NUÇEYÊN ROJANE Cotmeh 20-10-2016

SERNUÇE

AJANS

Li Qamişlo jî serjimarî nêzîk bûye

Topxaneya Tirkiyê gundên Efrînê topbaran dike

Pêşmergeyên Kudistanê li Mûsilê 3 gundên din rizgar kirin

Bayik: Tirkiye nikare li gor keyfa xwe hespê xwe bibezîne

Amerîka: Şerê Musil Dibe bo Dema Mehan Dirêj Bibe

Rûsiya agirbestê dirêj nake

ROJNAME

‘Tevlîbûna gerîla ya kontrolkirina Mûsilê mafê wan ê neteweyî ye’

________________________________________

AJANS

Li Qamişlo jî serjimarî nêzîk bûye

Anha

Serjimarî li Qamişlo roja înê destpê dike, Komîteya Giştî ya Şopandina Pêngava Serjimariyê ya Kantona Cizîrê ji bo xebatên serjmariyê li Qamişlo jî serkeftî derbas bibe, bê navber xebatên xwe didomîne. Hate destnîşankirin ku roja înê wê serjmarî li Qamişlo jî destpê bike. Komîteya Giştî ya Şopandina Pêngava Serjimariyê ya Kantona Cizîrê di çarçoveya amadekariyan li Mala Gel a taxa Enteriyê ya Qamişlo civînek li dar xist. Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, Endamê Navenda Lêkolînên Stratecîk Sultan Temo û Endamên Rêveber ên Meclîs û Komînan, Nûnerên Kongireya Star û Hêzên Asayîşê yên Qamişlo her wiha endamên meclîsan û komînên bajêr di civînê de amade bûn.
Civîn bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif axivî û got ku ew ê pêngava serjimariyê roja Îna saet di 08:00’an de bidin destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê pêwîste tevahî Meclîs amade bin. Her kes baş erka xwe pêk bîne. Da ku serjimarî serkeftî be.”
Hediya Yûsif di axaftina xwe de her wiha li ser çawaniya lidarxistina serjimariyê jî axivî û ev tişt anî ziman: “Bajar dê wekî 8 beşan bê cûdakirin û xebat wê li ser esasê 8 beşan bê meşandin. Beş wiha ne: Taxa Xerbî, taxa Hilêliyê, taxa Kornîş, Enteriyê, Qenat Siwês, taxa Qidûrbegê, taxa Beşîriyê û xeta gundan. Em ê xebatên xwe li gorî van beşan pêk bînin. Hêzên Asayîşê û Hêzên Parstina Civakî jî dê bi hev re kar bikin da ku serjimarî serkeftî derbas bibe.”
Di dawiya Civînê kertên taybet bi xebatkarên serjmiariyê hatin belavkirin.
Xebatên serjmariyê ku ji aliyê Navenda Lîkolînên Stratejîk a Rojava ve hatiye destpêkirin, li piraniya bajarên kantona Cizîrê pêk hatiye

________________________________________

Topxaneya Tirkiyê gundên Efrînê topbaran dike

K24

Topxaneya artêşa Tirkiyê ji şeva borî ve gundên Efrînê yên sînorî li navçeya Cindirêsê ydide ber topan.
Welatiyên navçeya Cindirêsê ji K24ê re ragihandin, Topxaneya artêşa Tirkiyê ji şeva borî ve gundên Efrînê yên navçeya Cindirêsê (Hemam, Dêr Belût, Mile Xelîl, Merwanê) topbaran dike.
Her li gor çalakvanan, ku topbaran het vê sibehê berdewam e, lê ti zanyariyên zelal derbarê ziyanên canî û qurbaniyan nehatine bidestxistin.
Ji aliyê xwe ve, welatiyê Efrînê dan zanîn ku mizgeftên Efrînê banga xwebexşandina xwînê dikin, ji ber ku kêmbûna xwînê li nexweşxaneyên Efrînê
Ji aliyekî din ve, ji ber 3 rojan ve, artêşa Tirkiyê bi hezaran darên zeytûnê li navçeya Reco hildike û dîwarekî li ser sînorê Efrîn û Bakurê Kurdistanê de ava dike.

________________________________________

Pêşmergeyên Kudistanê li Mûsilê 3 gundên din rizgar kirin

Sputnik Kurdistan

Li gorî zanyariyêm berdest, di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de ya îro de Hêzên Pêşmergeyên kurdistanê her yek ji gundên Naweran û Barîma yên li Mêhwera Naweran û fundê Batne li Mêhwera Bendava Mûsilê kontrol kirin. Pêşmergeyan çend gundên din jî dorpêç kirine.

DAIŞ îro tu berxwedanek giring li hember êrişên Hêzên Pêşmerge nake û tenê çend guleyên hawanan avêtine ku ew jî negihîştine cihên Pêşmerge. Li gorî zanyariyên ku ji eniya şer hatine bi dest xistin DAIŞ tenê pişta xwe girê daye êrişên bi rêya wesayîtên bombekirî, lê belê di vê hewla xwe de jî serkeftî nebûye. Ji aliyê din ve Hêzên Pêşmerge îro bi roketên Mîlan wesayîteke bombekirî ya rêxistina terorîst a DAIŞê teqandin. Herwiha firokeyên şer ên hevpeymanan jî ji esman ve cihên DAIŞê didin ber bombeyan

________________________________________

Bayik: Tirkiye nikare li gor keyfa xwe hespê xwe bibezîne

Anf

Cemîl Bayik: Operasyona Mûsilê di rojevê de ye, desthilatdariya AKP’ê dike guregur. Li dijî xwe hêzek bibîne wê dengê xwe qut bike. Ji ber ku ew hêza ku karibe qebedayitiyê li her kesî bike, şer bike nîne. Tew li Iraqê, ti carî nikare li gor keyfa xwe hespê bibezîne.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got; “Operasyona Mûsilê di rojevê de ye, desthilatdariya AKP’ê dike guregur. Tiştekî ku karibe nîn be jî ji bo bandorê li raya giştî bike wisa xwe bi vir de wê de dike. Dibêje planên min ên A, B, C hene. Piraniya wan propaganda ne. Li dijî xwe hêzek bibîne wê dengê xwe qut bike. Ji ber ku ew hêza ku karibe qebedayitiyê li her kesî bike, şer bike nîne. Tew li Iraqê, ti carî nikare li gor keyfa xwe hespê bibezîne. Niha xwe dispêre PDK’ê, hêzên xwe yên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê wisa gefan dixwe. Lê dema hêzek li dij derkeve wê tiştek jê nemîne. Ne li Sûriyeyê ne jî li Iraqê nahêlin Tirkiye li maseyê rûnê.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pêşketinên dawî ji ANF’ê re nirxand.
Dewleta Tirk hebûna xwe ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi dagirkeriya Cerablûsê fermî kir, derneketina wan a ji Başîka jî bû rojev, lê vê leşkerên wê yên li Başûrê Kurdistanê perde kir. Ne Iraqê ne jî Herêma Kurdistanê ev kirin rojev; ji ber çi ji nedîtî ve tên?
Desthilatdariya AKP’ê ji destpêkê ve li Sûriyeyê ketiye pey polîtîkayên çewt. Bi çeteyan re hevkarî kir, bi DAÎŞ’ê re hevkarî kir, dijminahiya Rojava kir. Li dijî Kurdan sekinî, hem jî ket pozîsyonek dijî hêzên navneteweyî. Ev rewşa desthilatdariuya AKP’ê xist rewşek zehmet. Desthilatdariya AKP’ê jî li dijî hêzên Ewropa, DYA dest bi şantajê kir. Bi taybet jî di mijara penaberan de. Dîsa têkîliyên xwe yên DAÎŞ’ê wek amûrekî şantajê bi kar anî. Hêzên navneteweyî herî dawî di mijara Cerablûsê de tawîz dan Tirkiyeyê. Qebûl kirin ku li wir korîdorek çêbibe. Ev bi destûra DYA û Ewropayê pêk hat. Îran, Sûriye û Rûsya jî ji bo karibin polîtîkayên dewleta Tirk ên têkîldarî Sûriyeyê hinekî sist bikin, nerm bikin hin tawîz dan AKP’ê. Ev dikare wek serî tewandinek li ber şantajên desthilatdariya AKP’ê bên nirxandin. Ji milê din jî DYA, Tirkiye li dijî Rûsya û Sûriyeyê wek şantajê bi kar anî. Tê fêmkirin ku bi tawîzek wisa dixwaze li ser siyaseta Tirkiyeyê bi bandor be.
Dagirkirina Cerablûsê û rewşa siyasî ya li Sûriyeyê dikare hê berfirehtir bê nirxandin. Esas, ketina Cerablûsê ji bo Sûriyeyê rê li ber pirsgirêkên hê girantir vekir. Dibe ku DYA û Rûsya wek hêzên derveyî di nav şerê Sûriyeyê de bin, lê hêzek bejahî, hem jî hêza welatekî cîran rewşê hê cudatir dike. Dibe ku hinên ji derve hatibin ji bo hin armancên siyasî ketibin nav pêvajoyek wisa, lê destwerdana hêza cîran dibe dagirkerî, li ser vî esasî jî wê bixwaze bandora xwe ya siyasî bidomîne. Lewre, dagirkirina hêzek cîran her tim bi guman tê pêşwazîkirin, cuda tê bidestgirtin.
Her wiha, heta niha her çiqasî destwerdana hêzên derve li Sûriyeyê çêbibin jî bi esasî hêzên hundirîn hebûn. Niha hêzên derve yekser mudaxeleyî Sûriyeyê kirin. Wê ev pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne. PYD, YPG, QSD hêzên hundirîn in, gelek hêzên siyasî hêzên hundirîn in, lê Tirkiye wek hêzek derve bi destwerdanê rewş hê aloztir kiriye. Bandorên vê yên neyênî wê demên pêş hê diyartir bibe.
Têkîldarî Başîka jî nêzîkatiya dewleta Tirk bi rastî jî bêperwa ye. Hêzek dagirker e. Bê guman, beriya niha jî li Başûrê KUrdistanê hêzên wan ên leşkerî hebûn. Li Bamernê hebûn, Şeladizê hebûn, li gelek deverên din hêzên leşkerî yên dewleta Tirk hebûn. Her wiha gelek yekîneyên girêdayî MÎT’ê bi Parastinê re dixebitin. Hebûna li Başîkayê tê wateya meydan xwestina ji Iraqê re û dibêje ku “ez hêzek dagirker im, bi zorê ketimê, dernakevim.” Ev rewşek cîdî ye. Iraqê kir rojevê, lê zêde deng jê nehat, bêdeng ma. Ma mirov dikare li dijî hêzek dagirker wisa bêdeng bimîne? Li Tirkiye an jî Îranê hêzek wisa xwe bi cih bikira wê nêzîkatiyên van welatan çawa bûna? An jî welatekî din ê cîhanê wê çi bikira? Ev tê wateya nasnekirina hikûmeta Iraqê, Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku hatina leşkerên Tirk ji hêla parlamentoya Iraqê û ji hêla parlamentoya Başûrê Kurdistanê nehatiye pejirandin.
Li Başûrê Kurdistanê îradeyek siyasî ya çawa heye? Qaşo behsa dewletê dikin, behsa nasîna federasyona kurdistanê dikin, di nîjadperestiyê de çavê xwe berdana lûtkeyê, lê dengê xwe ji dagirkeriya Tirk re nakin! Ev bêdengî, ma ne serîtewandina li beramberî dagirkerî ye û qebûlkirine? Dibe ku hêza Iraqê tinebe, nikare tiştekî zêde bike, lê ma ne divê deng ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê derkeve? Lê, ti deng nîne. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne tenê PDK ye. YNK heye, Goran heye, partiyên Îslamî hene. Ev bêdengiya li beramberî dagirkeriyê ji bo Başûrê Kurdistanê rewşek cîdî ye. Ev nêzîkatiyek, zîhniyetekî diyar dike. Eger wisa bibe sibehê wê hêzek din jî bikaribe bi rehetî bikeve Başûrê Kurdistanê û wê civak dengê xwe neke. Ma civak dikare li beramberî dagirkirinên bi vî şiklî bêdeng bimînin? Ev elimandin, bêxemiya civakê dikare bê qebûlkirin? Pêwîst e ev teqez bê redkirin.
Dewleta Tirk dibêje ez ji Başûrê Kurdistanê dernakevim. Ma Parlamentoya Başûrê Kurdistanê destûra dagirkeriya dewleta Tirk daye? An jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi temamî destûra vê daye? Tiştekî wisa nîne, lewre jî ev bêdengî nayê qebûlkirin. Tew îca artêşa Tirk leşkeran, tankan dişîne Başûrê Kurdistanê. Herî kêm li deh deverên Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirk hene. Ev çawa nayê dîtin? Ev çi eleqeya xwe bi azadiya gelê Kurd û Kurdistanê heye? Ma cihekî ku azad be, demokratîk be wisa dewletek dikare li gor keyfa xwe bikeviyê? Dest jê berde dewleta Tirk, Iraq jî nikare bikeviyê. Mûsil û dora wê di nav sînorên Iraqê de ne. Lewre jî Iraq bi destûra Başûrê Kurdistanê dikare biçe cihê operasyonê. Iraq destûrê dixwaze, lê çawa dibe ku Tirkiye meydanê dixwaze, dibêje kesî guhdar nakim, dernakevim? Ev tê wê wateyê ku eger hikûmeta federasyona Başûrê Kurdistanê jî bêje derkeve ez dernakevim. Helwest û nêzîkatiya niha rê li ber vê vekiriye. Pêwîst e gel, hêzên siyasî û her kesên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Pêşî li tiştên wisa were, dawî lê qut nabe.
Balkêş e, Tirkiye li axa Iraqê wek li ser axa xwe ye diaxive. Dewleta di nav Neteweyên Yekbûyî de serwer jê re dibêje derkeve, lê dibêje “dernakevim.” Neteweyên Yekbûyî jî bêdeng dimîne. Ev jî berjewendîparêzbûn, tirsonektî, bêpîvantiya Neteweyên Yekbûyî nîşan dide. Iraqê serî li NY da. Di vê rewşê de diviya bû ku Konseya NY ji Tirkiyeyê re bigota derkeve an em ê ceza bibirin; lê ji ber berjewendiyan bi şêweyekî din nêz bû.
Di nîqaşên têkîldarî Mûsilê de pêkhateyên Kurdan, ji bo tevlîbûnê bi şertan an jî pirsgirêkên navxweyî dikevin rojevê. Ev dema asta leşkerî û siyasî ya Kurdan li ber çav bê girtin, rewşek çawa ye?
Wisa xuyaye ku operasyona Mûsilê dest pê kir. Lê, nîqaşên wê kî tevlî oeprasyona Mûsilê bibin balkêş in. Mûsil çawa radestî DAÎŞ’ê hate kirin, divê îro ev rastî derkeve holê. Beşên alîgirên BAAS a kevn yên li Mûsilê, deşta Mûsilê û nava Mûsilê, ji hêla hêzên di bin siya Tirkiye û Erebîstana Siûdî ve dîsa bi planek ji hêla van ve radestî DAÎŞ’ê û hêzên BAAS’ê yên di nav DAÎŞ’ê de hatin kirin. Lewre jî artêşa Iraqê bêyî berxwedan ji Mûsilê derket. Hêzên ku Mûsil radest kirine niha jî dixwazin di operasyona Mûsilê de bi bandor bibin û bikevin Mûsilê. Ev jî rewşek îronî ye.
Di dagirkirina Mûsilê de rola dewleta Tirk heye, rola Erebîstana Siûdî heye. Çawa berê radestî DAÎŞ’ê kirin, niha jî dixwazin dewir bigirin. Eger wê operasyonek li dijî Mûsilê bê lidarxistin, divê hêzên ku bi lîstokan ve Mûsil radestî DAÎŞ’ê û BAAS’iyan kirine cih negirin. Divê destpêkê li dijî van xwedî helwest bin. Lê mixabin, Tirkiye ya hevkariya DAÎŞ’ê dike û Mûsil radest kiriyê, dibêje “ez ê jî bikevimê, ez ê li wir bim.” Waliyê berê yê Mûsilê ku Mûsil radestî DAÎŞ’ê kir û reviya û her wiha hêzên têkîldarî dibêjin “em ê jî lê bin.” Ev çi têkîliya xwe bi exlaq û wijdan heye? Niha rewşek wisa trajîk heye.
Karaktera rêveberiya li Mûsilê destpêkê Êzidiyan, hêzên Şengalî eleqedar dike. Heta rewşa Mûsilê beriya her tiştî Êzidiyan eleqedar dike. Lewre jî eger hêzên destpêkê wê di vê operasyonê de cih bigirin hebe, ew jî hêzên xweparastina Êzidiyan YBŞ û tifaqên YBŞ’ê ne. Lê hêzên cur bi cur zextê dikin, dewleta Tirk zextê û şantajan dike, dibêje bila YBŞ tevlî nebe, hêzên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê, Kerkûkê, Mexmûrê tevlî nebin. Tevlîbûna gerîla an jî Êzidiyan ne ji bo dagirkirinê ye an jî serwerbûnê ye. Bila Êzidî tevlî operasyona Mûsilê bibin ku rêveberiyek demokratîk saz bibe! Bila tevkariya bi rêveberiyek demokratîk re bikin ku hebûna xwe garantî bikin. Ji berk u parastina Şengal, Êzidiyan, hebûna wan di Mûsilê re derbas dibe. Eger li Mûsilê hikûmetek mezhebparêz, nîjadparêz hebe ev ji bo Êzidiyan gef e. Ma Êzidî vê qebûl dikin? Tevî dewleta Tirk ewqasî dûrî Mûsilê ye jî, dibêje min eleqedar dike, lê li dij radibe ku Êzidî yên ku Mûsil li rex wan e, tevlî operasyonê bibin.
Dema DAÎŞ’ê Mûsil dagir kir, destpêkê berê xwe da kû? Çû Şengalê. Ev ne rastiyek berbiçav e? Ev rastî li naverastê be, tevlîbûna Êzidiyan a operasyona Mûsilê rewa ye, ti kes nikare bibe asteng û divê nebe jî. Ti hincetên vê nîne. Her wiha, tê gotin ku dema dewleta Tirk li dor Mûsilê bi bandor be wê berê xwe bide Şengalê. Çapemeniya Tirk jî ji niha ve behsa rewşê dike. Heta li gor îdîayan, dewleta Tirk wê bi PDK’ê re operasyonê li dijî Şengalê li dar bixe. Eger li Şengalê gefên wisa li Êzidiyan tê xwarin, di bin tehdîda hêzên girêdayî dewleta Tirk bin, ma mirov dikare wan ji operasyona Mûsilê dûr bihizire? Eger li Mûsilê rêveberiyek di bin bandora dewleta Tirk çêbibie, an jî dewleta Tirk bandora xwe li Mûsilê bike, wê demê Êzidî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Ji ber ku hêzên ku bi dewleta Tirk re têkîldar in, nîjadperest in û mezhebperez in. Dest ji Şengalê berde, Başûrê Kurdistanê jî di bin xetereyê de ye. Dibe ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê nabîne, PDK vê nabîne, lê dewleta Tirk bandora xwe li Mûsilê bike, Federasyona Başûrê Kurdistanê, siberoja azad û demokratîk a gelê Başûrê Kurdistanê jî di bin xetereyê de ye. Ji ber ku nêzîkatiya dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahî Rojhilata Navîn li dijî hebûna Kurdan e. Dixwaze li Rojhilata Navîn Kurdan qir bike. Nêzîkatiya li dijî Şoreşa Rojava jî nîşaneya herî vekirî ye. Eger îro li Başûrê Kurdistanê têkîliyên xwe bi PDK’ê re hebin, ev ji ber şerê li dijî PKK’ê ye. Eger PKK’ê û hin Kurdên li Başûrê Kurdistanê hal bike wê dor were gelê li Başûrê Kurdistanê jî. Jixwe ji ber vê dibêje Lozan têkçûyî ye, têkçûyinek e.
Erê, Kurd Lozanê qebûl nakin, ji ber ku Kurdistan kiriye çar parçe. Lê armanca Erdogan a di vê de cuda ye. Di vir de dixwaze Mûsil û Kerkûkê bixe serweriya xwe, çi tîne serê Kurdên li Bakurê Kurdistanê bîne serê Kurdên li Başûrê Kurdistanê jî. Ev rastî eşkere ye, wê demê gotinên dewleta Tirk ên mîna “ez jî Başîka dernakevim, ez ê bikevim Mûsilê” di serî de Êzidî, piştre ji bo tevahî Başûrê Kurdistanê tehdîd e. Yên vê nabînin xwe dixapînin û çavê xwe girtîne.
Lewre jî ev nêzîkatiya ku DYA li her cihî ji bo Tirkiyeyê dike nayê qebûlkirin. Divê hesasbûnên Êzidiyan jî bibîne. Jixwe dema Êzidî dihatin qirkirin tevahiyan çavên xwe girtin, tenê gerîla parast. Niha jî hêzên YBŞ’ê Şengalê diparêzin. Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê herî zêde mafê wan e. Herî zêde gefên DAÎŞ’ê li ser wan e; lê ji wan re dibêjin di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hûn nîn in, bila tevlî nebin. Ev nayê qebûlkirin. Dixwazî DYA dixwazî Hikûmeta Iraqê dixwazî PDK, ti kes nikare garantiya ewlehiyê bide Êzidiyan. Ji ber ku 3’yê Tebaxê me parastina wan dît. Ne DYA ne hikûmeta Iraqê ne jî PDK’ê Êzidî parastin. Lewre jî divê hêzên YBŞ’ê Şengalê biparêzin û ji bo pêşeroja Şengalê tevlî vê operasyonê bibin.
Qasî kut ê zanîn li herêma Şengalê li gel YBŞ’ê hin yekîneyên HPG’ê jî hene. Bi nîqaşên operasyona Mûsilê rewşa Şengalê, têkîliyên hêza HPG’ê ya bi PDK’ê û hikûmeta Iraqê re tê rojevê. Nêzîkatiya we di vê mijarê de çi ye?
Îro li Şengalê hêzeke girîng a YBŞ’ê heye. Jixwe yên destpêkê mudaxeleyî Şengalê kirin HPG’î bûn. HPG’iyan nehiştin Şengal bi temamî bê dagirkirin û Êzidî bên qirkirinê. Lewre jî niha HPG’î di parastina Şengalê de li rex YBŞ’ê cih digre. Bi taybet jî ji bo gelê Şengalê xwerêveberî û xweparastina xwe bi dest bixe, destekê didin YBŞ’ê û rêveberiya li wir. Ev ji bo Kurdan tevahiyan berpirsiyariyek wijdanî û exlaqî ye. Êzidî parçeyê tevahî Kurdan e. Parçeyekî baweriyê ye û domahiya dîrokê her hatine qirkirin. Ji ber vê jî êrîşên li dijî hebûna Êzidiyan di berpirsiyariya tevahî Kurdan de ye. Kurdên Başûr jî, Rojava, Bakur jî Rojhilat jî berpirs in. Ji ber ku tevahî Kurdan eleqedar dike. Jixwe li dijî êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ’ê jî gerîla vê berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih aniye û mudaxeleyî Şengalê kiriye. Lewma rolek dîrokî lîstiye. Ev ji hêla mirovahiyê hatiye taqdîrkirin. Heta dibe ku yek ji mudaxeleyên mirovî yên herî mezin a dîrokê ye. Pêşî li qirkirina gelekî, civakekê girtine. Lewre jî heta jiyana azad û demokratîk li wir saz bibe wê gerîla berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Ev berpirsiyartiya her kesî ye. Jixwe dema gerîla jî çibû wir, ti kes lê nîn bû. Gerîla bi DAÎŞ’ê re hevrû bû, Şengal jê parast. Eger çiyayên Şengalê biketana dest, wê demê ti kes nikarîbû biketana wir. Lê, gerîla cihên serwer ên Şengalê girtin, nehiştin DAÎŞ li tevahî qadê serwer bibe û piştre jî pêvajoya rizgarkirina Şengalê da destpêkirin.
Ji ber sedema operasyona Mûsilê rewşa Şengalê dîsa hatibû rojevê. DAIŞ a li Mûsilê beriya her tiştî ji bo Şengalê gefek e. Di tunekirina vê gefê de helbet divê Êzîdî xwedî rist bin. Bi hezaran jin revandin, gelek mirov kuştin. Êzîdî wê tevlî operasyona dijî DAIŞ’ê nebin lê kî wê tevlê bibe?
Bêguman li vir hin pirs hene. Bi taybetî jî PDK li dijî parastina gewherî ya Êzîdiyan û dijî xwerêveberiya wan e. Beriya operasyona DAŞ’ê û êrîşên wan PDK li wir serdest bû lê PDK’ê ew neparastin. Gerîla ew parastin, Êzîdiyan parastina xwe ya gewherî pêk anîn. Niha PDK dibêje em vegerin rewşa beriya 3’yê Tebaxê. Lê fermanek pêk hat, ne pêkan e em li rewşa beriya 3’yê Tebaxê vegerin. Û ev ne ji hêla exlaqî û ne jî ji hêla siyasî ve ne rast e . Şengal divê xwesre be. Xwesriya Şengalê heqê Êzîdiyan e. Ji hêla gerdûnî ve jî heqê wan û ji hêla yasayên destûra bingehîn a Iraqê ve jî û ji ber rasteqiniyeke cihê ya Kurdan e jî rêveberiya xweser heqê wan e. Naskirina xweseriya wan naskirina cihêtiya wan e, naskirina bi awayekî cihê civakîbûyina wan e. Naskirina xweseriya wan, hêza wan a parastinê, naskirina cihêtiya wan e. Ji vê hêlê ve nêzîkatiya PDK’ê bi xwe re kêşeyan tîne. Hem di navbera Êzdiyan de û hem jî di navbera me de probleman çêdike. Em bi rêgezan nêzî Şegalê û Êzdiyan dibin. Em bi wê nêzîkatiyê naçin cem wan da ku em serdest bibin.
Bêguman li Şengalê ji bilî YBŞ’ê hin yekîneyên HPG’ê jî hene. Lê bi piranî hêzên parastinê yên YBŞ’ê niha parastina Şengalê dikin. Heke 3’yê Tebaxê HPG’ê mudaxle nekiriba Êzîdî wê bi temamî bihatana qirkirin. Bi destwerdana HPG’ê tenê qirkirina Êzîdiyan nehate astengkirin lê her wiha rûmeta her kesî hate xilaskirin, rûmeta mirovahiê. Rûmeta Iraqê xilas kirin ku di nav sînorên siyasî yên Iraqê de cih digirin. Her wiha rûmeta PDK’ê jî xilas kirine ku di dema êrîşa DAIŞ’ê de ji hêla leşkerî û siyasî ve li Şengalê serdest bûn.
Asta têkiliyên YBŞ’ê yên bi Rêveberiya Başûr û Hikûmeta Iraqê re çi ne, hûn çi qasî têkil dibin?
Bi qasî ku em pê dizanin di navbera hikûmeta Iraqê û Şengalê de ti pirsgirêk nîn in. Têkilî di navbera hikûmeta Iraqê û rêveberiya Şengalê de heye. Hikûmeta Iraqê hêzên YBŞ’ê weke hêza parastina gewherî ya Şegalê qebûl kiriye. Xwerêbeberiya wê jî, meclîsa wê jî bi fîîlî qebûl kiriye.
Helbet di ser gerîlayan re têkiliya me jî bi astekê bi wan re heye. Dîsa li wir ji bo ku xwerêveberiya Şengalê pêk were em destekê didine an. Lê ev bi temamî ji ber wê armancê ye ku Êzîdî bikaribin xwe bi rê ve bibin û bikaribin xwe biparêzin û bigihijine astekê. Nêzîkatiya me ya li Şegalê bi temamî di nav vê çarçoweyê de ye.
Hevdîtinên we bi hikûmeta Iraqê re hene, ev hevdîtin û têkiliyê bi xîlafê rêveberiya Başûr in?
Bêguman di rewşeke wiha ya tevlîhev a Rojhilata Navîn de ku DAIŞ êrîşê ne tenê tîne ser Kurdfan lê tîne ser Iraqê û hikûmeta wê, bi hikûmeta Iraqê re rasterast û ne rasterast têkiliyên me hene. Ji ber ku têkoşîna dijî DAIŞ’ê pirsgirêka me ya herî esasî ye. Pirsgirêkeke wiha ya Iraqê jî nîn e. Her wiha DAIŞ êrîşê dibe ser hemû gelên Rojhilata Navîn. Ev rewş me û hikûmeta Iraqê têkildar dike. Dîsa li Şegalê gerîla hene, li Mexmûr û Kerkûkê. Gerîla li Şengal, Mexmûr, Kerkûk dijî DAIŞ’ê şer dike. Ev hebûna gerîla ne li dijî hikûmeta Iraqê û ne jî li dijî rêveberiya Başûr e. Bi temamî bo parastina Kurdan e.
Di rewşeke wiha de ku Şerê dinyayê yê sêyemîm didome, hevseng serobinî dibin, hevsengên nû ava dibin em giringiyê didine demokratîkkirina Rojhilata Navîn. Li ser bingehê demokratîkkirina Rojhilata Navîn bi hemû hikûmetan re nêzîkatiya me ya danîna têkiliyan heye. Em hi hikûmeta Iraqê re jî yan jî Îranê re jî û bi her kesî re didomînin. Em ê bidomînin jî. PKK ku li Rojhilata Navîn weke hêzeke girîng were dîtin normal e ku têkiliyên wiha werin danîn.
Bêguman ti hevdîtinên me ne di xîlafa rêveberiya Başûr de ne. Em di heman demê de ji bo ewlekariya federasyona Başûrê Kurdistanê jî têkoşînê didin. Em li dijî hemû êrîşên bi ser Kurdistanê de, bi hemû hêzên siyasî, gelê me re di nav têkoşîneke hevpar de ne. Em gerîla wekî hêza parastinê ya hemû Kurdistanê dibînin. Em berpirs in ji parastina hemû Kurdistanê û gelê me. Ji vê hêlê ve ne pêkan e di xîlafa Başûr de em bi hin hêzan re têkilî deynin.
Lê nêzîkatiyên me yên polîtîk û yên rêveberiya Başûr carinan dikevin nakokiyê. Mînak di meseleya Şengalê de di nêzîkatiyên me de cihêtî derdikevin. Ji vê hêlê ve Rêveberiya Başûrê Kurdistanê be, Iraq be, hêzeke dî be, di mijara Şengalê de em nêzîkatiya xwe ya rêgezî diparêzin.
Bi ya we rast e ku Kurdên ku dagirkeriya Tirkiye, Sûrî, Iraqê nîqaş dikin, vê nîqaşê di nav çarçoweya binpêkirina sînorên yan jî serdestiyan van dewletan nîqaş bikin û dagirkerekî tercîhî yê dî bikin? Ji bo Kurdan perspektîfa sereke divê çi be?
Bêguman ev mijareke tevlîhev e. Dijderketina li dagirkeriya Tirkiyê ya Sûriyê rast e, çewt e, yan jî divê li dij were derktin yan na, bi rewşa wê demê û nêzîkatiyê ve têkildar e. Ku armanca Tirkiyê li dijî azadî û jiyana demokratîk a Kurdan be helbet divê mirov li dij derkeve ku Tirkiye têkeve Sûrî jî Iraqê jî. Ji ber ku ti berjwendiya Kurdan di vê de nîn e. Bi ser de dewleta Tirk di pozîsyona mêtinger û qirker de ye. Li hemû Rojhilata Navîn pêşengtiya dijminahiya Kurdan dike. Naxwe mijar ne binpêkirina qadên serweriyê ne.
Naxwe ji hêla me ve ti wateya guherîna sînoran nîn e. Guherîna sînoran, dewletbûna Kurdan, an jî bi armanceke wiha têkoşîn ji Kurdan re wê çi qasî azadiyê û jiyana demokratîk bîne, ev têne nîqaşkirin û guman li ser wan heye. Ji bo vê jî em bêyî ku sînorên heyî bikin pirsgirêk bawer dikin ku meseleya Kurd wê li hemû welatan çareser bibe û wiha nêzîk dibin.
Tirkiye kete Sûriyê, dema ku em dij Tirkiyê derdikevin nayê vê wateyê ku em polîtîkayên Sûriyê rast dibînin. Dîsa Tirkiye kete Başikayê, Mûsilê, sînorên Iraqê derbas kir, nayê vê wateyê ku em hemû polîtîkayên Iraqê rast dibînin. Di rewşe wiha de mijar divê were lêkolan bê ka ev mudaxle, ev polîtîka çi ne. Ji vê hêlê ve mirov bi yek helwestê tenê nikare nêzî bûyer û diyardeyan bibe.
Ya girîng nêzîkatiya rêgezî ye. Ev rêgez jî ev e; di berjewendiya jiyana azad û demokratîk a gelan de ye yan ne, ji hêla me ve ya esasî ev e. Ji vê çarçoweyê ve rast e ku mirov li dij dagirkirina Sûriyê derkeve, li dij dagirkirina Iraqê jî.
Divê mirov helwesta hêzên navdewletî ya li hemberî Tirkiyê çawa şîrove bikin, çavê xwe jê re digirin û tolere dikin, dikişînin qada germ an bi rastî jî Tirkiye xwedî wê îradeyê ku ajandaya xwe pêk bîne?
Şu açıktır, Türkiye hala NATO’nun üyesidir. Avrupa ve ABD’nin önem verdiği bir ülkedir.
Ev zelal e, Tirkiye hê jî endamaê NATO’yê ye. Ewropa û DYA giringiyê pê didin. Helbet ji polîtîkayên AKP’ê aciz in. Li hundir derve polîtîkayên Erdogan aciziyê tîn in. Ev jixwe carinan di helwestan de jî diyar dibe. Lê dîsa jî çavê xwe ji hin gavan Tirkiyê re digirin, mirov dikare bibêje tolere dikin. An wê têkiliyan bibirn an jî rewşeke wiha wê derkeve. Ti rêgezên siyasî yên hêzên navdewletî nîn in, ne xweyî rêgezên exlaqî û ûcdanî ne. Li ser berjwendiyan tevdigerin. Her wiha NATO, DYA, Ewropay Tirkiyê weke hêzeke ku dikarin li Rojhilata Navîn bi kar bînin dibînin. Ji bo vê jî Tirkiye jî di nav vê çarçoweyê de di astekê de xwe ferz dike.
Tirkiye dixwazin bikişîni nav qada germ e, dixwazin Tirkiyê bikişînin û bînin ser polîtîkaya xwe? Nirxandin û nîqaşên bi vî rengî hene. Di vê mijarê de met iştekî nikarin bibêjin. Ti agahiya me di vê mijarê de nîn e. Em naxwazin bi komplovarî û senaryoyan nêzî bûyeran bibin. Bêguman di polîtîkayê de ev hene, ev amûrên polîtîk in. Lê em li ya berbiçav dinerin. Em li encamên rewşa berbiçav dinerin. Li gorî wê dibine xweyî helwest. Nêzîkatiya me bi vê çarçoweyê ye.
Bêguman Tirkiye ne xwedan wê hêzê ye ku bikaribe ajandaya xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne. Heke di vê polîtîkayê û hêzê de bûye niha li Sûrî, Iraqê wê tiştên cuda bibûna. Li Sûrî xwest rejîma Baas birûxîne, xwest hêzên girêdayî xwe xurt bike lê hate asteng kirin. Xwest Şoreşa Rojava bifestisîne lê bi ser neket. Divê ev were dîtin. Polîtîkayên DYA û Tirkiyê li hev nekir.
Mûsil di rojevê de ye, AKP dike qarewar. Tiştekî ku bike nebe jî bi vê qarewarê dixwaze bandorê li ser raya giştî bike. Dibêje planên min ên A, B, C hene. Ev hemû propaganda ne. Ku li pêşberî xwe hêzekê bibîne wê biqutife. Ne xwedî wê hêzê ye ku zirtan li ser kesî bike û li dijî her kesî şer bike. Li Iraqê li gor dilê xwe nikare zîtirkan bide. Niha xwe dispêrê PDK’ê û bi hêza xwe ya ku li Başûr bi cih kiriye gefan dixwe. Lê ku hêzekê li pêşberî xwe bibîne wê piç bibe. Ne li Sûrî, ne li Iraqê Tirkiyê li ser masê nadin rûniştandin. Li ser hin têkiliyan şantajê li hêzên navnetewî û herêmî dike, lê ev şantaj wê lê vegerin û dike ku Tirkiyê bixe nav çiravê.
Rewşa Başûrê Kurdistanê jî weke ya Rojava tevlîhev xuya dike. Hêzekê desthilatdarî zevt kiriye û yên li dijî vê jî parçe ne û nikarin çareseriyê biafirînin. Têkiliyên bi Iraqê re bi pirsgirêk in. Tirkiye û Îranê bandoreke mezin li wan kiriye. Hûn di nav gefên wiha tekel de li ser realîteyên civakî mudaxîl in. Di maweyeke kurt de di berjwendiya Kurdan de rewşek wê derkeve holê, li ser girêdana bi Mûsilê re dikarî şîrove bikî?
Rewşa Başûrê Kurdistanê helbet ji bo Kurdan rewşeke baş e. Li parçeyekî Kurdistnaê ku dagirker lê ne serdest in û di bin rêveberiya Kurdan de ye divê rewş cudatir bûye. Divê îro ji bo Kurdan di hêla siyasî, sosyal û ekonomîk de jiyanek bihatana afirandin. Diviya ne birek ji civakê xwe bikirana desthilatdar di hêla siyasî, ekonomîk, sosyal de ji Kurdan û Rojhilata Navîn re bibûna mînak.
Başûrê Kurdistanê divê ne tenê gelê Başûrê Kurdistanê, hemû gelê Kurdistanê yê li çar parçeyan bi xwe re xurt bikirana. Diviya hemû parçeyan Kurdistanê bikarîbûna jê hêzê bigirin. Lê mixabin hişmendiya desthilatdariyê, ji ber sedema ku desthilatdariyê esas digirin û ji ber sedema nebûna demokrasiyê rê li ber digire ku Başûrê Kurdistanê riseke wiha pêk bîne.
Jêderka sereke ya Başûrê Kurdistanê ew e ku di destê hêzên derve de ye. Bi rastî jî Tirkiye û Îran zêde têkil fdibin. Hemû gelê me vê dizane. Tirkiye hema hema Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. AKP’ê qedera xwe bi PDK’ê re û PDK’ê jî qedera xwe bi AKP’ê girêdaye.
Operasyona Mûsilê dest pê kir, di mijara operasyona Mûsilê de nêzîkatiyeke hevpar derneket. Lê xurtbûna Kurdan a di Mûsilê de, di çêbûna rêveberiya neteweya demokratîk a Mûsilê de, bi awayekî ku temsîla hemû Kurdan were kirin, hem ji bo ewlehiya Başûr û hem jî ji bo ewlehiya Şengalê pir girîng bû. Pir girîng e ku rêveberiya ku li Mûsilê wê ava bibe ne dijberê Kurdan be, bi Başûrê Kurdistanê re neyê pêşberî hev, ji Başûrê Kurdistanê hêzê bigire û Başûrê Kurdistanê bihêz bike. Em vê girîng dibînin.
Heke gerîla, pêşmerge û hêzên YBŞ’ê bi hevparî tevbigeriyan, di operasyona Mûsilê de wê hêzdar bibûna. DAIŞ ku yekîtiya Kurdan bidîtana bêyî ku li ber xwe bida wê biterikanda. Li pêşiya Kurdan ne DAIŞ ti hêzek nikare bisekine. Ev jî wê Kurd pir xurt bikirana. Lê hişmendiya hegemonîk a li Başûrê Kurdistanê, ji ber ku rê nade pirsgirêk li ser hîmê demokratîk çareser bibe, van fersendên dîrokî nanirxîne, ev hişkere xuya dike. Lê li Rojhilata Navîn ku hevseng hildiweşin û hevsengên nû ava dibin Kurd zû dereng wê vê bibînin û hewceyiyên wê pêk bînin, ji vê fersenda dîrokî sûd werbigirin û wê bibin hêza geş bûyî ya gelê me di sedsala 21. De

________________________________________

Amerîka: Şerê Musil Dibe bo Dema Mehan Dirêj Bibe

Denge amirka

Şerê Azad kirin Musilê ewa di vê heftiyê da ji aliyê Hêzen parastina Îraqê bi piştevaniya balafir û şîretvanên Amerîka destpêkirî dibe heya çend mehan dirêj bibe.
Qomandarê leşkerê Amerika li Rojhelata Navîn dibêje, ev şere dibe bo dema mehan vekêşe.
General Joseph Votel qomandarê rêberayetîya navend a Amerîka got, direjahiya şerê Musilê we liser çawayetîya bersivdana DAIŞê û seredarîya êrîşa Îraqîyan dimine. herwesa da zanin komela çekdarên DAIŞê lidema pitir ji du salan berevanîya xwe bihêz dikir.
çekdarên DAIŞê heta niha berxwedaneka mezin li deverîn nizik Musilê dike, ew bi qamiyon pir bombe u topebaran kirnî êrişan pêk tîne bi merema asteng kirina peşveçûnen serbazên Îraqî her ji dema destpekirina oprasyonê li roja duşemê. Serbazen.
Serbazên Îraqî reberayetîya şerî dike u Amerîka piştevanîya wan bi êrişên asmanî u topbaran kirin u şiretan dike.
Pentagon her dem radigehîne, serbazên Amerîka li helên pêşîn yên şer cih nagire

________________________________________

Rûsiya agirbestê dirêj nake

Qasiyûn

Ajansa Interfaks ya nûçeyan li ser zarê Sêrgî Rîbakof cîgirê wezîrê karê derve yê Rûsiya gotina wî belav kir ku:” Mosko ramana agirbesta yakalî li Heleba Sûrî dûr dixîne”.
Rîbakof domand ku:” Rûsiya ti wateyê ji civîna wezîrê karê derve yê Rûsî Sêrgî Lafrov û wezîre karê derve yê Amerîka Con Kêrrî nabîne”.
Tê zanîn ku Rûsiya agirbestek heyşt demjimêr rojane li bajarê Helebê ragihand, û pêşinyara derketina Cebhet Fetih El-Şam ji Helebê kir mercê rawestandina şer li bajêr, ew yek rikberiya Sûrî ew red kir

________________________________________

ROJNAME

‘Tevlîbûna gerîla ya kontrolkirina Mûsilê mafê wan ê neteweyî ye’

Roj news

Operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê 3 rojin destpê kiriye. Belê heya niha jî mijara tevlîbûna gerîlayên PKK’ê ya ji bo operasyonê gelek guftûgoyên cûda bi xwe re anîne. Heya niha bi şêweyek fermî hêzên Iraqê, pêşmerge û hêzên koalîsyonê ji hewade operasyona rizgarkirina Mûsilê dimeşînin.

Têkildarî mijara tevlîbûn û netevlîbûna hêzên gerîlayên PKK’ê ji bo operasyona kontrolkirina Mûsilê Şêwirmendê Wezîrê Pêşmergeyan Seîd Kakeyî ku ji ajansa me re axivî, got; “Tevlîbûna gerîla û şervanan ji bo operasyona kontrolkirina bajarê Mûsil, navçe û bajarokên Neynewa û navçeyên Kurdî yên dervey Herêma Kurdistanê, weke hêzên PKK’ê mafê wan ê neteweyî ye ku tevlî bibin.”

Seîd Kakeyî got; “Pêştir di dema tengasiyê de ti aliyek ji bo parastina xaka Kurdistanê di hewara me nehat. Belê PKK di hewara me hat û li rex me şer kir û xwîn rijand. Ev jî tê wê wateyê ku ne tenê pêwîste gerîlayên PKK’ê tevlî kontrolkirina Mûsilê bibin, divê bi tevlîbûn û rûhê wanê fedayî yê niştîmanî divê serbilindî bê kirin.”

Li ser mijara dijbertiya PDK’ê ya ji bo tevlîbûna gerîla ya operasyona Mûsilê jî Seîd Kakeyî got; “Mixabin her çend hikûmeta federalî ya Iraqê ne Kurd e jî, belê dixwazin gerîla û şervan tevlî operasyona kontrolkirina Mûsilê bibin. Belê mixabin aliyên Kurd ketine cihê gotinên rejîma Tirk û bi siyaset û hişmendiya wan dijbertiya partiya Kurdî ya niştîmanperwer dikin.”

Li ser pirsa hewildanên PDK’ê yên ku dixwaze hêzên gerîla ji Şengalê derbixwe jî Seîd Kakeyî got: “Peywendiyekî xurt di nava PDK û rejîm Tirk de heye. Daxwaz û planên Tirkiyê ew bi cih tînin. PDK ti car ji bo yekrêziya aliyên Kurd xebat nekiriye û her dem xwestiye bibe desthilatdar li ser aliyên Kurd. Mînaka vê jî perlamento paşxistiye û hikûmet jî felc kiriye û niha jî nahêle ku hêzên gerîla cihê xwe di operasyona rizgarkirina Mûsilê de bigrin.”
Di dawiya axaftina xwe de Şêwirmendê Wezîrê Pêşmergeyan Seîd Kakeyî got: “Dijberîkirin û rêgirtin li PKK’ê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de bi xwe pirsekî gelek girîng û mezine. Ev pirs ji bo partiyên me diyar dike ku PDK bi biryar û nêzîkatiyên kê daxwaza derketina gerîlayan ji Şengalê dike û rê li tevlîbûna wan dike.”

________________________________________

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
10-20-2016
NRLS