ PDK, YNK, GORAN Û RÊVEBERIYA BAŞÛR HIŞYAR BIN’
Kalkan işaret bi girîngiya Mûsilê kir û got, “Di mijara Mûsilê de ez bang li rêveberiya PDK’ê, YNK, Goran û rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikim ku hê bêhtir hişyar û baldar bin.”

________________________________________

Gerîlayan derbeyên giran li dagirkeran da: 31 leşker hatin kuştin

ANF

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî dewleta Tirk a ku hewl dide li Kurdistanê her cure faşîzmê pêş bixe û dagirkeriya xwe ya leşkerî berfirehtir bike, çalakî û êrîşên bersivdayinê yên gerîlayên HPG’ê didome. HPG’ê destnîşan kir ku rêya leşkerî ya mabeyna Şirnex-Wanê jî ji ber di vê çarçoveyê de tê çêkirin hate hedefkirin.
LI ŞIRNEXÊ GERÎLA ÇÛ SER CENAZEYÊN 17 LEŞKERAN
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin: “Li dijî dewleta Tirk ku li Kurdistanê her cure faşîzmê pêk tîne û hewl dide dagirkeriya xwe ya leşkerî berbelav bike çalakiyên hêzên me yên gerîla ên bibandor û êrîşên bersivdanê berdewam in. Rêya leşkerî ya di navbera Şirnex-Wanê de bi vê çarçoweyê hatiye hedefgirtin.
Ji hêla artêşa Tirk ve ji mêj ve çêkirina rêya leşkerî ya di navbera Şirnex- Wanê de berdewam dikir. Artêşa TC’ê ev rê bi mebesta ku dagirkeriya xwe ya li qada Besta xurt bike û ji bo tabûrên leşkerî herêmên nû yên baregehan ava bike çêdikir. Ji hêla gerîlayên me ve bi ser yekîneyên leşkerî ve di demên cihê de gelek çalakî hatin kirin. Lê bi desteka yekîneyên leşkerî yên ku ji hêla waliyê Şirnexê hatibûn peywirdarkirin xebata çêkirina rê berdewam dikir.
Ji bo bîranîna hevrêyê me Bahoz Arya (Adil Brûkîmîlan) û hevalên ku pê re şehîd bûyin, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan de, 26’ê Îlonê ji hêla hêzên me yên gerîla ve operasyoneke şoreşgerî bi ser yekîneyên leşkera ve hatiye kirin.
Bi ser sirtekî çiyê ve ku di navbera Çelê Nimêja û tûmena Şirnexê de dimîne, saet 14.10’an bi çekên RPG-7 û bombeyên destan ji 2 baskan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me çeperên li vê derê yek bi yek îmha kirine û hemû çeper bi dest xistine. Hêzên me yên ku bi fedaî bi ser wan de diçûn li van çeperan 17 cinazeyên leşkeran dîtine, dest li ser 5 çekên HK-33, 1 BKC, 1 bombeavêj, 2 dûrbînên termal û 1 dûrbîna bi roj danîne. Her wiha di vê çalakiyê de bi derbên serkeftî gelek çek hatine îmhakirin û parçekirin.
Bi vê çalakiyê re hevdem, hêzên me bi hawanan li tabûra Çelê Nimêja xistiye û gelek hawan li tabûrê ketine. Dîsa gelek mekînên kar ên li vê şantiyê derb xwarine û gelek mekîne êdî bûne qerqot ku nema dikarin bixebitin. Piştî çalaliyê artêşa TC’ê bi tofelaqî bi hawanan li derdorê reşandiye. Berêvarî gelek ambûlans, wesayitên zirxî û sivîl leşkerên mirî û birîndar rakirin.
Di vê Operasyona Şoreşgerî de hevrêyek me bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.
DI ÇALAKIYA KU LI ELBAKÊ DE 3 KONRTA HATIN BIRÎNDARKIRIN
26’ê Îlonê saet 17.00’an li di navbera gundên Kanîspî û Taxikê ya li qada Serêlbakê ya girêdayî Elbak a Wanê, dema ku yekîniyeke kontra bi leşkeran re di nav tevgerê de bûn, ketine bin kontrola hêzên me. Hêzên me li gel ku hişyarî da yekîneya kontra jî nesekinîne. Ji bo vê jî gerîlayên me bi çekên ferdî li kontra xistine. Li vir 3 kontra birîndar bû 1 jê birîna wî giran e. Piştî çalakiyê cerdevanên gundê Kanîspî hatine qadê, wesayita kontra hiştine û çûne. Hêzên me dest li ser vê wesayitê danîne. Helîkoptêreke Skorsky ku ji qereqola Kanîspî hatî birîndar rakirin.
LI DÊRIKÊ 8 LEŞKER HATIN KUTŞIN
26’ê Îlonê saet 09.00’an bi ser wesayiteke leşkerî ya transîtê ya girêdayî artêşa TC’ê dema ku di ser rêya Dêrik a Mêrdînê de diçû çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Ji 11 leşkerên ku di wesayitê de bûn 8 leşker mirin 1 jê berbaz e, 3 jê bi giranî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar rakirin nexweşxaneya Mêrdînê û Qoserê. Ev çalakî ji hêla tîma Tolhildêr a Şedît Kurtay ve ji bo bîranîna şehîdên Şemrexê hatiye lidarxistin.”
LI DIJÎ LEŞKERÊN KU DERKETIBÛN OPERASYONÊ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê têkildarî çalakiyan ev detay pervekirin:
“23’ê Îlonê artêşa Tirk li herêma Peşî Kevir ê girêdayî Licê dest bi operasyonekî berfireh kirin. Detayên vê operasyonê wiha ne;
23’ê Îlonê yekîneyên operasyonê bendera Entaq û dever bi giştî hate girtin, leşkerên ku li gundê Kerwas û Licok ên ku xwestin ku bi cih bibin ketin bi konrtola gerîlayên me de. 24’ê Îlonê di saet 06:00’an de li ser vê yekîneya ku hate kontrolkirin çalakiyekî dizî ji 2 baskan ve hate lidarxistin. Di encama lêxistinekî xurt de 4 leşker hate kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Piştî çalakiyê yekîneyên ku bi neçarî li gir hatibûn bicihkirin, di saet 08:15’an de şer derket. Di vî şerî de gerîlayê me yê bi navê Armanc Xaçek şehîd ket. Artêşa Tirk bi 6 sedeyan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.
Li cihê şer û çalakiyê helîkoptera Kobra 4 caran cihê şer bombe kir û helîkopterên Skosky jî kuştî û birîndar ji herêmê rakirin. Di vê operasyona ku dewleta dixwest gelek ecman bi dest bixe, li gel gelek windahiyan bi neçarî dawî li operasyonê anîn û vekişiya.
GERÎLAYÊN YJA-STAR 2 LEŞKER KUTŞIN
25’ê Îlonê di saeta 18:20’an de gerîlayên YJA-Star li dijî qereqola Gas a li navçeya Dara Hênî ya Çewlikê çalakiyek li dar xistin. Li vê qereqolê çeperên bin erd, leşkerên ku li ser tankan û kule hatin hedefkirin û lêxistin. Di vê çalakiya ku çend leşker hatin kuştin de, bi zelalî 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê tankên li qereqolê herêmên derdor bomberdûman kir.
26’ê Îlonê di saet 17:00 heta roja îro saet 09:00’an balafirên şer bejahiyên başûrê Mûşê bomberdûman kirin.
Tevera artêşa Tirk a li derdorê Çiyayê Kozmê zêde bûne.
OPERASYON BÊ ENCAM VEKIŞIYA
25’ê Îlonê di saetên sibehê de artêşa Tirk li bejahiya Xefasor a girêdayî navçeya Qaziman a Qersê dest bi operasyonekê kirine. Ev operasyona heta 26’ê Îlonê di saetên şevê de bê necam vekişiyaye.
LI SER RÊYA KERBORAN Û MIDYADÊ KEMÎN
Ji 23’ê Îlonê ve artêşa TC li ser rêyên Midyat-Kerboran ên Mêrdînê kemînan datîne.
BALAFIRÊN ŞER HERÊMÊN GERÎLA BOMBERDÛMAN KIRIN
Operasyona ku li herêma Mergezerê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hê jî dewam dike. 26’ê Îlonê saet 14:00-14:30’an û di saet 23:00-00:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk bi obûs û hewanan herêm bomberdûman kirine.
26’ê Îlonê saet di navbera 21:30-22:30’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Girê Kartal, derdora gundê Qalatûka û gudn Tûtmê yê li herêma Qendîl a yek ji Herêmên Parastinê ya Medyayê ne bombe kirine.
AGAHIYÊN LI SER NASMAMEYÊ
Nasnameya gerîlayên ku li Amedê jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:
Nasnav: Armanc Xaçek
Nav û Paşnav : Mucahît Koksay
Cihê Ji Dayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk û Bav: Zubeyde – Ramazan
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed- 24’ê Îlona 2016”

________________________________________

“Balafireke Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê ket”

sputnik

Hat îdia kirin ku li herêma Bergerayê ya bi ser navçeya Amîdiya Duhokê ve balafireke Tirkiyeyê ketiye xwarê û li gorî nûçeya Rûdawê, PKKê xistina balafirê piştrast kiriye.
Navenda Nûçeyan — Malpera Rûdawê li ser navê peyamnêrê xwe Nasir Elî ragihand ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê herêmên Bergere û Gareyê bombebaran dikirin û piştî deh deqîqeyan dengê teqîneke mezin hatiye bihîstin.
Herwiha hat diyarkirin ku balafirên şerî yên Tirkiyê gundên Guzê, Şêrane û Biyê yên bajarokê Dêrelûka girêdayî navçeya Amidyê bombebaran kirin. Ji aliyekî din ve, Elî ragihand ku çavkaniyên herêmî dibêjin ku balafir li herêma çiyayê Gareyê ketiye xwarê. Rûdawê diyar kir ku peyamnêrê wan pêwendî bi PKKê re daniye û xistina balafirê ji aliyê PKKê bi xwe ve jî hatiye piştrastkirin. Ji aliyê din ve, berpisyarên sînorî diyar kiriye ku nikarin ketina balafirên piştrast bikin û Artêşa Tirkiyeyê jî ti daxuyanî derbarê bûyerê de nedaye.

________________________________________

Çeteyan gundên Şehbayê dan ber topan

ANHA

EFRÎN – Komên çete careke din gundên Um El-Hoş û Um El-Qura yên yên girêdayî herêmên Şehbayê, dan ber topan.
Komên çete bi çekên giran ji gundê El-Hesiye û Wehşiye êrîş birin ser noqteyên şervanên hêzên şoreşger ên li derdora gundên Um El-Hoş û Um El-Qura yên girêdayî herêma Şehbayê.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê bidest xistine, çeteyan saet di 13:00’an de dest bi êrîşa li ser gundan kirin. Di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyan. Nehat zanîn bê tişek bi tu kesî hatiye yan yan. Nûçegihan da zanîn ku şervanên Hêzên Şoreşger bersiv dan jêdera êrîşan.
Êrîşa li ser gundan heta dema amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

________________________________________

Leşkerên Tirk 17 pêkhateyên ereb qetilkirin

ANHA

QAMIŞLO – Leşkerên Tirk li ser sînor Rojava û Bakurê Kurdistanê 2 kes qetil kirin û 4 jin jî birîndar kirin. Bi vê yekê hejmara kesên ku leşkerên Tirk ji duh û heta îro qetil kirine, gihişt 17 kesan.
Duh di saetên êvarê de giropeke ku ji 5 jinên, zarokek û 2 zilaman pêk dihat, dema dixwestin sînorê di navbera bajarê Tirbesipiyê yê ku 30 km li rojhelatî bajarê Qamişlo dikeve û Bakurê Kurdistanê de, derbas bikin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarankirin. Di encamê de 4 jin birîndar bûn û herdu zilaman jî jiyana xwe ji dest dan.
Hin welatiyên ku li nêzî herêma sînor bûn kesên birîndar rakirin, nexweşxaneya Selam a bajarê Qamişlo.
Navên kesên ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin birîndarkirin wiha ne: ‘ Buşra Mihemed Hisên (22). Ji gundê Um Qedîr yê girêdayî bajrê Til Hemîs yê ku 35 km li başurê bajarê Qamişlo dikeve. Ew di lingê xwe yê çepê de birîndar bûye. Zehra Ekrem El-Fîl (23). Ji Qamişlo ye. Ew jî bi du guleyan ji lingê xwe û guleyek ji milê xwe yê çepê birîndar bûye.
Sumeya Mihemed El-Lîlo (28). Ji Qamişlo ye. Bi 4 guleyan di lingên de û bi guleyekê di milê xwe yê çepê de birîndar bûye.
Hiyam Elî El-Selmo (18) ji gundê Um Qedîr e. Ew jî bi du guleyan birîndar bûye. Ew derbasî enmeliyatê kirin û guleya di singa wê de derxistin.’
Nasnameya herdu kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî, nehatin naskirin.
Yek ji jinên ku birîndar bûne ya bi navê Sumeya Mihemed El-Lîlo derbarê bûyerê ev tişt gotin:”Di saet 18:00’ê êvarê de dema ku me hewl dida sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de derbas bikin, leşkerên Tirk em gulebaran kirin. Ji ber gulebaranê 4 jin birîndar bûn û du zilaman jî jiyana xwe jidest dan. Hin welatiyên ku li nêzî sînor bûn, em rakirin nexweşxaneyê.”
Li gorî agahiyên ku bijîşkên nexweşxaneyê dane rewşa birîndaran baş e û ew niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Leşkerên Tirk her wiha roja 26’ê îlonê li gundekî Girê Spî û şevê din jî li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de, komkujî pêk anîn. Di encamê de li Serêkaniyê 6 û li Girê Spî jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

________________________________________

El-Nusra: Tank ji Lîbyayê di rêya Tirkiyeyê re ji me re hatin

Sputnik

Siyasetmedarê alman ê navdar Jurgen Todenhofer hevpeyvînek bi fermandarekî “El-Nusra”yê bi navê Ebû El-Iz re pêk anî ku tê de wî fermdandarî teqez kir ku tank ji Lîbyayê di rêya Tirkiyeyê re ji wan re hatin.
Navenda Nûçeyan —Rojanmeyeke almanî hevpeyvîna fermandarê El-Nusrayê yê bi navê Ebû El-Iz weşand ku tê de wiha diaxive: “Berjewndiyên Îsraîl û El-Nusrayê gihiştin hev. Îsraîlê piştgirî da El-Nusrayê ji ber ku Îsraîl neyara Sûriye û Hizbullahê ye.” Herwiha fermandarê El-Nusrayê teqez kir ku gelek rêxistinên wek “Fetih El-Şam, Ceyş El-Islam û Ehrar El Şam” hene ku ew bi xwe girêdayî El-Nusrayê ne û wiha pê de çû: Gelek yekîneyên bi navên cuda hene lê di dawiyê de gişt digihêjin El-Nusrayê”.
“SERLEŞKERÊN TIRK, SIÛDÎ ŞÊWIRMENDÎ JI ME RE KIR”
Ji aliyê din ve, Ebû El-Iz diyar kir ku Amerîka rasterast piştigirya wan nake lê di rêya dewletên piştgiriyê didin wan wî tiştî dike.” Fermandarê El-Nusrayê teqez kir ku tank ji wan re ji Lîbyayê di ser Tirkiyeyê re hatin û wiha dewam kir: “Serleşkerên tirk, siûdî, qeterî, amerîkî û îsraîlî alîkariya me kir û şêwirmendî da me.” Herwiha Ebû El-Iz got ku Erebistana Siûdî nîv milyon dolar û Kiweytê 5 milyon dolar alîkarî dane wan û wiha dewam kir: “El-Nusra agirbestê napejirîne û dê êrîşî ser rejîmê bike heta bikeve. Heta rêya Kastîlo di destê Artêşa Sûriyeyê de be, ew ê nehêlin kamyonên alîkariyê derbasî Helebê bibin.
“ARTÊŞA AZAD CAŞ E Û XWE FIROTIYE TIRKIYEYÊ”
Fermdnarê El-Nusrayê teqez kir ku ew ne rejîma Sûriyeyê û ne jî Artêşa Azad ya ku wê wek nerme bi nav dikin qebûl nakin. Ji aliyê din ve, Ebû El-Iz Artêşa Azad û berpisyarê Ceyş El-Islam Mihemed Elûş wek “caş” bi nav kirin û wiha got: Berê gişt girêdayî El-Nusrayê bûn lê hingî nefsa wan qels e, Tirkiye û dewletên din pere dan wan ta ku li gorî daxwazên wan dewletan bixebitin. Serokên wan ji aliyê dewletên rojavayî de çêbûne û istixbarata kenavê pereyan dide wan.”
________________________________________

 

ROJNAME

Li Hewlêrê çalakvanek bi kêrê birîndarkirin

ROJNEWS

Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên diyar kir ku vê êvarê çend kesan êrîş birîne li ser çalakvanekî nêzî Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û bi kêrê birîndar kirin. Herwiha Tara ragihand ku di van rojên dawiyê de li Hewlêrê çend endamên wan ji aliyê asayîşê ve hatine gef kirin.
Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên ji RojNews re ragihand ku vê êvarê li aliyê çend kesan ve çalakvanê bi navê Hewrê Kurdî yê nêzî Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê dema vedigere malê bi kêrê êrîşê dibin li ser û di encamê de bi giranî birîndar dikin. Tara ragihand ku niha Hewrê Kurdî li nexweşxanê ye.
Tara destnîşan kir ku di nava van du rojên derbasbûyî de li gelek cihan xwepêşandan hatine kirin û dengê nerazîbûna bilind bûye û got; “Di nava van du rojên derbasbûyî de li gelek ciha xwepêşandan hatine kirin. Ji bo vê yekê jî asayîşa Hewlêrê bangî piraniya endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê kirine û ji wan re gotine divê hun beşdarî qet çalakiyekê nebîn. Zextekî zêde heye li ser hevalên me, li herêma di bin destê PDK’ê de. Li Hewlêrê çend rojin gefan li rojnameger û çalakvanan dixwin û îro jî êrîş birîn li ser tîma NRT’ê.”
Tara Hisên diyar kir ku weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê birîndarkirina Hewrê Kurdî şermezar dikin û got: “Em gefên li Hewlêrê yên li ser hevalên xwe, çalakvan û rojnamegeran şermezar dikin. Ev êrîş û gefane wê ne kare me der bixe. Em ê her li Hewlêrê bîn. Weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê em piştgiriya daxwazên rewa yên welatiyan dikin. Emê xwedî li dengê nerazî yên gel derkevîn.”

________________________________________

Li Hewlêr endamekî Tevgera Goran hat êşkencekirin

ROJNEWS

Endamê Tevgera Goran Hêmin Ebdulxaliq şevê din li Hewlêr hat revandin, piştî hat êşkencekirin û pirça wî hat qutkirin, hat berdan.
Şevê din li bajarê Hewlêr endamekî Tevgera Goran û di heman demê de pêşmerge ye yê binavê Hêmin Bineslaweyî (Hêmin Ebdulxaliq) dema ji ser kar diçû mala xwe, ji aliyê çend kesan ve ew û kurê wî yê pê re bû, hatin revandin.
Têkildarî bûyerê Serokê Lijneya Mafê Mirov li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Soran Omer ku li ser malpera xwe ya taybet wêneyê Hêmin Bineslaweyî yê rastî êrîşê hatî weşand, wiha got; “Asayîşa Bineslawey a PDK’ê Hêmin Ebdulxaliq li gel kurê wî yê pê re bû, revandin. Piştî asayîşa PDK’ê pirç û birûyên Hêmin birîn û li nuqteya asayîşê ya Pirdê ku dikeve navbera Hewlêr û Kerkûkê de ew berdan.”
Hêjay gotinê ye ku heya niha têkildarî bûyerê Tevgera Goran ti daxuyaniyek nedaye.

________________________________________

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
28 – 9 – 2016
NRLS