Ew pevçûnên di navbera gurûpên çekdar li bajarê Azazê ya li ser sînor, li gorî tê xuyakirin pevçûneke li ser “Benda El-Zeheb” yan jî “Dergeha Bab El- Selame” ji bo sedemin madî , lê di rastiya wê de ji wilo dûr tire , ku beşek jê pevçûneke veşartiye ji bo desthilatdariyê di navbera hêza geşbûyî ya Tirkî li hundirê xaka Sûrî û ajendayên Emrîrîkî ya ku dike ku nema bê xuyakirin li bakurê Sûrî bi taybet di qonaxa veguhestina ya ku Waşitonê têde derbas dibe piştî hibijartinan .
Ew nakokiyên di nav bera “Ehrar EL-Şam” û “Cebhet El –Şamiyê” de ji bo kontirolkirina li ser bend û riyên qaçax yên Azazê ne tiştekî nû ye lê ji zûveya gurtir bû beriya sê mehan , ji ber wilo em nikarin bêjin ku ew şerê di nav bera wan de ji nişka ve bû , bê guman dema êrîşkirina “Ehrar Al-Şam” li ser “Cebhet El Şamiyê” ew ya ku ji nişkave bû, ji ber ku ev êrîş hat pêk anîn berya çend demjimêran ji êrîşa li ser Babê , tevî ku ev herdu gurûpên dijberin di bin sîwana “Mertala Feratê” şer dikin bi pêşngtiya Tirkiye yê , tiştê tê guman kirin ku ev şerê duyemîn rûdide di nav bera herdu hêzan berya ragihandina şerê girîng , beriya wê nakokî rûdan di navbera gurûpa “Festeqim” û “Zenkî” di taxên rojhilatî Helebê beriya dest pêkirina pêla duyemîn ji “destana Helebê ya mezin” di heftiya buhurî de ya ku bi bin ket.
Duh di sibê zû de “Ehrar Elşam” bi beşdariya hin gurûpin din mîna”al sefwe el islamiye-ehrar el sûriya” êrîşî bargeh û navendên “Cebhet El Şamiye” li bajarê Azazê piştî damezrandina “odeya çalekiyên Nesret El Mezlûm) ji bo rewakirina êrîşên xwe mîna operasyona “Cebhet El Nusre” dijî gurûpên artêşa azad li gundewarê Idlib û Helebê bi navê tunekirina “gendelan”, tevî ku ew daxuyanameya bi navê “Nesret El Mezlûm) da nîşan derbarê neçirîna fermandarê “Cebhet El Şamiye” di serîde Ebû elî sico ber pirsyarê “Bab El-Selame û husam yasîn fermandarê “Cebhet El Şamiye” h.w.d , bi sedema revandina çekan ber Efrînê de ji bo YPG û dana hin zanyariyên leşkerî û teqîna erebak mayin kirî li Azazê , lê êrîş li tevayiya Azazê pêk hat li ser bargehên “Cebhet El Şamiyê ” ji ber wilo hemû dever hat kontirol kirin piştî şerekî dijwar di nan wande .
Nakokiya sereke di navbera wande rûda li ser benda “El diwar” ya ku tê naskirin binavê bena” El-Zeheb” ji ber ku bi hezarê dolaran heftane tê destê hêza li ser vê kontirolê , lê cihê vê bendê dikeve cihekî hesas de ji ber ku dikeve li ser riya ku Azazê û Efrînê ya ku dibin destê hêzên kurdî ya ku Emerîka û balefirin koalisyonê pişgiriya wan dike bihev girêdide.
Nayê veşartin dijîtiya van gurûpên çekdar li hember ykîniyên kurdî , gelek pevçûn rûdan di nav bera yekîniyên kurdî û ” Mertala Feratê” li ser xeta Til refet, lê ya herî girîng ew hevrêkiya di navbera herdu yan debar kontirolkirina bajarê Babê ya setratejîk di çarçoveya ne zelalbûna helwesta Rûs û Emerîka debarê vî bajarî û çarenûsa wê .
Li gorî agahiyên ku “Sefîr” bi dest xistine ji jêderin têkilîdar bi rêvebirên bendên kontirolê li bajarê Azazê , ku peymanek yan jî lihevkirinek di bin sîwana odeya çalakiyan “El Mûm” pêk hat naveroka wê ku rêvebirin li ser benda “El-Zeheb” yên girêdayî bi “Cebhe El Şamiyê”rê bidin kerwanên çek û cebil xaniyan û hemû alîkariyên locistîk yên bi curbecur ber bi bajarê Efrînê ya ku li wir hêzin bi navê QSD’ê ku Emerîka piştgiriya wan dike hene bi bihaneya ku ev hêz dijî DAIŞ’ê Şer dike , ev xebat di sale û nîvekê de dihat meşandin ji ber ku alîkariyên locistîk bi rêkûpêk dighiştin QSD’ê û piraniya gurûpan agahdarbûn . lê pêngava mertala feratê bi serkêşiya Tirkiyê û pêşveçûna wê ber bi qonaxin pêşketî ,dema nêzî bajarê Babê bûn û rûbirûbûna wê bi armancê QSD’ê re ya ku dixwest bajêr kontirol bike , hişt ku ev muadele li bakurê Helebê bi taybet li ser benda “El Zeheb” li Azazê berovajî bibe .
Tirk bûn xwedanê hêza sereke li bakurê Helebê ya ku gurûpin çekdar mîna (ehrar el şam di bin pêşngtiya wê dene , heta hin gurûpin din yên ku bi ser Emerîka ve bûn mîna “El- Muhtesim-El-Hemze –Lîwaya 51) ta niha nayê xuyakirin ku girêdana wan bi Emerîka re ye yan jî bi Tirkiyê re ne? Helwesta wê ji êrîşa hevkarê wê Mertala Feratê” û “Ehrar El-Şam” li ser hevkarê wê ya din “ El-Cebhe El-Şamiya” çi ye? Ji ber ev girûp di dirêjahiya roja duh de bê deng man.
Lê metirsiyên Enqere ji gelek tiştan heye ji wan nezelabûna helwesta Emerîkî ji pêşketina wê ber bi Babê ve, û ji beşdarbûna wê li şerê Reqayê, û hîn serpêhatiya Minbicê li ber çavan e. Her weha ew ditirse ku QSD’ê ji pêşketina “Mertala Feratê” ber bi Babê ve sûd bigire û wê dorpêç bike bo ku rê li ber asteng bike, nemaze piştî ku “Mertala Feratê” û “QSD’ê” bi dirêjahiyeke mezin li bakurê rojava û bakurê rojhilatê babê de nêzîkî hev bûn.
Lewre jî ne lojîk e ku Tirkiyê di pêkanîna peymana der barê rêkirina lojîstîk ji dijminê wê “QSD’ê re li Efrînê di riya “Benda EL-Zeheb” , berdewam be; lê ew ê hema li rastî hev bên di demeke çarenûsaz de û di bajareke stratejîk ya “paytexta DAIŞ’ê” di “ Wilayeta Helebê” de û ya ku kerîdoreke mumkin e ji Tirkiyê re ber bi Reqayê ve.
Hêjayî gotinê ye ku rola Tirkiyê di gurkirina şer li Ezazê pir zelal bû û delîl jê re navê. Ji ber Rojnameya “Yenî Şefeq” ya nêzîkî AKP’ê , di gotareke ku ji hêla rojnamevanekî nêzî “ Liwaa Sultan Murad” hatibû nivîsandin, agahiyine belav kir der barê gendeliya heman kesên ku “Nesret El-Mezlûm” wan neçîr dike mîna “Ebû Elî Sico” û hevalên wî, û daxwaz kir ku wan tesfiye bikin, gelek kes ew weke fermaneke Tirkî ya rasterast dîtin bo ku wan kesan tune bikin û girûpa wan ji herêmê rakin.
Ev vegerîna Tirkiyê ji vê lihevkirinê, ya ku li “El-Mûm” hate amadekirin bo belavkirina herêmên serwerî, riyên lojîstîk û diyarkirina dengeyên hêzan, weke mesajeke zext ji Tirkiyê bo Emerîka bû bo ku peymanên xwe yên bi Tirkiyê re der barê bajarê Bab, Minbic yan Reqayê, bi pê neke; û binpêkirina peymanê dê enacama wê derxistina Emerîka bi temamî ji gudewarên Bakurê Helebê be, nemaze ku hemû tayên lîstokê di destê Tirkiyê de ne. Divê bê gotin ku pêşengê “Ehrar El-Şam” Ebo yehiya El-Hemwî beriya du rojan di hevpeyvîneke çaepemenî de bi Rojnameya “Time Turk” re Emerîka tawanbar kir ku ew hewl dide “Mertala Feratê ” asteng bike, û wî nîşan da ku girûpên çekdar naxwazin ku Emerîka li bakurê Helebê bimîne, û wê tawanbar kir ku ew dixwaze tevliheviyekê li herêmê çêke.
Ev heşt ku gelek çalakvan qala têkilyên ku hin efsereyên emerîkî pêk tînin bo sekinandina şer û rêlibergirtina berferhbûna şer ber bi herêmine din ve, nemaze piştî hin agahî yên diyar kir ku pevçûn di navbera her du aliyan de gihaşte “Kelcibrîn” û “Kefrkelbîn” yên nêzîkî bajarê Marii.
Tevî vê jî, tişta ku bal kişand, hin pêşengên “Ehrar El-Şam” bi lez di hesabên xwe yên kesane li ser Twiter êrîşa li ser “El-Cebha El-şamiya” şermezar kir û daxwaza çareseriyekê di riya Dadgehên Şerîayî de kirin, di serî de Mihemed Telal Bazirbaşî, Ebû Ûbeyde Cezrawî û Ebû Ebas El-Şamî. Gelo ev tawanbarî ji bo kamuflaj( temwîh) û sivikirina bandora şokê, yan jî ew delîl e ku şaxê “El-Ehrar” li Ezazê bêyî zanîna rêveberiya giştî û tenê di bin bandora zextên tirkî ne tevger dike ? Tişta ku vê pirsê xurt dike ku berê hin girûpên “El-Ehrar” li Ezazê beriya du mehan ala “şoreşê” şewitandin û bin pê kirin, ew kiryar ji hêla gelek girûpan ve hate şermezarkirin û ji rêveberiya “Ehrar El-Şam” xwestin ku wê kiryarê zelal bike.
Hêjayî gotinê ye ku “Ehrar El-Şam” serweriya hemû dergehên tixûbî bi Tirkiyê re li bakurê Sûriya dike, piştî ku destê xwe da ser Dergeha “Xerbet El-Coz” ya ku “ ketîbeyên Ensar El-Şam” rêvberiya wê dikir; ji bilî Dergeha “Bab El-Selama” ya ku dibe di pêşeroja nêzîk de têkeve nav rêze dergehên ku tevger serweriya wê dike û jê re bûye jêderke giran ji pereyan.

Ebdullah Silêman Elî

Ev gotar ji Rojnameya El-Sefîr hatiye wergerandin
15-11-2016

http://assafir.com/Article/1/517528

—————————————————————————-

Wergerandin: Beşa Kurdî / M. Mihemed Salih Osman
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk