NUÇEYÊN ROJANE

NUÇEYÊN ROJANE 19 Berfanbar 2017

SERNUÇE

 

AJANS

Şervanên HSDê êriş şikandin: 21 kuştî

HSD: Esed bixwe derî li pêş gûrpên terorist vekir

Şandeya Herêma Kurdistanê li Almanyayê ye

Serok Trump Stratejîya Ewlekarîya Neteweyî Eşkere Kir

ROJNAME

Altûn: Kongreya Neteweyî pêwîstiyeke stratejîk e

Hezkirina ji hunerê re astengiyan nahêle


AJANS

Şervanên HSDê êriş şikandin: 21 kuştî

Sput nik

Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê duhî bi çekên giran êrişî gundê Cerse Şerqî yê herêma Dêra Zorê ku ji aliyê şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû kontrolkirin kirin. Şervanên HSDê êrişa milîtanên DAIŞê şikandin û di


HSD: Esed bixwe derî li pêş gûrpên terorist vekir

K24

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed dide û dibêje, rêjîma Esed bixwe derî li pêş gûrên terorist vekir ku derbasî Sûriyê bibin.

Fermandariya Giştî ya HSDê daxuyaniyek li ser rûpela xwe Facebookê belav kir û tê de gotinên Serokê Sûriyê Beşar Esed red kir û ragihand, “Em ji van daxuyaniyê matmayî neman, ji ber ku gelê me bi hemû pêkhateyên xwe li dijî rêjîma wî ya zordar û stemkar serî hilda û hemû dezgehên wê yên ewlehî û leşkeriyê dûr xistin.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro şervanên Kurd YPG û HSDê yên bi piştevaniya Amerîka rûbereke berfereh li bakur û rojhilatê Sûriyê ji destê DAIŞê kontol kirine bi xiyanetiyê tometbar kir.

Fermandariya Giştî ya HSDê tekezî li ser wê yekê kir, HSDê wek artêşeke niştimanî şerê terorê li hemû meydanan dike.

HSD Beşar Esed bi vekirina deriyên Sûriyê li pêş grûpên terorist tometbar kir û got: “Em wek HSD berdewam in di şerê terorê de. Beşar Esed û rêjîma wê jî dawî kes in ku li ser xiyanetiyê biaxivin. Ji ber ku ew berpirsê sereke ne, ku grûpên taifger Sûriyê têk bidin û wê bixwe derî li pêş gûrên terorist vekir ku derbas bibin. Herwiha deriyên zîndana ji kesên terorist re vekir, da ku xwîna Sûriyan bi hemû pêhatiyên wê birjînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de HSD tekeziyê li ser yekperçeyîya Sûriyê dike û radigihîne: “Ev rêjîm bixwe li ser têla taifiyet û netewperestiyê dilîze, ev bixwe danasîna îxanetiyê ye. Heger Sûrî li hember wê plane ranewestin dê welat perçe bibe. Hêzên me jî bi ti awayî rê nade ku ev yek bibe.”


Şandeya Herêma Kurdistanê li Almanyayê ye

Puk media

Hat ragihandin ku îro şandeya Herêma Kurdistanê gihîşte Almanyayê yê.
Li gorî agahiyan ku îro roja duşemê 18-12-2017`an, şandeya hikûmeta Herêma Kursdistanê ku pêkhatiye ji serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî, li welatê Almaniya ligel rawêjkara Almaniyayê Angîle Mîrkil hevdîtin pêkanîne.
Di wê hevdîtinê de, tekez li ser yekparçeyî axa Êraqê hatiye kirin û  girîngî bi çarserkirina alozî û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqê de bê dayîn û şerê pêşmerge li dijî terorê jî wek pêngaveke pir girîng hate nirxandin.


Serok Trump Stratejîya Ewlekarîya Neteweyî Eşkere Kir

Denge amerika

Belgeya stratejiyê, bi prensîba ‘’Berê Amerîka’’, ku gotina Trump ya dema kempeyna hilbijartinê bû, li ser çar hêmanên sereke hatiye çêkirin.

Trump, berî hêmanên sereke ragihîne dîyar kir ku rêvebirîyên Amerîka yên berê berjewendîyên Amerîkîyan bi awayekî tam neparastine.

Serok Trump da zanîn ku Peymana Trans Pasîfîk û Peymana Îqlimê ya Parîsê dijî berjewendîyên Amerîka ne û jiber vê ew ji wan peymanan vekişîyane.

Trump peymana navokî ya bi Îranê re careke din rexne kir û da zanîn gefa Koreya Bakur jî tê piştguh kirin.

Di stratejîya Serok Trump de, berevanîya welêt, berevanîya aramîya Amerîka û xurtkirina wê, bi hêzê domandina aştîyê û zêdekirina kartêkirina Amerîka heye.

ROJNAME                                                                                                             

Altûn: Kongreya Neteweyî pêwîstiyeke stratejîk e

Roj news

Altûn diyar kir ku şert û mercên herêmî û navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd musaît e û destnîşan kir ku ya divê Kurd niha bike xweîfadekirin e. Altûn ji bo vê jî bal kişand ser Kongreya Neteweyî ya Kurd û got, ev pêwîstiyeke stratejîk e.  

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn ji rojnameya heftane Awane re axivî. Di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de Altûn işaret bi girîngiya lidarketina kongreya neteweyî kir.

Altûn destnîşan kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd ji bo wan projeyeke girîng e û got, “Tevgera PKK’ê ji destpêkê ev dixwaze kongreyeke neteweyî ya Kurd bê lidarxistin. Ji bo me ev rojeveke nû nîne, ji berê ve ji bo Kurdan pêwîstiyeke bingehîn e.”

Altûn da xuyakirin ku dema ew rewşa parçebûyî ya navbera Kurdan, her wiha rewşa li qada herêmî û navneteweyî dinirxînin, dibînin ku pirsgirêka yekîtiya nava Kurdan pirsgirêka bingehîn e û wiha dewam kir: “Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, nepêkan e ku Kurd bi ser bikevin. Ev yek dikare bi analîzên kûr bê nirxandin. Kurdistan di navbera çar hêzên mêtinger de hatiye parçekirin û Kurd di mejî de ji aliyê hêzên mêtinger ve roj bi roj tên parçekirin. Her roj tên parçekirin û tinekirin. 

Riza Altûn anî ziman ku bêyî parçekirina Kurdan ji hev Kurd nikare bên tinekirin û got, “Yanî her roj parçeyekî jê dike û bi vî rengî Kurdan qels dike. Ev rewşeke girîng e. Jehrkuja vê yekê pêşîgirtina li parçebûnê ye. Ji ber vê yekê, hûn ji kîjan xeta îdeolojîk-polîtîk tevbigerin jî, pirsgirêka neteweyî ya Kurdan, pirsgirêka yekîtiyê weke pirsgirêka bingehîn û pirsgirêka stratejîk derdikeve pêşiya mirovan.” 

Altûn ragihand ku ew ji destpêkê ve bi vê perspektîfê tevdigerin û destnîşan kir ku ji roja destpêkê ve ew bi şiyara yekîtiya neteweyî, bi projeyên yekîtiya neteweyî xebitîne.

Altûn diyar kir ku ji ber sedemên curbicur ev yek negihîşt asta ku tê xwestin û got, “Herî dawî kongreya neteweyî ya Kurd kete rojevê, ku ev gaveke girîng e. Yanî di rewşeke ku Kurd ketine rojeva cîhanê de, kongreya neteweyî ya Kurd weke parlamenta Kurdan a li sirgûnê tevgeriya, bi wê ristê rabû. Ev rewşeke erzan û ji rêzê nîne. Ne saziyeke ku tenê parçeyek xwe lê îfade dike, saziyeke ku temsîla hemû parçeyan dike. Di vê astê de fermî nebû, lê qet nebe biçûk jî be bi roleke wiha rabû.”

‘Li çar parçeyan meseleya Kurd gihîştiye asta çareseriyê’

Altûn da zanîn ku bûyerên di dema dawî de diqewimin, pêwîstiya bi vê yekê bi rengekî vekirî radixe pêş çavan û ev tespît kir: “Yanî rewşa îro gihîştiye asteke welê ku mirov nikare bi deh-panzdeh sal beriya niha bînin berberî hev. Dema mirov şert û mercên çareseriya pirsgirêka Kurd tînin ber çavên xwe, mirov dikarin bêjin ku meseleya Kurd îro bi rastî jî gihîştiye nuqteya çareseriyê. Li her çar parçeyan em gihîştin nuqteyeke ku dikarin çareser bikin. Hem herêm dest dide vê yekê, hem jî siyaseta navneteweyî.”

Kongreya Neteweyî pêwîstiyeke stratejîk e

Altûn pirsa “Ya ku di vir de were kirin çi ye?” kir û got, “Divê Kurd karibin xwe îfade bikin. Eger karibin xwe îfade bikin, wê li ser bingeha van şert û mercan karibe pirsgirêkê çareser bike. Ji bo vê pêwîstî bi çi heye? Pêwîstî bi Kongreya Neteweyî ya Kurd heye. Wê demê Kongreya Neteweyî ya Kurd weke pêwîstiyeke stratejîk li ber me ye.”

Altûn anî ziman ku divê hemû partiyên Kurd di vê mijarê de hemfikir bin û got, “Çiqasî zehmet dibe bila bibe, çiqasî bi pirsgirêk dibe bila bibe, divê em bi her awayî fedakariyê bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin.”

‘Heta li çar parçeyan yekîtî nebe, ewlekariya kesî nîne’

Riza Altûn destnîşan kir ku pêwîstî bi perspektîfeke yekîtiya neteweyî heye û bi berdewamî ev nirxandin kir: “Bi taybetî karên ji bo kongreya yekîtiya neteweyî ya Kurdan di dema dawî de hatin kirin, karê divê bê kirin e. Yanî, divê karekî ji bo yekîtiya Kurdên li çar parçeyan bê meşandin. Heta ku ev kar neyê kirin, kes ewle nîne, kes bi tena serê xwe nikare bibe bandor.”

Altûn diyar kir ku KNK’ê di nîqaşên beriya referandûmê de ev yek gelek caran anî ziman, lê belê bicih nehat anîn û got, “Halbûkî eger di nava Kurdan de yekîtî hatibûya avakirin, saziyeke ku her çar parçeyên Kurdistanê xwe lê îfade dikin hatibûya avakirin, ev sazî bibûya xwedî rêveberiyekê û li ser vê bingehê karên li parçeyên din ên diviyabûn bihata kirin bi rê ve biçûya, gav bihatina avêtin, wê siyaseteke yek parçeyî ya ji çar parçeyên Kurdistanê derketibûya holê. Lê belê ev nehat kirin. Dema ku ev ji nedîtî ve were û parçeyek bi nedîtina parçeyên din hewl bide gavekê biavêje, hingî wê bikeve bi barekî giran ku nikaribe rake.”

Encamên referandûma bêyî yekîtiya neteweyî

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn nîqaşên beriya referandûma li Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got, “Li aliyekî karê ji bo kongreya neteweyî hebûn, li aliyê din jî karê ji bo referandûmê. Nêzîkatiya şaş çi bû? Bêyî ku pêwîstiyê bi yekîtiya neteweyî bibînin, welê nêzîk bûn ku ’em ê bi referandûmê îradeya gel derxînin holê û serxwebûnê îlan bikin’. Gelo ev pêkan bû? Yanî dema mirov rewşa dîrokî, civakî û siyasî ay Kurdan, nêrîna sîstema cîhanê ya navneteweyî ya li Kurdan û hesabên hegemonyayên herêmê yên li ser Kurdan binirxînin, gelo nêzîkatiyeke bi vî rengî rast bû? Niha kongreya neteweyî hê bêhtir hate sabotekirin. Li şûna kongreya neteweyî, referandûma serxwebûnê derxistin pêş. Me hişyarî da, me got ku ev yek nêzîkatiyeke şaş e, konjektura herêmî navneteweyî nikare niha vê rake, me got pirsgirêka niha ev nîne. Divê em şert û mercan amade bikin ku vê yekê bixin rojevê. Şertê bingehîn ê vê jî yekîtî ye. Veguherandina desketiyan bi rengê hêzeke têrker e. Piştî ku veguherî hêzê, her parçe dikare xwe bi rengekî azad îfade bike. Referandûm jî hingî dikare bê kirin, serxwebûn jî dikare bê îlankirin. Ev yek êdî li gorî daxwaza hêzên siyasî, li gorî daxwaza gelê li her parçeyî ye.”

‘Ne vîna gel hiştin, ne jî destketî; xwedî li biryara xwe jî derneketin’                                              

Altûn diyar kir ku nêzîkatiyeke bi vî rengî nehat nîşandan û got, “Ji ber ku ev nehat kirin, çi bû? Li cihê ku yekîtiya neteweyî nîne, li ser bingeha tifaqa yek du hêzan referandûm hat kirin. Îradeya serxwebûnê ya gel derket holê û tam di vir de li cihê ku şiyara neteweyî hate kirin, li pêşberî êrîşa dijmin her tişt hûrhûrî bû. Ne vîna gel ma, ne jî destketî. Yên ku ev siyaset kirin, xwedî li biryara xwe derneketin. Ji ber ku hemû parçeyên din ên Kurdistanê li derveyî vê pêvajoyê hiştin, kesî nekarîbû li pêşberî vê rewşê tiştekî bike.”

Tevlîbûna li Kongreya Neteweyî berpirsyariyeke mezin e

Riza Altûn di dewama axaftina xwe de pirsa “Ev yek çi hînî me dike?” pirsî û got, “Gelo piştî vê rewşa rû da, hîn jî em ê pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî fêhm nekin? Yanî eger em ê fêhm nekin ku sazîbûna kongreya neteweyî ji bo Kurdan di asta jiyanî de pêwîst e, eger em ê fêhm nekin ku karê bingehîn ê kongreya neteweyî yekîtiya neteweyî ye, wê çaxê wê ji têkçûnan ders nehatibe derxistin. Ev yek jî ne tenê zerarê dide xwediyê vê siyasetê. Ev zerarê dide têkoşîna azadiyê ya tevahiya Kurdistanê. Zerarê dide tevahiya civakê. Rê li ber têkçûna destketiyan vedike. Li gorî me, tevlîbûna li kongreya neteweyî wezîfe û berpirsyariyeke mezin e. Wezîfeyeke dîrokî ye ku em vê yekê bikin yekîtiya giştî ya Kurdan û saziya vê yekîtiyê biafirînin.”


Hezkirina ji hunerê re astengiyan nahêle

Roj news

Hunermendên jin ên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku di warê çalakiyên hunerî de xwe bi hikûmeta Îranê girê nadin û gotin; “Li hinek cihan rola jinan a hunerî ji ya mêran zêdetir e.” 

Jinên şanoger û sînemakar ên Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa me re behsa, pirsgirêk, rewşa hunerê,  jin û hunerê ya li Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Nacî Silêman a li Rojhilatê Kurdistanê karê derhêneriya  filmên sînemayî dike wiha got; “Eger em behsa rewşa huner û rewşenbîriya li Rojhilatê Kurdistanê bikin û bînîn beramberî Başûrê Kurdistanê, dikarim bêjim ku li Rojhilatê Kurdistanê  huner pêşketîtir e. Ji ber ku li wir ji bo hunermendan derfetên zêdetir hene, derfet hene derhênerên sînemayan bi hev re pêwendiyan deynin, li cihên taybet bicivin û nêrînên hev bigirin.”

 

       NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                                               19-12-2017

                                                                    NRLS