NUÇEYÊN ROJANE

NUÇEYÊN ROJANE 17-1-2018

SERNUÇE
AJANS
Nivîskarê tirk: Erdogan şerê psîkolojî dimeşîne
Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê berdewam e
HDP: Erdogan Tirkyê dixe nav agir de
Tillerson: Toleyên Dijî Koreya Bakur Divê Bidomin
ROJNAME
‘Desthilata Tirk ji fikir û nêrînên Ocalan ditirsin’
Şengalî bi daxwaza naskirina xweseriya Şengalê meşiyan
________________________________________
AJANS
Nivîskarê tirk: Erdogan şerê psîkolojî dimeşîne
Sputnık
Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi daxuyaniyên xwe yên Efrînê şerê psîkolojiyê dimeşîne
Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: “Daxuyaniya berdevkê koalîsyona dijî DAIŞê Ryan Dillon ku got ‘Efrîn ne di nava qada operasyona koalîsyonê de ye’ wek ku Pentagonê ji bo operasyona Efrînê erêkirin da hat nirxandin. Lê hevdîtina girîng di Zîrweya NATOyê de di navbera Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar û Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford de pêk hat

________________________________________
Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê berdewam e
PUKmedia
Li gor ragihandina jêderên navçeyî ku do êvarê careke din artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê Herêma Efrîm topbaran kirin
Jêder ji mera zelal kir ku çeteyên ku li Gela Semanê bi cih bûne navçeya Şêrewa û Şera û Meranaz û Qutmê yên Efrînê bi topên giran û hewinê bordoman dikin,lê te niha ti agahiyên zêdetir li ser ziyanê ne hatiye bidest xistin,lê hat zanîn ku topbaran hîn berdewam e.

________________________________________
HDP: Erdogan Tirkyê dixe nav agir de
K24
Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay ragihand, ti pirsgirêka gelên Tirkyê, bi deskeftên Kurdên Efrînê re nîn e. Lê Serokê Tirkyê ji bo parastina desthilata xwe, Tirkyê dixe nav agir
Serpîl Kemalbay, li Perlemana Tirkiyê, di civîna Koma Partiya xwe de balkişand ser amadekariyên, ku Tirkyê ji bo operasyona Efrînê dike û got: “AKP ji bo veşartina kêmaniyên xwe li Rojhilata Navîn, agir geş dike û eger ku şer, pevçûn û alozî nemînin, wê demê, wê gendelî û diziyên desthilatê eşkere bibin”
Kemalbay diyar kir, ku divê Tirkye destê alîkariyê dirêjî Kurdên li Efrînê bike ku, Li Efrînê Kurd, Ereb, Ermen û Asuriyan civata xwe dirust kirin e û dixwazin xwe birêve bibin
Navhatî zelal kir ku, her roj serokê Tirkyê gotinên xerab û neyartî hemberî Kurdan bikar tîne û got: “Bi wan gotinan, xerabî li welat tê çandin
________________________________________
Tillerson: Toleyên Dijî Koreya Bakur Divê Bidomin
Denge amrka
Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û Wezîra Derve ya Kanada Chrystia Freeland, bo zextên li ser Koreya Bakur zêdetir bibin, karbidestên 20 welat anîn ba hevdu
Tillerson dîyar kir ku bo Koreya Bakur were ser maseya danûstandinan divê zextên bi toleyan bidomin
Wezîrê Amerîkî da zanîn ku divê Koreya Bakur nikaribe piştgirîya di navbera hevalbendan de hilweşîne
Çîn û Rûsya dîyar dikin ku bo Koreya Bakur bernameya navokî bi dawî bike divê Amerîka û Koreya Başûr hîndarîyên xwe yên li herêmê bi dawî bikin
________________________________________
ROJNAME

Şengalî bi daxwaza naskirina xweseriya Şengalê meşiyan

Roj news
Mamostayê Zanîngeha Raperîn diyar kir ew hêza li Tirkiyê li ser desthilatê ye ji fikir û nêrînên Ocalan ditirse, ji bo wê tecrîtê dimeşînin. Siyasetmedar jî got; “Ji bo zext li ser Tirkiyê çêbikin, ji dervey netewa Kurd divê neteweyên din jî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bibin
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, berdewame. Li ser vê mijarê du welatiyên navçeya Ranye ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê axivîn, diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze bi tecrîdê pêşî li fikir û nêrînên Ocalan bigire
Li ser heman mijarê siyasetmedar Kosret Xidir jî wiha axivî; “Ew zext û tecrîd nîşan didin ku dewleta Tirk çiqas dijî azadî û aştiyê ye. Li aliyek din jî wateyek mezin a fikirên berfireh ên Ocalan nîşan dide. Divê hemû çalakiyên ji bo azadiya Ocalan tên lidarxistin, hewl bidin tevahî gel, netewe û pêkhateyên cûda tevlî van çalakiyan bibin, ji bo zexta li ser Tirkiyê berfirehtir bibe. Ji ber ku fikira Ocalan ne tenê ji bo Kurdan e

________________________________________

Desthilata Tirk ji fikir û nêrînên Ocalan ditirsin

Roj news
Êzîdiyên Şengalê ku piştî fermanê heya niha xebatên xweseriya demokratîk ya Şengalê dimeşînin di her fersendekî de bang li hêzên herêmî, navnetewî û bi taybet jî bang li Iraqê dikin ku Sîstema Xweseriya Demokratîk ya Şengalê nas bikin. Bi vê armancê duh êvarê meşeke girseyî li Komelgeha Borikê hate lidar xistin û bi çend xalan daxwazên xwe eşkere kirin

________________________________________
NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
17-1-2018
NRLS