SERNUÇE

AJANS

Ciwanên Bakurê Sûriyê Meclîsa xwe ya Damezrîner ava kirin

131 malbatên Iraqê li kampa Holê bi cih bûn

‘Em ê ji bo azadiya Ocalan beşdarî hemû çalakiyên bibin‘

Li Bedlîsê şer: 2 leşker hatin kuştin 2 jî birîndar

Hêzên Îraqî li Rojhilata Mûsilê Pêşdeçûna Xwe Didomînin

Tirkîyê Dibêje Amerîka bo Civîna Astana Vexwendî Ye, Lê Hîn Rûsya Bêdeng E

Trump ji bo şêwirmenda Aborî Mesriyek hilbijart

ROJNAME

Şervanan 45 gund û 20 gundik rizgarkirin

Ciwanên Başûr: Li dijî her cure êrîşan em ê li gel gerîlayan cih bigirin
________________________________________

AJANS

Ciwanên Bakurê Sûriyê Meclîsa xwe ya Damezrîner ava kirin

ANHA

QAMIŞLO – tevger û rêxistinên ciwanan ên Bakurê Sûriyê, avakirina Meclîsa Demezrîner a avakirina Konseya Ciwanên Bakurê Sûriyê ragihandin
Rêxistin û tevgerên ciwanan ên Bakurê Sûriyê îro bi civîneke çapemeniyê ku li navenda Yekîtiya Sporê ya bajarê Qamişlo li dar xistin, avakirina Meclîsa Damezrîner a Konseya Ciwanên Bakurê Sûriyê yên ku cihê xwe di Sîstema Federalî ya Bakurê Sûriyê de digirin, ragihandin.
Daxuyaniyî ji aliyê Endamê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ciwanên Rojava Akif Şerîf ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Gel bi pêşengiya ciwanan di pêvajoya buhara gelan de li dijî sîstemên desthilatdar ên şofînîst daketin qadan û azadî xwestin. Sûriyê bû navenda guhartinan. Li tevahiya Sûriyê ciwan di hemû qadan de amade bûn û xwestin ku guhartineke bingehîn di rejîma Sûriyê de çêbikin û Sûriyeke demokratîk ku hemû pêkhateyan digire nav xwe ava bikin.
Lê hin aliyên ku navê muxalif li xwe kirin û tu projeyên xwe yên demokratîk tune bûn, enerjiya ciwanan li gorî berjewendiyên hêzên derve bi kar anîn. Di encama vê yekê de Sûriyê bû qadeke şerê desthildarî û mezhebî. Vê yekê bi xwe re çeteyên DAIŞ′ê, El-Nusra û hwd derxistin holê.
Em wek ciwanên Bakurê Sûriyê ji destpêka şoreşê ve, projeya demokratîk pir alî ji xwe re esas digirin. Li ser vî esasî me li Bakurê Sûriyê û Rojava dest bi şoreşa 19′ê tîmehê kir. Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hêvî û daxwazên gelê Sûriyê pêk anî.
Di heman demê de raghandina Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê gaveke dîrokî û çareseriya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyê ye.
Ji bo rawestandina xwîna ku li Sûriyê diherike û derxistina Sûriyê ji rewşa wêrankirin û krîzê, em wekî tevger û rêxistinên ciwanan ên Bakurê Sûriyê, ″Buroya Ciwanan a MSD′ê, Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojava, Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava, Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk, Ciwanên PYD′ê, ciwanên Pariya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyê, Yekîtiya Ciwanên Lîbaral ên Kurdistanê, Ciwanên Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Ciwanên Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî, Buroya Ciwanan a Desteya Niştimanî ya Erebî, Ciwanên Partiya Modernît Demokratîk a Sûriyê, Ciwanên Partiya Kedkarên Kurdistanê, Ciwanên Partiya Yekîtiya Niştmanî ya Azad, Ciwanên Mala Ezidî, Ciwanên Partiya El-Wefqa Demokratîk Kurdî ya Sûriyê, Ciwanên El-Partî Demokratîk Kurdistanê ya Sûriyê, Ciwanên Partiya Kesk a Kurdistanê, Yekîtiya Ciwanên Kurd, Ciwanên Tevgera Nûbûn a Kurdistanê ya Sûriyê û Ciwanên Partiya Aşûrî″, îro Meclîsa Damezrîner ji bo avakirina Konseya Ciwanan a yekîtiya ciwanan di nava Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de digirin radighînin. Ev Meclîs wê dest bi nivîsandina rêziknameya Rêxistina Ciwanan a Bakurê Sûriyê bike û zemîna lidarxistina Kongreya Ciwanan li ser asta Bakurê Sûriyê ava bike, da ku ciwan di Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê de bi rola xwe rabin. Ev Meclîs her kesên serbixwe û kombûnên din ên ciwanan ku baweriya xwe bi netewa demokratîk heye qebûl dike.
Em bang li hemû tevger û rêxistinan, kesayet serbixwe û li tevahî ciwanên Sûriyê dikin ku beşdarî kongreyê bibin.″
Di dawiya civîna çapemeniyê de rojnamevanekî pirsa ″Tu aliyên diyar ên ciwanên Sûriyê wê beşdarî kongreya ciwanên Sûriyê bibin hene? kir. Seroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê Hemrîn Elî wiha bersiv da: ″Deriyê me ji her kesî re vekiriye, ciwanên derve jî dikarin beşdarî bibin.″

________________________________________

131 malbatên Iraqê li kampa Holê bi cih bûn

ANHA

HESEKÊ – 131 malbatên din ên Mûsilê û 57 malbatên ji Sûriyê derbasî kampa Holê bûn û pêdiviya wan bi gelek madeyên jiyanî heye.
Şêniyên bajarê Mûsilê û gundewarên wê ji ber rewşa şer berê xwe didin herêmên Rojavayê Kurdistanê. Dun 131 malbat derbasî Rojava bûn û li kampa Holê ya bajarê Hesekê bi cih bûn.
Her wiha 57 malbatên ji herêmên cûda yên Sûriyê ku şer lê diqewime jî li kampê hatin bicihkirin.
Endamên Rêveberiya Kampê diyar kirin ku hejmara penaberên Iraqê her ku diçe zêde dibe. Her wiha dane zanîn ku rêxistinên mirovî û yên alîkariyê bi wan re nabin alîkar û gotin ku tevî derfetên kêm ew penaber û koçberan pêşwazî dikin û hewl didin pêdiviyên wan bi cih bînin.

________________________________________

‘Em ê ji bo azadiya Ocalan beşdarî hemû çalakiyên bibin‘

ANHA

HELEB – Endamê Meclîsa Hevbeş a Kombûna Catholic a Xiristiyan Jozef Qebelan got ku Ocalan rêberê mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: ″Em ê ji bo azadiya Ocalan beşdarî hemû çalakiyên bibin.″
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di 10‘ê çile ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya gireva birçîbûnê kir organîze kir. Di çalakiya ku du rojan bênavber dom kir de, 32 kes ji pêkhateyê taxê, Endamln Saziyên Civaka Sivîl û Endamê Meclîsa Hevbeş a Kombûna Catholic a Xiristiyan Jozef Qebelan , beşdar bibûm.
Di çalakiya girevê de, teduristiya Qebelan ê 65 salî xirab bû. Çalakvanan Qebalan rakirin navenda Heyva Sor a Kurd a Şehîd Xalid. Bijîşkên navendê diyar kirin ku Qebelan ji ber kêmbûna av û xwînê ji ser hişê xwe çûye û gotin ku rewşa wî baş bûye.
Piştî ku rewşa Jozef Qebelan baş bû, nûçegihanên me li dêrê serdana wî kirin. Qebelan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî û biratiya gelan di civakê de belav dike û wiha pê de çû: ″Ocalan hezkirina xwe di dilê herkesî de çêkir. Em ê beşdarî hemû çalakiyên şermezarkirina tecrîdê bibin.″
Qebelan di berdewana axaftina xwe de helwesta dadgeha navnetewî li hember rewşa Ocalan de rexne kir û got: ″Em wekî pêkhateya Xiristiyan ji helwest û bêndengiya civaka navdewletî matmayî dimînin. Ocalan sembola aştiyê ye. Çima cîhan derbarê rewşa wî de tu gavan navêje.″
Jozef Qebelan di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji hemû pêkhateyan kir ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan bibin.

________________________________________

Li Bedlîsê şer: 2 leşker hatin kuştin 2 jî birîndar

Sputniknews

Hate ragihandin ku li bajarê Bedlîsê di navbera leşkerên tirk û şervanên PKKê de şer derketiye û di encamê de jî 2 leşker hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Leşkerên tirk di 12ê Rêbendanê de li Bedlîsê operasyon dan destpêkirin. Hate diyarkirin k udi çerçoveya operasyonê de di navbera şervanên PKKê û leşkerên tirk de şer derketiye û di encamê de jî çawîşên pispor Samet Kaya û Veysel Şirin hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê û rewşa birîndaran jî baş e.

Hate eşkere kirin ku operasyona li herêmê ku leşkerên tirk dan destpêkirin dewam dike.

________________________________________

Hêzên Îraqî li Rojhilata Mûsilê Pêşdeçûna Xwe Didomînin

Dengeamerika

Hêzên taybet yên Îraqî îro Înê avêtin ser avahîyeke Zanîngeha Mûsilê li bakurê rojhilata bajêr û çekdarên DAIŞ’ê neçar kirin ku paşve bikşînin.
Artêşa Îraqê ragihand ku hêzên wê giheştine pireke din ya ser Çemê Dîclê û armanca wan ew ku tevahîya rojhilata çem bixin bin kotrola xwe ku Mûsilê ji başûr û bakur dabeş dike.
Reuters radigihîne ku mîlîtanên DAIŞ’ê berxwedaneke xurt dane ku zanîngehê ku di sala 2014’an de ketibû destê wan, biparêzin û pevçûnên tund li hindurê kampusa zanîgehê derketin.
Di operasyona sê mehan de, hêzên Îraqî bi piştgirîya firokên koalîsyonê pirtirîya rojhilata Mûsilê kontrol kirine û çend hefte ne ku bi amadekarî û çekên baştir operasyonên xwe didomînin.

________________________________________

Tirkîyê Dibêje Amerîka bo Civîna Astana Vexwendî Ye, Lê Hîn Rûsya Bêdeng E

Dengeamerika

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku dê Amerîka jî jibo civînên li ser pêşeroja Sûriyê were vexwendin, lê karbidestên Rûsî red kir ku ser wê yekê daxuyanî bidin.
Rûsya û Tirkîye, tevî ku di şerê li Sûriyê de piştgirî didan alîyên rikberê hevdu jî, çaverê ye ku bi hevkarîya her du dewletan, di 23ê vê mehê de li Astana ya paytaxta Qazaqistanê hevdîtinên aştîyê werin li dar xistin
Berê Amerîkayê hewil dabû ku alîyên şer li maseya dîyalogê bicivîne, lê niha li dervayê însîyatîfa havbeş ya Rûsya û Tirkîye maye.
Çavuşoglu ku dewleta wî jî wek Amerîka piştgirî dida serhildayên Sûrîyê, dîyar kir ku Amerîka jî dê jibo civînên li Astana were vexwendin, lê Kremlîn, alîgirê sereke yê serokê Sûrîyê Beşar Esed red kir ku şîrove li ser gotinên Çavuşoglu bike.
Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov got ku ew li ser mijara vexwendina Amerîka niha nikare tiştekî bibêje.
Lê, Peskov dîyar kir ku Rûsya beşdarbûna herî berfireh ya hemî alîyên, ku piştevanên çareserîyeke sîyasî ji kêşeya Sûrî re dixwazin, hêvî dike.

________________________________________

Trump ji bo şêwirmenda Aborî Mesriyek hilbijart

Pukmedia

Doneld Trump serokê Emerîkayê A hilbijartinê,ji bo hewldanên aborî yên di rêveberiya nû de,Dine Hebîb ya Mesrî şêwirmendek ji xwe `re hilbijart.
Dîne bû koberê Emerîkayê piştî şerê salê 1973`,û bû cîgirê wekîl ya wezareta derva`ya ên karûberê diblomesî ya gîştî.
Hêjayê gotiniye ku Dîne Hebîb,bi hevrêziya li gel Benka Cihanê serkeftî bû,di avakirina pirojeyên jinan li seranserê cîhanê.

________________________________________

ROJNAME

Şervanan 45 gund û 20 gundik rizgarkirin

Rojnews

Di Pêngava Xezeba Firatê de 45 gund û 20 gundikên hatîn dorpêçkirin hatin rizgarkirin.
Di roja 34’emîn a Pêngava Xezeba Firat de eniya Kadiriye û Eyn Îsa pêş ve diçin, piştî 11 Çileyê herdû hêz li gundên Kermonco gihiştin hev û şûn de, qadekî 550 km2 hatibû dorpêçkirin.

Li Rojava gundê Sêgulo, li Rojhilat jî Til Seman di dorpêçê de 45 gun, 20 gundik hebûn. Ji duh sibehê ve şeranan li van herêman dest bi operasyonekî ya paqijkirinê kiribûn. Oparasyona paqijkirinê, îro heta saetên şevê dewam kir. Devera 550 km2 ku li nav xwe 45 gund û 20 gundik li xwe digirt bi temamî hate kontrolkirin.

Pişîtî ku qada 550 km2 ji çeteyan hatin paqijkirin û şûn de, di pêvajoya duyemîn a Pêngava Xezaba Firat heta niha şervanan qadekî 2644 km hatiye kontrolkirin.

________________________________________

Ciwanên Başûr: Li dijî her cure êrîşan em ê li gel gerîlayan cih bigirin

Rojnews

Piştî Pêşmergeyî Dêrîn, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk roja 6’ê Çileyê hatin Qendîlê û destek dan gerîla, îro jî bi sedan ciwanên ji Germiyan, Kerkûk, Silêmaniye û Raperînê bi heman armancê berê xwe dan Qendîlê.
Bi sedan ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li ser gef û êrîşên li dijî gerîlayan kom bûn, îro berê xwe dan Çiyayê Qendîl ê girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ciwanan li Qendîl daxuyaniyek da, diyar kirin ku bi gerîlayan re di nava piştgiriyê de ne. Ciwan ji aliyê welatiyên Binarê Qendîlê ve hatin pêşwazî kirin û piştre ji gundê Bokirîskan ta gundê Zargelê ji bo bîranîna şehîdên komkuniya gundê Zargelê bi dirûşmeyên weke ‘Heye Kurde bimîne wê Qendîl bimîne’, ‘Azadî ji bo Ocalan’ û ‘Qendîl warê me, Ocalan dilê me’ meşiyan. Herwiha pankartên li ser ‘Erdogan baş bizane Qendîl kelha Kurdane’ rakirin. Piştî serdana cihê komkujiya Zargelê kirin, li Çiyayê Kurtekê daxuyanî dan.

Li ser navê Ciwanan Taha Ehmed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate bi bir xistin ku gerîla ji Mexmûr bigire heta Kerkûk, Şengal û gelek deverên cuda cuda li dijî êrîşên dijmin şer dikin û serkeftinên mezin bi dest dixin. Di van şerên li dijî dijminan de jî berdêlên giran bûha û şehîdan jî didin.

‘PKK gerantiya jiyana azad e’

Ciwanan destnîşan kirin ku bi ti awayî êrîşên li ser gerîlayan qebûl nakin û îfade kirin ku PKK gerantiya jiyana azad e.

Her wiha ciwanan diyar kirin ku hêzên li Kurdistanê û ne xwediyên wî welatî, divê derbikevin û gerîla li cihê ku pêwîstî pê heye cih girtiye.

‘Divê hikûmet hêzên Tirkiyeyê bikin der’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li ser vî bingehî divê Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê hêzên dagirker ên dewleta Tirk li ser van xakan bikin der. Em bi ti awayî rê nadin ku hêzên dagirker li ser vê xakê bimîn û bêrûmetiyê li vê xaka kû bi xwîna şehîdan hatiye avdan bikin. Yên ku dibêjin PKK dixwazin li ser van xakan desthilatdariyê bimeşîne, bila li dijî hêzên dagirker ên xaka Başûrê Kurdistan dagir dikin, her roj xaka me bomberdûman dike, sivîlan qetildikin û desthilatdariya Başûr dane ber çavên xwe derkevin û li dijî wan berxwedanê bikin. Tevî ku hêzên dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer bomerdûman dike û welatiyên sivîl qetil dike, heta niha hikûmeta Başûrê Kurdistanê tenê gotinek jî nekiriye û bertekek diyar jî raber nekiriye.”

‘Qendîl kelha berxwedanyê ye’

Herî dawî hat diyar kirin ku Qendîl Kelha Kurdistanê ye û wiha hate gotin: “Gerîla hêz yekaneye ku tevahî Kurdistanê diparêzin. Ji bo vê jî em didin nîşandan ku li gel hêzên gerîla cih digirin.”

Di dawiyê de Parêznameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bergê 5’emîn weke diyarî li ciwana hate balevkirin.

________________________________________

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
14-1-2017
NRLS