SERNUÇE

 

AJANS

Parîs: Rojavayê Kurdistanê dikare çeteyên Firansî darizandin bike

Haley: Ti Kes Nikare Piştgirîya Amerîka ya bo Gelê Îranê Rawestîne

Ebadî ji bo çi biryara şandina mûçeyên karmendên Kurdistanê da?

Li Diyarbekrê teqîn

ROJNAME

Bayik: Erdogan ferman da, Fîdan jî li Parîsê komkujî da kirin

Fermandarê YBŞ’ê Şengalî: Rêya ji kaosê derketin xweseriye


 

AJANS

Parîs: Rojavayê Kurdistanê dikare çeteyên Firansî darizandin bike

Puk media

Wezareta Dadgeriya Firansayê ragihand ku Hêzên Kurdî HSD ên Rojavayê Kurdistanê dikare çeteyên Firansî ên li cem girtî darizandin bikin.

Her weha jî wezîrê Dadê yê Firansayê Nicolas Beloupt ragihand ku erê hikûmeta Firansayê ragihand ku erê hikûmeta wan bi dewleta Kurdî nas nake lê got hikûmeta Rojava yên navçeyê dikere welatiyên wê ên ku tevlî DAÎŞê bûne bîne cezakirin.
Beloupt amaje bi wê jî da ku eger hikûmeta herêmî yên Kurdî di darizandinê de garantiyê nedin dê Firansayê bi rêya Xaça Sor û yan jî bi rêya balyozxaneyê  yan Rêxistinên Mirovahiyê tevlê  bibin. Hêjay gotinêye ku Hêzên YPG hinek ji çeteyên Firansî ên ku tevlî DAÎŞê û komên din ên li Sûriyê bûne girtine.


Haley: Ti Kes Nikare Piştgirîya Amerîka ya bo Gelê Îranê Rawestîne

Denge amerika

Balyoza Amerîya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley, Îran ser mafên mirovan hişyar kir û dîyar kir ku ti dewlet bi awayekî rêwa nikarin van mafan red bikin.

Haley da zanîn çavê hemî cîhanê li ser Îranê ye û got ku ‘’dawîya dawî ewê gele Îranê bi xwe qedera xwe dîyar bike’’

‘’Gel ji Îranê dixwaze ku piştgirîya bo terorê rawestîne. Ti kes nikare piştgirîya Amerîka ya bo gelê Îranê rawestîne’’ Haley got.


 

Ebadî ji bo çi biryara şandina mûçeyên karmendên Kurdistanê da?

Sput nik

Parlementerê Goranê Mesûd Heyder di axaftina ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber zext û fişara IMFê mûçeyên karmendên Wezaretên Perwerde û Tendirustî yên Herêma Kurdistanê dê bişîne.

Heyder di berdewamiya axaftina xwe de got: “IMF ku deyn dide Iraqê, gotiye divê hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwendina zarokan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên tendirustiyê bigre stûyê xwe. Bi taybetî ji aliyê xwendin û perwerdehiyê ve kêmasiyên Iraqê gelek in. Lewma zext û fişar kiriye ser Ebadî ku divê mûçeyên wan du wezaretan bide.”


Li Diyarbekrê teqîn

K24

Li kolana navdar a Diyarbekrê “Sanat sokagi” (kolana hunerê), ku deverek a genc gelek lê kom dibin, teqînekê li qehwexaneyekê rû da, heta niha tu encamê zerarên jiyanî nehatine ragihandin.

Ligor lêkolînên destpêkî teqîn bi bombeyek bi destî hatî çêkirin pêkhatiye, camên qehwexaneyê şkestine û hatine xwarê, lêtu qurbanî rû nedan e.

Dever ji aliyê hêzên ewleyiyê ve hatiye valakirin û lêkolîn derbarê rûdanê de berdewam in.


ROJNAME                                                                                                             

Bayik: Erdogan ferman da, Fîdan jî li Parîsê komkujî da kirin

Roj news

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku fermana komkujiya Parîsê ji aliyê Erdogan ve hatiye dayin û Hakan Fîdan jî komkujî bi rêxistin kiriye.     

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik  derbarê rewşa Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz  ji bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV re axivî. Bayik destnîşan kir ku bi Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz re gelek tişt derketine holê.

Bayik got  wan li dijî MÎT’ê dest bi operasyonekê kirin û navê Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz lê kirin û got, “Sedema vê yekê heye. Ji ber ku di şehadeta hevala Sakîne Cansiz û hevalên din de telîmata Erdogan heye. Ew komkujî bi telîmeta Erdogan pêk hat. Erdogan ev telîmat dabû Hakan Fîdan û Hakan Fîdan jî telîmata birêxistin kiribû. Bi temamî MÎT’ê ev komkujî pêk anî. Ev komkujî di demekê de ku bi Rêber Apo re rûniştin, pêk hat. Bêguman dewleta Tirk li ser Tevgera me û gelê me gelek komkujî pêk anîne, hinek ji wan komkujiyan jî hin merheleyan îfade dikin. Komkujiya ku li Parîsê pêk hat jî hinek merheleyan îfade dike. Dewleta Tirk wisa dide diyarkirin ku wê pirsgirêka Kurd çareser bikin, bi Rêber Apo re hevdîtin çêdikirin, di bingeha xwe de di holê de çareseriyek tinebû. Ew hevdîtin ne hevdîtinên çareseriyê bûn, dewletê dagirker a faşîst a Tirk dixwest feraseta xwe bi Rêber Apo re bidin qebûlkirin. Di şexsê Rêber Apo de dixwestin bi Tevger û gelê Kurd bidin qebûlkirin, dixwestin tesfiye bikin. Rêber Apo jî dixwest ku feraseta dewleta faşîst a dagirkeriya Tirk biguherîne ji ber ku di feraseta wan de qebûlkirina gelê Kurd nebû. Hertim dixwestin Kurdan ji holê rabikin, li ser Kurdan siyaseta qirkirinê sazkar kirin. Heya ku ev feraseta neyê guhertin di mijara pirsgirêka Kurd de ti çareserî çênabe. Rêber Apo di wan hevdîtinan de dixwest ku feraseta wan biguherîne ji bo ku ew dest ji qirkirinê Kurdan berdin, mafê Kurdan qebûl bikin, ji bo ku gelê Kurd bi nasnameyê xwe, bi her tiştê xwe, bi awayek azad bikaribe li welatê xwe bijî. Rêber Apo tekoşîna vê, berxwedana ev nîşan da. Wan jî dixwestin ku gerîla bê çek bikin, gerîla belav bikin û vê bi Rêber Apo re bidin qebûlkirin. Difikirîn ke heke gerîla çek berde û belav bibe wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dixwestin bi vî şiklî feraseta qirkirinê bidomînin. Rêber Apo jî li dijî vê sekinî.”

Bayik bi berdewamî got; “Dema ku li Îmraliyê ew şerê pîskolojîk û taybet dihate kirin, dewleta Tirk a faşîst dixwest di vî şerî de encamê bigire û rêxistiniya  komkujiya Parîsê kirin. Telîmat Erdogan da, Hakan Fîdan bi MÎT’ê re pêk anî. Sakîne Cansiz yek ji damezirînerê PKK’ê bû, li zindana Amedê bi rengekî dîrokî li ber xwe da û di kongreya yekem de cihê xwe girtibû. Eger Sakîne Cansiz di vê pêvajoyê de bihata qetilkirin wê îradeya Rêber Apo bihata şikandin, wê siyaseta xwe bidina qebûlkirin û bimeşandana. Hedefa wan ev bû. Him ew komkujî kirin, him jî xwestin bavêjin ser PKK’ê û xwestin  kunakokiya di nav PKK’ê de çêbikin. Bi vê  xwestin dewletên Ewropa bitirsînin, nêzî çareserkirin pirsgirêka Kurd nebin û bi taybet jî dixwestin îradeya Rêber Apo bişkînin û siyasetê xwe pê bidin qebûlkirin, ji bo vê jî ew komkujî kirin.” 

‘Îstîxbarata Tirk xwest derbê li tevgera me bixe, lê bi xwe derba mezin xwar’ 

Cemîl Bayik di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk xwestiye li hemberî rêveberên PKK’ê operasyonekê bike lê belê operasyona li wan hatiye kirin û got  “Niha operasyona ku me li dijî MÎT’ê kirî, me bi navê Tolhildana Şoreşger a Şehîd Sakîne Cansiz pêk anî. Ji ber rastiyeke tevgera me heye. Dema hevalê Heqî Karer li Dîlokê hat qetilkirin jî me ev kir sedema tola hevalê Heqî Karer.  Ji  bo ku em hevalê Heqî Karer nemir bikin, ji bo hevalê Heqî Karer her tim bij, yên ku komkujî pêk anîn me tespît kir û em bi ser wan de çûn. Ew jî tevgerek ajanan bûn û girêdayî dewletê bû.  Me ew ji holê rakirin. Ya dî jî,  Rêber Apo ji bo ku  hevaltiyê mezin bide jiyîn, ji bo ku Heqî Karer nemir bike, ji bo biranîna vê şehadetê, PKK damezrand. Bernamê partiyê jî li Dîlokê nivîsand, li ser vê esasê jî Tevgerê  xurtitr kir û geş kir. Ev rastiya vê tevgerê ye. Rêber Apo got ku; ‘Em Tevgereke wiha ne ku edaletê pêk tînin’, em tİ caran neheqiyê qebûl nakin, em zilmê qebûl nakin. Neheqî û zilma ku tê kirin, komkujiyên ku têne kirin dibine sedema ku em wan ji holê rakin û tevgera mirovahiyê mezin bikin. Wek Rêber Apo got; ‘Eger hinekan neheqî kiribin, ku bimirin jî ez ê di gora wan de hesab ji wan bipirsim’’. Ev rastiya vê tevgerê ye. Ev di dîroka vê Tevgerê de gelek caran jî pêk hatiye. Yê ku ev tevger bi pêş xistiye, bi ser xistiye, zindî kiriye ev rastî ye, ev ruh e. Niha bi vê  komkujiyê mezin a Parîsê  jî dewletê Tirk dixwest Kurdan, gelên Tirkiye bi navê çareserkirina pirsgirêka Kurd bixapîn. Di vê  merhelê de ev komkujî pêk anî. Bi vê ve xwestin ku wan hevdîtinan jî ji holê rabikin û daxwazên xwe yên yek alî bi komkujiyan bi gelê me, tevgerê me û Serokê me re bidin qebûlkirin. Lê Rêber Apo ew komkujî fêm kir, kê çima kir, serokatî wiha nirxand; ‘Ez dizanim kê ev komkujî pêk anî û çima pêk anî, lê belê ez niha bi reaksiyon nêz nabim, ji ber ku armancek min heye û ez dixwazim vê armancê pêk bînim. Heman tişt dema Nelson Mandela di zindana Efrikaya Başûr de bû, dema ku dewletê hevalê Nelson Mandela kuştin xwestin û dawî li hevdîtinan bînin, pêşiyê çareseriyê bigirin. Nelson Mandela jî wê demê bi reaksiyon tevnegeriya, di çareseriyê de israr kir û li ser vê jî encam girt.  Rast e dewleta Tirk operasyonek mezin li ser Tevgera me kir, lê ev  operasyona me her tim pûç kir û kire bingehê geşbûna hêviya azadiyê ya gelê xwe. Em wiha nêz bûn. Niha di dîroka dewletan de îstîxbaratên dewleta li hember hev şer dikin, mirovan dikûjin, mirovan direvînin, lê belê di dîroka Tevgera Şoreşgeran de ti caran me operasyoneke  bi vê asta biling, ku  wiha encam standiye zêde mînakên wê nedîtine. Dewleta Tirk dixwest operasyonek li hember Tevgera me bike, dixwest birevîne û bikuje, bi vî awayî dixwestin derbekê li tevgera me bixin û encamekê bigirin. Lê belê bi xwe derba mezin xwarin. Di cîhanê de mînakên wisa, operasyonek wisa encamgirtî nîne, cara yekem tevgera me pêk anî.”

‘Divê gelê me neyê lîstikên MÎT’ê’

Bayik di axaftina xwe de behsa siyaseta MÎT’ê ya qirêj jî kir û siyaseta MÎT’ê wiha nirxand; “Dema mirov dîroka dewleta Tirk û Osmaniya baş lêkolîn bike rola   îstîxbaratê pir mezine. Ew dewlet li ser îstîxbaratan hatine avakirin û li ser vê jî meşiyane. Li Tirkiye Teşkîlata Xûsûsî (Teşkîlât-i Mahûsa) heye ev jî bingeha MÎT’ê ye, MÎT berdewamiya vê rêxistinê ye. Dîroka dewletê bi temamî li ser şerê taybet, şerê pîskolojîk hatiye avakirin. Dewletên wisa, dewletên li ser îstîxbarata dimeşin, eger ew dewletan şerê taybet, şerê pîskolojîk û şerê îstîxbaratî nekin, nikarin berdewam bikin, nikarin bijîn. Niha dewleta Tirk jî bi temamî şerê taybet û şerê pîskolojîk dike. Vê  jî zêdetir li ser MÎT’ê ve dikin. MÎT jî siyasetek pûç û qirêj dike, gemariyê çêdike, hedefa wan ev e; em çawa civakê xira bikin, çawa mirovan xira bikin û bikaribin bi vê desthilatdariyên xwe bidomînin. Dewletê Tirk dema ku karê gemarî dike, bi destê MÎT’ê dike. Niha li ser tevgera me jî, li ser gelê me jî tiştên gelek xirab dikin. Di  nav wan hemû karê xirab de  destê MÎT heye; MÎT fûhûşê dide kirin, eroînê belav dike, ajantiyê dide kirin, koçber dike, digire, dikuje, komkujiyan dike, dişewitîne, talan dike.. Yanî MÎT bi taybetî jî bi ser  welatparêzên me de diçe; dixwazin wana bikin ajan û jiyanê bi gefan li wan re bikin jehr. Sedema xerabûna pêvajoyê weke ku  PKK be nîşan didin. Ji bo vê gelê me karê ku MÎT dimeşîne divê baş fêhm bike, neyê lîstokên wan. Dema MÎT berê xwe dide welatparêzên me, divê gelê me vê qebûl neke û wan deşîfre bike, bide çapameniyê, teşhîr bike. Armanca MÎT’ê ew e ku rêxistina gel belav bike, civakê xera bike, nirxên civakê belav bikuje. Dema dibêjin em ê dawiya PKK’ê bînin armanca wan ev e. Ev hêz bi taybet li ser Kurdan siyaseta gemarî dikin.”

‘Di destê me de belge hene, dibe ku di dema pêş de em bi raya giştî re par ve bikin’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik dawiyê got, dibe ku dema pêş belgeyên din bi raya giştî re parve bikin û wiha domand; “Dewlet  bi MÎT’ê desthilatdariya xwe didomîne, rejîma AKP-MHP’ê jî bi vê têkiliyê, têkiliya xwe bi bi DAÎŞ’ê re jî çêkirin.  Xwestin ku DAÎŞ’ê xurt bikin û armancên xwe a li ser Rojhilata Navîn pêk bînin. Jixwe gelek belge di derbarê têkiliyên dewleta Tirk û DAÎŞ, El-Nûsra de hatin belavkirin, hemû cîhanê jî ev dît. Faşîzma AKP-MHP hê jî dixwaze li Suriyê û Iraqê tevlîheviyan çebikin û hê jî bi DAÎŞ û EL-Nûsra re têkiliyên xwe didomînin. Naxwazin li herêmê aramî çêbibe. Ji ber ku dixwazin di nav tevlîheviyê de cihê xwe di Rojhilata Navîn de çêbikin. Ji ber ku gelek tengav bûne, siyasetê wan di her qadê de derbeke giran xwariye û têk çûye. Niha jî bi şîddetÊ, bi terorÊ, bi kuştinê, bi tirsandinê û bi gefan dixwazin careke din encam bigirin. Niha di destê me de jî belge hene, dibe ku di demên pêş  em van belgeyan bi raya giştî re parve bikin.”


Fermandarê YBŞ’ê Şengalî: Rêya ji kaosê derketin xweseriye

Roj news 

Ji Feramndarên YBŞ’ê Mezlum Şengalî diyar kir ku rêya ji kaosê derketin xweseriye û di sala nû de yekane rojeva wan wê xweseriya Şengalê be û got; “Ji bo azadiya gelê Êzidî û Şengalek xweser tişta ji destê me tê zêdetir emê bikin.”  

PÎRDOGAN KEMAL/ ŞENGAL

Ji Fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mezlum Şengalî têkildarî pêşketinên siyasî yên di 2017’ê de li Şengal, Herêma Kurdistanê û Iraqê derketin pêş , ji ajansa me re nirxandinên giring kirin.

Mazlum Şengalî diyar kir ku di 2017’ê de li Şengal û hem jî li herêmê pir pêşketinên giring çêbûn û got ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevgeriyan bûne sedema li herêmê koas çêbibe.

‘Divê hêzên dagirker ji têkoşîna YBŞ’ê ders derbixin’

Mazlum Şengalî diyar kir ku hêzên dagirker xwestin planên qirêj bêxin dewreyê û li hemberî vê bi berxwedanek mezin rawestan û got ku sala 2017’ê bi temamî bû sala têkoşîn, ji nûde rêxistinkirin û serkeftinê bû.

Mazlum Şengalî got; “2017 ji bo tevahî herêmê salek dijwar bû. Lê ji bo YBŞ’ê em dikarin bêjin hîn dijwartir derbas bû. Gelek hêzên dagirker li dijî YBŞ’ê pîlanên qirêj çêkirin. Ev pîlanên qirêj xwestin di Adara 2017’ê de bêxin dewreyê. Di meha Nîsanê de êrîşên hewayî yên dewleta Tirk, hişt ku ev pîlan bi şêweyk zelal derkevin holê. Ev êrîş hemû di çarçoveya pîlanek zelal de pêkhatin. Di 2014’ê de pîlanên ku bi DAIŞ’ê re xistin dewreyê, xwestin di 2017’ê de bi êrîşên dijî YBŞ’ê re temam bikin. Di 3’ê Adarê de bi destê pêşmergeyên Roj êrîşa xayîne ya pêk anîn, destpêka van daxwazan bû û di bingeh de pîlanek qirêj a dewleta dagirkera Tirk bû. Erdogan dixwast bi vê rêyê dinava gelê Kurd de şerek nû yê birakujî destpê bike û Kurdî bi Kurdî bide qetilkirin. Bêguman li herçar parçeyên Kurdistanê jî bi heman şêwey dixwestin têkoşîna azadiyê ya dihat meşandin vala derbixin. Weke YBŞ ferqkirina van pîlanan di dema xwe de hişt ku biser nekevin û ev pîlan vala derxistin. Yên ku ev pîlan vala derxistin hevrêyên me yên bê dudilî bi lehengî şehîd bûn e. Xanesero di heman demê de bû cihê vala derxistina pîlanên qirêj. Bi van êrîşan re bi hêzên me re encamên baş derketin pêş. Weke tê zanîn YBŞ ji dema damezrandinê 2014’ê virde li qada şer mezin dibe û hêzekî kariye serkeftin bidest bixwe ye. Ji wê rojê heya îro li rexmê şert û mercên herî zehmet bê navber dayîna têkoşînê, yên karîn dewam bikin bûne em.”

‘Yên xwestin YBŞ’ê tefsiye bikin, bi xwe tefsiye bûn’

Mazlum Şengal diyar kir ku di dema hêzên li herêmê ketin di xema xwe de û revîn, yên li ser vê xakê mayîn û karîn têkoşîn bikin ew bûn û wiha pêde çû; “Li rex ku xwestin YBŞ’ê bêxin nava bêçaretî û kaosê de, lê YBŞ hîn mezintir bû û hîn zêde bû xwedî hêz. Ger bal bê dayîna ser dema di êrîşên Adarê de encam negirtin, vê carê di şeva 25’ê Nîsanê de xwestin bi pêkanîna êrîşa hewayî encam bigirin, lê di wan êrîşan de tenê yek windahiyê me jî çênebû. Yên xwestin YBŞ’ê tefsiye bikin, di rastiyê de ew bi xwe tefsiye bûn. Li rex vê jî gelek bûyerên ku çêbûn jî hebûn û şert û mercên zehmet jî çêbûn. Lê bawerî û hêviya gel a ji bo YBŞ’ê hîn mezintir bû.”

‘Ger ji kaosê dernekevin, wê PDK û Iraq winda bikin’

Mazlum Şengalî diyar kir ku herêmên hatine radestkirina hikûmeta Navendî ya Iraqê bûne sedema çêbûna kaosên mezin û wiha dewam kir; Hêzên herêmî derketina ji nav kaosan na fikirin. Di demên dawiyê de tenê ne li Şengalê, li gelemperiya Başûrê Kurdistanê bûyerên giring çêbûn. Hinek hêzên pêştir li Şengalê bûn, di şevekê de xwe ji herêmê vekişandin. Pir zelale ku ev yek di çarçoveya pîlanek diyarker de pêk hatiye. Me parastina Şengalê dewam kir, lê wan xwestin kaos çêbikin û me bikişînine nava vê kaosê de. Dema herêm ber bi kaosê ve dihat birin, ji ber hebûna YBŞ’ê weke dihat pîlankirin nekarîn li Şengalê kaosê çêbikin. Hêzên din dikarin xeta xwe diyar bikin, lê bi ti şêwey nikarin daxwaz û têkoşîna gel asteng bikin. Hêzên li herêmê heya ji bo derketina ji kaosê hewldan nekin, ti rewabûna wan nabe. Li pêşiya me hilbijartin hene û di van hilbijartinan de ger em bixwazin rêya derketina ji kaosê peyda bikin, divê yekîtiya giştî û koalîsyon bingeh bê girtin. Tersê vê wê ne PDK û ne jî dewelta Iraqê serbikeve. Bêguman li Şengalê YBŞ’ê pîlanên hinek hêzan xera kirin û pêşî li hewldanên kişandina gel ên nava kaosê girtin. Heya niha li gel Heşdî Şebî ti aloziyek çênebûye. Weke hemû hêzan divê Heşdî Şebî jî îradeya gel bingeh bigire, li tersê vê kîjan hêz dibe bila bibe, emê li hemberî rawestin.”

‘Pêngavên me qezanc kirine wêneyê pêşengiya YBŞ’ê ne’

Mazlum Şengal diyar kir ku weke YBŞ di gelek pêngavan de serkeftin bidest xistine û got; “Têkoşîna gelê Êzidî kûrtir bûye û li ser vê xakê bi ti şêwey koletiyê qebûl nakin. Ev derxistiye holê. Piştî fermana 2014’ê zarokên gelê Êzidî xwe rêxistinkirin û berê xwe dan têkoşînê. Bi tecrûbeyên qezenckirin di 2017’ê de ketin têkoşînek hîn mezintir de. 

Reqa bi milîtanan azad bû û gelek welatiyên me yên Êzidî ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Bê guman di pêngava Reqa û pêngavên din de hem hêzên me û hem jî yên QSD’ê şehîd û birîndar dan. Lê van şahadetan berê dîrokê guhert. Reqa weke paytextê DAIŞ’ê dihat dîtin û ti kesê êrîşê wir nedir, lê hêzên azadiyê ji bo azadiya gelan heya dilopa xwîna xwe ya dawî li wir şer kirin û azad kirin. Dîsan di nava vê salê de di pêngava Mûsilê de weke YBŞ rola kilîtê lîstin. Dibe tevlî pêngava Mûsilê nebûn, lê heya dawiyê ji bo tevlîbûnê me helwesta xwe danî holê û hevdîtinên me yên li gel Iraqê jî çêbûn. Lê dîsan dewleta Tirk ji bo em tevlî vê pêngavê nebin çi ji destî hat kir. Hemû hêzan lihevkirina xwe li ser dikirin û zext dikirin. Weke tê zanîn Telafer bi şerekî ji DAIŞ’ê nehat standin, tam tersî radestê hêzên Iraqê hate kirin. AKP’ê destpêkê digot ‘Telafer xeta me ya sor e’. Lê piştî hate girtin tenê gotinek jî nekirin. Ev jî wê nîşan dide ku ev hemû di çarçoveya pîlanekê de hatin kirin.” 

‘Çalakiyên gel daxwazên herî rewa ne’

Mazlum Şengalî bal kişande ser çalakiyên gel ên piştî kaosên li herêmê destpê kirine, got ku ev çalakî mafê xwerî xwezayî yên gelin û divê bi rêya zextan neyên bêdengkirin û got; “Divê rêveberiya PDK’ê guh bide daxwazên gel û demek pêş a din ji şaştiyên ketiye nav vegere. Em van daxwazên gel weke mafê herî xwezayî dibînin. Divê rêveberiya Başûr jî li ser vî bingehî nêz bibe. Tersê wê, dê aloziyên li herêmê her biçe kûrtir bibe û vegera jê wê pir zehmet bibe. Ji bo Başûrê Kurdistanê ji nav van kaosan bê derxistin divê komisyonek ji hemû aliyan pêk tê bê avakirin û pêwîstî bi modelek nû ya rêveberiyê heye.”

‘Rêya derketina ji kaosê xweseriye’

Mazlum Şengalî diyar kir ku rêya ji kaosê derketin xweseriye û di sala nû de yekane rojeva wan dê xweseriya Şengalê be û got heya roja îro ne rêveberiya Başûr û ne jî ya Iraqê ji bo Şengalê ti bernameyek pêş nexistiye.

Şengalî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Li ser bingehê fikirên Rêber Apo em parastina jiyanek azad dikin û heya dawiyê jî li gel vê felsefeyê ji bo jiyanek nû emê têkoşîn bidin. Yekane bi vî şêwey emê bikarin rêya azadiyê bibînin. Gelek kes li cihê xwe runiştine û wisa dizanin gelek tişt kirine û dixwazin YBŞ’ê sûcdar bikin. Her kesê dixwaze ji bo gelê Êzidî tiştek bike divê destê xwe têxe bin kevir de û ji bo Şengalek xweser xebat bike. Di serî de gelê me yê li Şengalê û tevahî Êzidiyên li herêmên din divê ji bo Şengalek xweser têbikoşin û li dardora hêza xwe ya cewherî YBŞ’ê kom bibin. Ji bo azadiya gelê Êzidî û Şengalek xweser emê ji têkoşîna ji destê me tê zêdetir hewldan bikin. Divê em çareseriyek mayînde bînin ser vê coxrafiyê. Hêvî dikim ku hemû hêzên li herêmê îradeya gel bingeh bigirin û ji bo statuya Şengalê hewldan bikin.”

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

7-1-2018

                                                           NRLS