NUÇEYÊN ROJANE 14- Mijdar -2016

SERNUÇE

AJANS

Çete derbeyên giran dixwin, 2 gund û 3 mezre hatin rizgarkirin

DAIŞ’ê êrîş dike û Tirkiye piştgiriyê dide

Li Ezazê teqîn: kesek hat kuştin 15 jî birîndar bûn

Li Şengal şerên dijwar

Îran, amadehiya îdama 6 kurdan dike

Di operasyona Mûsilê de 2 rojnamevan hatin kuştin 14 jî birîndar bûn

ROJNAME

Hêzên taybet ên Tirk ketin Babê de

YPG: Li Taxa Şêx Meqsûd 5 çete hatin kuştin

________________________________________

AJANS

Çete derbeyên giran dixwin, 2 gund û 3 mezre hatin rizgarkirin

ANHA

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 2 gund û 3 mezreyên din rizgarkirin
Nûçegihanên me ku hemleya Xezeba Firatê kêlî bi kêlî dişopînin raghandin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li eniya Eyn Îsayê li ser her du baskan 3 km bi pêşveçûn û 2 gund û 3 mezre ku 7 km li basur-rojhilatê Eyn Îsayê dikevin ji çeteyên DAIŞ`ê rizgarkirin
Di van kêliyan de şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li wê herêmê dest bi lêgerînê kirine
Heta van kêliyan ji wan gund û mezreyên ku hatine rizgarkirin, tenê navê mezreyeya Jadou Alamaara hat naskirin
Di dema pêşveçûyîna şervanan ber bi mezreya Jadou Alamaara ve, çeteyên DAIŞ`ê bi maşîneyeke bombebarkirî xwestin pêşveçûyîna şervanan rawestînin. Lê şervanan beriya ku maşîne bighêje armanca xwe ji dûr ve bi çekên giran teqandinHemleya rizgarkirina Reqqayê didome.

________________________________________

DAIŞ’ê êrîş dike û Tirkiye piştgiriyê dide

ANHA

ŞEHBA – Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya topên Artêşa dagirker a Tirk êrîşî gundên li derdora Bendava Şehbayê dikin
Çavkaniyan ragîhandin ku artêşa dagirer a Tirkyeyê gundên rizgarkirî yên li rojavayê Bendava Şehbayê bi topan topbaran dike
Çavkaniyê bal kişand ku bi topbaranê re komên çete yên DAIŞ’ê êrîş birin ser gundên ji aliyê Hêzên Şoreşger ve hatie rizgarkirin ên li rojhilatê Bendava Şehbayê
Li vê qada ku dikeve rojhilatê bendavê piştî êrîşa çeteyan di navbera wan û Hêzên Şoreşger de şer derket û hetanî kêliya amadekirina vê nûçeyên dewam dikir.

________________________________________

Li Ezazê teqîn: kesek hat kuştin 15 jî birîndar bûn

K24

Li bajarê Ezazê ya girêdayî Helebê, bombe hat teqandin, kesek hat kuştin 15 kes jî birîndar bûn
Li navenda bajarê Ezazê ya li bakurê Helebê, bi otembêlek bombebarkirî êrişeke xwekujî pêk hat. Li gor agahiyên destpêkê di êrişê de kesek hat kuştin, 15 kes jî birîndar bûn. Birîndar bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Kilîsê yên bakurê Kurdistanê
Medyaya Tirkiyê ragehand êriş ji hêla DAIŞ ve hatiye kirin
Hêzên Tirkiyê tevî hin grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, 24’ê Tebaxê bi navê Mertala Feradê dest bi operasyonê kirin û heta îro Cerablus, Raî û Ezaz jî di nav de gelek gund û navçe kontrol kirine.

________________________________________

Li Şengal şerên dijwar

ANHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Çeteyên DAIŞ’ê îro di saetên serê sibehê de êrîşî girê gundê Sewra yê li başûrê Şengalê kirin. Li herêmê şerên dijwar diqewimin
Girê stratejîk ê gundê Sewra, di çarçoveya Pêngava Tolhildana Jinên Êzîdxanê, ku YBŞ/YJŞ’ê di 12’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin de, ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin
Di nav 2 rojên bûrî yên pêngavê de şervanên YBŞ/YJŞ’ê, 4 girên stratejîk ên gundên Sewra, Heyale û Sekiniye ên li başûrê Şengalê û sêgoşeya dinavbera Şîlo û Medîvan yên ku parastina gundê Sewra dike jî, bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

________________________________________

Îran, amadehiya îdama 6 kurdan dike

Sputnik news

Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin Îran 6 girtiyên kurd ji girtîgeha Urmiyê derxistine û amadehiya îdama wan dike
Hat ragihandin ku rêvebiriya rejima Îranê 6 girtiyên kurd ji girtîgeha bajarê Urmiyê derxistine û ji bo îdamê têne amadekirin
Li gorî raporta Navenda Demokrasî û Mafên Mirov li Kurdistanê îro danê sibê 6 girtiyên kurd ku hemû jî bi hinceta madeyên hişber hatine girtin û bi îdamê hatine mehkûmkirin, ji girtîgeha Urmiyê hatine derxistin û derbasî cihekî din hatine kirin. Komeleya Mafên Mirov di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku rêvebirên girtîgehê daxwaz ji malbatên wan girtiyan kirine û ji wan re gotine ku bi girtiyên xwe re hevdîtin bikin çimkî ew dê bên îdamkirin. Herwiha li gorî rêvebirên girtîgehê ew girtiyên kurd dê di demek nêzîk de werin îdamkirin

________________________________________

Di operasyona Mûsilê de 2 rojnamevan hatin kuştin 14 jî birîndar bûn

Sputnik news

Hate ragihandin ku di encama êrişa DAIŞê ya li bajarê Mûsilê de fotografkêşek û rojnamevanek jiyana xwe ji dest dane, 14 kes jî birîndar bûne
Li gorî daneya Çavdêriya Azadiya Çapameniya Iraqê ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê k udi 17ê Cotmehê de hatibû destpêkirin ve ji ber kêmasiya kask û êlekên ku gule derbas nakin gelek rojnamevan xetere derbas kirine
NHB KU AYDİ DAIŞê HAT XISTIN Ji aliyê din ve hate eşkerekirin ku Hêzên Iraqê Navgînek Hewayî ya Bêmirov (NHB) ya aydî rêxistina terorîst DAIŞê xistine. Leşkerek ji Yekîtiya Têkojîna girêdayê Wezareta Parastina Iraqê Ayîd Zûheyr NHB mirov yê aydî DAIŞê li nêzî taxa El Întîsar ku dikeve rojhilatê bajarê Mûsilê xistine. Artêşa Iraqê derbarê mijarê de hêj daxuyanî nedaye

________________________________________

ROJNAME

Hêzên taybet ên Tirk ketin Babê de

Roj news

Hêzên Taybet ên Tirk ketin hinek herêmên derdora Babê de û hat diyarkirin ku li herêmê dest bi destnîşankirina cihên stratejîk kirine.
Li gor agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk di nava amadekariyên ku piştî dagirkirina Cerablusê, Babê dagirbike de ye
Li gor nûçeya Ugur Ergan a di Hurriyetê de, hat diyarkirin ku hêzên taybet ên weke Bordo Berelîler ên artêşa Tirk ku destekê didin Artêşa Azad a Sûriyê (OSO), ketine herêmên derdora Babê de. Her wiha hat diyarkirin ku piştî hêzên taybet ên Tirk li herêmê cihên stratejîk destnîşan kirine, tê payîn ku piştre ji hewa û bejahî ve li hember herêmê tevgerek zêde bidin destpê kirin

________________________________________

YPG: Li Taxa Şêx Meqsûd 5 çete hatin kuştin

Roj news

YPG’ê daxuyakirin ku 12’ê Mijdarê çeteyan li dijî Taxa Şêx Meqsûdê êrîşek li dar xistibû. Li ser bersivdayîna şervanan 5 çete hatin kuştin, 3 çete hatin birîndarkirin û yek jî hate girtin
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî têkildarî êrîşên li ser Taxa Şêx Meqsûd agahî parvekir û diyar kir ku 5 çete hatin kuştin, 3 birîndar û çeteyek jî hatetiye girtin. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê jî bi wesayîtekî zirxî xwest êrîşî gundê Şemseddîn bike lê ev êrîşa hate pûçkirin
YPG’ê ev agahî parvekir: “12’ê Mijdarê çeteyên giredayî Koalîsyona Sûrî li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê êrîşek lidarxistin. Bi destwerdana hêzên me li vê qadê şerekî dijwar rû da. Di encama vê şerî de çeteyan tekçûn û paşve rêviyan. Di vê şerî de qasî hat zelal kirin 5 çete hat kuştin û 3 çete jî hat birîndarkirin. Heman demê de çetekî jî bi awayekî birîndar ket destê hêzên me
YPG’ê destnîşan kir ku komên çeteyan heman rojê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser Girê Cindirêsê jî
YPG’ê diyar kir ku 13’ê Mijdarê saet 06.30’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û wesayîtekî zirxî bi tîpa BMB û panzer êrîş birin li ser gundê Şemseddîn a dikeve Rojhilatê Başûr a Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Bi bersiv dayina hêzên wan ve li gund şerên dijwar rû da
Di encama vê şerî de çeteyan tekçûn û paşve rêvîn. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan a di vê şerî de nehat zelalkirin

________________________________________

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
14-11-2016
NRLS