NUÇEYÊN ROJANE Berfanbar 21 -2016

SERNUÇE

AJANS

Deh rojên dawî de Xezeba Firatê 97 gund rizgar kirinedeh

Şêniyên herêmên Reqqa yên rizgarkirî tevlî Xezeba Firatê dibin

teqîn li pêş avahiya PDKÎ li Koyê rû dan

Tirkîyê Çaverê Dike ku Valakirina Rojhilata Helebê di Nav Du Rojan de Temam Be

ROJNAME 

Bîlançoya 10 rojan a Xezaba Firatê: 97 gund rizgar bûn

Salar Mehmûd: Qetilkirina pêşmergeyên PDK-Î şermezar dikim

________________________________________

AJANS

Deh rojên dawî de Xezeba Firatê 97 gund rizgar kirine

Sputnik

Fermandariya Odeya Çalakiyan ya Xezeba Firatê bîlançoya 10 rojên dawî yên operasyonên xwe ragihand
Di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Odeya Çalakiyan Cîhan Şêx Ehmed ve hat dayîn de hat gotin: ‘Di deh rojên dawî de bi taybetî di operasyonên bo rizgarkirina rojavaya Reqayê de, li gundên Qediriyê û Kerdoşan de me 97 gund, gelek mezra û girên stratejik jî di nav de, qadek nêzî hezar û 300 km-çargoşe bidest xistiy e.’ 96 TERORÎSTÊN DAIŞÎ HATİNE KUŞTİN Di van operasyonan de 96 terorîstên DAIŞî kuştine 7 daîşî jî bi saxî desteser kirine. Li gorî agahiyên Cîhan Şêx Ehmed dane yek ji van terorîstan tevli malbata xwe teslîmî wan bûye. GELEK TEQEMENÎ BİDEST XİSTİN E Li gorî agahiyên Cîhan Şêx Ehmed dan e din ava deh rojan de 52 keleşkof û 87 jarjorên keleşkofan, çend doçka, Motorsikletek, picabek,dûrbîn,bêtêl, 38 bombeyên destan, 6 çekênroket, gelek fîşek û topên cida cida bidest xistin e. Berdevkê Xezeba Firatê da zanîn li derdorên ku ji deste DAIŞê rizgar kirine xebatên wan yên paqijkirina mayînan berdewam dikin wan heya niha 550 mayîn ji vê derdorê derxistin e. 9 ŞERVANÊN XEZEBA FİRATÊ JİYANA XWE Jİ DEST DAN E Di nav van deh rojên dawî de 9 şervanên Xezeba Firatê jî jiyana xwe ji
dest dan e. 12 şervan jî birîndar bûne

________________________________________

Şêniyên herêmên Reqqa yên rizgarkirî tevlî Xezeba Firatê dibin

Anha
Endamê Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ebdulqadir Hevîdilî diyar kir di qonaxa duyemîn a hemlê de tevlîbûna ciwanên Reqqayê zêde ye Hevîdilî her wiha da zanîn ku Koalîsyona Navdewletî baş alîkariya bi çekan nake.
Endamê Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ebdulqadir Hevîdilî têkildarî qonaxa duyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ji ANHAʹyê re axivî û bal kişand ser girîngiya vê qonaxê.
Hevîdilî da zanîn ku şervanên wan di encama qonaxa duyemîn a hemleyê de derdora hezar û 300 kîlometir çarkoşe ji çeteyan rizgar kirine û wiha dom kir: ʺDi qonaxa Hemleya me ya Xezeba Firatê de şêniyên herêmê ji êl, mezheb û hemû beşên civakê bi awayekî zêde piştgiriya me dikin. Di nava deh rojan de hejmarek zêde ji şêniyên herêmê tevlî hemleyê bûne. Heta vê kêliyê rewş gelekî baş dimeşe, di aliyê tevlîbûn û piştgiriya şêniyên herêmê jî piştgirî gelekî zêde ye. Tevlîbûna ciwanan ji herêmên ku nû têne rizgarkirin, nêrîn û hêviyên me derbas kiriye. Em jî spasiya êl û şêniyên herêmê ku bi dilekî gerim pêşwaziya QSDʹê û Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê dikin.ʺ
Hevîdilî da zanîn ku çekên ku Hevpeymana Navdewletî didin wan kême û wiha dom kir: ʺJi demeke dirêj ve û em bi Hevpeymana Navdewletî re kar dikin. Di vê qonaxê de Hevpeymana Navdewletî li ser erdê jî bi hejmarin kêm be jî lê beşdar bûne. Lê di aliyê piştgiriya çekan de Hevpeymana Navdewletî de baş çekan pêşkêş nake, ji ber hejmara şervanan zêde dibe û roj li pey rojê zêdetir dibe.ʺ
ʹŞêniyên Reqqa dê bajarê xwe rizgar bikinʹ
Endamê Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ebdulqadir Hevîdilî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji her kesî bêtir ji mafê xelkên Reqqayê ye ku herêmên xwe rizgar bikin û piraniya şevanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji xelkên Reqqayê ne û mafê wan e ku herêmên xwe rizgar bikin.ʺ

________________________________________

2 teqîn li pêş avahiya PDKÎ li Koyê rû dan

K24

Peyamnêrê K24ê li Koyê ragihand teqînek li ber avahiya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Îran (PDKÎ) rû da, di encamê de 3 kes şehîd bûn û hejmarek birîndar hene.
Peyamnêrê K24ê diyar kir, birîndar bo nexweşxaneya harwarçûnê ya Koyê hatin veguhastin.
Ew teqîn di demekê de bû, ku rêwresma Şeva Yelda li avahiya Navendî ya PDKÎ ya bi nave (Kelat) naskirî ye birêve diçû.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, teqîn 2 bombe bûne, yek di tenekeya çopê ya li pêş avahiyê de hatiye teqandin, yan duyem jî piştî ku Pêşmerge hatine cihê bûyerê teqiya ye.
Di encama herdu teqînan de 3 kes şehîd bûn û hejmarek birîndar hene.

________________________________________

Tirkîyê Çaverê Dike ku Valakirina Rojhilata Helebê di Nav Du Rojan de Temam Be

Denge amerka

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dibêje ku divê derxistina mirovan ji rojhilata Sûrîyê di nav çend rojên pêş de temam be.
Çavuşoglu da zanîn ku heta niha pirtir ji 37,000 kes ji Helebê hatin veguhastin û earmanca wan ev e ku di demeke zûtir de hemî kesan ji bajêr derxînin.
Hevdem, Hîzbullah îro gefa êrîşkirina deverên bin kontrola serhildayan li Helebê kir û got ku artêşa Sûrî hişyarîya dawî gel ku ji deverên rojhilata bajêr derkevin.
Hêjayî balkişandinê ye ku prosesa valakirina Helebê gelek tevlihev e jiber bilî hikûmeta Esad, komên serhilda yên dijî rejîmê, Îranî, Rûs û Hîzbullah jî xwedîyê gotin in.
Hikûmeta Sûrî beramber valakirina rojhilata helebê daxwaz kiribû ku kesên birîndar û nexweş ji gundên Foua û Kefraya li Idlib bêne derxistin.
Bizavkarên Sûrî texmîn dikin heta 3,000 kes hîn li rojhilata Helebê, ku serhildayên dijî Beşar Esad di 2012’an de xistibû bin kontrola xwe, mane.
Artêşa Sûrî bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî giheştiye vê qonaxê ku Helebê bi tevahî kontrol bike

________________________________________

ROJNAME

Bîlançoya 10 rojan a Xezaba Firatê: 97 gund rizgar bûn

Rojnews

ermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a pêngavê eşkere kir. Li gorî vê yekê 97 gund hatine rizgarkirin û 96 çete hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê eşkere kir.
Daxuyanî ji aliyê berdevka Odeya Çalakiyê Cîhan Şêx Ehmed ve bi beşdariya gelek saziyên çapemeniyê li gundê Xirbit Cihêş hat xwendin.
97 gund hatin rizgarkirin, 96 çete hatin kuştin
Cîhan Şêx Ehmed da xuyakirin, ku qonaxa duyemîn a pêngavê ji gundên Qadiriyê û Kerdoşanê dest pê kir û got, “Di nava 10 rojan de şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê qadek 1.300 km2 (97 gund, bi dehan mezra û gelek girên stratejîk) rizgar kirin.”
Berdevka Odeya Çalakiyê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, di vî şerî de 96 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, 7 çete bi saxî hatine girtin, ku yek ji van çeteyan tevî malbata xwe, xwe radestî şervanan kiriye.
Şervan gihîştin çemê Firatê
Cîhan Şêx Ehmed da zanîn, şervanên wan gihîştine Çemê Firatê û dest danîne ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan.
Li gorî daxuyaniyê, çek û cebilxaneyên ji aliyê şervanan ve hatine desteserkirin bi vî rengî ye:
“52 Kalaşnîkov û 87 şarjorên wê, motorsîkletek, dûrbînek rojê, 6 bêtêlên dijîtal, 20 rext, 38 bombeyên destan, 6 RBG, 7 çenteyên RBG, 4 katûşa, 40 hawan, hawanek 120 mm, hawanek 160 mm, hezar û 500 guleyên BKC, çekek RBC, çekeke RBG, 1 Pick-up, qemyonek bombebarkirî, 7 rextên xwekujiyê, doçkayek 12,5 û 80 fîşekên wê, doçkayek 23,5, 550 mayîn hatin rakirin.”
Berdevka Odeya Çalakiyê ya Pêngavê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, şervan hê jî herêmê ji mayînan paqij dikin.
9 şervan şehîd bûn, 12 birîndar bûn
Cîhan Şêx Ehmed di dewama daxuyaniya xwe de got, “Di şerê 10 rojan de 6 şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê şehîd bûn, 12 şervan jî birîndar bûn.”
Her wiha da zanîn ku piraniya şêniyên gundên hatine rizgarkirin vegeriyane cih û warên xwe û got, “Em spasiya gelên xwe dikin ku em bi dilekî germ pêşwazî kirin û ji wan dixwazin ku xwe ji cihên DAIŞ lê ye, vegirin. Pêngava Xezeba Firatê didome.”

________________________________________

Salar Mehmûd: Qetilkirina pêşmergeyên PDK-Î şermezar dikim

Roj news

Parlamenterê YNK’ê li Parlametoya Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd qetilkirina pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) şermezar kir û got ku parastina canê pêşmergeyên parçeyên din yên Kurdistanê, erkê hikûmeta Herêma Kurdistanêye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Parlamenterê Koma Yekêtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlametoya Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd têkildarî êrîşa şevê din li ber avahiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê rûdayi, daxuyaniyek da.
Salar Mehmûd ragihand ku di şeva ji dayikbûna rêberê Kurd yê hatî qetilkirin Dr. Ebdûrehman Qasimlo de, gelek pêşmergeyên PDK-î şehîd û birîndar bûn.
Salar Mehmûd wiha domand: “Qetilkirina pêşmergeyên PDK-Î şermezar dikim. Pêşmergeyên parçeyên din yên Kurdistanê, di şerê li dijî terorîstan li Herêma Kurdistanê, bi taybet li hember DAIŞ’ê xwedî rolek mezin bûn. Ji ber wê parastina canê wan li hember her gefekê, erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”
Salar Mehmûd di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Şehîdên Kurd û Kurdistanê nemirin, serkeftin ya xebata gelê Kurd e.”
Hêjayî gotinêye, şeva buhrî di bîranîna ji dayikbûna Dr. Ebdûrehman Qasimlo û di şeva herî dirêj de, teqînek li ber navenda PDK-Î li navçeya Koyê ser bi bajarê Hewlêr ve rûda.
Têkildarî teqîna duh şev ya li Koyê, Berdevkê Asayişa Koyê Eqîd Adil ragihand dibû ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes ji birîndar bûne. Eqîd Adil got ku yek ji karmendê Asayişê ye û karmendek din yê wan heya niha ne diyare.
Di heman şeva teqînê de Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê PDK-Î daxuyaniyek li ser teqînê belav kir û wiha got: “Şeva 19 ser bi 20’ê Kanûnê ve, saet derdorê 22:00’an di merasîma bîranîna ji dayikbûna Dr. Qasimlo de, du teqîn li pey hev, li ber deriyê pirsgeha partiya me rûda.”
Her wiha Polîbburoyê di daxuyaniyê de got ku mixabin 6 kesan jiyana xwe jidest dane û 4 kes ji birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê navê kesên jiyana xwe ji dest dane wihane:
-Endamê PDK-Î Elî Qoytasî
-Pêşmergeyê PDK-Î Wehab Mîr Xizrî
-Pêşmergeyê PDK-Î Salar Baqrî
-Pêşmergeyê PDK-Î Erselan Ebas Niya
-Endamê Yêtiya ciwanên Demokrat Nasir Kerîmî
-Endamê noqteya asayişê Ednan Ebdulah
Her wiha Polîtbûroya PDK-Î di daxuyaniyê de teqîn şermezar kir û sersaxî û xemîginiya xwe ji bo malbatên Şehîdan anî ziman.
Polîtburoya PDK-Î da diyar kirin ku lêkolîn li ser bûyerê berdewame û wiha got: “Asayîş û saziyên peywendîdar li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine. Zanyariyên zêdetir wê di daxuyaniyên pêş de bi raya giştî re were parvekirin.”

________________________________________
NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
21-12-2016
NRLS