SERNUÇE

 

AJANS

Mosko û Şamê li ser operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê li hev kirin?

Tirkiyê Esed dipejirîne lê kurdan napejirîne

DAIŞê ji bahozê firsend dît û êrişî noqteyên HSDê kir: 14 kuştî

Goran û Komel ji Rêvebirîya Herêma Kurdistanê Vekişîyan

ROJNAME

TAJÊ li ser xwepêşandanên Başûr daxuyaniyek da

Xwepêşandana Helebce bi dawî bû


AJANS

Mosko û Şamê li ser operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê li hev kirin?

K24

Tirkiyê lez da amadekariyên operasyona li dijî Efrînê.  Şandina amûrên leşkerî bo ser sînor berdewam dike û ji bo ku wesayîtên leşkerî di sînor de derbas bibin blokên bo ewlehiya sînor hatine danîn tên rakirin. Li gorî pisporan, Rûsyayê bi vekêşandina leşkerên xwe yên Sûriyê ev operasyona Efrînê pejirandiye. Daxuyaniyên Beşar Esad yên tund yên derbarê PYD de jî wek ku rêveberiya Şamê jî vê perasyonê erênî dibîne tê nirxandin. Tê diyarkirin ku di destpêka meha bê de wê operasyona Efrînê dest pê bike

Efrîna bajarê Rojava ku ev heyameke dirêj e di rojeve Tirkiyê de ye. Tirkiye ku PYDê wek pêkhateyek ji PKKê dinirxîne û ji bo xwe wek gefekê dibîne, loma dixwaze operasyonekê ji bo wê derê li dijî PYD pêk bîne.

Heta niha li wê heremê ji ber hebûna Rûsyayê ev yek pêk nedihat. Lê belê Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn rojên borî de serdana Sûriyê kir û got ew ê leşkerên xwe yên vê deverê vekêşin. Piştre sererkanê Rûsyayê serdanek sûprîz bo Tirkiyê kir û bi hevkarê xwe re hevdîtin pêk anî.

Piştî van geşedanên dawî Tirkiyê lez da amadakariyên xwe yên operasyona Efrînê û beşek blokên ku bi mebesta ewlehiyê li sînor danîbû rakir. Li gor pisporên ji Tirkiyê, ev geşedan nîşan dide ku operasyon di demek nêz de wê dest pê bike.

Pisporê Rojhilata Navîn yê ORSAMê Bîlgay Duman ji K24ê re got: “Ev operasyon demeke dirêje di rojevê de ye. Lê belê piştî hevdîtinên li gel Pûtîn û pejirandina Rûsyayê, amadekariyên vê operasyonê hat kirin. Daxuyaniyên Pûtîn û serdana sererkanê Rûsyayê ya bo Tirkiyê jî ez di vê çarçoveyê de dibînim. Tirkiye PYDê li ser sînorê xwe wek gefekê dibîne loma ev operasyon wê pêk bê. Lê belê Rûsya, ji bo ku têkiliyên xwe li gel PYDê qut neke bi awayekî sînorkirî dê destûrê bide operasyona Tirkiyê.”

Çend pispor jî balê dikşînin ser daxuyaniyên serokê Sewleta Sûriyeyê Beşar Esad yên derbarê PYDê de û dibêjin rêveberiya Şamê jî operasyona Tirkiyê erênî dibîne.

Pisporê Rojhilata Navîn yê SASAMê Muhammet Isik dibêje: “Rûsya, ji bo ku Tirkiye û rêveberiya Şamê nêzîkê hev bike operasyona Efrînê erênî dibîne. Daxuyaniyên Esad yên derbarê PYDê de dide xuyakirin ku rêveberiya Şamê jî dixwaze hemberî Tirkiyê pêngavên erênî bavêje. Tirkiye, piştî pejirandina Rûsya û Esad dê operasyona Efrînê pêk bîne.  Di vê çarçoveyê de ez serdana sererkanê Rûsyayê di navbera Enqere û Şamê de wek navbeynkariyekê dibînim.”

Amadekariyên Operasyona ku ev nêzîkê 3,4 meh in di rojeva Tirkiyê de gur bûne û tê amajekirin dê destpêka meha rêbendana sala 2018an de ev operason dest pê bike. Lê belê derbarê berfirehî û maweya wê operasyoneke gengez de agahiyên zelal nehatine parvekirin.


Tirkiyê Esed dipejirîne lê kurdan napejirîne

Puk media

Serokê Tirkiyê Erdoxan Esed dipejirîne lê kurdan napejirîne.
Li gorî ajans û ragihandinên Tirkiyê ku serokê Tirkiyê Receb Tayîb Erdoxan dibêje ew amadeye ligel serokê rêjîma Sûriye li dijî YPG`ê li Efrînê hevrêzî û kordîneyê bike.
Lê ev helwest ji aliyê siyasetvan û çavdêrên siyasî ên kurd ve, bi nerewayî û du rûyî hat nirxandin. Ji ber ku ev bêhtir ji 6 salane ku Erdoxan şerê kurdan li Rojavayê Kurdistanê dike bi bihaneya ku ew ligel rêjîma Esed peywendîdar in û şerî rêjîma Esed nakin, her dem çekdarên ser bi opozisyona Sûrî li dijî navçeyên kurdî li bakurê Sûriya û Rojavayê Kurdistanê piştgir dikir.
Lê îro jî, helwesta xwe yekser veguhert û dibêje Tirkiyê amadeye ku ligel Beşar Esed hemahengiyê li dijî Efrînê bike. Çavdêrên siyasî jî dibêjin ku ev helwest ji ber ku Erdoxan ji bingeha siyaseta xwe ve, neyartiya kurdan û doza wan kiriye û her dike.


DAIŞê ji bahozê firsend dît û êrişî noqteyên HSDê kir: 14 kuştî

Sput nik

Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi çekên giran êrişî noqteyên gundê Hemam û Cerse Şerqî li herêma Dêra Zorê yên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin. Şervanên HSDê bersiv dan û pevçûnên dijwar qewimîn, di pevçûnan de 11 terorîst hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî li bejahiya Dêrazorê bahoza tozê çêbûye û milîtanên DAIŞê ji vê sûdgirtin û êrişî noqteyên HSDê kirine. DAIŞî dixwazin pêşveçûna şervanên HSDê rawestîne.


Goran û Komel ji Rêvebirîya Herêma Kurdistanê Vekişîyan

Denge amerika

Her du partîyan, biryara vekişînê piştî bûyerên tundûtûjîyê, ku du roj in li herêmê diqewimin, dan.

Xwepêşandaner ser mûçeyên ku nayên dayîn dijî rêvebirîya Herêma Kurdistanê protestoyan li dar dixînin.

Piştî referanduma serxwebûnê ya 25’ê Îlonê, hikûmeta navendî ya Îraqê li herêmê tedbirên berfireh sitandine û girjîya li herêmê gurtir bûye.

Partîyên rikeberîyê ragihand ku piştgirîya daxwazên xwepêşandaneran dikin, lê jiber kuştinan û şewitandina avahîyên hikûmetê bang li wan kir ku bi awayekî rêwa protestoyan li dar xînin.


ROJNAME                                                                                                             

TAJÊ li ser xwepêşandanên Başûr daxuyaniyek da

Roj news

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê piştî di siyaseta xwe de şikest, carek din destkeftiyên gelê Kurd binpê kir û li pê kursiya desthilatê meşiya, heya rewş giha vê astê. 

ŞENGAL/ ROJNEWS
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) der barê xwepêşandanên sê rojin li gelek bajarok, navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê tên lidar xistin, daxuyaniyek nivîskî da û got; “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hêviyên gelê Kurd ên bi hezarên sala di oxira kurdiya desthilatê de radestê dijminê Kurdan kir.”

Di dewama daxuyaniya TAJÊ ya li ser xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê de wiha hate gotin; “Piştî ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê di siyasete xwede li Başûrê Kurdistanê bibin ket,  careke din  deskeftiyên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê binpêkir ji ber ku li pê kursiya desthilatdariyê di reviya. Deskeftî û hêviyên gelê Kurd yê bi hezarên sala  radestî dijminê Kurda kir. Ev ne cara destpêkê ye ku hikûmeta Başûr îxanetê li gelê xwe dike. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di warê îxanetkirinê û xwe firotinê de  pispore.”

TAJÊ wiha dewam kir; “Mînakên wê  pirin  yek ji wan jî radestkirina Şengalê ya di 2014’an de ku çawa radestî çeteyan hate kirin û di encama wê de bi hezaran dayikên me dîl ketine destê hovan de û heya roja me ya îro çarenûsa bi sedan ne diyra. Piştî vê yekê carek din xwe li ber vîna gel ne girt û bi alîkariya MÎT’a Tirkan di 3’ê Adara 2017’ê de  êrîşê gelê Êzidî kir. Ev yek ne tenê dide diyar kirin ku hikûmeta Başûr dijminê gelê Êzidiye lê belê dişminê gelê Kurd bi temamiye.”

Hikûmeta başûrê Kurdistanê di dîroka xwede xwe bi Kurd bûyinê xwe pênasa dike, lê berevajî wê dijminê herî sereke yê gelê Kurd e. Dema gelê Başûrê Kurdistanê xwe ber bi xweseriye ve dida nîşan, cardin PDK’ê û hikûmeta xwe ya malbatî ketin nava hewildana ku çawa cardin wan destkeftiya bin bixin. Pişta xwe da birayê xwe Erdogan û bi hevre cardin îrada gelê Başûrê Kurdistanê bin pê kirin. Niha jî gelê Başûr daxwaza mafê xwe dike û bi her awayî daketina qadan lê ev yek jî nayê qîma hikûmeta Başûr û êrîşî wan dike û gelek xwepêşan dan jî heya niha qetil kirine. Lê em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ dengê xwe digehînin her derê û di bêjin bila Hikûmeta Başûr baş bi zanibe êdî tu çara wan nema ya ancax wek sedam bi firokan li gelê xwe bixe û gel tunebike. Gelê Başûr jî êdî kete wê ferqê de ku ew bi xwe çend caran hatine firotin û îrada wan hatiye radest kirin.”

Banga ji bo gelê Başûr

Di dawiyê de TAJÊ wiha got; “Di dawî de cardin em wek TAJÊ  bangewazî li tevahî gelê xwe dikin û bi taybet jin, bila jin serî li ber zilmê nema bitewînin û bi rihê Vîyan Soranan dakevin qadan  û bi yek dengî bibêjin êdî ji zilma we re bese. Bijî berxwedana gelê Başûr ,bimre îxaneta hikûmeta paşverû.”


 

Xwepêşandana Helebce bi dawî bû

Roj news

Îro saetên êvarê welatiyên Helebce li Çar Rêyana nav Helebce kom bûn û xwestin ku xwepêşandan bikin. Piştî saetekê hêzên ewlehiyê, asayiş û polîsên Helebce êrîşê xwepêşanderan kirin û xwepêşandan bidawî kirin.

Xwepêşander ku li Çar Rêyana nav bajarê Helebce kom bûn û xwestin ber bi avahiya serokatiya şaredariya Helebce ve bimeşin. Lê hêzên ewlehiyê pêşî li xwepêşanderan girtin û alozî navbera herdû aliayn de derket.

Hêzên ewlehiyê êrîşê xwepêşanderan kirin, ew derb kirin, çend xwepêşander birîndar bûn.

Piştî belavbûna xwepêşanderan hêzek zêde ya ewlehiyê û polîsan li serê kolan û nav bajarê Helebce belav bûn.

 

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                                              21-12-2017

                                                           NRLS