NUÇEYÊN ROJANE 2018-1-14

SERNUÇE
AJANS
Artêşa Tirk û çeteyên wê Efrînê topbaran dikin
Gotûbêj dê li ser qanûna Hilbijartinê û Pudçeyê bê kirin
Mîsal Alûsî: Kiryarên Ebadî li dijî Herêma Kurdistanê wek yên Sedam in
Hevpeyman: Em ê hêzeke 30 hezar kesî li bakurê Sûriyeyê perwerde bikin
ROJNAME

‘Ger êrîşî Efrînê were kirin, wê şer derbasî Tirkiyeyê bibe’

Ciwanên Rojhilat banga ‘Hevgirtina Şoreşgerî’ kirin
________________________________________
AJANS
Artêşa Tirk û çeteyên wê Efrînê topbaran dikin

Anha
Nûçegîhanên ANHA’yê ji herêma Efrînê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê topbaran dikin. Çeteyên Tirkiyeyê girên li derdora gundên Celemê yê herêma Cindirêsê û gundê Îska yê navçeya Şêrawa yên Efrînê topbaran dikin.Nûçegîhanên me diyar kirin ku gelek topên ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) a girêdayî dewleta Tirk avêtine, li nava erdên çandiniyê û li ser van giran van gudan ketin Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên nîvgiran bersiv dane baragehên çeteyan ku topan jê davêjin.Topbarana çeteyan li dijî vê qadê hetanî kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.
________________________________________
Gotûbêj dê li ser qanûna Hilbijartinê û Pudçeyê bê kirin
PUKmedia
Ji biryare ku roja yekşemê 14/1/2018`an,ji bo dengdanê li ser hijmarek ji ji pirojeyên qanûnên Pudçeya Federal ya 2018`an ,Meclîsa Nûneran rûniştina xwe yê eseyî li darxe
Her weha Ebdul Qadêr Mihemed perlemantarê YNK di dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku Encûmana Nûneran dê civîna xwe ji bo gotûbêjê li ser mijara Pudçeya 2018`an,û xwendina yekem ji qanûnê re birêve bibe
Dest nîşan hate kirin ku gelek mijar hene ku gotûbêj li ser pêwîste wek beşa Herêmê ji pereyan û beşa avakirina navçeyên ji DAÎŞê rizgarkirî û gelek mijarên din jî danûstandinê dixwezin
________________________________________
Mîsal Alûsî: Kiryarên Ebadî li dijî Herêma Kurdistanê wek yên Sedam in
K24
Serokê Partya Ume ya Iraqî Mîsal Alûsî ku di heman demê de endamê komîta pêwendiyên derve ye di Perlemana Iraqê de, ji medya Iraqî re ragihand, ku ew kiryar û tedbîrên piştî referanduma serxwebûnê, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve li dijî Herêma Kurdistanê hatin stendin, kiryarên dîktatorî ne û hevawayê kiryarên Hikûmeta Sedam Hisên in.
Alûsî diyar kir, ji bo çarekirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêwîstî bi îradeyeke rast heye dûrî destwerdan û navberiya derve. Tekez jî kir ku Hikûmeta Iraqê sozên xwe bicî nekiriye û fişaran li Hikûmet û xelkê Kurdistanê dike ji bo destkeftên siyasî û hilbijartinan, ev jî berûvajî destûrê ye.
Herweha dibêje di demekê de bi dehan destpêşxeriyên niştimanî hatine behskirin, şermeke mezin e kesekî wek Erdogan navberiyê bike
________________________________________
Hevpeyman: Em ê hêzeke 30 hezar kesî li bakurê Sûriyeyê perwerde bikin
Sputnik
Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike dê hêzekê bi navê “Hêzên Ewelekariya Sînoran” ava dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) dê fermandariya wê bike
Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike niha hinek hêzan perwerde dike da ku di bin fermandariya HSDê de bixebite
Li gorî nûçeya The Defense Postê, Berpirsyarê Têkiliyên Giştî yê Hevpeymana Navewletî ya li dijî DAIŞê Thomas F. Veale gotiye ku “Hevpeyman niha dixebite da ku Hêzên Ewlekariya Sînoran a Sûrî(HES) damezirîne û perwerde bike. Niha di perwerdehiya destpêkê de dora 230 kesî hene û armanc ew e ku hêzekê ava bikin ku ji nêzîkî 30 hezar kesî pêk were
HES dê qiraxên herêmên Newala Çemê Firatê, sînorên Iraq û Tirkiyeyê werin bicihkirin ku ji aliyê HSDê ve tên kontrolkirHêjayî gotinê ye ku berî demekê nûçeyek derketibû ku Amerîka artêşekê li bakurê Sûriyeyê ava dike û navê wê jî dike Artêşa Bakurê Sûriyeyê
“NE ARTÊŞA BAKUR LÊ HÊZÊN EWLEKARIYA SÎNORAN”
Li gorî nûçeyê, “Hevpeymanê gotiye ku ew têgiha “artêşa bakur” ne têgiheke naskirî û wiha gotiye: “Pêkhateyên etnîkî de li gorî herêmên xwe xizmetê bikin da ku bê misogerkirin ku xelk li nêzîkî cih û warên xwe xizmetê (ya leşkerî) bikin. Lê ev tişt teqez dike ku kurdên ku piraniya niştîcihên bakurê rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, dê xalên kontrolê li dirêjahiya 20 km yên sînorên Sûriye-Tirkiyeyê pêk bînin.”in
LEŞKERÊN KURD DÊ LI KÛ BIN?
Herwiha Veale gotiye ku leşkerên kurd dê bêtir li bakurê Sûriyeyê bin û yên ereb dê li Newala Çemê Firatê û sînorên Iraqê bin
Ji aliyê din ve, HES dê ji nêzîkî 15 hezar şervanên HSDê yên bitecrube pêk were û dê 15 hezarên din jî bi perwerdekirin û girtina leşkeran tijî bikin
________________________________________
ROJNAME
‘Ger êrîşî Efrînê were kirin, wê şer derbasî Tirkiyeyê bibe’
Roj news
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim hişyarî da û got ku eger êrîşek çêbibe wê şer derbasî Tirkiyeyê bibe. Muslim; “ Eger Kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bîne wê li Rojhilata Navîn bibe hêza herî girîng.”
Salih Muslim bal kişand li ser şerê li Sûriyeyê û diyar kir ku Sûriyeye veguheriya qada ku hesabên şerê Cîhanê yê 3’emîn. Muslîm got ku eger di rewşa ku şer sar nebe wê derbasî erdnîgariyekî berfireh bibe.
________________________________________
Ciwanên Rojhilat banga ‘Hevgirtina Şoreşgerî’ kirin
Roj news
Ji bo piştgiriya xwepêşandanên nerazîbûnê yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek li Qeladizê hate lidarxistin ku ciwan daxwaza hevgirtin û xwe rêxistinkirineke şoreşgerane li ciwanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kirin
________________________________________
NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
20-4-2017
NRLS