Nûçe

NUÇEYÊN ROJANE 2 Cotmeh 2017

SERNUÇE

AJANS

Şer li taxên bajêr belav bû: 19 kuştî

300 leşkerên Sûriya xwe radestî YPG`ê kirin

Tirkiyê şandina hêzên xwe ji bo sînorê Sûriyê berdewam dike

Erdogan: Tirkiyê Êdî Pêwîstî Bi Endamtiya Yekîtiya Ewrupî Nîne


ROJNAME

Îranê Deriyê Pewrêzxan bi temamî girt

Di referandûma Katalanan de ji 90.09 ‘Erê’  derket


AJANS

Şer li taxên bajêr belav bû: 19 kuştî

Sput nik

Di şer û pevçûnên çend seetên dawî de 19 terorîstên DAIŞê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin kuştin.

Herwiha miqdarek cebilxane hatin bidetxistin û 15 sivîl hatin rizgarkirin. Li taxa Firdews şervanan 4 noqte girtin. Çekên ku hatine desteserkirin 2 keleş, 7 dûrbîn, 7 dûrbînên doçkayê, cîhazekî termal, 15 roketên B-7 û 8 cîhazên bê têl.


300 leşkerên Sûriya xwe radestî YPG`ê kirin

Puk media

Bêhtir ji 300 leşkerên rêjîma Sûrî xwe radestî YPG`ê kirimn.
Îro li ber bajarê Dêrezûrê li rojhilata Sûriyê li nêzîkî sînorê Êraqê, ji ber dorpêçkirina Hêzên Sûriya Demokratîk ji komeke çekdarên rêjîma Esed re, ew neçar man ku di encamê de, an xwe radestî DAIŞê bikin û an jî xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk bikin û di encamê de, 300 kes li wan leşkeran xwe radestî YPG`ê kirin.


Tirkiyê şandina hêzên xwe ji bo sînorê Sûriyê berdewam dike

K24

Berî niha jî medya Tirkiyê ragihand, di çarçoveya rêketina Astana şeş de, artêşa Tirkiyê berî du rojan polîsên xwe yên serbazî li Idlibê belav kir.

Li aliyekî din jî hat ragihandin, dîwarê ku ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê tê avakirin, ber bi dawî ve hatiye.


Erdogan: Tirkiyê Êdî Pêwîstî Bi Endamtiya Yekîtiya Ewrupî Nîne

Denge amerika

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Yekşemê ragihand ku Tirkiyê êdî pêwîstî bi tevlêbîna Yekîtiya Ewrupî nîne, lê ew dê bi awakî yekalî dest ji axaftinan bernede.

“Eger Yekîtiya Ewrupî dixwaza pêşve here, tenê riyek heye, erêkirina endamtiya Tirkiyê û destpêkirina kiryarên geşkirina çand û abûriyê.”

Hêjayî gotinê ye, rawêjkara Almanî Angela Merkel di helmeta hilbijartinan de meha borî got divê Tirkiyê derbasî Yekîtiya ewrupî nebe, herçendî ew hevalbendeka girîng a NATO ye.


ROJNAME

Îranê Deriyê Pewrêzxan bi temamî girt

Roj news

Rejîma Îranê vê sibehê Deriyê Sînor ê Pewrêzxan yê di navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê de bi temamî bazirganiyê re girt. Niha qet bazirganî nayê kirin.

Berpirsê Ragihandin û Peywendiyan ê Deriyê Pewrêzxan Aram Sayexan têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got; “Bi biryara hikûmeta Îranê hemû tevgerên bazirganî hatin rawestandin.”

Aram Sayexan têkildarî sedema girtina derî jî wiha got; “Ji me re gotin ku wê îro li sînor tetbîqata leşkerî bikin. Diyar nîne wê heya kengê derî were vekirin.”


Di referandûma Katalanan de ji 90.09 ‘Erê’  derket

Roj news

Li Katalonyayê, ku polîs û jendermeyan êrîşî referandûmê kirin û 844 kes binçav kirin, 90.09 ji sedî yên hilbijêrên dengê xwe dan, ji bo serxwebûnê gotin ‘Erê’. Berdevkê Hikumeta Xweser a Katalonyayê Jordî Trûll eşkere kir, ku di referandûma roja Yekşemê de 90.09 ji sedî yên hilbijêran ji bo serxwebûnê dengê ‘Erê’ dane. 

Trûll diyar kir, 2 mîlyon û 262 hezar û 424 kesî di refearndûmê de deng dane. Li Katalonyayê bi qasî 5 mîlyon û 300 hezar hilbijêr hene. Ev jî tê wê wateyê ku 42.3 ji sedî beşdarî li referandûmê hatiye kirin.

Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont jî piştî refearndûma duh ragihand, ku ji bo avakirina dewleteke serbixwe wan maf bi dest xistine. Pûîgdemont tevî lîderên din ên Katalan, li televîzyonê ji gel re axivî û destnîşan kir, ku deriyê ragihandina serxwebûnê bi rengekî yekalî vebûye.

 

                                NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK

                                                                  2-10-2017

                                                                    NRLS