Nûçe

Kuştina balyozê Rûsî di hundirê Enqereyê de tişta herî dawî ku Erdogan dixwaze pêk bîne……Metirsî ku yê ku ev operasyon pêk anî endamekî ji Ewlehiya Tirkî ye …..Gelo wî dixwest çi nameyê bighîne? Çawa mirov dikare naveroka wê nameyê şîrove bike?

Kuştina balyozê Rûsî Endrêh Karlof  li Enqere bi heşt fişengan ji hêla endamekî ji Ewlehiya Tirkî yê ku bi dengekî bilind bi her guleyeke ku diavêt bang dikr “Heleb”, “tolhildan”  û “Ellahû Ekber, Ellahû Ekber”, ev kuştin ya ku bi vî rengî pêk hat, aloziya Tirkiya û ya herêmê bi giştî û rûbirûbûnên ku dê li rastî wê bên di meh û salên bê de, kurt dike.

Ev guleyên ku balyoza Rûsî kuşt weke nameyke şermezarî ji beşekê ji civaka tirkî ye ku em tam hejmara wan nas nakin, li dijî nêzkîbûna Rûsî-Tirkî ya geşbûyî ya ku heşt helewsta Tirkiya beramberî aloziya Sûrî ji kokê de bê guhertin, wek nebeşdarbûna Tirkiya ya leşkerî bo piştgiriya muxalefeta çekdar li rojhilatê Helebê, û beşdarbûna mezin ji Erdogan, hikûmeta wî û dezgehên ewlehî di şerê li dijî komên îslamî yên radîkal li Sûriya û Îraqê.

********

Balyoza Rûsî Karlof ne balyozekî normal bû, û roleke mezin di nêzîkbûna Rûsî-Tirkî de di çend mehên borî de, lîst. Ew tê wesifkirin ku endeziyarê lihevkirina ku heşt hêzên çekdar ji Helebê bên derxistin, her weha ew koordînatorê têkiliyên di navbera hikûmeta Rûsî û Tirkî de bû, û pisporekî dîplomatîk bû ji 30 salî zêdetir, lewre jî ziyana tirkî bi kuştina wî û nemaze di vê demê de, dê pir mezin be.

Ku endamekî bîst û du salî ji Ewlehiya Tirkî vê operasyna kuştinî pêk bîne û meylên xwe yên cihadî û tundîtiya xwe ya îsalmî bide xuyakirin, ev tekez dike ku destê komên radîkal di her du dezgehên leşkerî û ewlehî di Tirkiya de heye, û dibe ku “Şaneyên Razayî” jî di hundirên wan de hene û amade ne ku operasyonên kuştin û teqînan di demên pêş de pêk bînin; ev tişt dê metirsiyeke mezin ji hikûmeta Tirkî re peyda bike di dema ku ew rû bi rûyî gelek teqînên terorî ji gelek aliyan ve tê, hin ji wan îslamê radîkal in, û hin din jî kurdên derve û hundirîn in.

Tekez e ku ev guleyên ku balyozê rûsî kuştin dê bandoreke neyînî ya kêm li ser peywendiyên Rûsî-Tirkî bike, û ne dûr e ku dê asta nêzîkîbûna di navbera her du dewlatan  zêdetir bibe, nemaze der barê aloziya sûrî de.

Diyar e ku dê hin radîkalên Sûrî operasyonên teqîn û kuştinê di hundirê Tirkiya de pêk bînin wek bersivdayînekê li ser nepêbendiya Erdogan bi sozên xwe ve, û piştgiriya wî ji komên çekdar di rojhilata Helebê de, lê ku endamekî Ewlehiya Tirkî yê 22 salî bi vê oerasyona kuştinê rabe, ev diyardeyeke pir xembar e ji hikûmeta Tirkiya re, nemaze ku wezîrê karê derve Cawîş Oxlo qaşo dê roja duşemê biçûya Mosko bo ku tevlî civîneke sêber bibûya, bi wekhevên xwe yê Rûsî  û Îranî re bo ku planan deyînin ji bo têkbirina komên “cîhadî” li Sûriya û hevrêzkirina danûstandinan di bin sîwana her sê dewletan, di navbera hikûmeta Sûrî û muxalefeta nerm de da ku bighêjin çareseriyeke siyasî ber bi hikûmeteke yekîtî niştîmanî, û çaeseriyeke siyasî herdemî dûrî bandora Emerîka, Ewropa û dewletên ereb.

********

Metirsiya vê operasyona kuştinê ya ku di navenda paytexta Tirkî Enqereyê de pêk hat û balyoza dewleteke mezin armanc kir, ku derbeyeke mezin ji wêneya Tirkiya û hêza wê ya ewlehî re bû, ev bûyer dê bandoreke neyînî li ser aboreya dewletê bike, ya ku rêjaya hilberîna wê neteweyî di asta herî nizm de ye ji 20 salan û vir de, , û asta bêkariyê tê de bilin bûye, û nirxa pererya neteweyî daketiye nîv nirx yan jî zêdetir.

Em bawer nakin ku kuştina balyoza Rûsî dê bihêle ku Erdogan ji nêzîkbûna xwe bi Rûsiya re vegere, lê bervajyî vê yekê, dê bêhtir nêzîkî Rûsiya bibe, û dibe ku dê têkilî û hevrêzî bi hikûmeta Sûriya re bike bo ku li hemberî terorê ya ku dê hêdî hêdî bibe dijmineke hevbeş, derkeve.

Beriya sê salan serokê Sûrî Beşar Esad di hevbeyvînekê bi rojnameyeke rojavayî re got ku “kî dûpişkekêe têxe berîka xwe de divê payîn bike ku ew ê rojekê bi wî vede”. Xuya ye ku berîka Erdogan van rojan dagirtî dûpişk, mar û pîrhebok in yan jî çavdêrên rewşa herêmê vê yekê dibînin, lewre jî pêvedana wî pir bûne û ji gelek aliyan ve.

Ev gotar hatiye wergerandin ji Ra’î El-Yewûm   19/12/2016

Ebdulbarî Etwan

http://www.raialyoum.com/?p=585746

Wergerandin: Beşa Kurdî

Navenda Rojava ya Lêkolînên stratejîk