Nûçe

NUÇEYÊN ROJANE Cotmeh 10-2016

 

SERNUÇE

AJANS

Telal Silo: Armanca me yekîtiya hêzên leşkerî ye

Tikriyê hêza xwe li ser sînor zêde dike

Pûtîn, piştî krîza xistina balafirê cara yekemîn derbasî Tirkiyeyê dibe

Li Şirnexê qedexe hate îlankirin

Rûsyayê têkildarî Sûriyeyê hişyarî da DYA

Clinton û Trump di Gotûbêje Duyê de Hatin Hember Hev, Clinton Soza Piştgirîya Kurdan Da

ROJNAME

Ebadî: Em nahêlin Tirkiye tevlî şerê rizgarkirina Mûsil bibe
________________________________________

AJANS

Telal Silo: Armanca me yekîtiya hêzên leşkerî ye

ANHA

HESEKÊ – Berdevkê Fermî yê QSD‘ê Telal Elî Silo diyar kir ku armanca avakirina hêza wan birêxistinkirina hemû hêzên leşkerî yên niştimanî yên ku di hindirê Sûriyê de xebatê dikin û anîna wan di nava hêzekê de ye. Silo, her wiha bibîr xist ku serkeftinên wan bû sedema ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de bigirin
Bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Hêzên Sûriyeyê Demokratêk (QSD) û pêşketinên ku vê hêzê di nava salekê de bidest xistine, Berdevê Fermî yê Hêzên Sûriyaye Demokratîk Telal Silo ji ANHA’yê re axivî
Silo di destpêka axaftina xwe de armanca avakirina QSD’ê bibîr xistw û ev tişt anî ziman:”Ji berê û heta niha gelek hêzên leşkerî li ser xaka Sûriyê şer dikin. Hêzên behsa mijarê gelê belav in. Pêwîst bû ku rêxistineke hevbeş ji van hêzan re were avakirin da ku armanc wan bighîne hev û Sûriyê ji terora DAIŞ‘ê bê rizgarkirin. Sedema sereke ya avakirina QSD‘ê jî ev bû
‘Serketinên me, encama mezinbûna hêza me ye‘
Têkildarî serkeftinên ku hêzên Sûriyeye Demokratîk bi destxistine jî silo wiha dirêjî da axaftina xwe:” Ji destpêka damezirandina QSD‘ê me dest bi operasyonan kir. Di serî de operasyona rizgarkirna gundewarê başûrê Hesekê û Holê, rizgarkirina gundewarê başûrê Kobanê û Bendava Tişrînê, operasyona rizgarkirina Şedadê ku bi navê ‘Xezeba Xabûr’ pêk hat. Li aliyê din jî opersyona tolhildana ji bo Êlên û Cûdî ya gundewarê kantona, Cizîrê û Girê Spî. Her wiha piştigirya me ya bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re û cihgiritina me ya di opersyona rizgarkirina Minbicê jî hebû
Silo da zanîn ku di aliyê rêxistinî de jî QSD’ê gelek serkeftin bi dest xist û da xuyakirin ku ku wan bi 13 hêzan destpê kir û niha 32 hêzên ku nûnertiya hemû pêkhateyan dikin cihê xwe di QSD’ê de digirin û wiha dom kir:” Ji ber rastiya me diyar bû û her kesî ew rastî nas dikir, me gelek serkeftin bi dest xistin. Li ser vî esasê ciwanên ji hemû pêkhateyan tevlî hêza me bû. Hêza me ya rêxistinî jî gelekî mezin bû
‘Pêwîstî bi piştgiriya siyasî û leşkerî heye’
Silo têkildarî xebatên wan û astengiyên pê re rû bi rû mane jî got ku kêmasiya alîkariyên leşkerî û siyasî bû û wiha pê de çû: “Em jî wekî aliyek stratîjîk di Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê cih digirin. Me gelek caran daxwaza alîkariya leşkerî kir, lê heta niha tu bersiv nehate dayîn, têne bi piştgiriya ezmanî alîkarî hate dayîn
Silo diyar kir ku piştî avakirina Meclîsa Sûriyeye Demokratîk (MSD) ku rûiyê siyasî yê QSD‘ê ye û nûnerê wê yê rawa yê danûstendinane hate avakirin Konseya Ewlekariyê biryar da ku bi fermî bi MSD’ê re itîfaq bike û got ku itîfaqa behsa wê hate kirin tenê di asta sozan de meye û wiha dom kir: “Divê Itîraf bi me bê kirin. Di demeke nêz de wê federalî jî li hermên me were îlankirin, ji ber wê pêwîste civaka navnetewî vê sîstemê qebûl bike, ji ber ku ev sîstem dê pêşeroja Sûriyê diyar bike
‘Tirkiyê û Erebistana Siûdiyê iftîfa asteng kirin
Silo sedemên ne itrafikirina fermî bi hêzên wan spart hin dewletên herêmî û yên derve wekî Tirkiyê û Erebistana Siûdiyê û wiha got: “Me di civînên xwe yên bi hêzên koalîsyonê û dewletên Yekbûyî yên Amerîka re daxwaz kir ku itîrafê bi me bikin. Soz dan me ku fermî bi mer re itîfaq bikin. Lê diyar e ku Tirkiyê, dewletên Kendavê û Erebistana Siûdiyê vê yekê asteng dikin. Naxwazin itîfaq bi me re pêk were. Ev itîfaq wê ne li gorî berjewendiyên wan bin
Hevgirtina pêkhateyan bû bersiva reşkirina serkeftinên e
Silo da zanîn ku hin hêzên navnetewî û herêmî hêzên opozisyonê, di nav de digotin ku dê operasyonên QSD‘ê neghêjin armancên xwe û wiha domand:” Bingeha dijberiya wan bi mer re ew ku em hêzeke niştimanî ne û armanca me ya sereke parstina gelê Sûriyê ye. Me komên terorîst ên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, têk birin. Ji ber vê yekê dijmentiya wan bi me re mestir bû ye. Li dijî me gelek îdayan derdixin û dixwazin hêza me reş nîşan bidin.Her dem êrîşan li dijî me pêş dixin, lê bi vîn û îradeya şervanên me û piştgiriya gelê me wê hemû pîlanên wan vala derkevin
Telal Silo di berdewama axaftina xwe de bal kişand hêzên opozisyona Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên siyastên derve û di serî de dewleta Tirkiyê û ev yek eşkere kir.” Hêza me oposizyona rast temsîl dike. Kesên ku navê opozisyonê li xwe dikin çi li Istenbûlê be û çi jî li Riyadê be, siyasetên derve pêk tînin. Di serî de pîlanên dewleta Tirkiyê ya ku dixwaze welatê me dagir bike, pêk tînin. Divê em bi bîr bixin ku Tirkiyê bi riya çekdarên xwe ji beriya 5 salan ve xwîna gelê Sûriyê dirijîne. Lê ji ber ku pilanên wan negihiştin armancên xwe, xwestin bi awayek yekser destwerdanê bike û gundewarê Bakûrê Helebê dagir bike, rastiya vê yekê jî ji civaka navntewî re eşkere hate xuyakirin
‘Operasyonên li ser daxwaza gel pêk hat
Telal Silo diyar kir ku piraniya operasyonên wan li ser bangewaziya gel a rizgarkirina ji çeteyan dihat destpêkirin û got:”Piştî ku me herêm ji çeteyan rizgar kirin me radestî şêniyên wê dikirin da ku bi xwe xwe birêve bibinê û rêxistina xwe ava krin. Ev jî cudahiya hêza me ji yên din nîşan dide. Hêza me ji aliyê her kesan ve hate pêşwazî kirin. piştî operasyonên me yên rizgarkirinê, ji sedî 90 ciwanên herêmê tevlî hêza me bûn, piraniya wan ji pêkhateya ereb bûn, pêkhatyê tirkumen jî cihê xwe di nava hêza me de girtin, ji bo wan dewreyên perwerde hatin vekirin
Telal Silo tekez kir ku ew amade ne bangewaziyên tevahî gelê Sûriyê pêk bînin û herêmên wan ji terorê rizgar bikin û got:”Armanca me rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê ji hêzên terorist e. Em ê sozê bidin gelê xwe ku em ê soza berê me daye bi cih bînin û em ê wan ji çeteyan rizgar bikin
Berdevkê Fermî yê QSD Telal Silo di dawiya axaftina xwe serkeftinên xwe diyarî malbatên şehîdan û birîndaran kir. Her wiha şervanê di çeperên şer de cih digirin û parstina gelê xwe dikin jî silav kir.
________________________________________

Tikriyê hêza xwe li ser sînor zêde dike

ANHA

EFRÎN –Dewleta Tirk tevgera xwe ya li ser sînor zêde dike, di vê çarçoveyê de xendakan bi kûrbûna 6 mitran û ferehiya 4 mitran dikole, her wiha alavên nû derbasî qereqolên xwe dike

Tevgera hikûmeta Tirk li ser sînorê Efrînê her ku diçe zêde dibe. Di vê çarçoveyê de sînorê xwe yê li Efrînê asê dike, Çekên xwe rastî gundiyan dike
Di heman demê de, li gundê Êkidam ê navçeya Şera xendeqan bi kûrbûna 6 mitran û ferehiya 4 mitan dikole. Her wiha top, dorbînên şevê û panzêran derbasî qereqolên xwe dike
Gundiyên li ser sînorê navçeya Şera ji nûçegihanê ANHA‘yê re diyar kirin ku leşkerên tirk tevgera xwe ya newbetê li ser sînor zêde dikin û gelek leşker û alav anîne
Hêjaye gotinê ku dewleta Tirk sînorê xwe yê bi Efrînê ji aliyê navçeya Cindirsê heta Bilbilê bi avakirina dîwaran asê kiriye. Ji aliyê navçeya Bilbilê hetanî Şera jî xendeqan dirêjahiya 4 mitran kolandiye

________________________________________

Pûtîn, piştî krîza xistina balafirê cara yekemîn derbasî Tirkiyeyê dibe

Sputnik news

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî krîza xistina balafira rûsî ya Mijdara 2015an cara yekemîn derbasî Tirkiyeyê dibe
Navenda Nûçeyan — Serokê Rûsyayê Pûtîn ji bo tevlî Kongreya Enerjî ya Cihanê bibe wê derbasî bajarê Stenbolê be û saet 16.00an de jî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re dê hevdîtinekê dualî pêk bîne
Pûtîn û Erdogan di navbera du mehên dawî de tevlî ya îro ku li Stenbolê pêk were ev cara sêyemîn in ku hevdîtinê pêk tînin. Li gorî zanyariyên berdest, Serokê Rûsyayê Pûtîn wê di Kongreya Enerjî ya Cihanê de gotarekê jî pêşkêş bike

________________________________________

Li Şirnexê qedexe hate îlankirin

ANF

Li herêma Çelê Nimêja ya bi ser Bestayê ve, li 9 herêmana ‘Qedexeya kolanan’ hate îlankirin.
Li herêma Çelê Nimêja ya bi ser Bestayê ve, li 9 herêmana ‘Qedexeya kolanan’ hate îlankirin
Li Şirnexê, li 9 herêmên ku dikevin bi ser herêma Çelê Nimêja ya Bestayê ve, ji bo 15 rojan qedexe hatin îlankirin Li gor daxuyaniya Walîtiya Şirnexê,
________________________________________

Rûsyayê têkildarî Sûriyeyê hişyarî da DYA

ANF

Rûsyayê hişyarî da ku eger DYA bombeyan li baregehên hewayî yên hikûmeta li Sûriyeyê bibarîne, ew xwedî derfetên parastina berjewendiyên xwe ne. Li gorî Moskowayê, DYA vebijarka bomberdûmanê daniye pêşiya xwe.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, “Rûsya li ser daxwaza hikûmeta meşrû li Sûriyeyê li vî welatî ye, xwedî du baregehan e û dema hebûna sîstema parastina hewayî ya berjewendiyên xwe pê biparêze bê nirxandin, wê eşkere bibe ku ev yek gelekî xetere ye
Lavrov ji qenaleke televîzyonê ya Rûs re axivî û anî ziman ku ew îqna bûne wê Serokê DYA Barack Obama destûrê nede senaryoyeke bombekirina baregehên hêzên hikûmeta Sûriyeyê
Lavrov anî ziman, ku ew bi dijminatiyeke ji aliyê Washîngtonê ve tê kirin û roj bi roj zêde dibe, hesiyan e û qala tedbîrên agresîf tê kirin
Artêşa Sûriyeyê û tifaqa Rûsyayê roja 19’ê Îlonê li eniya rojhilat a Helebê dest bi operasyoneke berfireh kirin. Ev operasyon piştî qedandina peymana agirbestê ya navbera Washîngton û Moskovayê ket meriyetê. Alî li gorî agirbestê tevnegeriyan û agirbestê hefteyekê dewam nekir. Li herêma Helebê ya dor lê hatiye girtin, tê texmînkirin ku zêdeyî 250 hezar kes dijîn. Rewşa aloz a navbera Rojavayiyan û Rûsyayê, piştî qedandina agirbestê sor bû. Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry da xuyakirin, ku bi zanebûn bombe li nexweşxaneyên li Helebê hatine barandin û xwest, lêpirsîna li ser sûcê şer bê vekirin

________________________________________

Clinton û Trump di Gotûbêje Duyê de Hatin Hember Hev, Clinton Soza Piştgirîya Kurdan Da

Denge amerika

Berbijarên seroktîya Amerîka Hillary Clinton a Demokrat û Donald Trump ê Komarî di gotûbêja duyê ya televîzyonî de, şeva Yekşemê li Zanîngeha Washington ya bajarê St. Louis li Missouri hatin hember hevdû
Di gotûbêja didoyan de, ku piştî dîmenên Trump ku tê de gotinên xirab li hember jinan kiribû, hate kirin, Cliton û Trump destên hevdû negirtin û hevdû silav nekirin
Di gotûbêja televîzyonî de ku bi zimanekî tund û neyarane berdeam kir, berbijaran hevdû bi gotinên dijwar rexne kirin û carna jî êrîşî hevdu kirin
Namzedê Komarî Trump li ser şerê dijî DAIŞê got ku ewê bi awayekî karîger hewil bide ku DAIŞê tune bike. Wî rexne Obama û Clinton rexne kir ku jiber biryarên wan yên şaş DAIŞ derketiye hole û wiha xurt bûye
Clinton jî wek di gotubîje yekê de gotibû, vê carê jî dubare kir ku ewê piştgirî û çek bide Kurdan
Wê got, Kurdên li Sûrîyê û herwiha li Îraqê baştirîn hevkarên Amerîka ne, tevî ku hin kes vê nerîna wê hez nekin jî, ewê çekan bide Kurdan ku şerê DAIŞê bikin û Reqa azad bikin
________________________________________

ROJNAME

Ebadî: Em nahêlin Tirkiye tevlî şerê rizgarkirina Mûsil bibe

Roj news

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku îro serdana Kerbela kir, li vir peyamek da û diyar kir ku wê destûr nedin Tirkiye tevlî şerê rizgarkirina Mûsilê bibe
NAVENDA NÛÇEYAN
Îro Serokwezîrê Iraqê bi boneya 9 û 10’ê Meheremê serdana bajarê Kerbela kir. Ebadî di serdana xwe ya vir de di nava peyamek da û diyar kir ku ewê ji bo ewlehî û rizgarkirina tevahî xaka Iraqê xebatên xwe hîn xurtir bikin
Serokwezîrê Iraqê di heman demê de bal kişande ser mijara operasyona Mûsilê û hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Iraqê û wiha got; “Emê destûr nedin ku Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. Em Tirkiyê hişyar dikin ku ji ser xaka Iraqê leşkerên xwe vekişin
Ebadî diyar kir ku operasyona rizgarkirina Mûsilê nêze û wê tenê hêzên Iraqî tevlî vê operasyonê bibin

________________________________________

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
10-10-2016
NRLS