SERNUÇE

AJANS

Gunda Mersem yê Rojavaê Dêrê rizgarbû

Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Îranê her diçe zêde dibe

Îsraîl: Serdana Mike Pence Hat Taloq Kirin

Her sê serokatî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dicivin

 

ROJNAME

Şervanên Êzidî: Alternatîfa yegane Şengaleke Xweser e

Elî Kerîmî: Tişta li Îranê diqewime şoreşa giştî ye


AJANS

Gunda Mersem yê Rojavaê Dêrê rizgarbû

Puk media

Roja şemiyê 30/12/2017`an, Hêzên Sûryeya Demokratîk piştî şerên giran li gel DAÎŞê gunda Mersima Rojava ya Dêre Zorê ji dest çeteyên Rêxistina DAÎŞê kontrol kir,30`çete hatin kuştin.

Di çarçoveya Oparesyona Bahoza Cizîrê de şer lidijî DAÎŞê berdewam e,û Şervanan pêveçûnên baş bi  serxistine û doh gunda Mersem ya dorbûna 20`k.m ji gunda Hecîn rizgarkirin,û hijmarek ji çekên DAÎŞê girtin û çete kuştin.


Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Îranê her diçe zêde dibe

Sput nik

Li gorî jêderên fermî di roja 6emîn a xwepêşandanên Îranê de çalekvan û hêzên ewlehî jî di nav de hejmara kuştiyan gihîşte 18an.

Televîzyona dewlet a Îranê duhî di nûçeya xwe de ragihandibû ku di protestoyan de 12 kes hatine kuştin. Di xwepêşandanên êvarî de jî yek jê polîs 5 kes hatibûn kuştin.


Îsraîl: Serdana Mike Pence Hat Taloq Kirin

Denge amerika

Li ber bû ku Pence meha borî serdana Îsraîlê bike. Wê mehê serdan hatibû taloq kirin û karbidestan dîyar kiribû ku sedema wê dengdana bacê ya li Senato ye.

Di heman rojan de Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû ku ewê Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê nas bikin.

Qesra Sipî dîyar kiribû ku Pence dê di 14’ê Rêbendanê de serdana Îsraîlê bike. Wezareta Derve ya Îsraîlê roja Yekşemê da zanîn ku ewê di vê mehê de ti serdana Pence nebe.


Her sê serokatî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dicivin

K24

Şêwermendê Serokomarê Iraqê Ebdula Elêwî ji K24 re ragihand, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm nameyek ji bo Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Parlemantoyê Selîm Cibûrî re şandiye, ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de.

Da zanîn jî, di hefteya bê de tê çaverêkirin ku her sê serokatiyên Iraqê li ser vê yekê bicivin, û her ji niha ve jî nermyek ji aliyê Serokwezîr Heyder Ebadî ve tê dîtin.

Elêwî ji amaje bi wê kir, piştî ku Ebadî amadehiya xwe nîşan da bi şandina mûçeyê wezaretên perwerde û tenduristiyê, pêşbîniyê dike ku rewş ber bi başiyê ve biçe û dawî bi pirsgirêkan di navbera Bexda û Hewlêr bên.


ROJNAME                                                                                                             

Şervanên Êzidî: Alternatîfa yegane Şengaleke Xweser e

Roj news

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê sala 2017’an weke saleke zehmet lê, sala têkoşînê  nirxandin û ji bo sala 2018’an jî gotin wê bibe sala azadiyê. Şervanan gotin: “Alternatîfa yegane Şengaleke xwesere.” 

ROJNEWS / ŞENGAL

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê sala 2017’an ji bo wan çawa derbas bûye nirxandin. Şervanan diyar kirin ku wan saleke tije pêşketin li paş xwe hiştine û hêviya wan ji sala 2018’an jî ewe ku bi tije pêşketinên erênî derbas bibe. Şervanan sala nû li tevahî gelan pîroz kirin û anîn ziman ku di sala derbasbûyî de gelek xalên girîng ji bo wan zelal bûne û civaka Êzidî jî hinek rastiyan bi awayeke hîn zelaltir dîtine.


Elî Kerîmî: Tişta li Îranê diqewime şoreşa giştî ye

Roj news

Rojnameger û nivîskar Elî Kerîmî li ser xwepêşandanên gelên Îranê ku ev 5 rojin berdewam dike ji ajansa me re axivî û got; “Tişta ku diqewime mafekî gelê Îranê ye, ji ber ku 39 sale dizî û gendelî heye. Tîmek mela li jor ve miletê Îranê tengav kiriye. Tişta ku li Îranê diqewime, nikarin bêjin tenê şoreşa nan an jî şoreşa azadiyê ye, bi rastî şoreşa her tiştî ye.”

Kerimî eşkere kir ku cudahiya vê şoreşê ewe ku ti rêveberiya wê nîne û wiha pêde çû; “Cudahiya vê şoreşê ji yên ji berî niha çêbûne ewe ku rêveberekî xwe nîne.Ti partî nikarin bêje em ji vê şoreşê re rêveberiyê dikin. Lewra dirûşmeyên wan cuda ne. Rojekê daxwaza nan dikin, roja din jî daxwaza azadî dikin, rojek din ji daxwaza guhertina rejîmê dikin, her wiha rojek din jî daxwaza azadiya girtiyên siyasî dikin. Rojekê dibêjin ‘mirin ji Xamneyî re’ lewra divê baş çavdêriya van serhildana bikin.”

Kerimî bal kişand li ser êrîşên li ser xwepêşanderan û wiha axivî; “Li gorî ku em Komara Îslamiya Îranê nas dikin, tişta ku li hemberî xwepêşandana dike, dihate payîn. Ji berî niha nerazîbûnekî herî biçûk bi tank û topan bêdeng dikir. Lê vê carê wiha nebû, em nizanin ku ev yek nîşaneya hêzên leşkerî bêzarin, nikarin pêşiya xelkê bigirin yan ji tiştekî dine. Eger hêzên ewlehiyê nexwazin êrîşî xelkê bike, ev yek cihê destxweşiyê ye. Li gorî baweriya min wê herî dawî Îran serî li hêzê bide, êdî nizanim wê bi hêzê bikare, dawî li van xwepêşandana gel bîne yan ne. Ev yek bi yekîtiya gel ve girêdaye. Bi kêfxweşî dirûşmeya gel eve, ‘Yekgirtin, yekgirtin, netirsin, em hemû yekin’ Ev cureyên dirûşmeyan ji bo xelkê gelek baş bûn.” 

‘Divê partiyên Rojhilat xwe nû bikin’ 

Kerîmî der barê rola partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya di vê qonaxê de jî wiha destnîşan kir; “Tişta ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê min bê hevî dike, eve ku ji derveyî PJAK’ê yên din dema wan bi dawî bûye. Demeke xwe nû nekirine. Ez behsa demokratan û komeleyan dikim. Bi vî awayî wê nekarin bersiva daxwaza gel bidin. Tişta herî baş ewe ku rûnin û odeya çalakiyên hevbeş ava bikine. Divê em vê yekê bizanîn ku cih û giraniya wan di nava gel de kême, divê xeyala vê yekê nekin ku temenê hizba wan 40 sale, ji sedê 65 xelkê Rojhilatê Kurdistanê niha temenê wan li jêr 35 salî de ne. Piştî 4 salên em  ji Îranê derketîne ew ji dayik bûne. Lewra divê bi lezgîn xwe nû bikin.”

 

 

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                                                         2-1-2018

                                                                         NRLS