Piştî hatina Makron bo qesra Elîsê wê çi biqewime ?

Ciwanekî temenê xwe sih û neh salî ye, ku tu girêdan ên wî yên rêxistinî û bîrdozîk bi partiyên kevnare li Fransayê tune ne, karîbû serkêşa”Eniya Netewî”Marin Lopan bi nakawtekê wê têk bibe, û karîbû di gera duyem de ya hilbijartinên Fransî, piraniya dengan qezenc bike(66% beramber 34%), bi vê yekê bû biçûktirîn serok di dîroka Fransayê de. Bi rastî di vê demê de gihiştina Makron bo qesra Elîsê, Fransayê ji karîsetek mezin dûr xist, dibe ku ev keraset biqewimiya heke Marin Lopan di van helbijartininan de bi serketa, lê ev pêvajo tenê ji bo sînorkirina metirsiyên ku di vê demê de li hemberî Fransayê tên ne bese, û nayê wata ku rê li pêşiya serokê hilbijartî amadebû ku Fransayê weke ku ew dixwaze bi rêve bibe. Hîn jî li pêşiya vî serokî gelek kelem hene, heta ku azad be jê tê xwstin van keleman derbas bike, ya girîng hilbijartinên zagonsaz ên ku piştî meheke din dê werin li darxistin. Heke ew şepêla ku wî beriya salekê avakiribû nikarîbû piraniya kursiyên perlamentoyê bi dest bixe, bê guman wê giraniya deshilatdariya cîbicîkar têkeve destê serokê hikûmetê piştî hilbijartinan, mirov dikare bibêje ku ew serkefinên ku di hilbijartinên serokatiyê bi dest xistine, dibe ku di hilbijartinên zagonsaziyê de ji dest here, dema di van hilbijartinan de bi ser nekave, lê wê serkeftina wî zêdetir bibin heke di va hilbijartinan de biser bikeve.
Di sîstema siyasî ya Fransayê de, gelek taybetmendiyê bêmînak hene , carnan xuya dibe bi awayê sîstema serokatiyê, ya ku hemû movikên desthiladariya cîbicîkar di destê serokê dewletê de ye, ya ku carnan nêzî sîstema perlemanî ye, ya ku hemû movikên desthiladariya cîbicîkar di destê serokê hikûmetê de ye, lê ev sîstem xwe ferz dike bi destxistina piraniya parlementoyê, çi alîgirê serok bin yanjî rikberî wî bin, ji ber newekheviya serdema peywira serokatî û perlemantoyê (serok 7 sal-perleman 5 sal), ji ber wilo ev valahiya demê di navbera her du serdeman de gelek caran pirsgirêk û keleman derdixe holê, û dihêle derfetên gihaştina rikberên li dijî serok piraniya parlemento di serdema wî de bi dest bixin, tevî wilojî sistema Fransî ya”têkil” karîbû xwe dûrî metirsiya vê dualîtiyê bixe dema bi serkeftin teşeya pêkvejiyan”cohabitation” di navbra her du serokan de avakir, heke girêdanên wan yê siyasî ji hev cuda bin, lê ew nikare ji kêmasiyan xilasbe heta ku zagonê sererast neke û serdema serokatiyê neke 5 sal, û yekser ferzkirina hilbijartinên perlemanî piştî hilbijartinên serokatiyê. Tevî wilojî divê li hêviya encamên hilbijartinên zagonî yên bên rawestin, ji bo zanibin gelo ev guhertin bese ku vê pirsgirêkê ji kokê çareser bikin, û li şûna wê karaktera “Serokatiyê” bo sîstema siyasî ya Fransî bê bicihkirin.
Ew sîstema ku general Dîgol di sala 1958 an damezrandibû, dikarîbû li gorî guhertinên keyfî yên hilbijêrê Fransî xwe guncandî bike , û karîbû berdewamiya guhertina deshilatdariyê bi awayekî aştiyane di navbera partiyên rastgir, çepgir û navîngiran de zêdetirî 50 salî papend bike, ev serdem bi aramiya xwe li ser asta Ewropî û cîhanî hat naskirin, lê herifandina yekîtiya Sovyetê ji alîkî ve, û ji alîkî din ve nekarîbûna Emerîka bi tena xwe serdestiyek tekane li ser sîstema cîhanî ferizbike, û ji alîkî sêyemîn ve geşbûna diyardeya cîhangiriyê(globalîzisyon) û terorê di vê demê dawîde bû sedema derizandin û jihevxistina sîstema cîhanî û hin şaxên herêmî di nav wan de sîstema Emerîkî û Ewropî, ev şikandin kûrbûna aloziyê dide nîşan a ku cîhan hemû têre derbas dibe , heke gihaştina Trump bo Qesra Spî , yek ji sedemên derketinên bertekên Emerîkî bûn li hember vê aloziya gelemper, dê derketina Brîtanyayê jî ji yekîtiya Ewropayê û Makron jî bo qesra Elîsê wê eynî bertek be li hemberî vê alioziya han. Hilbijartinên Fransî gelek encam der barê vê aloziyê dan nîşan, ên girîng, ev in:
1-Kêmbûna giraniya partiyên mezin yên klasîk, çepgir, rastgir û navîngir, di jiyana siyasî de, û civaka Fransî pêwîstiya xwe heye bi çareseriyekê ji derveyî çarçoveya dezge û sindoqên bîrdozîk ên klasîk. Di encamên hilbijartinên parlamento yên werin, wê aloziya partiyên mezin ên klasîk eşkere bibe, gelo aloziya van partiyan wê bandora xwe bike li ser pergala bingehîn û girêdana milet bi wan ve, yan jî pirsgirêkeke demkî ye sedema wê kêmbûna milîtanên van partiyane yên dikarin pêşengtî û serkêşiyê bikin li ser asta netewî.
2-Zêdebûna giraniya rastgirên tundre di hevkêşiya siyaseta Fransî de , delîl li ser vê yekê: “Marî Loban” karîbû zêdetirî sêyek ji dengê beşdaran di hilbijartinên serokatiyê de bi dest bixe, û di hibijartinên parlamentoyê yên bê de jî wê bê zelal kirin, gelo”Eniya Netewî” ya çepgirî radîkal wê karibe di pêşeroja nêz de rikberiya Fransî bi rêve bibe,weke ku Lopan angaşt dike.
3-Hebûna valabûneke siyasî û bîrdozîk di jiyana siyasî ya Fransî de, pêwîstiya wê bi kesekî heye ku vê valabûnê bi hêza zanistê dagre, ne bi cirisandin û siloganên bîrdoziyê dagre, û di vî warî de Makron bi serket, ev kesayeta ku xwendina xwe ya zanista siyasî û rêveberî di bilintirîn peymangehên Fransî qedandiye, , û di haman demê de di hilbjartinên parlamentoya bê de, wê bê xuyakirin, gelo şepêla ku Makron berya salekê ya binavê ” bi pêş de” damezrandibû dê karibe rola trênê di jiyana siyasî ya Fransayê di qonaxa bê de bilîze, yan jî ew karîn û şiyana ku vê şepêlê di hilbijartinên serokatiyê de bi destxistibûn, girêdayîbûn bi taybetmendiyên kesane yê Êmanoêl Makron.
Ev sê nîşan ne tenê kûrahiya krîza ku civaka Fransî têre derbas dibe dide nîşan, lê teqez dike ku sîstema wê ya siyasî gihaştiye duryanekê, û ew nikare armanca xwe destnîşan bike, heta ku encamên hilbijartinên parlamentoyê neyên zelal kirin, ên ku tên gumankirin wê herî xeter be di dîroka komara Fransî ya pêncemîn de. Heke şepêla “bi pêş de” karîbû piraniya kursiyên parlamento bi destbixe ,wê demê Makron dikare xwe bizîvirîne ji srokatiya dewletê bo serkêşêkî netewî û dibe karibe hin veguhertinên çawanî(nitelik) di bingeha jiyana siyasî ya Fransî de biafirîne ,dibe girîngiya wê ne kêmî wan guhertinên ku General Dîgol çêkiribûn dema di sala 1958 an hat vexwendin ji bo serkêşî û xebata xelaskirina Fransa ji çirava Cezayirê.
Heger dîroka têkoşîna Dîgol di wê demê de derfet dabûyê ku karibe rola rizgarkerê Faransa ji dagirkeriya xembar û dem li ser çûyî bilîze, dibe ku gêncbûna Makronê û zîrekbûna wî ya zanistî bibe hêviya ku bikare, ne tenê Fransa ji gelîtîtiya û gefê bo li ser pêşeroja dike,rizgar bike lê yekîtiya Ewrupa bi xwejî ji ihtîmala perçebûn û herêfandinê bike rizgar. Lê heger şepêla” Bi Pêş de” piraniya perlemento bi dest nexist, dê Makron bibe Ordekeke seqet, tu tişt di dest de namîne ji bilî munawerê û bendewariyê ta dema radestkirina desthilatdariyê bo rasgirên radîkal di yekem hilbijartinên pêşde.
Bi vê serkeftina di hilbijartinên serokatiyê de, Makron karîbû nîvê armanca xwe derbas bike der barê xelaskirina Feransayê ji krîza heyî, û jê tê xwestin ku di hilbijartinên prlemantoyê bi ser bikeve daku nîvê riya mayî derbaske, lê heke bi ser nekeve dibe ku di kûrahiya aloziya Fransayê winda bibe û ew xwena ku Fransayê demekê ronî kir bin ax bibe. Di her rewşê de divê em li hêviya hilbijartinên prlemento yên bê de rawestin da ku em karibin şirove û analîzên xwe diyar bikin derbarê hibijartinê serokatiyê de.

D. Hesen Nafi’e

Ev gotar hatiye wergerandin li Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk…..Beşê wergerandinê

www.alhayat.com/Opinion/Writers