NUÇEYÊN ROJANE 28 Berfanbar 2017

SERNUÇE

 

AJANS

Îlham Ehmed: Hêviya çareseriya reşwa Sûriyeyê ye

Tirkîye û Sûrîye Hevdu bi Terorê Tawanbar Dikin

Iran ji daxûyaniya Stenbolê girêdayî Orşelîmê poşman bû

Erebên Kerkûkê kurd tehdîd kirin: Di nava 3 rojan de herêmê biterikînin

ROJNAME

Li Mexmûrê êrîşên li ser goristanên şehîdan hate şermezarkirin

Bereya Demokratîk a Gel: Divê civaka Başûr xwe bixwe bi rêve bibe


AJANS

Îlham Ehmed: Hêviya çareseriya reşwa Sûriyeyê ye

Puk media

Hevserokê Meclîsa Sûeyeya Demokratîk Îlham Ehmed ragihand ku Sîstema ku li Rojava û bakurê Sûriyê tê kirin divê ku li hemû navçeyên Sûryeya bimeşe.
He weha li gor ajansa Hawarê ku Îlhem Ehmed ragihandiye ku di heyama sala 2017`an de li bakurê Sûriyê gelek bûyerên girîng hatin kirin wek Hilbijartinên Komînan û Hilbijartinên Meclîsan yên ku bingehên serek ji geveke ber bi aramî û ewlehiya navçeyê ber bi hikmeke Xweser ve diçe.
Her weha Ehmed tekez kir ku divê civînên Opozisyonê û Rêjîmê di Cinêfê de têkbiçin ku bi vê awayê berdewam be û Kurdan jê bi dûr bixin,Ehmed balkişand ser rewşa Sûriyê ku eger Rêjîma Sûriyê danûstandinê ji çareseriyê  neke rewş dê ji vê xiraptir bibe û Sûriye di perçe perçe bibe .
Ehmed da zanîn ku hêvî dikin ku çareseriyekê ji rewş re deynin ji ber ku eger Rêjîm gavekê navêje her navçeyek dê bixwe xwe birêxistin bike .


Tirkîye û Sûrîye Hevdu bi Terorê Tawanbar Dikin

Denge amerika

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser hevtayê xwe yî Sûrî Beşar Esad got ku ‘’terorîstekî ku terora dewletê pêk anîye’’ û dîyar kir ku piştî cengê divê ne li desthilata Sûrîyê be.

‘’Li Surîyê dewamkirina bi Esad re ne pêkan e. Bi serokê Sûrîyê, ku nêzî 1,000,000 hemwelatîyên xwe kuştine, emê çawa siberojê hembêz bikin?’’ Erdogan di daxuyanîyeke li Tunisê de got.

Erdogan da zanîn ku ‘’li Sûrîyê aramî û aştî tune û ew bi Esad nayên wî welatî’’

Wezareta Derve ya Sûrîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku Erdogan piştgirîya terorê dike û ‘’berpirsê sereke ya kuştinên li Sûrîyê ye’’


Iran ji daxûyaniya Stenbolê girêdayî Orşelîmê poşman bû 

K24

Ligor Welayetî ew daxûyanî Orşelîmê dike du beş. Beşê Rojhilat û beşê Rojava. Ev jî xaka Filistinê û Orşelîmê perçe dike.

Welayetî di civîna rojnamevanî ku li paytext Tehranê de lidarxistî destnîşankir ku, “Daxûyaniya Stenbolê ne rast bû. Wekî ku du Kudis (Orşelîm) hene, ev perçekirina Filistinê ye û em napejirînin”.

Komara Islamî ya Îranê jî, di civînê de beşdarî kiribû û Serokomar Rûhanî bi xwe beşdarî di civînê de kir ku ev daxûyanî liser nave civînê belav bû, ku Îranê imze kiribû, niha Welayetî wê daxûyaniyê nerast dibîne.


Erebên Kerkûkê kurd tehdîd kirin: Di nava 3 rojan de herêmê biterikînin

Sput nik

Li gorî belgeyeke fermî ku derketiye holê, erebên bedewî li navçeyên Baec, Hezer û Dubz a Kerkûk û herêmên sînorê Sûriyeyê bi alîkariya hêzên iraqî bi ser malên kurdan de digrin, wan tehdîd dikin û dibêjin divê di nava 3 rojan hûn herêmê biterikînin. Tê gotin wê erebên bedewî li şûna wan werin bicihkirin.

Erebên bedewî û hêzên iraqî kurdên ku li wan herêman niştecih in tehdîd kirine û gotine: “Eger hûn van deran neterikînin em ê zorê bi kar bînin.”


ROJNAME                                                                                                             

Li Mexmûrê êrîşên li ser goristanên şehîdan hate şermezarkirin

Roj news

Li Mexmûrê SMŞM’ê nerzîbûn nîşanî êrîşa dewlata Tirk a faşîst ên li ser goristanê şehîdan, bi taybet Şehîdgeha Xerzanê da û gotin: “Her Kurdekî bi şeref li ku dibe bila bibe li hemberî îtifaqa şirîk yên AKP-MHP divê dengê xwe derbixe, çalakiyên xwe bilind bikin.”


Bereya Demokratîk a Gel: Divê civaka Başûr xwe bixwe bi rêve bibe

Roj news

Dîroknas û mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Pişko Heme Tahîr diyar kir ku hêviya xwepêşanderan ji desthilatdariya Başûrê Kurdistanê nemaye, lewra daxwaza guhertina sîstema siyasî dikin. Berdevkê Eniya Demokrasiya Gel Adil Osman jî eşkere kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê yekane rê pêşxistina sîstema xwerêveberiyê ye.

 

 

 

 

 

 

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

28-12-2017

                                                           NRLS