NUÇEYÊN ROJANE Cotmeh 22-2016

SERNUÇE

AJANS

Xebatên projeya `Ez li virim` bi dawî bûn

Li derdora bajarokê Şêx Îsa şerê giran diqewime; Gelek çete hatin kuştin

Terorîstên DAIŞê êrişî Kerkûkê kirin

Işik: ‘Amerîka dixwaze bi Tirkiyeyê re operasyona Reqqayê pêk bîne

Amerîka: Enqere û Bexdayê gihêştin rêkeftinekê

ROJNAME

Şer li taxa Dûmiz a Kerkûkê berdewame

‘Ji her kesî zêdetir mafê Êzidiyane li dijî DAIŞ’ê şer bikin’

________________________________________

AJANS

Xebatên projeya `Ez li virim` bi dawî bûn

Anha

Xebatên projeya `Ez li virim` a bajarê Qamişlo û gundên wê biserkeftî derbas bûn.
Projeya `Ez li virim` saet 08:00 li bajarê Qamişlo despêkir. Xebatên jimartine li bajarê Qamişlo û gundên wê hatin meşandin.
Komîteya Rêveber a xebatên projeya `ez li virim` bi riya civîneke çapemeniyê ku li navenda şaredariya rojhilat a bajarê Qamişlo organîze kir, destnîşan kir ku jimartin biserkeftî derbas bûn û wiha pê de çû:ʺ di xebatên jimartine de tu astengî çênebûn û şêniyên bajarê Qamişlo û gundên wê erînî nêzî xebatên jimartinê bûnʺ.
Komîteya Rêveber di dawiyê de hemû kesên ku keda wan di serkeftina xebatên projeya `Ez li virim` de hebû spas kirin.
Piştî xebatên jimartin bi dawî bûn, êdî şêniyên Qamişlo dikarin tevbigerin.

________________________________________

Li derdora bajarokê Şêx Îsa şerê giran diqewime; Gelek çete hatin kuştin

Anf

Li gor agahiyên ajansa ANHA’yê heta niha gelek çete ji hêla hêzên şoreşger hatine kuştin.
Li gel vê jî, artêşa Tirk a dagirker bajarok û gundên herêma Şehbayê ku hatine rizgarkirin topbaran dike. Her wiha pêgerên bêmirov ên keşfê yên artêşa Tirk li ser gundên rizgarkirî yên Hesiye, Hisacik, Um-Hoş, Um-Qura, bendava Şehba, Qol Sirûc, Werdiye, mezra El-Xol, navenda Sirîtîl û Herbel digerin.

________________________________________

Terorîstên DAIŞê êrişî Kerkûkê kirin

PUKmedia

Komên çekdar ên ser bi erorîstên DAIŞê êrişî bajarê Kerkûkê kirin.
Terorîstên DAIŞê êrişkeke mezin birin ser avahiya Kerebe-Asayîş û Parêzgaeha Kerkûkê, lê di encama xweragiya hêzên asayîş û parêzvanên parêzgarê Kerkûkê, ew êriş şikest anî.
Îro ro0ja înê serê sibê şendîn terorîstên ku wek damarên xewkirî di nava Kerkûkê de, mabûn. dest bi êrişên berfere4h kirin û xwestin avahiya asayîş û yê kerebê û yê parêzgeha Kerkûkê, bixin jêr kontirola xwe, lê ew êriş şikest anî û heya niha jî di navbera hêsên ewlehiya Kerkûkê û terorîstan de, pevçûn berdewame.

________________________________________

Işik: ‘Amerîka dixwaze bi Tirkiyeyê re operasyona Reqqayê pêk bîne

Sputnik

Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Fikri Işik ragihand ku ji bo rizgar kirina bajarê Reqqayê ya Iraqê ji DAIŞê Amerîka dixwaze bi Tirkiyeyê re operasyon pêk bîne.
Navenda Nûçeyan — Wezîrê tirk ji televîzyona dewletê TRTê re axivî û got: ‘Eger pêla koçberên nû ji Mûsilê bê Tirkiyeyê, nepêkane ku Tirkiye pêşvazî li pêla koçberan bike; çimkî feraseta Tirkiyeyê êdî têrê nake./

________________________________________

Amerîka: Enqere û Bexdayê gihêştin rêkeftinekê

K24 –

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka aşkere kir, derbarê beşdarîkirina artêşa Tirkiyê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de, Tirkiye û Iraqê bi awayekî destpêkî gihêştin rêkeftinekê.
Wezîreta Bergîriyê ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, ku, Enqere û Bexdayê bi awayekî destpêkî gihêştin rêkeftinekê û tenê hûrgiliyên beşdarîkirinê mane, ku li ser jî lihev bikin.
Wezîreta Bergîriyê ya Amerîka ragihand jî, her du welatan lihev kirin, ku rola Tirkiyê di şerê li dijî DAIŞê de hebe, li her du welatan cîranên Tirkiyê (Iraq û Sûriye)
Ji berî çend rojan ve, derbarê beşdariya artêşa Tirkiyê ya li Başîkê (20 k.m dûrî li bakurê Mûsilê) di operesyona rizgarkirina Mûsilê de, berpirsên Enqere û Bexdayê daxuyaniyên tûj li dijî hev û du dabûn.

________________________________________

ROJNAME

Şer li taxa Dûmiz a Kerkûkê berdewame

Roj news

i taxa Dûmiz a Kerkûkê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên ewlekariyê de şer dijware û du çete hatin kuştin.
SORAN MIHEMED / KERKÛK
Îro serê sibê şerê di navbera hêzên pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de li taxa Dûmiz a bajarê Kerkûkê destpêkir. Şer li nêzî parka Kerkûkê jî heye.
Di van seatan de li taxên Edne, Tesiîn, Yekê Hezîranê pêşmergeyan dest bi operasyona paqijkirinê kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê li dibistana Şehba ya li taxa Dûmiz bicih bûne û şer li vê taxê dijware. Heta niha sê çete hatine kuştin.
Operasyona ji bo paqijkirina tevahiya Kerkûkê tax bi tax berdewam dike

________________________________________

‘Ji her kesî zêdetir mafê Êzidiyane li dijî DAIŞ’ê şer bikin’

Roj news

Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê re Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bang li hemû keç û xortên Êzidî yên welat û derve kirin, ji bo cihê xwe di berxwedan û rizgarkirina Şengal û Mûsilê de bigrin. PADÊ got; “Ji her kesî zêdetir mafê Êzidiyane ku li dijî DAIŞ’ê şer bike.”
Operasyona rizgarkirina Mûsilê ket roja xwe ya şeşê de. Heya niha jî têkildarî tevlîbûna hêzên di şerê dijî DAIŞ’ê de rolek sereke lîstine, guftûgo tên meşandin. Li ser vê yekê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ku daxuyaniyek nivîskî da, bang li xort û keçên Êzidî kir ji bo parastina gelê Êzidî di nava berxwedana rizgarkirina Şengal û Mûsilê de cihê xwe bigirin.
Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Di vê pêvajoya nazik de, em weke Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), bi dirûşmeya, ‘berxwedana îro misogerkirina azadiya sibêrojê ye’, bang li hemû keç û xortên Êzidî yên welat û derve dikin, da ku cihê xwe di berxwedan û rizgarkirina Şengal û Mûsilê de bigirin, siberojên azad de bibin xwedî gotin. Pergala xwe xurtir bikin û rêveberiya xwe heta hetayî bikin.”
PADÊ di daxuyaniya xwe de bal kişand ser şerê Mûsilê û tevlîbûna hêzên di operayona Mûsilê de û wiha dewam kir; “Bi germayiha rizgarkirina Mûsilê pêwîste li Şengalê gundên ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne bêne rizgarkirin. Ji ber ji her kesî zêdetir mafê Êzidiyane ku li hemer DAIŞ’ê şer bikin û tola keç û jinên ku di bin destdirêjiya çeteyan de ne hildin. Pêwîste gav bi gav ber bi Mûsilê ve pêngava rizgarkirinê bê pêşxistin. Nexwe parastina destkeftiyan her tim dê di bin xeteriyan de be. Ambargoya ku ji aliyê hin hêzan ve hatiye danîn jî dê berdewam be, Şengal dê nikaribe nefesê rehet bide û bistîne.”
Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) di daxuyaniya xwe de ev bang li keç û xortên Şengalê kirin;”Ji ber van sedeman em bang li keç û xortan dikin. Werin cihê xwe di nava Yekîneyên Berxwedana Şengal û Yekîneyên Jinên Şengal de bigirin. Hêza xwe ya cewherî xurtir bikin. Azadkirina dîlên Êzidî ku di destê DAIŞ’ê de ne bi vî rêbazî pêkane. Di vê pêvajoyê de em dikarin ji êşên xwe dersan derxînin û birînên xwe derman bikin. Bi cewhera Ezda yê bi kok û dîrokî, em dikarin di herêmê de risteke girîng bigirin ser milê xwe û demokratîkbûna herêmê de bibin xwedî têkoşîneke bi wate. ”
Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got; “Bi vî rengî emê karibin şayanê şehîdên şoreşê û yên fermanê bibin. Emê bikaribin hêviyên wan ên jiyana azad û wekhev bicih bîn in. Bijî Azadî, Bimire Koletî û Bijî Berxwedana Gelê Şingalê.”

________________________________________
NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
22-10-2016
NRLS