Pêşeroja “Rojava” : Zelalkirina çar nimûneyên pêkan

Bi gurbûna şerê Sûriyê, di meha tîrmeha sala 2012’an  rêjîma Beşar El-Esad bi awayekî mezin artêşa xwe ji herêmên kurdî li bakurê Sûriyê vekişand. Ji bo dagirtina  valabûna  vê herêmê bi lez “Partiya Yekîtiya Demokrat” û hêza bi ser wê ve “Yekîniyên Parastina Gel” dest danîn li ser vê herêmê û ev valabûn dagirtin. Li wê herêmê rêveberiyek kurdî ava kirin ku îro bi navê “Rojava”, tê naskirin, ev rêveberî statûeke xwesere li seranserî bakurê Sûriyê hatiye çespandin, tu hikûmetên biyanî itîraf bi “Rojava” nekirine, li aliyekî din jî herêm rastî kêmbûna cîranan tê, ya ku hewcedarî pê heye da ku karibe serwerî û aboriya xwe bi cih bike, tevî vê yekê  jî PYD’ê hewl dide ku serxwebûa xwe ya rastîn pêk bîne.

Lê pirsa li vir tê kirin: ihtîmalên ku wê li ser asoya “Rojava” xuya  bibin çi ne? Ev dahûrandina li jêr ya di nav destê me de têkiliyên di navbera herêmên Kurdî û dewletên cîran û hêzên leşkerî yên sereke li Sûriyê zelal dike , û çar senaryohayên pêkan ji bo pêşeroja herêmê diyar dike.

Hevalbend û dijber:

Emerîka YPG dibîne wek hevalbendekî Taktîkî li hemberî rêxistina DAIŞ’ê, li alîkî din jî têkiliyên kurdan bi Rûsan re baş e, ya ku di vê dema dwî de serbazên xwe li herêma Efrînê belav kiribû . Ema hevkariya di navbera Emerîka û YPG’ê de tenê li herêmên ku şerê DAIŞ’ê lê heye, tê kirin. Tê xuyakirin ku Mosko pir baldar e  ku Rojava nêzî Tirkiyê be, tê zanîn ku nerîna Rûsan  ji hêla kurdan ve pir stratejîk e, ji ber ku kurd ji wan re kaxezeke baş e li dijî Tirkiyê.

Ya ku rewşê pir aloz û tevlîhev dike ku YPG şaxeke ji PKK’ê ye, ev rêxistina li ser lîsta terorê ya Emerîkî,  û  ev bû bi dehê salan şerê Tirkiyê dike, ji ber vê yekê Tirkiyê şerê Rojava dike û di vê demê de bargehên YPG’oopppê bi balefiran topbaran dike.

Ema li Îraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê ya ku di bin bandor û serdestiya”PDK”ê de ye, ew jî eynî dijatiyê li hember Rojava dimeşîne, û sedema wê zordestiya YPG’ê li ser alî û partiyên nêzî PDK’ê ye. Li aliyekî din jî Kurdên Îraqê pir tengezar in ji destwerdana YPG’ê di nava xaka wan de, wek mînak: damezrandina” Yekîneyên Parastina Şegal” li Çiyayê Şingalê  ji Êzîdiyên navçeyê ev yekînî nêzî PKK ê ne. Geşbûna têkiliyan di navbera PDK’ê û Tirkan de bêtir ew alozî gûrtir kir û hişt çûnûhatina gel û kelûpel pir kêm bibin.

Li aliyekî din Îranê jî kêfxweş e bi têkiliyên di navbera Rojava û herêmên ku milîsên Şî’e li Îraqê desteser kirin, ji ber ku ew dibînin ku herêmên kurdî li Sûriyê parçeyeke ji pireke bejî ya mihtemel ber bi “Hizbulla” li başûrê Lubnanê ye, hikûmeta Îraqê jî ya hevbend bi Îranê re dilxweşiya xwe beramberî Rojava da nîşan, wek ku di raporan de hat dîtin ku Îraqê fonê şervanên YPŞ ê sipart ser xwe, ji bilî vê jî partiya “PJAK”  xebata xwe li dijî Tehranê ji dema gûrbûna şerê Sûriyê rawestandiye, ev jî nîşaneke din e der barê nêzîkbûna berjewendiyên wan.

Der barê Rêjîma Beşar jî, hîn jî têkiliyên aborî di navabera Rojava û herêmên di bin kontrola rêjîmê de berdewam in, û rê dan artêşa Sûriyê ku kontrolkirina xwe berdewam bikin li ser balefirgeheke sereke ya ku dikeve  nav xaka bi ser PYD ê ve, tevî ku hin caran şer û nakokî di navbera wan de rû dide, lê ev balafirgeh dergeheke pir girîng e ji Rojava re, li aliyekî din jî hêzên rêjîmê li dijî Rojava li deverên din bi pêş neketiye.

Di rastiyê de jî hin komên serhildêr ên ereban angaşt dikin ku YPG ê û rêjîm li dijî wan dixebitin.

Li gorî  tevliheviya berjewendiyên nêz û dijber,  pêkan e ku Rojava di pêşerojê de yekê ji van her çar riyan bipejirîne , dibe ku Waşington jî beşdarî destnîşankirina vê riyê bibe li gorî berjewendiyên xwe yên taybet .

Nimûneya Transnîstirya: Girêdayîbûn Rûsî ye

Ev senaryo ya herî baştir e ji ber ku rewşa wê nêzî rewşa niha ya Rojava ye, Transnîstirya ya ku ji Moldovyayê  başqe bûye, tu dewletên biyanî  itîraf pê nekirine, lê ew ji hêla Rûsyayê ve tê parastin, Rûsyayê bi hebûna artêşa xwe  serweriyê li Moldavyayê dike, eynî rewşê, Rojava jî tê parastin ji hêla dewletên mezin ve, ev tişt serweriyeke pêwîst ji Moskovayê re peyda dike ji bo têkbirina aramiyê li Tirkiyê.

Lê tê xuyan ku PYD’ê bi vê nimûneyê ta demeke ne diyar razî nabe, azwerên wê bidestxistina piştgirî û itîrafeke yasayî ya navnetewî bi serxwebûna Rojava ye. 

Nimûneya Kosovo:

Ev senaryoya îdeale ku Rojava li gorî xwe dibîne, lê ew jî hinekî kêm mentiq e, Kosofo ji Sirbîstanê başqe bû bi saya biryara Konseya Ewlekariyê ya NY sala 1999’an , yê ku rê da hêzên Emerîkî û navnetewî ku derbasî nava xaka Kosovo bibin, vê yekê rê da serxwbûna Kosovo sala 2008’an, Kosovo itîrafa 111  dewletan ji eslê 193 dewletên endam di NY de bi dest xist.

Lê pêkanîna vê nimûneyê li ser Rojava qutbirîneke giştî dixwaze di navbera serokê Tirkiyê Erdogan û Emerîka de ya ku dengê wê pir girîng e di biryarên ku ji Konseya Ewlehiyê di vê der barê de derdikevin, bê guman  derfeta  bidestxistina vê serxwebûnê îro pir girîng e, bi sedema zêdebûna dijatiya Erdoga û rêbaza wî li hemberî Emerîka, lê diyar e hîn jî ev tişt dûr e, ji ber ku Erdogan pêwîstiya xwe bi têkiliyên xurt bi Waşngtonê re heye da ku li hember Rûsyayê raweste.

Di heman rewşê de, dibe ku pêwendiyên Emerîka û Tirkan piştî rizgakirina Reqayê paytexta DAIŞ ê li hemberî astengiyên din bên, xala yekemîn a pêkan e redkirina YPG’ê vegerandina çekên giran yên Emerîkî piştî bidawîkirina operasyonê. Xaleke din pêkan heye ku Kurd serkêşên ereban yên herêmê pişguh  bikin, û bajêr radestî kesên nêzî YPG ê yan jî Esaad bikin , ev her du encam jî li cem Enqerê nayên pejirandin. Di çarçoveya vê senaryoyê de dibe ku Erdogan têk here li hemberî eynî hêzên ku dijberiya  Emerîka dikin  di nava civaka Tirkiyê de, û mimkin e hemû aliyên islamî û yên dijî kurdan jî zextê lê bikin, ev tişt hemû dihêlin ku çarçoveya pêwendiyan bi Waşington re kêm bibe .

Heta ku Rojava karibe xwe ji van keleman rizgar bike jî ,wê bimîne hewcedar bi alîkariyên  derve yên mezin da ku karibe xwe têxe rewşa Kosovoyê de, ji bilî vê jî bi kêmanî pêdiviya wê bi biryareke tekane ji Konseya Ewlehiyê û civakeke navneteweyî ya çalak heye, ku destek bide doza Rojava li Sûriyê, li kêleka hêzên biyanî ji bo parastina wê ji Tirkiyê bikin. Bê guman bidestxistina alîkariya Rûsî di nava “NY”de  ji bo vê nimûneyê hinekî zehmet e , ji ber ku hêjî rêjîma Esaad hewl dide ji bo vegerandina desthilatdariya xwe li ser vî welatî. Ji ber vê yekê ne mumkin e ku Moskovayê Kurdan di ser Şamê re rbigre heke Esaad rizgarkirina herêmên bakur red bike.

Nimûney”Herêma Kurdistanê” : Di bin Parastina Tirkiyeyê

Hema hema ev nimûne berovajî xeta Kosovoyê  diçe, bi kêmanî ew xizmeta berjewendiyên Enqerê dike, ji destpêka şerê Îraqê  ta niha Herêma Kurdistanê rizgarkirina xwe ji hikûmeta navendî  bi hêz dike, li aliyekî din jî “PDK”ê girêdanên xurt bi Enqerê re ava kir wek hêzekê hevseng di rûyê Bexdadê de. Tevî ew şerê li dar di navbera Tirkiyê û rêxistina PKK’ê maka PYD’ê, lê divê em bi bîr bînin ku her du aliyan danûstandinên ji bo aştiyê di sala 2015’an çêkirin, û şandeyên PYD’ê di wê demê de bi berdewamî serdana  Enqerê dikirin, ji ber weha jî jinûve destpêkirina danûstandinan dê asaykirina  têkiliyan di navbera Tirkiyê û Kurdên  Sûriyê de vegerînê, wek encan derfetên istismarî jî ji şirketên Tirkiyê li Rojava dê peyda bibin ku erêniyên vê lihevkirinê xurtir bike..

Lê bicîkirina nimûneya” Herêma Kurdistanê” pêwîst dike ku şer di navbera Tirkiyê û PKK ê de raweste, di dema ku her du alî niha pabendin bi serkeftina leşkerî. PKK jî hêz û serkeftinan ji serkeftinên YPG’ê qezenc dike di desteserkirina xaka Sûriyê de, û di heman demê de avakirina pêwendiyan bi Rûs û Emerîkan re, ji ber wilo ne baldar e ku ji nû ve danûstandinan bi Enqerê re pêk bîne, ji aliyê xwe ve jî Erdogan pir amedebûnên xwe dike, ji bo hilbijartinên perlemanî yên di 2019’an de dê li dar bikaeve, ji bo xurtkirina alîgirên xwe di nava netewperestên Tirkan de yên ku piraniya wan têkçûna PKK’ê di qada şer de ji danûstandinekê bi vê partiyê re çêtir dibînin.

Li gorî vê lojîkê nimûneya”Herêma Kurdisan” ne mumkin e di dema nêz de, tevî ku dibe encamên wê baş be ji Emerîka re. Muhtemel e di rastiya xwe de ev nimûne  li ser zemînê pêk neyê, heta Erdogan serkeftina xwe di hilbijartinên bê de misoger neke, û piştî kêmbûna dijminatiyê li hemberî PKK’ê; Di vê navberê de, dê rizgarkirina Reqayê bi serkêşiya YPG’ê wê moral û hêza PKKê ji bo berdewamiya şerê Tirkiyê xurtir bike .

Nimûneya Cezayirê 1975: Entegrekirina bi kotekî:

Di peymana aştiyê de ya di sala 1970’an di navbera Bexdê û Kurdan de, piştî zexteke mezin Sedam Hisên erênî da der barê dana xweseriyê bo kurdan, demeke baş ev peyman hat rêzgirtin, bi taybetî piştî qonaxa derbeyê, lê di sala 1975’an de Îraq û Îranê peymanek li Cezayirê mor kir û pirsgirêkên xwe yên sînorî çaresr kirin, û hişt ku Îranê piştgiriya xwe ji bo kurdan rawsetîne, û Sedam yekser xweseriya kurdî bi kiryarên leşkerî têkbir, û gelek komkujî pêk anîn

Ev kiryarên ku ji hêla rêjîmeke Basî pêk hatin, dide nîşan ku dibe Esaad  xweseriya Rojava bipejirîne ji ber ku lawaz e, lê piştre wê hewldanan bike ji bo têkbirina wê, ev li gorî sozên wî yên berdewam der barê serdestkirina xwe bo hemû xaka Sûriyê. Heke ev tişt biqewime bê guman wê Tirk piştgiriyê pêşkêşî wî bikin, ya ku bi berdewamî doza hilweşandina wî dikirin ji destpêka aloziya Sûriyê,lê ew pir mijûl bûn bi şerê YPG’ê û PKK’ê, heta Îranê jî dibe destekê bide rêjîmê ji bo vegerandina Rojava, ew jî dikeve metirsiya geşbûna netewa kurdî li Îranê, tevî hebûna peymana agirbestê bi partiya PJAK re. Pêkan e Moskovayê jî erêniyê bide Esaad dema bibîne ku têkiliyên wê bi Esaad re girîngtir in ji têkiliyên wê yên dîrokî bi PYD’ê û PKK’ê re.

Pêkan e ku siyaseta Emerîkî li dijî vê stratejiyê lawaz be. Di vê rewşê de dê encama dawî dê analîza Îran û Rûsyayê ji têkçûna Rojava wek serkeftin dijî Emerîka bê şîrovekirin, û bidin nîşan ku wan çi kesê alîkarî ji Emerîka werdigirtin  têk çûn, di nav wan de PYD’ê û YPG’ê.

 

http://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/view/rojavas-future-four-models-explained

Ev gotar ji Enstituya waşintonê hatiye wergerandin

Wergerandin: Beşê Kurdî