SERNUÇE

 

AJANS

Waşintun ji bo êrîşkirina Kurdan hişyariyeke tund da Rêjîmê

Putin: Emê li ser piştevaniya Sûryê berdewam bin

Îran Serokê Amerîka Donald Trump Şermezar Dike

Îran Serokê Amerîka Donald Trump Şermezar Dike

ROJNAME

Daxuyaniya PJAK’ê li ser çalakiyên li Rojhilat û Îranê

Ciwanên Başûr: Emê li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nebin


AJANS

Waşintun ji bo êrîşkirina Kurdan hişyariyeke tund da Rêjîmê

Puk media

Wezîrê Berevaniya Emrîkayê Cêms Metîs jibo her êrîşekê li dijî Hêzên Kurdî yên ji Waşintanê ve piştgirê hişyar kir.
Roja înê 29-12-2017`an,di heyama kongireyeke Rojnamevanî de li Pêtangonê Metîs ragihand ku li cem me xetek birînî di navbera navçeyên di bin kontrola Rêjîmê de û navçeyên ku di bin kontrola alîgirên Dewletên Yekbûyê de heye,û go tdê şaştiyeke herî mazin be eger ev xeta bê qutkirin û jê bê derbaskirin.
Hêzên Sûryeya Demokratîk ji Hêzên Kurdî û Erebî pêktên bingeha wê hêzên YPG ne li bakurê Sûriyê bicih bûne û ji aliyê Hevpeymaniya Navnetewî ve piştgirine .herwehajî HSD di şerê li DAÎŞê de serkedtinên mazin bi destxistin û serkeftê bûn.


Putin: Emê li ser piştevaniya Sûryê berdewam bin

K24

Serokê Rûsya Vladimir Putin di pêwendiyeke telefonî de, li gel serokê Sûryê Bişar Esed ragihand, ji bo parastina serweriya Sûriyê ewê piştevaniya xwe ji wî welatî re berdewam bikin.

Putin di wê pêwendiyê de cejna serê salê li Esed pîroz kir û tekez kir ku ewê kar li ser dîtina çareyekê ji kirîza Sûryê re bikin û alîkariya pêwîst ji bo rakirina abûriya wî welatî pêşkêş bikin.


Îran Serokê Amerîka Donald Trump Şermezar Dike

Denge amerika

Îranê bi tundî serokê Amerîka Donald Trump şermezar kir li dor twîteka wî ya piştgiriya pêla protestoyên abûrî li bajarên Îranê.

Tifizyona dewletê îro Şemiyê ji ser zimanê peyvdarê wezareta derve Behrem Qasimî ragihand ku “ Xelkê Îranê çi giraniyê nade gotinên xapînok û keysbaz ên berpirsên Amerîka an yên Trump.”

Serokê Amerîka demekê berê îro Şemiyê di twîtekê de piştgiriya xwe bo xwepêşanderan anîbû ziman.


Di xwêpêşandanên Îranê de kuştî û birîndar zêde dibin

Sput nik

Xwepêşandanên nerazîbûnê yên bajarên Îranê ku 28ê Kanûna 2017an pêşî li bajarê Kirmanşanê destpê kiribûn, niha ji paytext Tehranê bigirin, heta bajarên wekî Sine û Ormiye yên kurdan û gelek bajarên mezin ên wî welatî berdewam dikin.

Di xwepêşandanên destpêkê bi mebesta, rewşa xerab a jiyana aborî û li dijî fişara rêveberiya Îranê ya li ser hemwelatiyên xwe hatibûn destpêkirin de, li ser torên medya civakî bi dîmen û vîdyoyan zanyariyên bikaranîna hêzê li hemberî xwepêşanderan têne weşandin.


ROJNAME                                                                                                             

Daxuyaniya PJAK’ê li ser çalakiyên li Rojhilat û Îranê

Roj news

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî çalakiyên gel ên li Rojhilat û Îranê ku didomin daxuyanî da û banga têkoşîna hevpar li gelên Îranê kir. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya PJAK de hatî weşandin de ev tişt hate diyarkirin;

“Li Îranê di destpêkê de Meşheb û Kirmaşan di nav de çalakiyên ku balavî hemû erdingariya Îranê bûyîn, xwedî potansiyela vekirina rêya guhertininên mezin e. Jİ bo hemû Îranê dibe ku rêya demokratîkbûnekî nû veke.

Hinek alî çi bi zanabûn çi jî ne bi zanabûn vê helwesta gel bi sedemên aboriyê ve girê didin. Lê em baş dizanin sedemê hemû pirsgirêkan çavkaniya xwe ji sedemên siyasî digirin. Heta ku çareseriyeke demokratîk nebe û heta serî li rêbazên çareseriya demokratîk neyê dayîn, ti pirsgirêkên Îranê nayê çareserkirin. Bi vê ve girêdayî ji bo guhertinekî mayînde û heta hetayî, her çalakiyên li Îranê bê kirin meşrû û rewan e.


 

Ciwanên Başûr: Emê li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nebin

Roj news

Îro saetên êvarê nêzî nav bazara navçeya Seyîdsadiq a girêdayî bajarê Silêmanî, Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan çapemeniyê. 

Di daxuyaniya çapemeniyê de peyama hevbeş a ciwanan ji aliyê endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şeyma Eta ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Weke Gencanî welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Seyîdsadiq, civîna salane ya Komeleya Ciwan silav dikin. Ji ber ku piştî her civînek wiha guhertinên mezin çêdibin. Her wiha pêngava ‘Serîl Hilde’ ku pêştir ji aliyê Komeleya Ciwan ve hatiye ragihandin, ji bo azadiya Rêber Apo giring dibînin.”

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                                                        31-12-2017

                                                                             NRLS