SERNUÇE

 

AJANS

Encama şerê giran zelal bû: 17 kuştî

Mazintirîn çeteya Jin a DAÎŞê li cem YPG girtiye

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, gefa bi darvekirinê li xwepêşanderan kir

Agir li Avahiyekê New York Derket 12 Birîndar Hene

ROJNAME

‘Tecrîd wê nikaribe me û Rêbertî ji hev qut bike’

Xamaney: Dijminên Îranê welatê me tevlîhev kirin!


AJANS

Encama şerê giran zelal bû: 17 kuştî

Sput nik

Şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê ya Dêra Zorê de her diçin bi pêşve diçin. Li herêma başûrê Meyadînê pevçûnên dijwar qewimîn, di encama pevçûnan de 17 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

Operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 116emîn de ji aliyê şervanên HSDê ve bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Şervan li herêma başûrê Meyadînê bi pêşve diçin û terorîstên DAIŞî ji herêmê paqij dikin. Di encama şer û pevçûnên dawî de gundê Ebû Herdûb û Hey Nebahî ku 25 kîlometro li başûrê Meyadînê dikeve ji destê terorîstan hat rizgarkirin.


Mazintirîn çeteya Jin a DAÎŞê li cem YPG girtiye

Puk media

Çeteya jin a herî navdar di nav Rêxistina DAÎŞê de ji aliyê Hêzên Kurdî ve hate girtin.
Îmêlî Konîg 33`salî çeteya Firansî ji sala 2012 ve tevlî refên DAÎŞê bû û berê xwe da sûriyê,Li gor ragihandina dayka Îmêlî ku ji berî hefteyekê Îmêlî bi rêya telefon peywendî li gel wê kir ku li cem Hêzên Kurdî YPG girtiye û xwast ku Hikûmeta Firansayî ji bo welêt ligel sê zarokên wê vegerînin,dayîka wê bal kişand ser jiyana wê ku di dema xwendinê de rewşa wê eseyîbû lê lê piştî ku ji yekê Cezayrî zewicî bû bi Îslam û piştî du zarokan xwe berda û ket rêya Cîhadê.lê ligel koma Firsan Eze peywendîdar bû.
Her wehajî destnîşan li wê hat kirin ku mazintirîn rol liser Entirnêtê rola wê bû ji ber ku piropegend ji Rêxistinê re çêdikir û bi mêjkî ciwanan dilîst ku tevlî Rêxistina DAÎŞê bibin.Di sala 2014`deNeteweyên Yekbûyê navê wê deynan ser lîsteya Reş yê mazintirîn çeteyên biyanî ên Cîhanê .


Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, gefa bi darvekirinê li xwepêşanderan kir

K24

Ligor Serokê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê xwepêşandan niha wekî “mafê welatîbûnê” nikare were nirxandin, jiber ku “Ew ketine çalakiyên muharebê ango şer li dijî Xwedê kirin!, li Îranê sizayê vê yekê bi darvekirin e”.

Xwepêşandan li Îranê bi berferehî domdar in, di rojên dawî de hêzên ewleyiyê bi tundî bersîva xwepêşandaran didin û hejmara kuştiyan wekî ku bi zarê fermî hatiye ragihandin 24 kes in, bi sedan brîndar û bi hezaran jî hatine girtin.


Agir li Avahiyekê New York Derket 12 Birîndar Hene

Denge amerika

Televizyonên herêmî dan xûyakirin ku, herî kêm 150 karmendên agirvemirandinê li cihê bûyerê amade bûn, weke çavkaniyên tendirustî dibêjin, kesên birîndar rewşa wan başe tenê birîna yekî ji wan girane.

Li gûr raportên destpêkê agir bi qata yekê ku weke embara navmaliyan dihat bikaranîn, agir pêketiye, avahî ji 4 qatan û 12 apartmênta pêk tê.

Berî çend rojan li herêma Bronx ya rûniştvanan li bajarê New York agir bi avahiyê apartmêntan ket bû, di wê bûyerê de 12 kes mir bûn ku ev 25 sale ziyaneke giyanî weha zêde ji agirpêketinên avahiyan li “New York” ê çê ne bûbûn.


ROJNAME                                                                                                             

‘Tecrîd wê nikaribe me û Rêbertî ji hev qut bike’

Roj news

Şervanên YBŞ û YJŞ tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan şermezar kirin û gotin ku wê ne tecrîd û ne jî ti tiştek bikare destê wan ji Rêbertiya wan qut bike.

Ev demeke ku ti agahî ji Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan nayê girtin. Li ser wî bingehî şervanên YBŞ û YJŞ’ê nerînên xwe ji ajansa me re anîn ziman û gotin ku wê  ne tecrîd, ne jî tu tiştek din bikare destê destê wan ji Rêbertiya wan qut bike.

Şervana YJŞ’ê Jiyanada Êzidxan bi van gotinan nerînên xwe di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan de anîne ziman: “Ev demeke ku hevdîtin bi Rêbertiya me re çênabe. Em jî weke şervanên YJŞ’ê tecrîda li ser Rêbertiya xwe şermezar dikim. Em weke hêza YJŞ’ê ji bo rê li pêşiya tecrîdê bigirin çi ji me bê xwestin emê bikin. Ji ber ku em xwe bi fikir û felsefeya Rêbertiya mirovahiyê Rêber Apo perwerde dikin û pêş dikevin. Yê ku rê li pêşiya 74 fermanan girtî fikir û felsefeya rêbertiye, yêk ku hişt civaka me xwe birêxistin jî bike ew fikir û raman bû. Ji ber ku dijminê me dizane tecrîda li ser Rêbertî, tecrîda li ser mirovahî û gelên bindeste, ji bo wê her ku diçe êrîşên xwe zêdetir dike. Ji ber ku Rêberiya me tenê ji bo gelekî tekoşîn nake, ewqasî dibe kelem di pêşiya hov û xwînxwaran de.


Xamaney: Dijminên Îranê welatê me tevlîhev kirin!

Roj news 

Çalakiyên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî xizanî û zordariya rejîma Îranê şeş roj li pey xwe hiştin. Desthilatdarê dînî yê Îranê Alî Xamaney cara yekê axivî û îdîa kir ku çalakiyên tên kirin karê ‘hêzên derve’ ye. Xamaney got, “Dijminên me welatê me tevlîhev kirin. Dijmin li benda firsendê ye ku derbê li nîzama Îslamê bixe.”

Xamaney di dewama axaftina xwe de got, “Dijminên Îranê van çend rojên dawî, hêza xwe ya pere, çek, polîtîka û ewlekariyê bi kar anîn û ji bo pirsgirêkê bixin nava pergala Îslamî tifaq kirin.” 

Xamaney got, “Di ‘Şerê Parastinê yê Pîroz’ ê 8 salan de, eger hêzên Baas karîbûna biketibûya nava welêt wê tiştek efû nekiribûna û ji Lîbya û Sûriyeyê xerabtir wê rewşek li Îranê rû bida.” 

Di dewama axaftina xwe de Xamaney got, “Dijmin li benda firsendekê ye ku xwe di qulekê re rabike û êrîşî neteweya Îranê bike. Ya ku pêşî li dijmin bigire, ruhê wêrekî, fedakarî û baweriya mirovan e.” Xamaney bang li molayan kir ku “amade bin” û got, “Hin mijar hene ku der barê bûyerên Îranê de dixwazim eşkere bikim. Di demeke munasîb de ez ê ji gelê Îranê yê ezîz re bêjim.”

 

 

 

 

 

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                                                   3-1-2018

                                                                      NRLS