ANALÎZ

KÊŞEYA DERGEHÊN SÎNORÎ , BER BI KÛ VE DIÇE ?

Pirsgirêka dergehên sînorî , ya ku li ser paşxaneya aloziya dawî ya di navbera Hikûmeta Iraqî û Herêma Kurdistanê de , rû da; pirsgirêka ku di bingeha xwe de helwesteke rêkeftî ye ji dewletên ku li dijî doza kurdî ne weke Turkiye û Îranê , li gel polîtîka Waşintonê ya ku gurkirinê , weke beşekî girîng ji polîtîka xwe dibîne , da ku bi tena serê xwe navbêniyê di navbera aliyan de bike û çareseryan li gorî sitratîcîka xwe dane.
Heta ku em girîngiya van kêşeyên polîtîkî û leşkerî bîr bibin , divê ku em girîngiya van dergehên sînorî ku dewletên dagirker yên Kurdistanê pev ve girê didin, heya astekê binasin ; çimkî herêm ji hêla aborî ve bi milyarên dolaran ji van dergehan salane qezenc dike, di heman rêzê de ew dergeh dimînin weke xalên ewlehî û sînorî di navbera dewletên iqlîmî ji başûr û rojavayê Kurdistanê re . Ji kesî nayê veşartin ku ev tevlîhevî û kiryarên leşkerî yên dawî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne ji nû ve çêbûne , lê belê kiryareke bi rêxistin û pilankirî ye ku pê vîna gelê kurd li başûrê Kurdistanê bişkînin ,bi tunekirina pirojeya gişpirsiya li ser serxwebûnê li Herêma Kurdistanê. Li gorî madeya (114᾽an) ji makezagona Iraqî ya ku dibêje ku rêvebirina gumrikê divêt hevbeş be , lê belê madeya (115᾽an) ji heman makezagonê dibêje ku , eger nakokî di navbera Bexda û Hewlêrê de çêbin , rêvebirina gumirikê ji mafê Herêma Kurdistanê ye. Ji vê yeke êrîşa dawî ya artêşa Iraqî û Heşda Şe᾽ibî li ser Herêma Kurdistanê , binpêkirina makzagona Iraqî ye.
Piştî giştpirsiya Herêma Kurdistanê û bandoriyên wê li ser hundir û dewletên cîran ên dagirker ji erdinîgariya Kurdistanê re , dijminatiyeke tund ji hêla wan dewletan ve ( Turkiye – Îran) û Hikometa Navendî ya Iraqê ji pirojeya giştpirsiyê re , diyar bû. Giştpirsiya ku bi rola xwe rêkeftin di navbera van dewletan de çêkirin , rêkeftinên ji hêla polîtîkî , aborî û leşkerî ve bi armanca rûxandina vê giştpirsiyê. Hêzên Iraqî bi palpiştiya Heşda Şeibî ya Şî᾽î û bi erêkirineke turkî-îranî , bajarê Kerkûkê dagir kir û paşê jî hemû herêmên nakokdar di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqî de dagir kirin û hewl dan ku dergehên sînorî yên ku Herêma Kurdistanê bi Turkiye û Îranê ve girê didin , kontrol bikin, bi armanca tengkirina dorpêça aborî li ser Herêma Kurdistanê. Parelelî van agahiyan Hêzên Iraqî û Heşda Şe᾽ibî , dergeha Rebî᾽a ya di navbera başûrê Kurdistanê û Rojava- bakurê Suryeyê de raser kir , piştî ku Hêzên Pêşmergeyan bê şer jê vekişiyan. Ev bi xwe tekez dike ku niyazeke veşartî heye ji hêla Heşda Şe᾽ibî ji aliyekî û Rêjîma Sûrî û milîsiyên girêdayî wê ji aliyekî din ve , ji bo derfeta vekirina dergehê di navbera Hikûmeta Iraqî û Suryeyê de li gel gihaştina rêkeftineke Sûrî – Turkî li ser ji nûvekirina dergeha Nisêbînê ya di bin kontrola Rêjîma Sûryeyê de li Qamişlo û hewldana girêdanê di navbera dergeha Rebî᾽a û Nisêbînê de.

Ev yek jî dikare bandora Rêjîma Sûrî li herêmên Fedraliya Bakurê Sûryeyê zêde bike , li gel rewakirina hebûna wê li herêmê di riya kontrokirina dergeha sînorî bi Turkyeyê re ku dibe ku bi vê gavê erêkirina peywerên xwe li ser dijminatiya Rêveberiya Xweser a Damokrat û Hêzên Sûriya Demokratîk qezenc bike û destkeftiyan têk bibe. Bi taybet di qonaxa hilbijartinên Fedralîzima Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê , hilbijartinên ku yekem gava wan (hilbijartinên komînan) bi ser ket û di pey re dê hilbijartinên bajarok , navçe , herêm …hwd , berdewam bikin. Li nik vê yekê dibe ku ev girêdana di navbera her du dergehan de weke bedelekî ji Dergeha Ibrahîm Elxelîl bê bikaranîn . ji bo çar armancan:
1. Xistina aboriya Herêma Kurdistanê û dorpêçkirina wê da ku neçar be binemrîtiyê bike û ji hin mafên xwe dakeve û encamên Giştpirsiyê jî tune bike ; ji ber ku dergeha Ibrahîm Elxelîl salane 7 miliyar dolar dixe xezîneya herêmê de.
2. Rêguherîna xeta lûleya petrolê ya başûrê Kurdistanê , xeta ku piştî ketina Rêjîma Iraqî hate çêkirin û hinardekirina petrolê ji wê ta keştîgeha Cîhan a Turkî û nûvekirina xeta lûleyên petrola Kerkûkê ya kevin ku digihîje ta keştîgeha Cîhan, bi vî awayî Herêma Kurdistanê ji berhemên derfirotina petrolê bêpar bihêlin.
3. Sazkirina rêyekê di navbera dergha Rebî᾽a û dergeha Nisêbînê de , dê sûdê li Rojava ji hêla aborî ve bike û dê roleke wê di rakirina dorpêçê li ser Rojava hebe, lê ev yek dê li ser hesabê Herêma Kurdistanê û tengkirina dorpêça wê be. Ev jî dikare parçebûna polîtîkî di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de zêde bike , ji ber ku riya ku di navbera her du dergehan de û ya ku di erdinêgariya Rojava de çêbe dê roleke mezin di tenêhiştina Herêma Kurdistanê de bilîze.
4. Di naveroka plana Rûsî de ya ku dixwaze Rêjîma Sûrî bide hev û hewl dide ku wê li tevahî Sûriyeyê zagonsaz bike, vekirina Dergeha Nisêbînê bi xwe dê bibe mîna vejandina Rêjîma Sûrî li Qamişlo li ser hesabê Rêveberiya Xweser a Demokrat û Fedralîzimê ; çimkî dergeh û hemû têkiliyên zagonî dê di navbera Dewleta Turk û Rêjîma Sûriyeyê de be .

Li vir gerek bal bê kişandin ku ev rewş li aliyekî dê zemîna Rojava – bakurê Sûriyeyê parçe bike û li aliyekî din dê levnekirin û parçebûnê di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de pirtir bike , lewre pêwsît e dergeha Fîşxabûr – Sêmalka û dergeha Til Koçer werin parastin; ji ber ku girîngiyeke wan a sitratîcîk hem ji Kurd û Emrîka re hem ji şerê li hember terorê li herêmê , heye. Çimkî dagirkirina Herêma Fîşxabûrê ji hêla Hêzên Iraqî û Milîsiyê Şî᾽î ve dê bibe mîna serkeftineke sitratîcîk ji berjewendiyên Îranê di herêmê de û li vir divê helwesteke Emrîkî li hember ferehbûna Îranî hebe.
Her wiha berçav e ku her çar dewletên herêmî yên hawîrdorî Kurdistanê , hevkariya polîtîkî û leşkerî dikin bi mebesta rûxandina her pirojeyeke taybet bi Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê , lewre em dibînin ku dergehan weke behaneyan bi kar tînin ; da ku destwerdanê di karûbarên glê Kurd û nûnerên wî li başûrê Kurdistanê û Rojava bikin . Di heman demê de pirojeyeke dijminayî ye li hember serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demoktatîk li Reqqayê û beşdarbûna wê li Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêra Zorê û kontrolkirina Zeviyê Umer (mezintirîn zeviyê petrolê li Sûriyeyê) û Zeviyê Tenek yê petrolê û rêveçûna ber bi sînorên Iraqî û Bajarê Bokemalê ve. Dibe ku ev yek nameyek ji Bexdayê bo Şamê , bi arasteyeke Îranî be ,ku li pêş Pirojeya Fedralîzma Demkratîk bisekine û baweriya xwe bi xwe vegerîne,her wiha ber bi kontrolkirina zevî û jêderên petrolê û dergehên sînorî ve biçe, ev jî dê encamine erênî ji Şam û Bexdayê re û rihetiyeke zelal ji Tehran û Enqerayê re bi dest bixe.
Beşa Analîza Siyasî
Qamişlo 30.10.2017