SERNUÇE

AJANS

Li bajarokê Xeranîçê şer bi dijwarî dewam dike: 151 kuştî

“Ji ber Plana Amerîkayê, Tirkiye lezê dide operasyona Efrînê”

AKP tirsiya: Xwendin û parvekirina nûçeya MÎT’ê hate qedexekirin!

Amerîka Îdiayên Ser Êrîşên Dijî Dîplomatên li Kuba Vedikole

ROJNAME

Ji mamoste û hiqûqnasên Başûr banga yekîtiya netewî

Hiqûqnas plana dagirkirinê di warê qanûnî de nirxand

AJANS

Li bajarokê Xeranîçê şer bi dijwarî dewam dike: 151 kuştî

Sputnik

Operasyona Bagera Cizîrê ya kontrolkirina herêma Dêra Zorê di roja xwe ya 123eyemîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe de didome. Di pevçûnan de 151 terorîst hatin kuştin.

Miftî û sê cîgirên wî li Kerkûkê hatin kuştin

Şervanên Hêza Sûriyeyê Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de pêşveçûna xwe didomînin. Şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên HSD û milîtanên terorîst ê DAIŞê de diqewimin.

Di şerê bajarokê Xeranîçê yê navbera DAIŞ û HSDê de herî kêm 151 milîtanên terorîst hatin kuştin. Li gor agahiyan çend şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane, lê hejmara wan nehatiye zelalkirin

“Ji ber Plana Amerîkayê, Tirkiye lezê dide operasyona Efrînê”

K24

Amerîka ku piştevaniya xwe ya bo YPG/PYD berdewam dike, dixwaze pêwendiyên xwe xurtir bike. Ev hewla Amerîkayê di navbera Enqere û Washîngtonê de, rê li ber rageşiyek nû vekir. Pisporên Tirkiyê dibêjin ev pêngava Amerîkayê ya nû, Tirkiyê dê zêdetir nêzîkî Rûsyayê bike û ligel vê yekê dê operasyona bo Efrînê jî leztir bike.Ev yek ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekî tund hate şermezarkirin. Li gorî pisporên Tirkiyê ev yek beşek ji plana nû ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn e û Tirkiye jî dê hemberî vê yekê gavên xwe biavêje.

Bi boçûna Sûleyman Erdem Serokê SASAMa ku li Enqerê yek ji saziya ramanan ya giringe, ji ber vê plana Amerîkayê ya nû dibe ku Tirkiye operasyona Efrînê zûtir bide destpêkirin.

Serokê SASAMê Sûleyman Erdem ji K24ê re wiha axivî: “Ji xwe di serî de planek Amerîkayê ya wiha hebû ji bo Sûriyê. Lê belê Tirkiyê bi operasyona Mertala Ferêt pêşiya Amerîkayê girtibû. Amerîka niha bi van planên xwe dixwaze ku Tirkiyê li Sûriyê bixe tengasiyê de. Lê belê di destê Tirkiyê de jî operasyona Efrînê heye. Dema Amerîka li Sûriyê polîtîkayeke dijî Tirkiyê bi rê ve bibe dibe ku Tirkiye jî opersyona Efrînê di demek zûtir de bide destpêkirin.”

Bi boçûna Can Acunê li saziya ramana SETA ya nêzîkê Hikûmetê de wek pisporê Rojhilata Navîn dixebite jî Amerîka bi vê planê dixwaze tola Orşelmê hilde, lê dê ev yek Tirkiyê zêdetir nêzîkî Rûyayê bike

Pisporê Rojhilata Navîn Can Acun got: “Ev hewla Amerîkayê bi tu awayî ji aliyê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin. Amerîka teqez dixwaze Tirkiyê ceza bike. ji ber ku Tirkiyê di meseleya Orşelmê de pêş çavê hemû cîhanê Amerîka tenê hişt, loma Amerîka jî bi plan û hewlên xwe dixwaze tola vê yekê hilde. Helbet ev yek wê Tirkiyê zêdetir nêzîkî Rûsyayê bike. Demên pêşiya me de dibe ku Tirkiye û Rûsya li hemberî vê hewla Amerîkayê, operasyona Efrînê bi hev re pêk bînin.”

AKP tirsiya: Xwendin û parvekirina nûçeya MÎT’ê hate qedexekirin!

ANF

Li Tirkiyê helwesta xwe ya derbarê sînordarkirina azadiya çapemeniyê piştî girtina nûçegin, rojnameyan, astengkirina malperan, zêdebûna zextê ya li ser rojnameyên ku binpêkirinên mafên mirovan dide hê jî zêde kir

Hate asteke wiha ya piştî girtina hesabên medyaya civakî, û yek bi yek fîltlerkirina nûçeyan, biryarê dide bê ka kîjan nûçe dikare li ser medyaya civakî were parvekirin û neyê parvekirin

Bi taybetî ji roja ku ajansa me ANF’ê îfadeya rêveberên MÎT’ê weşandiye her cure êrîş li ser dibe, ajans, portalên nûçeyan, malper û hesabên medyayê yên ku yên ku nûçeyên ku me weşandine, par ve kirine di hedefa Tirkiyê de ne

Dadgeriya Silh û Cezayê ya 3’yan a Enqerê ku serlêdana rayedarên Tirk qebûl kirî, biryar stand ku xwegihande Tirkiyê ya hesabên medya civakî dikare were qedexekirin. Di hesabên wiha de nikare wan qedexe bie jî fîltre dike. Bi vî rengî dibine asteng ku mirov bikaribin ji destê pêşî xwe bigihînin nûçeyê

Amerîka Îdiayên Ser Êrîşên Dijî Dîplomatên li Kuba Vedikole

Denge emarka

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku ewê bo îdiayên ser êrîşên dijî 24 dîplomatên Amerîkî yên li Kuba panelekê ava bikin

Tê îdia kirin ku di êrîşan de pêlên dengan hatine karanîn

Di rûniştineke Senato de, Komarî û Demokratan dîyar kiribû ku Wezareta Derve ya Amerîka ser êrîşên dijî dîplomatên Kuba vekolînê nake û wezaret bi bêkêrîyê tawanbar kiribû

Tillerson ji AP’ê re dabû zanîn ku ew bawer nake ku êrîş bi dawî bûne û jiber vê ew niha dîplomatên xwe naşînin Kuba

Kuba îdiayên ser êrîşan red dike. Karbidestên Kuba didin zanîn ku FBI çar caran hatiye wî welatî, lê ti şopa êrîşên dijî dîplomatên Amerîkî nedîtine

ROJNAME

Ji mamoste û hiqûqnasên Başûr banga yekîtiya netewî

Roj mews

Mamoste û hiqûqnasên bajarê Helebceyê daxwaza di demeke lez de lidar xistina kongreya netewî dikin û dibêjin, ku divê êdî aliyên siyasî berjewendiyên xwe yên taybet bidin aliyekî ji bo kongreya netewî gavan bavêjin

Hiqûqnas plana dagirkirinê di warê qanûnî de nirxand

Roj news

Mamosteya Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê Avesta Îsmaîl diyar kir ku qanûnên navneteweyî rê nade PDK û  Tirkiye  li ser sînor hinek herêmên ewlekariyê ava bike û got ku divê ji bo vê mijarê hikûmeta Iraqê erê bike. 

 NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

10-1-2018

NRLS