Nûçe

NUÇEYÊN ROJANE 27 Berfanbar 2017

SERNUÇE

 

AJANS

Tillerson û Lavrov Ser Koreya Bakur Axifîn

Yûsif Mihemed dest jikar kişand

Balefireke Rêjîmê li erdê xistin

‘Erebîstana Siûdî milîsên filistînî li hemberî Hizbullahê bi çek dike’

 

ROJNAME

Ji PKK’ê banga têkoşîna li dijî hovîtiyê

KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir


AJANS

Tillerson û Lavrov Ser Koreya Bakur Axifîn

Denge amerika

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevetayê wî yê Rûs Sergey Lavrov li ser telefonê derbarê bernameya muşeka navokî ya Koreya Bakur axifîn.

Tillerson dîyar kir ku Koreya Bkur bi bernameyê biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) binpê dike.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku axaftina bi rêka telefonê, ser daxwaza Tillerson pêk hatiye û her du wezî xencî Koreya Bakur derbarê Sûrîye û Ukrayna jî axifîne.


Yûsif Mihemed dest jikar kişand

K24

Di kongirekî rojnamevanî de serokê Perlemana Kurdistanê Yûsif Mihemed, dest jikarkişana xwe ji postê serokatiya Perleman ragihand û sedemê wê yekê jî da xuyakirin û got: “Dema vê gera Perleman, li ser du qonaxan dabeş bûye, ku em dikarin nav lê wan bikin qonaxa yasayî û ya ne yasayî, bi dirêjiya dema serokatiya min ji Perleman re, naveroka armanca min, sîstima Perlemanî ya tendrust û Perlemanekî çalak bû, çi tiştê ji dest min jî dihat, bê paşguhkirin me encam dida”.

Dest jikarkişana yûsif Mihemed di demekê de ye ku di çend rojên derbasbûyî de Tevgera Goran û Komela Islamî vekşiyana xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin.


Balefireke Rêjîmê li erdê xistin

Puk media

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam balefireke şer a Rêjîma Sûriyeyê li gundewarê rojhilatê Hemayê xistin xwarê û şofêr jî kete destên çeteyan.
Çavkaniyên herêmî dîmenek weşandin, têde diyar dibe ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra) balefireke rêjîma Sûriyeyê armanc digirin û di encamê de dixin xwarê. destnîşan hat kirin ku li vê herêmê pevçûnên giran di navbera çeteyên Cebhet El-Nusra û rêjîma Sûriyeyê de rû didin.
Di heman dîmenî de pîlotê balefirê kuştî di destên çeteyan de ye. Li gorî heman çavkaniyan balefir ji cûreya L39 e û îro di navbera saet 15:00 û 16:00’an de hatiye xistin.

Hêzên rêjîmê ev demek in li gundewarê Hemayê hewl didin pêşve biçin û di encamê de pevçûn di navbera wê û çeteyên Cebhet El-Nusra de rû didin.


‘Erebîstana Siûdî milîsên filistînî li hemberî Hizbullahê bi çek dike’

Sput nik

Li gorî rojnameya New York Timesê, Erebîstana Siûdî dixwaze milîsên leşker ên kampên Filistînê li hemberî Hizbullaha Libnanê bi kar bîne û bi vê planê dê hebûn û bandora xwe li Libnanê zêdetir bike.

Lê berpirsekî Erebîstana Siûdî ev plan red kir û ragihand ku Riyad ti carî tevlî karên wiha nabe. Berpirsên libnanî jî ji bo têkçûna aramî û ewlehiya kampên filistînî yên li Libnanê bi guman in.


ROJNAME                                                                                                             

Ji PKK’ê banga têkoşîna li dijî hovîtiyê 

Roj news

Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku êrîşa li dijî goristan û cenazeyan, dawîhatina li mirovahiyê ye û banga têkoşîna li dijî kiryarên dewleta tirk kir. 

Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê êrîşên AKP’ê yên li dijî goristanên şehîdan ku herî dawiyê êrîşî Şehîdgeha Garzanê ya li Bedlîsê kiribû û 267 gor xera kiribûn de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya PKK’ê de hat gotin, “Dewleta Tirk a mêtinger qirker, rûyê xwe yê li dijî mirovahiyê careke din nîşan da, êrîşî goristanên gerîla kir û cenaze ji gorê derxistin. Li devera cîhanê nehatiye dîtin ku dewletek di vê astê de êrîşî goristanan dike. Di ti serdema dîrokê de mîna niha êrîş li gor û cenazeyan nehatiye kirin. Ev yek radixe pêş çavan ku dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê Kurd e, di heman demê de xwedî karakter û zîhniyeteke dijminê mirovahiyê ye. Ti ol, ti bawerî, ti nêrîna siyasî êrîşa li dijî gorê qebûl nekiriye. Ev zîhniyeta ku hurmetê nîşanî ti ji nirxên dîroka mirovahiyê nade, ji bo tevahiya mirovahiyê xeterî ye.”

PKK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk nikare xwe li cenazeyê mirovên ji bo jiyana azad û demokratîk a Kurdan têkoşiyane rabigire û got, “Ne tenê dijminê Kurdê ku azadiyê dixwaze, her wiha dijminê miriyê wan e jî.”

Di dewama daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de wiha hate gotin:

“Nêzî sed sal in di ser re derbas bûye lê hê jî cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wî nîşan nade. Ev yek nîşaneya berbiçav a karaktera wê ye. Têkoşîna li dijî dewleteke ku ti nirxan nas nake, ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê wezîfeyeke pîroz e. 

Divê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê zanibin ku ev êrîşên li dijî goristanan êrîşa tinekirina ji binî ve ye. Ew rengekî vekirî hewl dide Kurdan bê bîr û hiş bihêle û qir bike. Dixwaze her tiştên ku Kurdîtiyê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tîne bîra mirovan ji binî ve rakin. Tayyîp Erdogan vê armanca xwe yer roj bi awayekî vekirî nîşan dide. Bi gotina ‘afirandina yek milet, yek welat stratejiya me ya ewlekariya neteweyî ye’, bi rengekî vekirî îlan kiriye ku hedefa bingehîn tinekirina Kurdan û hemû nasnameyên din e. 

‘CIHÊ KU MIROVAHÎ LÊ QEDIYA’

Êrîşa li dijî goristanan û cenazeyan, bidawîbûna mirovahiyê ye. Heta ku mirov li dijî hêzeke bi vî rengî ya êrîşkar tênekoşe, mirov nikare bibe mirov û nikare jiyana azad û demokratîk bi dest bixin. Ji ber vê yekê divê mirov li ber vê zalimtî û kiryarên li dijî mirovahiyê rabin. Şehîdên me nirxên herî mezin ên gelê me ye, lewma Tevgera Azadiyê ya Kurd wê teqez hesab ji van hêzên êrîşî gorên şehîdên me kirine bipirse. Yên ku ev kirine wê teqez berdêla vê bidin. Divê gelê me jî li hemberî vê êrîşê, li dijî vê heqaretê bêdeng nemîne. Pêwîste bersiv ji vê dijminatiya li Kurdan bê dayin, bersiv ji vê namerdiyê re bê dayin. Ne tenê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê divê gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî vê hêza li derveyî mirovahiyê dengê xwe bilind bike.

‘DIVÊ KES LI BER VÊ ÊRÎŞKARIYÊ BÊHELWEST NEMÎNE’

Hêzên demokratîk û raya giştî ya Tirkiyeyê divê li dijî vê êrîşkariyê dengê xwe bilind bikin. Bêdengî û bêhelwestiya li pêşberî vê êrîşkariya ku ti nirxan nas nake, mirovan gemarî dike. Ev êrîşkariya ku bi navê rêveberiya Tirkiyeyê hate kirin, di heman demê de heqareteke li gelê Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê, di serî de rewşenbîr û hunermendên ku wijdanê gelên Tirkiyeyê ne, lazim e hemû hêzên demokrasiyê helwestê li dijî vê êrîşkariyê nîşan bidin.

Hemû gel û hêzên demokratîk ên li cîhanê jî divê bibînin ku yên di vê astê de êrîşî miriyên Kurdan dikin, wê çi nîne serê zindiyê Kurdan û dengê xwe li hemberî vê êrîşkariya li dijî mirovahiyê bilind bikin. Ev kiryarên li derveyî mirovahiyê, ne tenê li dijî Kurdan e, di heman demê de li dijî tevahiya mirovahiyê û nirxên mirovbûnê ye. Bêdengiya li pêşberî êrîşkariya di vê astê de, tê wateya hevpariya van kiryarên li dijî mirovahiyê. Ji xwe her ku deng li vê desthilatdariya faşîst nayê kirin, êrîşkarî jî zêde dibe. Ne tenê li nava Tirkiyeyê li derveyî Tirkiyeyê jî êrîşî her kesên li ber faşîzmê radibin dike û çi tê ber dev dibêje, heqaretê dike.

Têkoşîna li dijî hêzeke bi vî rengî ya li dijî mirovahiyê, têkoşîna herî mezin û herî pîroz a dîrokê ye. Têkoşîna xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye. Lis er vê bingehê em bang li gelê xwe, dostên xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê xurt bikin; Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê azad bikin.”


KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir 

Roj news

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir û bang li her kesî kir ku tevlî nav têkoşîna neteweya demokratîk a ku cudahiyê naxe navbera ol û nasnameyên etnîkî, bibin.  

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê ji bo cejna Noelê ya civaka Xirîstiyan peyameke pîrozbahiyê weşand.

Peyam wiha ye:  

“Yek ji diyariya ku Xirîstiyanan daye civakan jî cejna Noelê ye. Bi vê cejnê re saleke nû dest pê dike. Em hêvîdar in vê sala nû di serî de li Rojhilata Navîn aştiyê bîne ji cîhana me re.

Di her bawerî û çandê de tişta ku pêşîn tê bîra mirov, aştî, dostanî û jiyana bi hev re ye. Cejn bûne bibîranîna van rojên xweş.Tevkariya Xirîstiyaniyê ya ji aştiyê gelekî zêde ye. Cara pêşîn Xirîstaniyê bêyî ku cudahiyê têxe nav çîn û zayendan xîtabî civakan kiriye. Hemû baweriyan xwestine wijdaniyeke wisa pêk bînin. Rojhilata Navîn a ku navenda olên Îbrahîmî ye jî bûye navenda çand û baweriyeke wisa. Lê serdestan ev çand xera kirin. Herî dawîn di meseleya Qudsê de me dît ku serdestên nîjadperest derketine pêş û polîtîkayên nijadperestan Rojhilata Navîn tê de li gelek cihan dibe sedema êş û trajediyan.

Nijadperestan herî zêde li Anadolû û Kurdistanê gelên Xirîstiyan qetil kirine. Di şerê cîhanê yê yekemîn de Asûr, Ermen û Rûm ji aliyê nîjadperestan hatine qetilkirin. Hîtler jî ji van polîtîkayan sûd wergirtiye û di şerê cîhanê yê duyemîn de gelê Yahûdî qetil kiriye. Niha jî Erdogan û Bahçelî dixwaze gelên Xirîstiyan û Kurdên Misilman qetil bike. Bi vê Noelê re mebesta me ev e ku, li dijî nîjadperestan helwesta xwe zelal bikin. Divê em ji bîr nekin ku nijadperestî li hemberî kêfxweşiya cejnan û yekîtî û biratiyê dijminatiyê dike.

Van salên dawî nijadperest jî dîn îstîsmar dikin, Rojhilata Navîn kişandine nav şerekî ku mirov nikare ji nav derkeve. Rêxistinên wekî DAÎŞ’ê û lîderên weke Erdogan ku paşmêriya wan dike xwedî heman hişmendiyê ne. Ev dînên Ibrahîmî ji bo ku bigihijin armancên xwe û palpişt ên ku ji xwe re kirine dijmin dikine hinceta kuştinê. Ev hesabên gemarî ji hêla dînan ve jî guneh hatine hesibandin. Kes û komên ku xwedî vê helwesta gemarî ne ku ev rastiyan înkar dikin, li Rojhilata Navîn ku bûye kana Xirîstaniyê, li dijî her cure nasname û baweriyan zilmê dikin. Serdema niha ku neheqiyên mezin dibin, gunehên mezin têne kirin, nijadperestên niha yên serdest hewl didin ku wijdanê mirovahiyê bibirin. Em hêvî dikin ku ev Noel û mîlada nû ya ku wê dest pê bike, li dijî vê zilmê û hovîtiya li dijî mirovahiyê bibe sedema şiyarbûn û raperîna wijdana mirovahiya mezin.

Li bara geşedanên ku li herêma me dibin bihistyariya ku alema Xirîstaniyê heta niha nîşan dayî têra xwe bi nirx e. Talokeya mezin a li herêma me ku kana xwe ji nîjadperestî û îstîsmara dîn distîne hê hebûna xwe didomîne. Li bara vê talokeyê em bang li her kesî dikin ku bêyî ku ferqa dîn û nasnameya etnîk bikin em bang dikin ku têkoşîna neteweya demokratîk bikin.

Tevgera me ya Azadiyê jî ji dînan ku xwedî helwesteke wijdanî û exlaqî nesîbê xwe standiye, li dijî hemû hemû gelên çewisandî û komên sosyal hewl dide ku pêdiviyên demokrasiyê pêk bîne. Em tevger bêyî ku ti cihêtiyê têxin navbera bawerî û nasnameya etnîkan li hemû qadên ku em ê xwe bigihînin, hewldana me ya li hemû qadan ya ji bo parastina hemû bawerî û komên çandê, îradekirina wan, bi wê daxwazê ye ku gewhera hemû dînan bide jiyîn. Em ê vê hewldana xwe ya watedar geş bikin û bidomînin.

Bi wesîleya Noelê li Rojhilata Navîn a bi navenda Kurdistanê bang li hemû mirovahiyê dikin li têkoşîna wekhevî, azadî, aştî û biratiyê bi rengekî xurt xwedî derkevin û destekê bidin. Bi van hîs û ramanan em cejna Noelê ya Asûr, Sûryan, Keldan, Ermenên li Kurdistanê, ya hemû alema Xirîstiyanan pîroz dikin.’’

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                                                  27-12-2017

                                                                       NRLS