Agirbesta Sûriyê; dinavbera bicihkirina perçebûnê û şerê di navbera komên çekdar de.

 

Bandorên peymana Astana ya taybet bi her çar herêmên ewle li Sûriyê, hinek alî ji opzisyona çekdar bihêrs kirin, yên ku hişyarî dabûn der barê xeteriya”Perçebûnê”. Gelo bi rastî xeterî heye ku wê ev lihevkirin Sûriya ber bi perçebûnê ve bibe?

Didestpêkê de divê mirov bibêje, ku her çar hermên hatine destnîşakirin bi agirbestê, ewtewreya şer û hevrikiya sereke bûn, dinavbera hêzên hikûmetê û hevkarên wê yên di bin serperiştiya Îranê de dixebitin ji alîkî ve  û ji alîkî din ve opozisyon bi hemû cûreyên xweyên  nerm;”Artêşa azad” yanjî  yên tund û terorîst mîna; “Heyet tehrîr el- Şam”yên girêdayî bi(AL-Qaîdê) . Ev herêm ji bakurê Sûriyê destpêdike, ji “Idlib” û hin perçeyên ji derdora wê,û ji gundewarê Helebê yên rojava, û gundewarên rojhilatî Laziqiyê, û gundawarên bakurî Hemayê ta navîna wê û dinav de gundewarên Homsê yên bakur “Resten-Telbîsê û derdodara wan, û dakeve heta tu bighêje Guta Şamê ya rijhilat û li başûr” Daraa û Siwêda” bi dawî dibe.

Bi hişmendiya sûdwergirtin û windahiyan, tê xuyan ku opozisyon di wê baweriyêde ye ku ew xetên kontrolê yên niha li derdora her çar herêman wê bibe windahî ji wan re û destkeftin ji rêjîmê re. Ji ber ku rêjîm wê ew herêmên ku tên naskirin bi “Sûriya sûdmend” ; ji bakurê Laziqiyê ta bakurê Helebê û di herêmên pir nifûs li navîn û di başûrî Sûriyê re(Hema-Hums-Şam û Daraa)  ku derbas dibe hînjî diparêze. Û bicîkirina aramiyê di van eniyan de wê derfetê bide rêjîmê ku şerê xwe bizîvirîne û  teqez bike li ser DAIŞ ê, û ev tişt niha di warê pratîkê de ye, li gorî agahiyan bi sedên serbazan tên veguhestin bo Tedmurê bi armanca pêşketina ber bi rojhilat ve, ber bi bajarê Suxnê û Dêrazorê ve, ji bo rakirina dorpêçê li ser van bajaran, heke rêjîn ev armanc pêk anî wê rê li pêşiya  wê vebe ji bo vegerandina navîna welat û rojhilatî wê yên dewlemend bi gaz û petrola xwe, ji wilo bêtir opozisyon bi tirse ku rêjîm divê agirbestê “guhertina demografîk” bi cih bîne, ku alîgirê xwe veguhezîne bi alîgirên wan di  herêmên ku wanjê barkiribûn mîna;  Kefreya û Fûaa-Zebedanî û Medaya- gundewarên Şamê û taxa EL Waer li Humsê û hin taxên rojhilatî  Helebê.

Ev tişt hemû metirsiya opoziyonêzêde dike, lê ya herî metirsîdar li cem wan ku peymana Astana bibe agirbestek bi rêjîmê re, û şerekî navxweyî dinavbera komên çekdar de, diyare ku ev peyman ji komên nerm payîn dike ku li hemberî komên tund û teror rawste,da ku”Veguhestina siyasî” bipêş bixe. Û nîşanên vê yekê xuya bûn di şerê komên çekda li Guta Rojhilat de, ev herêm yek ji wan her çar herêmên awle ye,” Heyeta tehrîr el-Şam” ya binavê “el-Nusre” dihat naskirin “Ceyş el- islam” tawanbarkir  ku hewl dide ji bo tesfiyekirina wê  der barê  çarçoveya vê peymanê ya bi serpereştiya Rûsyayê.Û dubarekirina vî şerî zelale  li Idlibê û Darayê. Ya yekem tê payînli Idlibêku Tûrkiyêye bê pabendkirin, di şerê têkbirina terorîstan ya ku dikare yekser xebata xwe  destpêbike di riya komên di bin sîwanê wê de, ema ya duyem li Daraa dibe ku Urdunê û heval bendên wêji komên”Eniya başûr” bi vê misyonê bên pabenkirin.

Heke ev tiştên hatin gotin, helwesta opozisyonê der barê  peymana agirbestêrewa dike,dema dibêje ev peyman xetere li ser yekîtiya Sûriyê.  Ya balkêş,helweta dijberên wan Kurdên Sûriyê yên ku  tevlî helwesta wan bûn, bi taybetî “PYD” ê baskê siyasî yê “YPG” ê.Helwesta Kurdan balkişand ji ber ku ew dihatin tawanbarkirin bi perçebûnê, dema rêveberiya xweser ava kirji Hesekê(kantona Cizîrê) ta  Helebê(Kantona kobanê û Efrînê), bi rastî Kurd di herêmeke bikotekî hatiye aramkirin, dijîn. Li rojhilat û bakurê welat( ji Hesekê ta Minbicê, li gundewarê bakurrojhilatî Helebê), Kurdbi alîkariya hevpeymanêya bi serkêşiya Waşingtonê li ber xwe didin, çi li hemberî DAIŞ ê be û çi jî li hember Tirkiyê û havalbendên wê be. Ema li kantona Efrînê ya girêdayî parêzgeha Helebê, Kurd di bin parastineke”Sembolîk” de dijîn ku Rûsyayê ji wan re peyda dike di riya hêzeke biçûk,  ji  kurdanre asûdeyekê peyda dike derbarê gefên Tirkan û hevalbendên wê.

Di domahîkê de, wek ku me anî ziman, bi rastî Sûriyê  di rewşeke perçebûnê de dijî, metirsiya opozisyonê ku ev agirbest  perçebûnekerastqînbicî bike di bin sîwanekê  dûrî  pêkanîna pêşketineke siyasî, ku bibe şerekî navxweyî dinavbera komên çekdar de, ku wê bê  naskirin kengî dest pê kir lê nayê naskirin wê kengî raweste.

 

Kemîl el-Tewîl

Ev gotar hatiye wergerandin ji Rojnameya el-Hayat

www.alhayat.com/Opinion/Camille-Al-Taweel/…/21714563

NRLS ;beşê wergerandinê