NUÇEYÊN ROJANE 4 Çile 2018

SERNUÇE

 

AJANS

KCK nasnameya berpirsên MÎTê yên di destê wan de dîl in eşkere kir

Li bakurê Hecînê şerê giran: 21 kuştî

Bahoa Cizîrê 3 gund rizgarkirin

Tirkiye: Amerîka Û Îsrail Piştgiriya Xwepêşandanên Îranê Dikin

ROJNAME

‘Sakîne yek ji damezrênera PKK’ê û şoreşê bû’

YBŞ mezin dibe: 60 ciwanên din ên Êzîdî beşdar bûn


AJANS

KCK nasnameya berpirsên MÎTê yên di destê wan de dîl in eşkere kir

K24

KCK îro daxûyaniyek belav kir û da zanîn ko di meha tebaxa 2017an de di encama operasyona tolhildana şoreşgerî ya şehîd Sakîne Cansiz de 2 berpirsên pilebilind ên MÎTê hatine girtin û navên wan Erhan Pekçetîn û Aydin Gûnel e.

Li gor daxûyaniya KCKyê her 2 berpirsên MÎT agahiyên gelek girîng dan e wan û diyar kirin e ko ew li ser fermana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî, ji aliyê Serokê MÎTê Hakan Fîdan ve hatine wazîfedar kirin û armanca wan terorkirina rêveberên PKKyê ye. 

KCK amaje kir ko dîlên MÎTê di derbarê pêwendî û kar û barên MÎTê de agahiyên gelek zêde û girîng dan e wan û ew jî li gor wan agahiyan 5 mehan operasyon kirin e û kesên din jî girtine. Herwiha di nav belgeyên ko digel dîlên MÎTê hatine bidestxistin de navên gelek kesan hene û ew dê wan navan di demek nêzik de eşkere bikin.


Li bakurê Hecînê şerê giran: 21 kuştî

Sput nik

Operasyona Bagera Cizîrê ya kontrolkirina herêma Dêra Zorê di roja xwe ya 117emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Şervanên HSDê bi pêşde diçin û sê gundên din ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

Li gor çavkaniyên herêmî, şervanên HSDê di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de bi pêşde diçin û li bakurê Hecînê şer û pevçûnên giran rûdan. Di encama pevçûnên giran de 3 gundên bi navê El Mehmîda, Erd El Zîr û El Mecîd ji destê terorîstên DAIŞî rizgar kirin, 21 milîtanên terorîst hatin kuştin û gelek cebilxaneyên DAIŞiyan kete şervanên HSDê.


Bahoa Cizîrê 3 gund rizgarkirin

Puk media

Şervanên QSD‘ê doh roja çarşemê 3/1/2018`an, di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê  de 3 gundên din ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrazorê di roja 116 didome. Şervanan îro piştî şêr û pêvçunên giran, gundên El- Mehmîda, Erd El- Zîr û El -Mecid ku 28 km dikevin başûrê rojhilate bajarê El-Meyadînê û 20 km dikevin bakurê Hecînê azad kirin. Di encamê pêvçûnê de 21 çete hatin kuştin û hinek cebxaneyên wan ketin destê şervanên QSD.


Tirkiye: Amerîka Û Îsrail Piştgiriya Xwepêşandanên Îranê Dikin

Denge amerika

Rojnama Hurriyet ya nêzîkî dewletê û mediya Tikrî didin zanîn ku, Mevlut Cavusoglu wezîrê derve yê Tirkiyê, roja Çarşemê bo grûbek rojnamevanan axiftîye û gotîye, Tirkiye li dijî destxistina nav karê navxweyê Îranê ye û daxwaz dike ku, ev xwepêşandan di zûtirîn dem de rawestin û tenahî li wî welatî bi encam bibe. Cavusoglu gotiye “Du kes piştevaniyê didin xwepêşandan, Netanyahu û Trump, em li dijî maytêkirinên derve ne”.

Ofîsa serokê Tirkiyê radigihîne ku, serokê Tikiyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê ligel serok hikumetê Îranê Hesen Rohanî axiftîye, Rohanî gotiye “di çend rojan de, dê xwepêşandan rawestin”.

Piştî xwepêşandanên sala 2009an yên niha mezintriîn xwepêşandanin li Îranê ku, herî kêm 21 kes heta niha hatine kuştin.


ROJNAME                                                                                                             

‘Sakîne yek ji damezrênera PKK’ê û şoreşê bû’

Roj news

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çavdêra siyasî Necîbe Omer bi boneya 5. salvegera şahadeta hersê jinên şoreşger ên Kurd ji ajansa me re axivî.

Omer diyar kir ku Sakîne weke kesayetiyekî pêşeng ji destpêka sala 1970’an ve dest bi têkoşînê kiriye û got,”Sakîne Cansiz bi têkoşîna xwe karî li himberî hişmendiya namusperest, zayendperest û kevneperestiyê raweste. Cansiz beşdarî damezirandina PKK’ê û şoreşê bû. Di heman demê de, hewl daye ku hişmendiya ku beşdarbûna jinan a weke hêza yedek a mêran didît, derbas bike.”

Necîbe Omer têkoşîna radîkal û dem dirêj ya Cansiz bi bîr xist û wiha pêde çû; “Di destpêka têkoşînê de di nava kesên karker kedkar de cih girtiye û kar kiriye. Êş û azarên jin di civakê de kişandine ji nêz ve dîtiye û hîs kiriye. Hemû nirxên mirovahiyê di kesayetiya xwe de pêk aniye. Cansiz kesayetiya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi hêz û bi îrade  kirî bû. Di têkoşîna çekdarî de û di gava yekem a damezirandina hêzên parastina jinan de rolekî berbi çav bû hebû. Li her çar parçeyên Kurdistanê kar û xebatên bê hempa dikir. Di got, li Başûrê Kurdistanê jin dikarin, Leyla Qasim, Ayşe Gul û Margirêt ji xwe re mînakên pêşengiyê bigirin.”

‘Fîdan jineke Kurd a dîplomat bû’

Çavdêra siyasî Necîbe Omer têkildarî Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez jî axivû û wiha got; ” Heval Fîdan weke kesayetiyekî siyasetmedar û dîplomatîk a bi hêz a Kurd li Ewropa di kar û xebat dida meşandin. Li hemberî fikra sermayedarî ya êrîşê îradeya jinê dike, têkoşîneke radîkal û bihêz dida. 

Her wiha Leyla Şaylemez jî weke jinekî ciwan a Kurd di temenekî biçûk de ji Bakurê Kurdistanê koçî Ewropa dike. Bi îradeyeke xurt a ciwantiyê timî di nava kar û çalakiyan de bû û têkoşîneke xurt da.


YBŞ mezin dibe: 60 ciwanên din ên Êzîdî beşdar bûn

Roj news

Piştî fermana 73. ya li dijî civaka Êzidî ciwan ji bo parastina xak, çand û baweriya xwe ref bi ref beşdarî nava refên Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê dibine. Di bunya Akademiya Derwêşê Ebdî de dewreya perwerdeya Şehîd Hejar ya şervanên nû bi dawî bû û 60 şervanên din li YBŞ’ê zêde bûn.

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê di merasîma mezûniyeta şervanan de axivî û sala nû li şervanan pîroz kir û got: “Di destpêka sala nû de temam bûna dewreyeke wisa peyameke pir mezine jib o hêzên hemû hêzên dagirker. Ev şervanane ji bo azadiya gelê Êzidî tevlî refên têkoşînê dibin. Di sala 2018’an de gelek tişt ji me tê xwestin. Bi rêya van perwerdeyan fikrê Rêber Apo ku weke hêviya rizgariyê ya gelê Êzidiye ji xwere esas girtin û di jiyana xwede pêkanîn, yek ji erkên me yên sereke ye.”

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                                                      4-1-2018

                                                                          NRLS