NUÇEYÊN ROJANE 15-1-2018

SERNUÇE

AJANS

Tirkiyê bi dijwarî herêma Efrînê top baran dike

Amerîka derbarê YPGê de daxuyaniyek da: Em hêzeke nû ya ji 30 hezar kesî pêk tê ava dikin

Du teqîn li Bexdayê qewimîn û bi dehan kes bûne qurbanî

Tirkiye: Amerîka Rahênanên Dide YPG”ê Bo Avakirina Hêzên Sinorî Nayên Qebûlkirin

ROJNAME

Rejîm du ciwanên din jî bi êşkenceyê qetil kir

‘Divê aliyên siyasî bi berpirsyariyên xwe yên netewî rabin’

AJANS

Tirkiyê bi dijwarî herêma Efrînê top baran dike

PUKmedia

careke din jî artêşa Tirkiyê moşek û guleyên hawanê avêtin herêma Efrînê

Îro roja dîsan artêşa Tirkiyê, dest bi êrişên moşekî û hawanî li dijî gundwarên Efrînê kir. Her weha bêhtir ji 40 moşek û guleyên hawanê avêtin cihên nîştecihên sivîlan û nava darên zeytûnan, artêşa Tirkiyê bi moşek û hawanan û bi awayekî pir dijawar, gundên Şêrawa û gundên ser bi Cindirêsê top baran kir û ziyanên madî gelek gihîşte milk û malên xelkên sivîl

Amerîka derbarê YPGê de daxuyaniyek da: Em hêzeke nû ya ji 30 hezar kesî pêk tê ava dikin

Spotnık

Amerîkayê derbarê Artêşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek da. Hevpeymanê got “Ji bo ewlehiya sînoran em li ser dixebitin ku ji milîsan hêzeke nû ava bikin. Yekîneyên nû yên ewlehiya sînorî dibe ku ji 30 hezar kesî pêk wereDerbarê daxuyaniya YPGê ku ew dê artêşekê nû ava bike, Amerîka got, Ji bo ewlehiya sînoran em ji milîsan hêzeke nû ava dikin

Hate diyarkirin ku hêza ku dê bergiriya sînoran bike dê ji 30 hezar kesî pêk were. Artêş dê li ser sînorê Tirkiye û Iraqê di nava çalakiyan de be.

Tirkiye: Amerîka Rahênanên Dide YPG”ê Bo Avakirina Hêzên Sinorî Nayên Qebûlkirin

Denge amrşa

Peyvdarê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nerazîbûn nîşadan, li hember rahênan û perwerdeya Amerîka bo avakirina hêzeke sinorî li Bakurê Sûriyê ku YPG jî di nav deye

Îbrahim Kalin, peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Yekşemê got, li şûna ku Amerîka piştevaniya xwe ya jibo YPG rawestîne li gor daxwaza Tirkiyê “Amerîka pêngavên ne rihetiyê tavêje dema ew xebatê bo rewatiya “YPG”ê dike û dixwaze li herêmê wê bincî bike, ev qet nayê qebûl kirin”. Weke Kalin peyvdarê Erdogan dibêje

Ji aliyê din, berpirsê ofîsa giştî yê Hevpeymaniya Navnetewî ya ku Amerîka serkêşiya wê dike di peyamek elektronî de ku bo ajansa Reuters şandiye, hûrgiliyên avakirina hêzeke nû behs dike. Berpirs dibêje, nîva hêzên nû dê ji hêzên kevin û xwedî serbûr yên HSDê bin û nîva din nihe tên amadekirin

Hêzên nû dê li dirêjiya sinorê Sûriyê ligel Tirkiyê û Îraqê êne belavkirin heta çemê Firatê yê ku weke hêla cûdaker di navbera HSDê ya ku, ji aliyê Amerîka ve tê piştevanî kirin û aliyê din yê Firatê ku, hêzên dewleta Sûrî lê dimîni û ji aliyê Îran û Rûsya ve tên destek kirin.

Du teqîn li Bexdayê qewimîn û bi dehan kes bûne qurbanî

K24

Jêderên emnî û pizîşkî ragihandin: “Bi sedema du teqînan di yek demê de, ku li nava Bexdayê de qewimîn, bêtirî 12 kesan jiyana xwe jidest dan û 66 kesên din jî birîndar bûn

Li gorî zanyariyên destpêkî, teqîn ji aliyê du êrîşkaran ve, di yek demê de hatin encamdan û piraniya qurbaniyan jî karkir in

Jêderekî ji wezareta navxwe ya Iraqê ragihand: “Teqîn li meydan Teyeran di nava Bexdayê de çêbûne, ku li wî cihî karkir kom dibin

ROJNAME

Rejîm du ciwanên din jî bi êşkenceyê qetil kir

Roj news

Hat ragihandin ku rejîma Îranê ciwanên bi navê Saro Qehremanî li Girtîgeha Sinê û Elî Pûladî jî li Girtîgeha Çalûsê bi sedema ku tevlî xwepêşandana bûne bi êşkenceyê kuştin

Li gorî agahiyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê dane, duh ciwanê Kurd ê bi navê Saro Qehremanî (24) ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû binçavkirin, li Girtîgeha Îtlaetê ya Sine jiyana xwe ji dest daye û ji malbatê re hate gotin werin cenaze bigirin

Qehremanî beriya niha 11 rojan di xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û li Girtîgeha Sine dihate girtin. Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê duh bi telefonê li malbata Qehremanî geriyane û ji wan re gotine ku werin cenazeyê kurê xwe bigrin

Her wiha li gorî çavkaniyan, li Girtîgeha  Çalûs a li wîlayeta Mazenderan a li bakurê Îranê jî, aktîvîstekî din hate kuştin. Ciwanê bi navê Elî Pûladî yê 26 salî ku li vê wîlayetê di çalakiyan de hate binçavkirin, li zîndanê bi êşkenceyê hate qetil kirin

Agahiyên li ser êşkenceya li binçavan li girtiyan tê kirin, zêde bûne. 10 rojên dawî 7 kes bi êşkenceyê li zîndanan hatin qetil kirin

Wekî din, yek ji parêzvanên mafên mirovan ên navdar li Îranê parêzer Nesrîn Stûde jî çend roj berê ji televîzyona Îran International re da xuyakirin ku 2 ciwan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da ne

Divê aliyên siyasî bi berpirsyariyên xwe yên netewî rabin

Roj news

Mamostayê Beşa Zanistên Civakî ya Zanîngeha Helebce Osame Eşref û çalakvan Yasîn Nadir daxwaza lidarxistina kongreya neteweyî kirin û bang li hemû aliyan kirin ku beşdarî kongreya neteweyî bibin û gotin; “Divê Kurd ji guhertinên li herêmê pêk tên sûd werbigirin û ev jî ancax bi rêya yekîtiya netewî û kongreya netewî dikare pêk bê

Mamostayê Beşa Zanista Civakî ya Zanîngeha Helebce Osame Eşref û çalakvan Yasîn Nadir têkildarî girîngiya yekîtiya gelê Kurd û lidar xistina kongreya netewî axivîn û bang li aliyên siyasî kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabin

Wê yekîtiya netewî bibe sedem ku peywendiyên di navbera hêz, aliyên siyasî, netewe, baweriyan de bihêztir bibe. Pêkhatina yekîtiya netewî wê pirsgirêkên di navbera çar parçeyên Kurdistanê de çareser bike û dê wana ji êrişên derve dûr bigire

Çalakvan Yasîn Nadir: Hem di asta parçeyan de hem jî di asta giştî Kurdistanê de aliyên siyasî ne hevgirtîne. Xebatên ku ev çend sale ji bo yekîtiya netewî tên meşandin başe û gaveke girînge

Hinek partî çima beşdarî şêwra netewî nebûn û nabin

Ji ber berjewendiyên xwe yên taybet ên aborî-siyasî û peywendiya wan a li gel welatên dijmin bû beşdarî şêwra netewî nebûn.  Heya destê derve bikeve nava mijarê û berjewendî derkevin pêş wê Kurd negihijin armanca xwe. Ji derveyî kongreya netewî û pêkhatina yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê ti hêviyeke çareseriyê ya Kurdan nemaye.  Ji lewma divê hemû partî û aliyên siyasî biberpirsyar tevbigerin û beşdarbuneke bi bandor nîşan bidin

NAVENDA  ROJAVA  YA LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

15-1-2018

NRLS