NUÇEYÊN ROJANE 5 Avdar 2017

SERNUÇE
AJANS
Pêngava 3ʹyemîn a Xezeba Firatê didome
Mesrûr Barzanî: Pirsgirêkên Mûsilê ji piştî DAIŞê careke din derdikevin
Kuştî ji teroran li rojavayê Enbarê
Berdevkê Obama, îdiayên Trump ên guhdarîkirinê red kirin
Li Afganistanê Êrîşeke Esmanî 8 Kesan Dikuje
ROJNAME
Mehmûd Osman: Di şerê Şengalê de destê welatên derve heye
‘Divê Kurd zêdetir hişyar bin’
 

AJANS
Pêngava 3ʹyemîn a Xezeba Firatê didome
Anha
Pêngava sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina  Reqqa û Dêra Zorê ku ji ber rewşa hewayê hefteyek berê hatibû rawestandin, dîsa berdewam kir.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, bi daxuyaniyekê ragihand ku pêngava sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina  bajarê Reqqa û gundên Dêra Zorê ku herftey berê ji ber rewşa hewayê hatibû rawestandin, careke din dom dike.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di daxuyana  xwe de ev tişt got: ʺEm di Odeya Çalakiyan a Xexeba Firatê de ji raya gitşî re radighînin ku Pêngava Sêyemîn a Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên Dêra Zorê ya ku hefteyek berê ji ber rewşa hewayî hatibû rawestandin, carde didome.ʺ
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku vê carê dê dor li Reqqayê bê giritin û ev tişt hate gotin: ʺArmanca me di berdewama hemleya xwe ya ku îro hatiye destpêkirin de, ji bo qutkirina Reqqa ji Dêra Zor ye. Em ê herêmên ber ava Firatê bi temamî bixin destê xwe da ku em dorê li Reqqa bigirin û çeteyan di hundirê wê de bixin çemberê. Ev hemele bi awayekî kordînekirî bi Koalîsyona Navdewetlî ya li dijî DAIŞʹê  ku piştgiriya ezmanî û şêwirî li ser erdê didin hêzên me pêk tê.ʺ
Odeya Çalakiyan a Xexeba Firatê di daxuyaniyê de bal kişand ser amedekariyên pêk anîne û wiha dom kir: ʺDi hefteya derbasbûyî de fersetek ji hêzên me re hat ku em amadekariyan bikin û pîlanên xwe ji nû ve pêk bînin. Da ku em bighêjin wê astê ku em bi vê rewşa hesas re têkildar bin. Amadekariya hêzên me temam bûne û muralê şervanan bilinde. Em li benda şerekî û berxwedan li dijî dijminan in, em bawer dikin ku hêzên me dê erka xwe serkeftî bi dawî bike. Li ser vî esasî em mizgîniya rizgarkirina gelê me ya herêmê parve dikin û em bang li hemû welatiyan dikin ku piştigirya hêzên me bikin û li derdora hêzên me kom bibin. Em soz dikin ku em ê sivîlan bi hemû hêza xwe biparêzin, ji bo em gelê xwe yê sivîl biparêzin, bi ewle bikin û dûrî herêmên şer bikin, em ê tekoşînê mestir bikin.ʺ

Mesrûr Barzanî: Pirsgirêkên Mûsilê ji piştî DAIŞê careke din derdikevin
K24
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, heger rêkeftineke siyasî bo Mûsilê ji piştî DAIŞê nebe, careke din pirsgirêk dê derkevin.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li sînatorê berê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalyayê, herwiha dostê gelê Kurd Gianni Vernetti de avakirina mîkanîzmeke nû bo dariştina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi armanca peydakirna aramiya navçê li ser binemaya wekhevî û berjewendiyên hevbeş bi pêwîstî binav kir.
Di wê derbarê de Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tekezî li pêkvejiyanê
li Kurdistanê kir û ragihand, Kurdistan cihekî aram e bo hemû penaberan e, ku ji tirsa tundûtûjiyê û hevqebûlnekirinê li navçeyên cuda yên Rojhilata Navîn direvin e.
Ji aliyê xwe Gianni Vernetti dupatî li ser wê yekê kir ku, Îtalya herdem dibe piştevaniya berjewendiyên stratîjîk ên gelê Kurd.
Mesrûr Barzanî amaje bi pirsgirêkên Mûsilê ji piştî DAIŞê kir û ragihand, pirsgirêkên berî dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê hebûn, piştî rizgarkirina wî bajarî careke din dê serî hildin, heger rêkeftineke siyasî li çawaniya birêveberiya bajar di navaber pêkhateyên wê de çê nebe.

  Kuştî ji teroran li rojavayê Enbarê
PUKmedia 
Roja Şemiyê koma reghandinê şer a Heşde Şebî ragihand ku di şopandina êrîşê Rêxista DAÎŞê li rojavayê Enbarê 6`endamên terorîst hatin kuştin.
Reghandinê Heşd di belavokê xwe de ragihand ku di encama oparesyona şopandinê de Hêzên Heşd şeş teror kuştin û hijmarek ji çekên giran û sivik kirin bin destê xwe.

Berdevkê Obama, îdiayên Trump ên guhdarîkirinê red kirin
Spot nik
Piştî Serokê DYAyê Donald Trump di tweeteke xwe de wiha nivîsî, “berî serkeftina min (a serokatiyê) bi hinekî, min zanî ku Obamayî, Trump Towerê daye guhdarîkirin”, Berdevkê Serokê DYAyê yê berê Barack Obama, Kevin Lewis derbarê vê parvekirinê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Lew di daxuyaniya xwe de wiha got: “Serok Obama ji Sesra Spî ti ferman nedaye ti rayedarî daku li yek welatiyê DYAyê guhdarî bike. Dîtinên ji bilî van jî şaş in”.
Herwiha Lewis teqez kir ku îdiayên Trump bêbingeh in û wiha got: “Yek ji rêbazên bingehîn ê birêveberiya Obama ew bû ku ti rayedarê Qesra Spî tev li lêpirsînên Wezareta Dadê nebe.”
“OBAMA ÇAWA DAKET VÊ ASTÊ”
Serok Trump di hesabê xwe yê Twitterê de Obama kiribû armanc û wiha nivîsîbû: “Kembaxî. Ez hîn bûm ku Obama berî serketina min(aserokatiya) Trump Tower daye guhdarîkirin. Ti tişt bi dest nexist. Di wê pêvajoya pîroz a hilbijartinê de serok Obama çawa daketê wê astê ku telefonê min bide guhdarîkirin? Ev Nixon/watergate e. Zimanê xerab(yan nexweş)e.
Herwiha Trump îdia kir ku Obama berî hilbijartinên Mijdara 2016an bi mehekê lê guhdarî kiriye û wiha got: “Ez piştrast in ku parêzereke baş dê bikare dozê li serokê Obama veke ji ber ku li telefonên min guhdarî kiriye.”

Li Afganistanê Êrîşeke Esmanî 8 Kesan Dikuje
Denge amerka
Bi kêmanî 8 kesên sivîl, di nav de 4 zarok, di êrîşekê de doh êvarî li parêzgeha Farah a rojavayê Afganistanê hatin kuştin, li gor berpirsên Afganî. Lê ta niha sedema kuştina wan hîn cihê lihevnekirinê ye.
Peyvdarê hikumdariya herêmê Mohammad Naser Mehri, îro şemiyê got ew rûdan encama teqîna bumbeyeke li ser rê bû ku li navçeya Bala Buluk qewimî.
Lê malbatên qurbaniyan dibêjin ew rastî êrîşên esmanî hatin.
Peyvdarê wezareta Berevaniyê General Dawlat Waziri, ji ajansa Associated Press re got vekolîn di vê derbarê de dibin.
Wazîrî got:
“Em agahdarin li dor axaftinên rûniştvanên xwecihî, niha vekolîn berdewam in li parêzgeha Farah. “
Rêvebirê nexweşxana Farah Dr. Abdul Hakim Rasouli got 22 kesên din birîndar bûn di êrîşê de, ku 3 ji wan di rewşeke xerab de ne û dê bêne veguhestin bo parêzgeha Herat ji bo dermankirinê.

 ROJNAME
Mehmûd Osman: Di şerê Şengalê de destê welatên derve heye
Roj news
Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman têkildarî êrîşên li ser Şengalê û şer diyar kir ku destê welatên derve di çêbûna vî şerî de heye û got; “Divê hemû alî rûdana vî şerî şermezar bikin û daxwaza rawestîna şer bikin.” 

Di 3’ê Adarê de çekdarên binavê pêşmergeyên Rojava yên girêdayî PDK’ê êrîşê ser bajarokê Xanesor ê Şengalê kirin. Li ser bersivdana şervanên YBŞ û YJŞ’ê de şer derket. Li hemberî vê êrîşê her ku diçe bertek û nerazîbûn jî zêde dibin. Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman ji ajansa me re axivî, diyar kir ku divê hemû alî dijî vî şerî derbikevin.
 Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman wiha got; “Ez vî şerî şermezar dikim û li divî vî şerî me. Ev helwesta min a 50 salan a dijî şerê navxweyî ye. Sedema çêbûna vî şerî hişmendiya teng a hizbatiye. Her hizbek ji bo xwe dewlete û ti hesabê ji bo yên din nake. Ji bo wê jî li Başûr di navxwe de pirsgirêk heye. Her wiha li gel Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî pirsgirêk heye. Bi vî şêwey dibe sedema çêbûna şer.”
 Têkildarî hebûna destê derve di êrîşa ser Şengalê de jî Mehmûd Osman wiha got; “Destê hemû welatên cîranên me di vê êrîşê de heye. Ji Tirkiyê, Îran, Iraq û heya Şemê destê destê wan tê de heye. Ez bi xwe ji helwestnîşandanê bêhêvî bûm. Ji ber ku ti kes guhdarî gotina me nake. Belê divê hemû alî vî şerî şermezar bikin û daxwaza rawestandina vî şerî bikin.”
 Di êrîşa 3’ê Adarê ya çekdarên pêşmergeyên Rojava yên girêdayî PDK’ê li ser bajarokê Xanesor ê Şengalê de 5 şervanên YBŞ/YJŞ’ê şehîd bûn. Her wiha 2 gerîlayên HPG’ê yên ji bo navbeyînkariyê çûbûn cihê bûyerê jî şehîd bûn. 20 şervan jî birîndar bûn.
 Çekdarên girêdayî PDK’ê heya niha bîlançoya kuştî û birîndarên xwe eşkere nekiriye.

‘Divê Kurd zêdetir hişyar bin’
Roj news
 Parlamenterên YNK û Tevgera Goran êrîşên li ser Şengalê weke pîlanên hêzên ji derve bi nav kirin û gotin ku her tişta ku rû bide di qezenca Tirkiyeyê de ne. 
Parlamenterên YNK û Tevgera Goran têkildarî êrîşêm çeteyên girêdayî PDK’ê û AKP’ê yên li ser Şengalê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku destê ji derve li pişt van êrîşan hene.
 Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd têkildarî mijarê wiha anî ziman; “Îro dewleta Tirk armancekî eşkere heye, li dijî maf û azadiya gelê Kurd e li Rojavayê Kurdistanê . Li Bakûrê Kurdistanê jî komkujî pêk anîn û bajar rûxandin û girtin û binçavkirina pêk tîne. Li Başûrê Kurdistanê enerjî talan kiriye. Ji ber vê yekê pêwîste dike aliyên siyasî gelek hesyar bin.”
Mehmûd di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; “Her tiştekî rû bide di qezenca dewleta Tirkiyeyê de ye. Her cûrekek aramî  û parastina Şengal û derdora  Şengalê wê metirsiya Tirkiyeyê li ser siberoja Herêma Kurdistanê kêm bike. Hatina leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê yên li Başîka, Amêdî û cihên din ji bo vê yekê ku nehêlin gelê Kurd bi hev re jiyan bikin û Kurd bi hev re Kurdistanê bi hev re rêve bibin.”
 ‘Divê Kurd zêdetir hişyar bin’
 Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd herî dawî wiha got; “Şengal herêmekî stratejîk û girînge. Ji bo peywendiyên di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de qenalekî mezin be. Tirkiye naxwazin ev qenal hebe û Kurd xwe bi  xwe rêve bibin. Dixwaza bi heman rengî van herêman dagir bike û leşkerên xwe lê bi cih bike. Divê Kurd zêdetir hişyar bin. Bi taybet PDK hîn zêdetir vê rewşê fêm bike. Weke YNK helwesta me zelale li dijî şer.”
 Herwiha Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn wiha got;”Em weke parlamenterên Tevgera Goran ên li parlamentoya Herêma Kurdistanê hemû cûreyên şerê li dijî Kurd şermezar dikin. Em weke tewanbar dibînin. Em weke xiyaneta netewî û niştîmanî dizanîn.”
 ‘Şer pîlanên dewletên ji derve ne’
Şêrko axaftina xwe wiha domand; “Emê şerê Kurd û Kurd berevajiya van propagandeyên behsa dewleta Kurdî dikin.Ev yek cûrekî ji pîlanên dewletên ji derve ne. Ji bo Kurd her tim dinava xwe de şer bikin. Ev yek jî pîlanekî stratejîk û dewletî ne. Pêwîste peywendiyên PDK’ê bi rêya dezgehên be û ji bo berjewendiyên Kurdistanê û pêvajoya aştiyê bin. Herwiha ji bo derbaskirina krîza aborî û siyasî be. Nabe ziyanê bigihîne parçeyên din ên Kurdistanê.”
 ‘Divê Kurd piştgiriya hev bikin’
 Herwiha endamê Rêberiya Partiya Komunîsta Kurdistanê Osman Heme Seîd jî wiha anî ziman; “Ji bo me hemûnan cihê xemgîniyê ye. Pêwîste em hemû hest bi berpirsyartiyên siyasî û dîrokî bikin. Hertim dewlet bi nakokin, lê dema ku pirsgirêka Kurd dikeve holê yek dengin. Ji bo vê yekê pêwîste hemû aliyên Kurdistanî yek helwest bin û piştgiriya hev bikin.
   NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
5-4-2017
NRLS