NUÇEYÊN ROJANE

NUÇEYÊN ROJANE 24 Berfanbar 2017

SERNUÇE

 

AJANS

Sala nû pirsgirêkên Herêm û hikûmeta Federal dê bên çareserkirin

Îro Erdogan serdana Bakurê Kurdistanê dike

Şervanên HSDê rastî êrişeke giran hatin: 30 kuştî

Erdogan Serdana Colemêrg û Şirnexê Dike

ROJNAME

Bayik: Hikûmeteke nû ya demokratîk dikare bibe hêza çareseriyê

42 şervanên nû tevlî nav refên YBŞ’ê bûn


AJANS

Sala nû pirsgirêkên Herêm û hikûmeta Federal dê bên çareserkirin

Puk media

Hat pilankirina ku ji destpêka sala nû ya 2018`an ve di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyê  diyalog û gotûbêj dê di navbera Bexdad û Hewlêr de destpêbike.
Her weha serokê Êraqê Fûed Masum dê li ser amadekariyên vê rûniştinê raweste û jidestpêka sala nû ve danûstandin dê di navbera Herêmê û Hikûmeta Federal de çûbibe.Lê li gor ragihandina jêderekê ji PUKmedia`yê re ku nexwast navê xwe aşkire bike got te niha dema tekez ya  rûniştinê lihev nehatiya bicihkirin lê jêder da zanîn ku civîn dê di bin çavdêriya UN ê bi wê awayê di mijara Mûçe û sînor û Firokxaneyan çareser bikin.


Îro Erdogan serdana Bakurê Kurdistanê dike

K24

Ji bo beşdariyê di kongirên AKP şaxê Şirnexê û Colemêrgê, îro serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan serdana Bakurê Kurdistanê dike.

Berî serdana Erdogan ji bo herdu bajaran, tedbîrên tund yên ewlehiyê hatine stendin.

Li bajarê Şirnexê polîsan girtin ser malan û heya niha 10 kes desteser kirine.

Ji aliyekî din ve welatiyên Şirnexê ji Erdogan dixwazin ku Şirnex wek parêzgeh bimîne û ji bo vê yekê gellek poster li nav bajar hatine bilindkirin.


Şervanên HSDê rastî êrişeke giran hatin: 30 kuştî

Sput nik

Li gorî çavkaniyên herêmî, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi çek û teqemeniyên giran êrişî noqteya şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) a gundê Ceres Şerqî kirin. Di pêvçûnan de 30 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û milîtanên DAIŞê neçar man paşde vekişin.

Şerekî giran di navbera şervanên HSDê û terorîstên DAIŞê de qewimî. Di encama şer û pevçûnan de ji xeyrî kuştina 30 milîtanên terorîst 2 wesayîtên çekhilgir hatin rûxandin û gelek çek û cebilxane jî kete destê şervanên HSDê.


Erdogan Serdana Colemêrg û Şirnexê Dike

Denge amerika

Erdogan di 6’emîn Kongreya Bajêr ya Partiya Dad û Geşepêdanê de li Colemêrgê axivî û got di mehên biharê de qedexa li ser zozoanan radikin.

Erdogan li Colemêrgê got:

“Ji bihara pêş me bi şûn va înşeallah emê wê qedexeya derketina zozanan a ku ji ber ewlehiyê hatibû danîn rakin. Lê divê xwedî li zozanan derkevin.”

“Qendil nêzî vir e lê niyeta wan dûrê xelqê me yê Hekkarê ye. Tirkiye tunebe Hekarî jî tune ye. Emê welatê xwe nedin perçekirin. Bi firokan, bi tanqan emê bikin nikaribin ji şikeftan derkevin. 40 sale hizur li welat nehîşitin lê ji îro şûnda êdî nikarin hizura welatê me xerabikin.”

Di axaftina Erdogan de li Colemêrgê peyamên li ser rewşa Qudsê jî derketin peş.

“Mesele meseleya kurd, tirk û ereban nîne. Mesele ew e ku bi tevahî erdnîgarî û medeniyeta me di bin êrîşekê da ye. Heger em çiqas di nav xwe da perçe bibin êrîşê wê bi ser bikevin.”

ROJNAME                                                                                                             

Bayik: Hikûmeteke nû ya demokratîk dikare bibe hêza çareseriyê

Roj news

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik da xuyakirin ku, rewşa niha ku li Başûrê Kurdistanê tê  jiyîn pêşbinî û nerînên me piştrast dikin, siyaseta Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya wê, bi Kurdan li Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê da wendakirin û got: “Hikûmeteke nû ya demokratîk dikare bibe çareserî.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameya ‘Nêrîna Azad’ a ku di Ronahî TV’de tê weşandin û di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, xwepêşandanên nerazîbûnê û çareseriyê de nirxandinên girîng kir.

Bayik li ser  xwepêşandan û rabûnên li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê rû didin axivî û got: “Gel êdî rastiya siyaseta rêveberiya Başûrê Kurdistanê dibîne.”

Bayik, bal kişand li ser rewşa ku niha li Başûrê Kurdistan tê jiyîn û diyar kir yek ji sedema sereke ya van pirsgirêkan ne hatina rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya yekîtiya netewî ya Kurd e.

‘Ev rêveberiya Başûr bi Kurdan da wendakirin’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Bayik da xuyakirin ku, rewşa niha ku li Başûr ê Kurdistanê tê  jiyîn pêşbînî û nêrînên me piştrast dikin, siyaseta Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya wê, bi Kurdan li Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê da wendakirin.

Bayik got ku me berê ji nirxandin û pêşbîniyên xwe gelek caran anîbûn ser ziman û wiha pêde çû.“Rewşa ku îro xwe dide der daxuyanî û pêşdîtinên me piştrast dikin. Berê jî me anî bû ser ziman ku siyaseta ku  li Başûr  tê meşandin bi Kurdan nade qezenckirin . Ev siyaset  zerareke mezin da gelê Kurd. Ne tenê  li Başûr li parçeyên din ên Kurdistanê jî bûye sedema xisaran. Tiştên ku derdikeve holê encamê vê siyasetê ye. Edî gelê Başûr rastiya siyaseta ku tê meşandin  dibîne û gihiştiyê encama ku ev siyaset  destkeftiyên wan bi wan dide windakirin.

‘Siyaseta şaş bû sedem ku destkeftiyên xwe ji dest bidin’

 Gelek deskeftiyên gelê Kurd di encama siyaseteke şaş ji destê  Kurdan derket. Gel vê rastiyê dibîne, li hemberî vê rastiyê êdî serî radike û disekine. Gel vê rastiyê dibejê  “Êdî pêwîstî  bi dawîanîna vê siyasetê heye.”Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê di roja me îro de pirsgirêkên siyasî, aborî, çand, leşkerî û civakî ji her alî ve  her diçe girantir dibe . Edî gel nikare bi van pirsgirêkan  bijî. Ji ber vê yekê dixwaze êdî ev pirsgirêkên  heyî  çareser bibin û ji holê rabin . Gel rastiya siyaseta Başûr dibîne ku ev siyaset nikare dawî li van pirsgirêkan bine . Ev rastî êdî di milê gel de tê ditîn. Tiştên ku çêbûne û qewimîne çareseriyekê  nade avakirin. Rastiya beriya referandûmê çi be, piştî wê jî heman tişt tê meşandin. Gel dibîne ku ev siyaset îro jî berdewam dike û bêyî ku xwe biguherîne. Ji ber vê yekê ev siyaset bi  gel gelek deskeftî dane windakirin û bû sedema sereke ya gelek pirsgirekan.”

Bayik, diyar kir ku deshilatdariya Başûrê Kurdistanê  şer bi hemû aliyên xwe yên siyasî, dîplomatîk, fikrî, aborî, rêxistinî, leşkerî û civakî rast neda meşandin .

‘Gel ji pêşeroja xwe bi fikare’

Bayik got “Sedema pirsgirêk û krîza ku îro li Başûrê Kurdistanê  tê jiyîn, ne tenê şerkirin an neşerkirin e. Şer bi gelek şêwazan tê meşandin. Ne têne şerê leşkerî  ye, lê belê yek rast nehate meşandin . Herî zedê wê ji desthilatdariya heyî çawa sûd bigirin . Wê çawa xwe dewlemend bikin. Ev nerîn û hişmendî pirsgirêken Başûrê Kurdistanê  girantir kir. Pirsgirêkên gel giran kir. Di encama ev rastiya heyî  gel ketiye asta ku çawa bijî. Siyaseta ku tê meşandin ji pirsgirêkên gel re nabe bersiv . Gel îro ji her alî ve pirsgirêkên giran dijî.Gel di pêşeroja xwe de ronahî nabîne, ji ber ku xetereyeke mezin dibîne.

‘Gel daxwaza guhertina siyaseta heyî dikin’

Gel vê rastiyê dibêje “Em ê bi vî awayî heta ku derê  biçin”. Ev rastî jiyana gel dixe nav xeteriyekê. Ji ber vê gel dixwaze di rojeke nêz de ji vê xeteriya heyî  xelas bibe. Gel desthilatdariya heyî berpirsyar dibîne. Piştî referandûmê Hikûmeta Iraqê gelek cih xistin bin serweriya xwe, pirsgirêk girantir bû. Li hember vê yekê  gel li benda vî tiştî ye ku desthilatdariya Başûrê Kurdistan ji van bûyeran encamê derxe. Gelê Başûrê Kurdistan li benda vî tiştî ne  ku desthilatdariya heyî dev ji siyaseta xwe ya heyî berde , bi hêvî bûn ku siyaseteke nû were meşandin . Lê belê tişta gel dît ew bû ku siyaseta berê xwe da domandin, bê ku siyaseteke nû were meşandin . Ji ber ku siyaseta heyî pisrgirêkên jiyanî kûr dikir. Gel dît ku ev nêzîkatî berdewam dike li hemberî vê siyasetê derketin. Ji ber ku desthilatdariya heyî tu guhertin çênekir”

‘Çavê hikûmetê ji bo çareseriyê li derveye’

Bayik, di dirêjahiya axaftinên xwe de wiha got. “Pêwîst dikir ku  hikûmet nû bihata avakirin û siyaseta kevîn  bihata guhertin. Ger ku hikûmeteke demokratîk ava bikirana, hemû hêz û aliyên demokratîk li Başûrê Kurdistanê di hikûmeta nû de cih girtibana ev krîz kûrtir nedibû . Ji ber ku hikumeteke demokratîk dikare pirsgirêkên Başûr  çareser bikira, dikarî bi dewletên herêmî re yên mîna Tirkiye , Îran, Sûriyeyê û Iraqê siyaseteke demokratîk bimeşîne. Bi vê siyasetê re dikaribû deskeftiyên gelê Kurd û gelên din xwedî derketa û di nava  civakê de demokiratîkbûyîn ava bikira.Ev hikûmet dikaribû têkoşîneke demokratîk bimeşanda. Siyaseta  gemar ya heyî bi demokratîkbûyîne re wê derbas bikira. Gel bi vê hêviyê referandûm pêşwazî kir. Lê belê gel rastiya heyî dît. Desthildarî wek xwe ma. Dîsa du partiyan xwestin desthilatdarî  di nav xwe de li gorî berjewendiyên xwe nêzîk bibin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê  dîsa bang li dewletên mîna Tirkiye û Îranê kir. Bendewariyên xwe ji wan re anîn ziman. Gotin em bawer dikin dîsa alîkariya me bikin û em bi hev re weke berê  bimeşin. Lê dema em siyaseta ku li Başûr dinihêrin, em dibinîn ku pirsgirêkên herî mezin Tirkan anî serê wan. Hin jî li bendê ne Tirkiye alîkariya wan bike. Tirkiye alîkariya wan bi çi awayî kir li ber çavan e. Pir eşkere li holê  ye Tirkiyeyê Başûr xiste çi rewşê diyar e. Gelek pirsgirêkên li Başûr tê jiyîn serî de Tirkiye berpirs e, ev rastiyek e. Tirkiye  îmkanên li Başûrê Kurdistanê ji bo xwe girt û bi wan derfetan dijminahiya  gelê Kurd kir. Tirkiye dixwaze dijminên Kurd hemiyan  bîne gel hev û bi eniyek dij Kurd tevbigere. Rexmî vê yekê  hina  jî  rêveberiya Başûrê Kurdistanê  Tirkiyeyê wekî dostê Kurdan dibîne û alîkariyê jê dixwaze. Ji ber vê yekê gel rabûye ser piyan dixwaze pêşî  li xeterî û gefxwarinan bigire.” 

‘Li şûna alîkariya gelê Kurd bikin, alîkariya dagirkeran dikin’

Bayik , bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got ku yek ji faktorên sereke yê serhildanên gel li Başûrê Kurdistanê neqebûlkirina deshilatdariya Başûr a yekîtiya neteweyî ye .

Bayik got sedemeke din jî hatina Başûrê Kurdistanê vê astê, desthilatdarên Başûrê Kurdistan Yekîtiya neteweyî qebûl nekirin. Li şûna yekîtiya neteweyî desthilatdarî û berjewendiyên xwe esas girtin. Pirsgirêken gel esas negirtin guh nedan pirsgirêkên gel. Desthilatdariya xwe esas girtin, wê çawa di warê aborî de xwe mezin bikin peyî tiştên maddî ketin. Ji bo gelê xwe tiştek nekirin. Çavê xwe ji bo yekîtiya netewî û pêwistiya wê girtin ,bi parçê din ê Kurdistanê li ser têkîliyeke neteweyî pêş nexistin. Li şûna alîkariya gelê Kurd bikin alîkariya dagirkeran kirin. Bi vê nêzîkatî xwe û Başûrê Kurdistan lewaz kirin. Hêzên dagirker ji van nêzîkatiyan sûd girtin û berjewendiyên xwe derxistin pêş . Eger yekîtiya netewî bihata avakirin , li Başûr hebiya, tu carî ev lewazî nedihat jiyîn. Dagirkerî jî bi hêsanî nedikarî deskeftiyên Kurd bigire û ji holê rake. Em li dîrokê jî vegerin yên ku derdorê xwe xurt nekirine, her tim xwe lewaz kirine. Filîstîn mînaka herî gûncav e, da ku ev rastî baş were fêmkirin. Tevgera Filistîn bi lewazkirina derdorê xwe bi xwe lewaz bû. Li Başûrê Kurdistanê desthilatdarî tenê xwe û desthilatdariya xwe esas girt. Bi siyaseta ku meşandin alîkariya dagirkeran kirin. Ji bo gel ev yek nekirin. Li gel vê yekê  pêwîst dikir têkoşînên li parçê din ên Kurdistanê dihat meşandin, mezintir bikirana lê her tim desthilatdariya xwe esas girtin. Di her milî de siyaseteke ne rast hate meşandin. Li hemberî gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî ev siyaseta şaş hate meşandin. Bi navê siyasetê her tişt xistin bin xizmeta desthilatdarî û berjewendiyên xwe. Bi vê nêzîkatiyê ve jî gel dan winda kirin. Îro gel ji ber vê yekê li dijî wan disekine.

‘Hikûmetekî nû ya demokratîk dikare bibe hêza çareseriyê’

Bayik herî dawî ev tişt anî ziman “Eger gel îro serî rakiriye ev encamên siyaseta wan bi xwe ye. Sedema deshilatdariya ku hatiye meşandin e. Pêwîst e ev rastî ji her alî ve were dîtin . Bila nebêjin çima gel dijî me rabûye , hinek dixwazin ji vê feyde bigirin. Di bin vê rastiyê de siyaseta wan ya şaş heye,  pêwîst  dike ku rastiya xwe bibînin. Sedemên pirsgirêkên Başûr desthilatdarî bi xwe ye bi destên xwe ava kirin . Pêwîst dike  ku xwe ji siyasetên  ne rast xelas bikin. Divê ku li hember gel rexnedayîna xwe bidin. Bi hemû hêzên demokratîk re tekîliyê ava bikin û bi hev re hikûmetekê ava bikin.Tenê hikûmetek nû ya demokratîk wê bikaribe pirsgirêkên heyî  çareser bike. Pêwîst e ev hikûmet yekîtiya neteweyî, demokratîkbûyînê ji bo xwe esas bigire. Wê demê pirsgirêkên gel wê  çareser bibe .

42 şervanên nû tevlî nav refên YBŞ’ê bûn

Roj news

Ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengal ku di merasîma ji bo şervanên dewreya xwe ya perwerdê bidawî kirin hate lidarxistin de axivî, wiha got; “Bi YBŞ’ê re mezinkirina şoreşa Şengalê, avakirina hêzên parastina rewa ya gelê me, li hemberî hewldanên êrîş û tehdîtan bersiva herî raste. Dibe ji hemû tiştî zêdetir pêwîstiya gelê me bi perwerdê hebe. Ev perwerde di heman demê de ji bo me xwedî wate û giringiyek pir mezine jî. Hemû hevalên li virin wê li ser xeta şehîdên me yên ji bo derfetek wiha çêbibe, parçeyek xaka azad çêbibe û rêxistinbûna YBŞ’ê canê xwe feda kirin, bimeşin.

 

 

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                                                   24-12-2017

                                                                        NRLS