SERNUÇE

 

AJANS

Gefên Tirkiyê li ser Efrînê dirêjahî dide

MHP: Ji bo serokatiya Tirkiyê em piştevaniya Erdogan dikin

Mike Pence Serdana Rojhilata Navîn Dike

Di zindana Evîn a Tehranê de xwepêşandanekî jiyana xwe ji dest da

ROJNAME

KCK derbarê komkujiya Parîs’ê de agahiyên nû parve kir

Şehîd Şoreş û hersê jinên şoreşger li Xanesorê hatin bibîr anîn


AJANS

Gefên Tirkiyê li ser Efrînê dirêjahî dide

Puk media

Ev demeke dirêje ku hikûmet û dewleta Tirkiyê gefan li Efrînê dixwein û dibêjkin emê Herêma Efrînê dagîr bikin.

Lê her dema destnîşankirina wan ji roj û dema destpêkirina êrişê re tê, xwe bêdeng dikin û piştî derbasbûn, careke din, li defê dixin û dîsan dibêjin ku ewê êrişî bo ser Efrînê bikin û ji hêzên YPG`ê pak bikin.

Di encamê de, wezareta berevaniya Amerîkayê dazanîn ku ew bi ti awayî razî nabin ku ti alî û hêz êrişî li dijî hêzên hevpeymanên wan ên li ser erdê bikin û wê demê, Amerîka, wê bêdeng nemîne û wê helwestên dijwar nîşan bide.

Ev yek, li gorî çavdêran, ne tenê ji Beşar Ased re hatiye gotin, lê ew hem ji Beşar Asad re û hem jî ji Erdoxan re hatiye gotin û wek nameyeke zelal bû, tako ew nekevin ti kêmasî û çewtiyan.


MHP: Ji bo serokatiya Tirkiyê em piştevaniya Erdogan dikin

K24

Dewlet Bexçelî li Enqerê ji medyayê re ragihand, ku derbarê hevalbendiya di navbera MHP û AKPê di ew li gel serokê Tirkiyê civyaye û heger hevalbendiyeke weha hebe, divê bi awayekî yasayî be.

Bexçelî diyar kir ku ew xwe ji bo postê serokatiyê namzed nake û namzedê partiya wan ji bo serokatiyê tine ye û di hilibjartinan de ewê piştevaniya Receb Tayip Erdogan bikin.

Heya niha seroka IYI Partî Meral Akşener gotibû ewê ji bo serokatiyê namzeda partiya xwe be û heya niha CHP û HDP navên namzedên xwe diyar nekirine.


Mike Pence Serdana Rojhilata Navîn Dike

Denge amerika

Serdana Pence, piştî biryara Serok Donald Trump ya ser Orşelîmê, meha borî hatibû plan kirin, lê jiber dengdana qanûna reforma bacê hatibû taloq kirin.

Qesra Sipî ragihand ku Pence dê bi Serokomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî, Qralê Urdunê Abdullah û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.

Pence, ku bi awayekî xurt piştgirîya biryara Orşelîmê ya Trump dike, dê serdana Dîwarê Rojava yê li Orşelîmê bike û li parlamentoya Îsraîlê jî axaftinekê bike.


Di zindana Evîn a Tehranê de xwepêşandanekî jiyana xwe ji dest da

Sput nik

Li gor îdîaya berpirsên îranî xwepêşandarê ciwan xwe kuştiye, lê parlamenterekî îranî metirsiya dubarebûna ezmûna zîndana Kehrîzekê aniye rojevê ku di serdema serokomariya Ehmedînecad de rû da û bi dehan kes ji xwepêşandarên wê demê bi giranî hatibûn îşkencekirin û hejmarek ji wan jî hatibûn kuştin.

Herwiha parlamenterên îranî komîteyek ji bo lêkolîn û vekolandina rewşa bi sedan xwepêşandêrên girtî pêk anîne. Komîteya parlamentoyê piştrast kir ku yek ji xwepêşandêrên desteserkirî yê bi navê Sîna Qenberî ku 22 sal temenê wî bûye, di zîndana Evînê de jiyana xwe ji dest daye. Nûnerê Tehranê di parlamentoya Îranê de, Mehmûd Sadiqî derbarê bûyerê de li ser hesaba xwe ya Twitterê gotiye, berpirsan ji wan re ragihandiye ku girtiyê bi navê Sîna Qenberî xwe kuştiye.


ROJNAME                                                                                                             

KCK derbarê komkujiya Parîs’ê de agahiyên nû parve kir

Roj news

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku bi girtina rêveberên MÎT’ê re komkujiya Parîsê hatiye ronîkirin û daxuyakirin ku ewê tola komkujiya Parîsê hilînin û di derbarê rayedarên ku rola wan di komkujiyê de heye jî hinek agahiyên nû da.    

NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) destnîşan kir ku bi girtina endamên MÎT’ê re kujerê komkujiya Parîsê ronî bûye û dor hatiye hesap pirsînê. KCK’ê her wiha îşaret bi mirina bi guman ya tetîkkêşê komkujiya Parîsê Omer Guney jî kir û daxuyakirin ku ji bo Guney neaxive wî li girtîgehê kuştin. KCK’ê her wiha diyar kir ku komkujî bi kontrola Sebahettîn Asal hatiye kirin û Erdogan bixwe fermana wê daye. 

KCK’ê helwesta Fransayê ya li pêşberî komkujiyê weke helwesteke ‘bê exlaq’ bi nav kir.

KCK’ê li ser rêveberên MÎT’ê yên di komkujiyê de cih girtin agahiyên nû da.

KCK: Komkujiya Parîsê MÎT pêk anî

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hat gotin, “Di ser komkujiya Parîsê re 5 sal derbas bûn. Tevgera Azadiyê ya Kurd soz dabû ku wê tola vê komkujiyê hilîne. Tetîkêşê komkujiya Parîsê ji bo neaxive li girtîgeha Fransayê hate kuştin. Lê belê tevî vê yekê jî plansazên komkujiya Parîsê nekarîn xwe veşêrin. Tevgera Azadiyê ya Kurd du rayedarên payebilind ên MÎT’ê bi operasyoneke serketî girt û şîfreyên komkujiya Parîsê eşkere kir. Serokkomarê heyî Tayyîp Erdogan bi xwe fermana komkujiyê daye Hakan Fîdan û Hakan Fîdan jî bi rêya yek ji berpirsyarên MÎT’ê Ûgûr Kaan Ayik ev komkujî plan kir û da kirin. Ûgûr Kaan Ayik serokê daîreyekê ye ku bi ser Sabahattîn Asal ve ye, ku tevlî hevdîtinên Îmralyê dibû. Ji xwe ji belgeyên bi deng û nivîskî yên beriya niha derketin holê eşkere bû ku ev komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. Endamên MÎT’ê yên hatin girtin, di îfadeya xwe de ev belge piştrast kirin û zelal bû ku komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. Ya ku ev yek pêk anî, çalakiyên rojên Çarşemê yên li Parîsê yên tevgera jinê û şopandina bi israr a Tevgera Azadiyê ye.”

KCK’ê diyar kir ku PKK’ê di dîroka xwe ya têkoşînê de ti sûc bê ceza nehiştiye û cezakirina êşkencekarê zindana Amedê Esat Oktay Yildiran, îtirafkar Şahîn Donmez û Yildirim Merkît weke mînak nîşan da.

‘Helwesta Fransayê dûrî ji exlaqê ye’

KCK’ê destnîşan kir ku berdêla kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bo desthilatdariya AKP’ê giran e û wiha dewam kir:

“Karên MÎT’ê yên li dijî Tevgera Azadiyê bi giranî hatin têkbirin û sûcdariya desthilatdariya AKP’ê hatiye îspatkirin. Derketiye holê bê kî li Ewropayê terorê dike. Serokkomarê Fransayê di hevdîtina xwe ya li gel Tayyîp Erdogan de got, ’em ê li dijî terorê têbikoşin’. Bi vê daxuyaniya xwe nîşan daye bê çiqasî du rû û dûrî ji exlaqê tevdigere. Serokkomarê Fransayê malovanî ji sûcdarekî re kiriye ku li navenda Parîsê komkujî kir. Ev yek bi rengekî vekirî, xelatkirina terora dewletê ye. Eger rêveberiya Fransa di têkoşîna dijî terorê de ji dil be, bila destpêkê bi pêsîra Tayyîp Erdogan û rêxistina îstîxbarata Tirk bigire ku li navenda Parîsê komkujî kirin.”

‘Nasnameya Rêveberên MÎT’ê yên cihê xwe di komkujiyê de girtin’

KCK’ê got, “Komkujiyek tenê bi tetîkêş nayê darizandin, bi kesên fermana komkujiyê dane û yên plan kirine tê darizandin” û diyar kir ku girtina doza Komkujiya Parîsê skandal e.

KCK’ê da xuyakirin ku delîlên xurt li ber destê dadgeriya Fransayê hene ku nîşan didin, ev komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. KCK’ê diyar kir, tevî vê yekê jî girtina dozê ne ya qebûlkirinê ye û wiha dewam kir: “Girtina vê dozê ji ber têkiliyên aborî û siyasî yên bi Tirkiyeyê re, têkiliyeke gemarî radixe pêş çavan. Xistina vê dozê, bêhurmetiyeke mezin a li dijî gelê Fransayê ye ku bi bûyera Deryfûsê re gihîştibû asteke bilind a hişmendiya edaletê. Divê ev doz bê vekirin û Tayyîp Erdogan, desthilatdariya AKP’ê, musteşarê MÎT’ê, alîkarê musteşarê MÎT’ê yê niha û berpirsyarê îstîxbarata stratejîk Sabahattîn Asal, Ûgûr Kaan Ayik û Ogûz Yuret bên darizandin.”

‘AKP li pêşberî Tevgera Azadiyê li bin ketiye’

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Yek ji dengê ku di qeyda deng a plankirina komkujiya Parîsê de hate bihîstin yê Ûgûr Kaan Ayik e û yê din jî yê Ogûz Yuret e ku di bin fermana Ûgûr Kaan Ayik de dixebite. Ev yek bi îtirafa endamên MÎT’ê zelal bû. Eşkere bû ku Sabahattîn Asal, berî û piştî 9’ê Çileyê dema kuştina Sakîne Cansiz, tevlî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re bû. Bi komkujiya Parîsê er derket holê ku desthilatdariya AKP’ê xwedî zîhniyeteke çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Eşkere bûye ku gotinên desthilatdariya AKP’ê yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, gotinên şerê taybet ên ji bo xapandina gelan e. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê ji dil xwestin ji bo çareseriya demokratîk zemînê amade bike, lê belê desthilatdariya AKP’ê ev pêvajo ji bo tasfiyekirina tevgera azadiyê nirxand.

‘MÎT hatiye pûçkirin’

Bi komkujiya Parîsê re êrîşên tasfiyekirina Tevgera Azadiyê îro jî tên kirin. Herdu rêveberên MÎT’ê yên ku hatine girtin, li xwe mikur hatine ku wan xwestine sûîkastê li rêveberên PKK’ê bikin û moralê tevger û gel xera bikin. Ev tişt tê wateya têkçûna desthilatdariya AKP’ê ya li hemberî Tevgera Azadiyê. Ji ber vê têkçûnê berpirsyarên MÎT’ê bi darê zorê xistine nav operasyoneke bi rîsk. Lê ligel hemû derfetan hemû hewldanên wan ên li dijî rêveberên PKK û KCK’ê bi ser neketiye. Komkujiya Parîsê jî têkoşîna AKP’ê ya li dijî Tevgera Azadiyê xurt nekiriye, berevajî wê qelstir kiriye. Pêkhateyên Tevgera Azadiyê ya Kurdan soz dane ku li ser bîranîna şehîdên Parîsê têkoşînê geştir bikin û hesabê vê qetlîamê bipirsin. Bi pûçkirina MÎT’ê re vê soza xwe bi cih anîne. Daxwaza malbat û gelê Kurd a ku dixwest ji berpirsên vê komkujiyê hesap were pirsîn, bi awayekî xurt bi cih anîne.

‘Dewleta Tirk bi vê komkujiyê li dijî gelê Fransayê sûc kiriye’

Komkujiya Parîsê dikeve sala 6’emîn û em careke din bangî hikumeta Fransayê dikin ku bi betalkirina vê doza komkujiyê û hesapnexwestina ji berpirsyaran, edaleta Fransayê qirêj dike. Desthilatdariya AKP’ê û Erdogan bi komkujiya Parîsê re li dijî gelê Fransayê sûc kirine. Serekê komkujiyên DAÎŞ’ê yên li Fransayê jî Erdogan û AKP ye. Hikumeta Fransayê heke ji AKP û hevkarên vî komkujiyê hesap nexwaze, ew ê bibe şirîkê van komkujiyan. Fransa ji bo berjewendiyên ekonomîk û siyasî çavê xwe ji vê komkujiyê re digire lê ev tişt tu xêra xwe ji bo Fransayê tune. Windakirinên ji ber qirêjbûn û komkujiyan, windakirinên gelekî mezin in. Ji ber vê jî em bang li hikumeta Fransayê dikin ku bila helwesta xwe ya li hemberî AKP û Erdogan biguherînin

‘Emê hesabpirsînê bidomînin’

Tevgera me ya Azadiyê wê ji desthilatdariya AKP’ê û berpirsyarên vê komkujiya Parîsê hesabpirsînê bidomîne. Çend sal ji ser vê komkujiyê derbas dibe bila bibe, ew ê hesabpirsîn bidome. Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ya ku hesreta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bû, ew ê teqez pêk were.”



Şehîd Şoreş û hersê jinên şoreşger li Xanesorê hatin bibîr anîn

Roj news

Îro li bajarokê Xanasorê yê girêdayî Şengalê bi amedebûna Saziya Malbatên Şehîdan û saziyan Şehîd Şoreş Meto û hersê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

NEDÎMA ŞEMO-ŞENGAL

Di Şerê Xanesorê yê 3’ê Adara 2016’an de 7 şervan şehîd bûn, yek ji wan jî Şoreş Meto bû. Malbatê îro xêra kurê xwe yê Şehîd çikirin, hêjayî gotinê ye ku ji wê rojê heya roja me ya îro melbata weke kevneşopiyekê her meh xêra kurê xwe yê şehîd çêdike. Di destpêka bîranînê de tevahî Şehîdên Xanesorê û hersê jinên tekoşer Sakîne Cansiz, Layla Şaylemez û Fîdan Dogan hetin bibîranîn. Her wiha mûm ji aliyê  endamê Saziya Malbatên Şehîdan ve Xelîl Salih bavê Şehîd Şengal, dayika Şehîd Mensûr û birayê Şehîd Êzdîn Bişar ve hetin vêxistin.

‘Ev destkeftî û serkeftin encama ked û xwîna şehîdên me yên nemire’

Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Serhildan Serkaftin destpêka merasîmê de  axivî û got; “Em tevahî Şehîdên Xanasorê, hersê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Layla Şaylemez û Fîdan Dogan bibîr tînin û bejina xwe li ber wan ditewînin. Eger îro em dikarin li hev kom bibin û xwedî li ax, ziman û dîroka xwe derbikevin, ev tev bi saya xwîna şehîdane. Ev şehîdên ku di ber me de canê xwe feda kirin û xwe kirin qurbanî vê ax û welatî ev şehîdên nemir bûn, şehîdan canê xwe feda kirin da ku zarokên me di welatek azad û serbixwe de bijîn.”

Serketin di nav axaftinên xwe de bal kêşand ser hersê jinên tekoşer  û wiha got: “Em ji bo şehîdan çi jî bêjin keme, ji ber ku şehîdan axa welatê me avdane. Sakîne Cansiz yekem keça ku tevlî nava refên şoreşê bû, ji bo wê Sakîne bi du hevalên xwe re bû hedefa êrîşên hovane. Ji ber ku hersê jinên pêşeng yên şoreşger ne tenê weke kesek rol dilîstin, ji bo wê bûne hedefa êrîşên dijimên dewleta dagirker û li Parîsê bi rengkî hovane hatin qetilkirin.”

‘Gelê me em bi tenê nehiştin û êşa me bi me re parve kirin’

Herî dawî jî dayika Şehîd Şoreş Meyan Nasir axivî û wiha got: “Ez di serî de tevahî şehîdên Xanesorê  bibîr tînim, ji dema şehadeta kurê min ve em her meh xêra wî çêdikin. Em pir kêfxweş û serbilindin ku gelê me em bi tenê nehiştin û êşa me bi me re parve kirin.  Çawa ku her dost, heval, cîran û heskiriyên me êşa me bi me re parve kirin û weke kur û zarokê xwe dîtin, em jî dibêjin ku her şehîdekî di ber vê axê de canê xwe dayî zarokên me ne.”

Meryem Nasir di dawiya axaftina xwe de bal kêşand ser rizgarkirina keç û jinên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê û wiha got: “Ji dema fermana ku hatî serê me heya roja me ya îro bi 100’an keç, jin û dayikên me ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgar kirin. Ev rizgarkirin û serkeftinên ku rojane çêdibin, bi saya ked û xwîna şehîdan çêbûne. Ji bo wê em jî weke malbat pêwîste xwedî li ked û xwîna zarok û şehîdên xwe yên nemir derbikevin.”

 

 

 

 

 

 

 

 

           NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

                                             9-1-2018

                                                NRLS