SERNUÇE

 

AJANS

HSD kêlgeheke petrolê li Dêre Zorê kontrol kir

HSD cejna Mesîh pîrozkir

Li Meclisa Tirkiyeyê nîqaşa ‘Kurdistanê’

Pevçûnên li Yemenê Gur Dibin

ROJNAME

‘Pêwîste bi lez û bez rêveberiyek demokratîk bê avakirin’

Serokê Parlamamentoya Herêma Kurdistanê îstîfa kir


 

AJANS

HSD kêlgeheke petrolê li Dêre Zorê kontrol kir

K24

HSD li malpera xwe belav kir, di çarçova operasyona wan ya bi navê Bagera Cezîrê li Dêre Zorê de, şervanên wan pêşketinên berçav li ser li dijî DAIŞê tomar kirine.

HSD da zanîn, wan kariye kêlgeha Murad yê petrolê bi temamî kontrol bikin. Herweha her du bajarokên Hisyat û Ebu Herdûb jî ji destê DAIŞê girtine.

HSD aşkere kir jî, niha şerê wan li wê navçeyê bi çekdarên DAIŞê re bi tundî berdewam e.


 

HSD cejna Mesîh pîrozkir

Puk media

Bi boneya Cejna Mesîh,Hêzên Sûryeya Demokratîk mesîhiyên li serensera Cîhanê pîrozkirin û band li gelê Bakurê Sûriyê kir ku jibo belavkirina hezkirin û aştiyê bi vê boneyê dua bikin.
Serkirdeyetiya Giştî yê HSD di heyama belavokekê de roja jidayîkbûna birêz Mesîh li hemû Mesîhiyan pîroz kirin û got: Em wek Sûryeya Demokratîk xwedehefîziyê li salekê dikin û pêşwaziyên ji saleke nû re û biboneya hetina cejna Mesîh em pîrozbahiyê li mesîhan dikin û bang li hemû dunyayê dikin ku peyama birêz Mesîh ya belavkirina aştiyê û hezkirinê li Cîhan.ê belavbikin,her wehajî HSD dexwezkir ku li ser rêya xwadê bimaşin ji ber ku rêya aştiyê û aramiyê ye.
Serkirdeyetiya HSD bang kir ku hemû dêrên li Sûryeyê zengên xwe bikar bînin jibo ku aştî di nav Sûriyê de bê belavkirin û hêvî dikin ku şer li navçeyê bidawî bibe û xelk vegerin war û malên xwe 


 

Li Meclisa Tirkiyeyê nîqaşa ‘Kurdistanê’

Sput nik

Li gorî nûçeya Umut Erdemê rojnameya Hurriyetê, Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan ji bo Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman bersiv bide pirsek pêşkêş kir.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan di pirsa xwe ku pêşkêşî Serokê Meclisê kir de got: “Peyva ‘Kurdistan’ di zeptan de şaş tê nivîsandin. Şaşnivîsandina peyva ‘Kurdistan’ li dijî rêbazên nivîsandina Saziya Ziman a Tirk e.”


 

Pevçûnên li Yemenê Gur Dibin

Denge amerika

AFP ragihand ku koalîsyonê bi şev li Haîsê operasyonên esmanî li dar xistine û bi kêmî ve 18 çekdarên bi piştgirîya Îranê kuştine.

Karbidestekî ewlekarîyê ji ajansê re dîyar kir ku li Tahita, bi bombebarana ji helîkopterê bi kêmî ve 35 serhilda hatine kuştin.

Jêderên leşkerî û saxlemîyê jî ragihand ku di pevçûnên dawî de bi kêmî ve 12 leşkerên hikûmetê hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî, bo piştgirîya Serokomarê Yemenê Abedrabbo Mansur Hadî, ku desthilata wî ji alîyê civaka navneteweyî ve jî tê nas kirin, ji Adara 2015’an ve dijî serhildayên Husî operasyonên esmanî li dar dixîne.


 

ROJNAME                                                                                                             

‘Pêwîste bi lez û bez rêveberiyek demokratîk bê avakirin’

Roj news

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ku rewşa li Başûrê Kurdistanê encama siyaseta ku bi salane tê meşandin e, lewma divê rexnedayîna wê bê dayîn û bi lez û bez rêveberiyek demokratîk ku hemû kes cihê xwe tê de digire bê avakirin.   

Hevserokên KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik bûyer û pêşketinên di sala 2017’an de li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê nirxandin. Hevserokan di vê çarçoveyê de bersiv dan pirsên nûçegîhanên Medya Haber’ê û gelek rexne û pêşniyarên xwe yên girîng jî pêşkêşê rêveberiya Başûrê Kurdistanê kirin.

Hevserokên Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Besê Hozat  û Cemîl Bayik têkoşîna Tevgera wan a di sala 2017’an de, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurdistanê li herêmê, alozî û xwepêşandanên li Başûr û rewşa Tirkiyê nirxandin û pirsên nûçegîhanên Medya Haber’ê Esra Mîkyaz û Bakî Gul.

Hozat: Faşîzma AKP-MHP’ê kete pêvajoya hilweşînê

Hevseroka KCK’ê Besê Hozat têkildarî têkoşîn û xebatên KCK’ê yên di nava sala 2017’an de jî axivî û diyar kir ku wan plan û bernameyên xwe yên sala 2017’an piranî pêk anîne û wiha pêde çû: “Em bêjin ku me têkoşîn li hemû qadan bê kêmasî pêk anîn, wê nerast be. Kêmasî derketin holê. Eger ev kêmasî nebûna, wê serketinên hê mezintir bi dest ve bihata. Mînak, di serî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li her deverê berxwedan û têkoşîna civakî bi têrkerî nehat kirin. Di vî warî de pêşketinên girîng hebû, lê belê têra hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP’ê nekir. Armanca me hilweşandina vê desthilatdariyê bû. Vê têrê nekir. Li ser vê bingehê têkoşîneke cidî hate dayin. Rejîma desthilatdariya faşîst kete nava kaoseke cidî. Di nava pêvajoyeke jihevketinê de ye. Di pêvajoya hilweşînê de ye.”

Hozat anî ziman ku hem şerê parastinê yê gerîla, hem jî têkoşîna gel a li Bakurê Kurdistanê û li cîhanê ev rastî derxist holê: PKK gav bi gav li Kurdistanê û herêmê veguherî hêzeke ku mezin dibe.

Hozat bi berdewamî wiha axivî, “Gelê Kurd di demokratîkkirina herêmê de veguherî aktorekî. Bi serketina Reqayê re faşîzma DAIŞ’ê hate têkbirin. AKP jî di şexsê têkçûna DAÎŞ’ê de şikest. Li Tirkiyeyê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê kete nava pêvajoyeke hilweşînê.”

 Bayik: Siyaseta li Başûr zerar da gelê Kurd

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik rexne û pêşniyarên KCK’ê yên ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê anî ziman û nirxandinên girîng kir.

Bayik diyar kir ku rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê encama wê siyasetê ye ku bi salane tê meşandin û destnîşan kir ku ev siyaset bi kêrî gelê Kurd nehat, berevajî zerar da Kurdan.

Bayik da zanîn ku gel ev siyaseta li dijî xwe tê meşandin dît, rexne kir û xwest bê terikandin û got, “Lê belê gel dibîne ku piştî referandûmê ev siyaset didome. Dibîne ku di siyasetê de ti guhertin nehatiye kirin. Vê siyasetê di nava gel de rê li ber êşên giran vekir. Gelek destketî ji dest bir.

Bayik: Qet nebe rexne dayîna xwe dabana gel

Qet nebe li benda rexnedayineke vê pêvajoyê bûn. Gel li bendê bû ku siyaseteke nû bê kirin. Lê belê dît ku ti guhertin nîne, dîsa heman hikumet, heman polîtîka; di ser re bang li hêzên mêtinger ên êşên gelekî giran bi gelê Başûr dane kişandin, tê kirin.”

Cemîl Bayik ragihand ku gel gihîşt wê baweriyê ku ev siyaseta li Başûr tê meşandin jiyana wan dixe nava xeteriyê û wiha dewam kir: “Gel vê qebûl nake. Çalakiyên protestoyî dike. Yên ku rê li ber vê rewşê vekirin, partiyên li desthilatdariyê ne. Li şûna ku derdorê sûcdar bikin, divê li rewşa xwe binerin û rewşa xwe bibînin. Ev rewş ji ber wan derketiye holê. Ji ber ku nekarî bi rê ve bibin. Ji aliyê siyasî, dîplomatîk, leşkerî, aborî û civakî ve rê li ber pirsgirêkan vekirin. Welê lê hatin ku nema dikarin sîstemê bi rê ve bibin. Encama ku derketiye holê bi vê ve girêdayî ye.

Bayik: Divê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê polîtîkaya yekîtiya netewî esas bigirin

Lewma divê kesî sûcdar nekin. Pêwîste rexnedayina xwe bidin û bi lez û bez rêveberiyeke demokratîk ava bikin. Girîng e her kesên li Başûrê Kurdistanê tevlî vê rêveberiyê bikin. Lazim e di siyasetê de, di civakê de demokratîkbûnê esas bigirin. Divê pirsgirêkên bi Iraqê re bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji bo hemû parçeyên Kurdistanê divê polîtîkaya yekîtiya neteweyî esas bigirin. Eger yekîtiya neteweyî esas bigirin, her wiha rêveberiyeke demokratîk esas bigirin, di siyaset û civakê de gavên demokratîk biavêjin, bi Iraqê re têkiliya bi diyaloga demokratîk deynin, dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Di rewşa heyî de çareserkirina pirsgirêkan li aliyekî, wan girantir dikin.”


 

Serokê Parlamamentoya Herêma Kurdistanê îstîfa kir 

Roj news

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed bi awayekî fermî ji serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê îstifa kir.
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed di civîna çapemeniyê de bi fermî îstifaya xwe îlan kir.

 

 

 

 

 

 

 

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                                               26-12-2017

                                                                  NRLS