Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk roja yekşemê di 17’ê rezbera 2017’an  de di demjimêr 5 de kongreyeke çepemeniyê li cihê navenda xwe  li dar xist, bo ku encamên konferansa xwe ya yekemîn a ku di roja di 15-16’ê rezberê de hate lidarxistin, ragihîne. Daxuyaniya ku di kongreya çepemeniyê de hate dayîn ev bû:

Jİ RAGİHANDİN Û RAYA GİŞTÎ RE

Weke Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) û piştî 5 salan ji damezrandina wê, me di 15-16ꞌê îlona 2017ꞌan de,  di bin dirûşmeya “Em Bi Konferansa 1. a NRLSꞌê Xwe Ji Nû Ve Ava Dikin” konfransa xwe li dar xist. Bi tevlîbûna hemû delegesyonên navenda Qamişlo û her du şaxên wê yên Efrîn û Hesekê û bi beşdarbûna gelek nûnerên sazî û meclisên Rêveriya Xweser, partiyên siyasî, rewşenbîr, lêkolîner, akademîsyan û mamosteyan  weke mêvan, bi tevahî kombûneke bi qasî 350 kesî, Konfrans hate lidarxistn.

Beşa yekemîn a Konferansê di 15ꞌê îlonê de danê sibehê ji saet 9:00 heya 13:00 ji ragihandin û hemû mêvanan re vekirî bû.  Beşa duyemîn, ji saet 14:00 û şûnde ji ragihandin û mêvanan re girtî hate berdewamkirin. Di beşa yêkem de gelek nûnerên saziyên Rêvebriya Xweser, lêkolîner û rewşenbîr axaftinên xwe kirin.  Her wiha gelek peyamên sazî û rêxistinan jî hatin xwendin. Di beşa duyem a konferansê de rapora xebatên NRLSꞌê ya 5 salan hate xwendin û nirxandin. Li ser esasê jinûveavakirina NRLSꞌê de gelek nêrîn û peşniyar hatin pêşxistin.

Di roja duyem a konferansê de rêziknameya NRLSꞌê xal bi xal hate xwendin û di nêrîn û erêkirina delegeyên konferansê re hate derbaskirin. Konferans di çarçoveya pêşniyarên delegeyan de ji bo du salên pêşde gihaşt gelek biryarên girîng. Em dikarin bibêjin ku Konferansa NRLSꞌê ya Yekemîn bi awayekî serkeftî bi encam bû. Biryarên Konferansa NRLSꞌê ya Yekemîn bi giştî ev in:

  • Konferansa NRLSꞌê dê her du salan carekê were lidarxistin.
  • Li hemû rojavayê Kurdistan û Sûriyê li gorî derfetan wê şaxên NRLSꞌê werin vekirin.
  • Ji bo ku asta zanistî û akademîk a lekolînên NRLSꞌê xurt bibe, dê perwerdeyên profesyonel werin pêşxistin.
  • Têkilî di serî de bi hemû navendên lekolînên stratejîk ên Kurdistan û derve re, li gor pewîstiyan bêne pêşxistin.
  • Bi hemû lêkolîner, nivîskar, rewşenbîrên Kurd ên li welat û derveyî welat têkilî bêne peşxistin.
  • Hemû lêkolînên xwe li ser esasê peşxistina îradeya Şoreşa Rojava û azadiya hemû beşên Kurdistanê bêne kirin.
  • NRLS di xebatên xwe de yekîtî û konferansa netewî mijara herî stratejîk dibîne.
  • NRLS di xebatên xwe de çanda Neteweya Demokratîk ji xwe re bingeh digire.

 

Silav û Rêz

Komîteya amadekar a konferansa NRLSꞌê

17/9/2017