SERNUÇE

 

AJANS

Milîtanan bi çekên êrişî noqteyên HSDê kirin: 27 kuştî

Baydemir hat azadkirin

CIA: Rûsya Dixwaze Zararê Bide Hilbijartinên Kongresê

El Erebiye: Zarokên Bin Ladin li Îranê bûn

ROJNAME

KNK: Komkujiya Parîsê zelal bûye divê Fransa gav bavêje

YJŞ: Wê ruhê azad yê Sakîneyan li çiyayên Şengalê bijî


AJANS

Milîtanan bi çekên êrişî noqteyên HSDê kirin: 27 kuştî

Sput nik

Operasyona Bagera Cizîrê ya Dêra Zorê di roja xwe ya 121emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe berdewam e. Milîtanên DAIŞê bi çekên bi çekên giran êrişî noqteya şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) a gudê El Behrayê kirin.

Li gor çavkaniyên herêmî, milîtanên DAIŞê bi çekên giran êrişeke mezin birin ser noqteya şervanên HSDê yê gundê El Behrayê. Di navbera şervan û milîtanan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. DAIŞê di êrişê de Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) û hawan bikar anîn. Şervanan 3 balafirên NHB û 3 hawan îmha kirin.


Baydemir hat azadkirin

Puk media

Duhî şev berdevkê HDP`ê Osman Baydemir ku bi Apê Osman tê naskirin, ji aliyê desthilata Tirkiyê ve hat binçav kirin.
Li gor ajans û ragihandinên Tirkiyê, kêmek beriya niha hat azad kirin. Ji ber ku ew girtin , bi bê destur û agahî û ne li gorî serdozgeriya giştî bû ye. Diyare di hundirî hikûmeta AKP`ê de, jhinek kes û alî hene ku wek dewleta veşartî dilivin û tevdigerin.


CIA: Rûsya Dixwaze Zararê Bide Hilbijartinên Kongresê

Denge amerika

Servîsên îstixbaratê ya Amerîka ragihandibû ku Rûsya, di sala 2016’n de bo ku Donald Trump bibe serok, mudaxeleyî hilbijartinan kiriye.

Pompeo, di kanala CBS de da zanîn ku maytekirina Rûsya ji demeke dirêj ve heye û didome.

Ser pirsa ‘’Moskow niha hewil dide ku zararê bide hilbijartinên Amerîka?’’, ‘’Erê, bi dehan sal in hewil dide’’ Pompeo got.

‘’Ne tenê Rûsya, jiber welatên din jî ez ketime fikaran’’ Pompeo got û lê wî ser vê gotinê ti hûrgilî neda.

‘’Gelek dijminên me yên ku dixwazin zararê bidin demokrasîya rojava hene’’ Pompeo got.

Moskow, îdiayên ser maytekirina hilbijartina Amerîka ya 2016’an red dike. Dozgerê taybet Robert Mueller hîn vekolînên xwe yên ser îdiayan didomîne.


El Erebiye: Zarokên Bin Ladin li Îranê bûn

 

K24

Ligor nûçeyê zorokên bin Ladin heta sala 2009an jî li Iranê bûn e. Di wêneyê de zarokên Osama bin Ladin, Hemze, Ladin û Mihemed xûya dibin.

Herweha tê diyarkirin ku, piştî zarokên bin Ladin tê gighiştine man a wan li Iarnê hatiye zanîn, Iran terk kirin e.

Di nav zarokên bin Ladin de, Hemzê wekî cîhgirê bavê xwe tê destnîşankirin, ku çendîn kasetên wî yên vidyoyî jî hatine weşandin. Ji alî Amerika jî di listeya terorîstan de hatiye bicîhkirin.


ROJNAME                                                                                                             

KNK: Komkujiya Parîsê zelal bûye divê Fransa gav bavêje

Roj news

Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê çileya sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê îstîxbarata Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin, bibîr anîn.  KNK’ê bal kişand ku komkujî ji hemû aliyan ve zelal bûye û divê Fransa li gorî hiqûq û demokrasiyê nêzî dozê bibe da ku edalet dewleta Tirkiyeyê ceza bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) derbarê salvegera komkujiya Parîsê de daxuyaniyek nivîskî weşand û komkujî careke din şermezar kir. Di daxuyaniya ku hersê jinên şoreşger hatin bibîrxistin de, hat bibîrxistin ku 3 jinên şoreşger li Parîsê ji aliyê îstîxbarata tirk (MÎT) ve hatine qetilkirin û hat destnîşankirin ku kuştina hersê şêrejinan di aliyê kesayet, dem û mekan de tesadufî nebû. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di Bizava Azadiya Kurdistanê de rola jinê gelekî li pêş e, lewre hedef hatine girtin û wiha hat domandin: “Sakîne di vê bizavê da sembol e. Rojbîn jineke ku di warê dîplomasîyê da aktîf e. Leyla jineke ku di nav nûciwanan da ber bi çav e. Wekî dem 2013 pêşkevtina prosesa diyaloga çareserîyê ye ya ku ji aliyê Rêberê PKK-KCK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Wekî mekan jî avahîyê kar û xebata dîplomasîya Kurdistanê ya li Parisê hat hilbijartin. MÎT’ê kuştina van têkoşerên bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav van hersê şert û mercan da plan kir. Dewleta Tirkiyeyê bi vê operasyonê xwest înîsiyatîfa bizava azadiyê ya Kurdistanê sabote bike. Hilbijartina Parisê jî bi zanahî bû. Ji ber ku Fransayê hem li başûr hem jî li Rojavaya Kurdistanê destek dida doza Kurdistanê.”

Di berdewama daxuyaniyê de  bal hat kişandin ku di ser komkujiyê re 5 sal derbas bûne, lê hîn jî dewleta Fransayê perdeya li ser kiryarê ranekirîye û wiha hat gotin: “Lolebkêşê kiryarê di hepsa Parîsê da mir, lê li ser vê mirinê jî şik heye. Ji ber ku piştî mirina vî lolebkêşê MIT’ê, dadgeha Fransayê dosyaya vê bûyerê rakire nav toza arşîvê. Lê belê Kurd ji serî ve gelek bi giringî li ser dosyayê rawestan û planê operasyona MITê eşkere kirin. Herî dawiyê KCK’ê bi navê Sara Sakîneyê operasyoneke leşkerî li ser MIT’ê kir û 2 ajanên ku di nav çerxa MIT’ê da berpirsiyar in girtin û bi lêpirsîna li ser wan belge û itirafên li ser kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd dan çapemenîyê. Ji belge û itirafên elemanên MITê bi zelalî xuya ye ku bi navê dewleta Tirkîyeyê, hskûmeta Erdoganî fermana vê kuştinê daye û MIT jî ji bo pratîka vê kiryarê wezîfedar kirine.”

Li ser nêzîkahiya Fransa yê derbarê mijarê de jî di daxuyaniyê de hat gotin ku Fransa di nav xeletîyeke mezin de ye û wiha hat domandin: “Îstixbarata Fransayê, hukûmeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek eşkere dizanin ku MIT’ê ev kiryare kirîye û dewleta Tirkîyeyê sûcdar e. Ev kiryare ji alîyekê ve tecawuza li ser dewleta Fransayê ye, lê mixabin dewleta Fransa ji ber berjewendîyên ekonomîk yên digel dewleta Tirkîyeyê, xwe nade ber ronkirina vê kiryara terorane ya dewleta Tirkîyeyê ya li ser axa xwe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji aliyê Kurdan ve kiryar ji hemû cepheyan ve ron û zelal e û hat gotin: “Kurdan bi hemû zanîn û belgeyan ve dewleta Fransa agahdar û serwext kirîye. Çar roj berî salvegera pêncemîn ya vê terora dewleta Tirkîyeyê, serokê dewleta Tirkîyeyê û herweha fermandêrê vê kuştinê Teyîb Erdogan seredanîya Parisê kir û li Seraya Elysee ji teref serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hate pêşwazî kirin û rêze peymanên ticarî hatin îmza kirin. Fransa di têkilî û ticareta digel dewleta Tirkîyeyê da helbet serbest û azad e. Lê heke ev polîtîka bibe sebebê peçinîna dosyaya kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd, hingê heqê Kurdan e ku bi dengekî bilind gazindeyê ji dewleta Fransayê bikin. Ji pratîka van pênc salan xuya ye ku dewleta Fransa reftareke layiqî demokrasîya xwe nîşan nade ku ev kuştine ji her alî ve bête ron kirin û dewleta Tirkîyeyê bête mehkûm kirin. Lewma ev helwesta negatîv ya dewleta Fransa dilê Kurdan bi zêdehî ve diêşîne. Kurd bi giştî xwe hevçeperê demokrasîya Yêkîtîya Ewrûpayê dibînin ku Fransa yêk ji merkezên giring ya Yêkîtîya Ewrûpayê ye.” 

Di daxuyaniyê de ji dewleta Fransa hat xwestin ku dosyaya kuştina hersê jinên têkoşer li goreyî normên huqûq û demokrasîyê bide vekirin û rê bide ku dadgeha Parisê biryareke adil bide û dewleta Tirkîyeyê bê cezakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku KNK heta ku edalet bicîh tê wê şopdara dozê be.


YJŞ: Wê ruhê azad yê Sakîneyan li çiyayên Şengalê bijî

Roj news 

YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî qetlîama Parîsê şermezar kirin û ragihandin ku ewê heta dawiyê têkoşîna azadiyê ya jinê bidomînin. 

NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew qetlîama Parîsê şermezar dikin û heta dawiyê ew ê têkoşîna azadiyê ya jinê bidomînin.

Daxuyaniya YJŞ’ê wisa ye:

“Şehîdên qetlîama Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemez û Fîdan Dogan ku em pêncemîn salvegera şehadeta wan pêşwazî dikin, bi rêz û bi minnetdarî bi bîr tînin. Her wiha em dibêjin ku li çar hêla dinyayê, li hemberî şaristaniya serwer a zilamtiyê, bi serfirazî mirasa azadî û berxwedaniyê ya hemû jinan dewr digrin û em diyar dikin ku heta kêliya pêkanîna daxwaz û hêviyê wan em ê ji rotaya bîranînên wan dûr nekevin. Bi vê wesîleyê em hêzên hegemon ên navdewletî şermezar dikin ên ku komploya Parîsê pêk anîne..   

Li şûneke weke Parîsê ku navendeke sereke ya hovîtiya kapîtalîzmê ye, li pêşberî çavê hemû dinyayê bi destê tetîkkêşên Tirk ên mêtînger, xwestin ku di şexsê Sakîneyan de , di serî de li Kurdistan li tevahiya Rojhilata Navîn, lêgerînên jiyaneke nû û vegûhestina şoreşger a ku bi pêşengtiya jinê her diçe gur dibe, xwestin bixeniqînin.  Di kesayeta Sakîne Cansiz de sekna jinê ya azad û xwedî îrade ku şênber bûye û serî natewîne û teslîm nayê girtin, bûye tirs û xofa herî bingehîn a hemû hêzên mêtinger û serweriya zilam a paşverû. Di şexsê Sakîneyan de xwestin ku vejîna jin a azad  û civakî ya azad a nû tune bikin û hemû xeyalên azadiyê di nav avê de bixeniqînin. Li gorî vê, bi qetlîma Parîsê ya 9’ê Çile, di kesayeta Sakîneyan de, hemû jinên berxwedêr bûne hedefa hêzên hegemonîk ên navdewletî. Di dema têkoşîna rizgariyê de ku gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û metropolên mêtîngeran de, li çiya û li zindanan vê têkoşînê berz kir û nêzî serkeftinê bû, êrîşeke bi vî rengî û her wiha hedefgirtina qetla jinên şoreşger ku ji bo hemû bindestan çavkaniya hêviyê û pêşeng bûn, ne tesadufi ye. Sakîne ku newaya azadiyê û dengê her daîm ên hemû bindest, jinên berxwdêr û hêviya jiyaneke azad a nû ye, li çar devera dinyayê di hemû sikak û çiyayan de wê her tim olan bide, û sonda me ye ku em ê bîranîna wan  heta roja tacîdarkirina serkeftinê,  ji dil û zimanê xwe kêm nekin û wê kêm nemine. 

Têkoşîna me ya jina Êzîdî a azad û Şengala azad  ku ev 4 sal in weke meşa azadiyê ya jinê her xwe mezin dike, bi berxwedaniyên mezin pêşve diçe, di xeta berxwedaniya Sakîne de wate digre, leheng û destanên mezin diafrîne û şehîdên me rênîşaneya têkoşîna me ne. Têkoşîna me ya mezin ku ala berxwedanê ya Sakîneyan weke ji nû ve vejîna jinên Êzîdî û YJŞ li ser esasê artêşbûyînê dewir digire, her wiha wê vê alê li hemberî êrîşkariya faşîst a dagirker, li lutkeyên pîroz ên Çiyayên Şengalê û li hemû qadên vê êrîşkariyê,  wê heta serkeftinê li ba bike. Bêrîvanan, Zîlanan, Têkoşînan, Nûjiyanan û şopdarên din ku Sarayên Şengalê ne, di şexsê bi hezaran jinên Êzîdî yên ku çek û rûmeta wê hilgirtine, wê ruhê azad ên Sakîneyan heta hetayê li Çiyayên Şengalê bijî.

Di şexsê Sakîne de ku em wê weke xwedawenda azadiyê ya serdema modern qebûl dikin, Bêrîvanan, Delalan, Sêvêyan û hemû qehremanên jin ên têkoşîna azadiyê bi rêz û bi minetdarî bi bîr tînin û soza girêdayîna bîranîna wan didin.”

 

 

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

8-1-2018

                                                           NRLS