Nûçe

NUÇEYÊN ROJANE 17 Avrêl 2017

SERNUÇE

AJANS

Amerîka bi niyaz e 50 hezar leşker bişîne Sûriyê

Ji ber dengên “Erê”û “Na” 3 kes hatin kuştin

Yekîtîya Ewrupa bi Fikar li Encamên Referanduma Tirkîyê Dinêre

‘Erdogan qezençkir  êdî karê  pir zahmet e’ 

ROJNAME

‘Her kesê weke desthilatê nefikire rastî kuştin û êrîşan tê’

Çapemeniya Cîhanê ciheke berfireh da binpêkirinên di referandûma Tirkiyê de

AJANS

Amerîka bi niyaz e 50 hezar leşker bişîne Sûriyê

K24

Li Koşka Spî ya Amerîka behsa şandina 50 hezar leşkerên Amerîkî bo Sûriye tê kirin, bi armanca beşdarîkirina di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞê

Kovara “New York Times” belav kiriye, ku niha Koşka Spî pirsa şandina 50 hezar leşkerên Amerîkî bo Sûriyê vedikole. Bêyî ku ti zanyariyên zêdetir belav bike

Her di wê derbarê de, ajansa “Bloomberg” a Amerîkî belav kiriye, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster bi arasteya şandina hêzên Amerîkî bo Sûriyê re ye. Lê ew pêşniyar ji aliyê rêveberiya Donald Trump hîn cihê dudiliyê ye

Wî ajansê daye zanîn, fermandarên Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di wê baweriyê de ne, alîkarî û  rahênankirina zêdetir ji hêzên xwecihî û zêdekirina êrîşên esmanî û bikaranîna helîkopterên êrîşker bê kirin

Şandina wê hejmarê ji leşkerên Amerîkî, dê ji bo piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e di operasyona kontrolkirina Reqayê de be.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, operasyona bi navê “Hêrsa Ferêt” ya kontrolkirina Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû, niha jî ew operasyona di qonaxa xwe çaremîn de birêve diçe

Tê zanîn, berê nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li Rojava û Bakurê Sûriyê ne

Ji ber dengên “Erê”û “Na” 3 kes hatin kuştin

K24

Li navçeya Diyarbekirê ya Çêrmûkê, di pevçûna ku li dibistaneke dengdayînê di nav du malbatên xizim de derketibû de hejmara miriyan bû sisê. Li gorî agahiyên ku ji Gundê Mîlanê yê cihê bûyerê bi dest ketin, pevçûna di nav herdu malbatan de derketiye, ji ber dengên erê û na çêbûye

Li Gundê Mîlanê yê Çêrmûka bi ser Diyarbekirê ve li hewşa dibistaneke dengdayînê, di sibeha dengdayînê (16.04.2017) de di nav du malbatên xizim de pevçûn derket. Pevçûna ku gur bû ji ber nîqaşa dengê erê û dengê na dest pê kir û ap û biraziyan bi çekan êrîşî hev kirin

Di encamê pevçûnê de welatiyên bi navê Abdulrezak Yildiz û Şêxmûs Yildiz jiyana xwe ji dest dabûJi 4 birîndarên ku rewşa yekî jê giran bû, hemwelatiyê bi navê Îdrîs Yildiz jî jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên xizmên hev bûn, gihîşt sisiyan

3 birîndar li Nexweşxaneya Siwêregê ya Dewletê tên dermankirin û gelek polîs û tîmên leşkeran li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

Yekîtîya Ewrupa bi Fikar li Encamên Referanduma Tirkîyê Dinêre

Degê Emêrika

Komîsyona Yekîtîya Ewrupa ser encamên referanduma Tirkîyê, ku 51,4% “Erê” û 48,6% “Na” yedaxuyanîyek weşand

Komîsyonê da zanîn ku di referanduma ku guherandina hin xalên qanûna bingehîn pêşnîyaz dikir de, rêjeya “Erê” û “Na” nêzîkî hevdu derketine û bang li karbidestên Tirk kir ku jibo qanûnê lihevkirineke berfireh pêk bînin

Serokê Partîya Gel ya Ewrupa Manfres Weber got ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Edogan, bi referandumê li pişt xwe neteweyeke parçebûyî hiştîye ku ew bi fikar wî welatî dişopînin

Raportora Tirkîyê ya Parlamentoya Ewrupa Kati Piri jî ser Twitterê derbarê referandumê nivîsî

“Hema bêje nîvê Tirkîyê got ‘na’. De yek jî bifikirin ku kempeynayên hilbijartinê bi edalet bûna” Piri nivisî

Piri bi berdewamî da zanin ku Tirk jibo demokrasî pir xebitîne û qanûna ku tê pêşnîyaz kirin jibo hemî demokratan trajedî ye

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrupa Thorbjorn Jagland dîyar kir ku divê prensîpên dadgerîya serbixwe û dewleta hiqûqê di bin garantîyê de bin

Jagland got ku kesên li dijî guherandina qanûna bingehîn derdikevin û yên bo guherandinê piştgirîyê didin, divê hevkarîyê bikin û pêşî li parçebûnê bigirin

‘Erdogan qezençkir  êdî karê  pir zahmet e’

Sputnik

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Murat Yetkin di gotara xwe ya nirxandina encamên referandumê de got: “Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gihîşte armanca xwe, lê li Tirkiyeyê serdemek nû da destpêkirin. Êdî karê wî li gorî berê zahmetir e

‘ÎFADEYA RÛYÊ WÎ HER TIŞTÎ DIDE NÎŞANDAN’

Murat Yetkin di berdewamiya nivîsa xwe de got: “Ya rastî ji bo ku mirov meseleyê fêhm bike hewceyî bi peyvên zêde tuneye. Ji bo vê mirov li îfadeya rûye Erdogan û AKPeyiyan ku kete televîzyonan her tiştî nîşan dide

Yetkin di dirêjiya nivîsa xwe de got: “Weke ku tu serkeftin bi dest nexistiye. Îfadeyeke ku dibêje ez ê bi van encaman çi bikim. Ev dide nişandan ku ev serkeftin ew betilandiye û ji taqetê xistiye. Erdogan gihîşte armanca xwe û li Tirkiyeyê serdemeke nû da destpêkirin. Lê êdî karê wî zahmetir e

ROJNAME

‘Her kesê weke desthilatê nefikire rastî kuştin û êrîşan tê’

Rojnews

Çalakvan û akademîsyen diyar dikin ku li Herêma Kurdistanê azadiya xwe îfadekirinê nîne û dibêjin ku li gel hebûna krîzên din, krîza rêznegirtina ji bo mirov jî heye. Çalakvan û akademîsyen dibêjin ku li Herêma Kurdistanê her kesekê weke desthilatê nefikire ew rastî kuştin kuştin û êrîşan 

DANA OMER/ SILÊMANΠ

Li Herêma Kurdistanê heya niha gelek bûyerên kuştin, lêdan, bêrêziya li hemberî rojnameger û çalakvanên medenî hatine qeydkirin. Ye herî dawiyê jî êrîşkirina li ser Dr. Ferhad Pîrbal li bajarê Hewlêrê ye. Ev jî rastî nerazîbûn û bertekên çalakvan û akademîsyenên Herêma Kurdistanê hat

Çalakvanê medenî û rojnameger Nizar Mihemed têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî“Mixabin Herêma Kurdistanê bûye herêmek krîzan. Her wiha krîza rêznegirtina ji bo mirov û nirxên mirovRojane em nûçeyên revandin, kuştin û derbkirina mirovan dibîhîsin. Weke mînak ewa li hemberî Ferhad Pîrbal hatî kirin.

Nizar Mihemed wiha jî got; “Bi saya vê desthilatê jiyana me hemûyan di metirsiyê de ye. Peyama ku dixwazin ji me re ragihînin, ewe ku dibêjin ger hun jî zimanê xwe negirin, çarenûsa we jî dê heman be. 

Çapemeniya Cîhanê ciheke berfireh da binpêkirinên di referandûma Tirkiyê de

Rojnwes


Çapemeniya Cîhanê ciheke berfireh ji binpêkirin û hîleyên di referaduma 16’ê Nîsanê re veqetand û serketina bi hîleyan hate ragihandin weke serketineke bi zorê girt manşetên xwe
 

Di nûçeya rojnameya New York Tîmes (NYT) a bi îmzeya Patrîck Kîngsley de bal kişandin ser binpêkirinên di dema referandûmê de hatine kirin. Di nûçeyê de hate ragihandin, li gelek cihan mûxalîfan îtiraz kirine û hat bibîrxistin, bi sedan çavdêr û muşahîd ji sindoqan hatine dûrxistin

Rojnameyê diyar kir, ji ber şerê dewletê yê li Kurdistanê bi hezaran kesên ji cih û warên xwe bûne nekarîne deng jî bidin û cih da tespîtên ku nîşan didin referandûm bi rengekî adîl pêk nehatiye 

Spîegelê bal kişand ser parçebûna nava civaka Tirkiyê 

Di versiyona online ya Der Spîegelê de şîrovek bi sernavê ‘miletê parçebûyî’ hate weşandin û hat ragihandin, tevî tespîta binpêkirinan û îtirazên CHP û HDP’ê jî Erdogan serketina xwe îlan kiriye. Di şîrove nivîsê de îşaret bi parçebûna beriya referandûmê hate kirin û hat destnîşankirin, bi eşkerebûna encamê re rojnameyên alîgirê hikûmetê ‘serketin’ îlan kirine û ev yek rewşeke ecêb e 

Di şîroveyê de hat îdîakirin ku derketina dengê ‘erê’ ji referandûmê, ji bo dema kurt dibe ku li qada aboriyê rê li ber encameke erênî veke, lê belê ji bo dema pêş wê rewşa nediyar a siberoja Tirkiyeyê dewam bike. Spîegelê eşkere kir, ku encama nêzî hev a referandûmê, cihêbûna civaka Tirkiyeyê bi rengekî zelal raxistiye pêş çavan

‘Dibe ku hilbijartinên pêşwext çêbibin 

Le Monde jî diyar kir ku dibe Erdogan ji vê atmosfera heyî sûd werbigire û biçe hilbijartinên pêşwext. Yek ji rojnameyên girîng ên Fransayê Le Monde jî di nûçeyeke xwe de bibîr xist, ku tevî zêdebûna dengê ‘erê’ li gelemperiya Tirkiyeyê jî, li Enqere û Stenbolê dengê ‘NA’ zêdetir e. Di nûçeyê de hat ragihandin, li bajarê Kurdan jî bi rengekî ‘ne surprîz’ dengê ‘NA’ bi ser ketiye û hat îdîakirin, dibe ku Erdogan ji rewşa heyî ya mûxalefetê sûdê werbigire û bikeve nava hilbijartineke giştî 

FT: dengê ‘NA’ yê li bajarên mezin peyamek da Erdogan 

Di şîroveya rojnameya Fînancîal Tîmes (FT) a Îngilîz de hat destnîşankirin, serkeftina dengê ‘NA’ yê li bajarên mezin peyamek daye Erdogan 

Rojnameyê di şîroveya xwe de diyar kir, beriya hilbijartinên 2019’an Erdogan neçar e gelek mijarn ji hev qelişîne bicebirîne û destnîşan kir, Erdogan negihîştiye rêjeya dengê dixwest 

FT cih da şîroveya Davîd L. Phîllîps ê ji Enstîtuya Mafên Mirovan a Zanîngeha Colûmbîayê: “Bi vî rengî pêwendiya Tirkiyeyê bi cîhana rojava re qediya ye. Bêwate ye ku mirov li benda helwestek nerm a Erdogan bin… Êdî ti sedem nîne ku mirov li bendê bin parlamenterên HDP’ê yên girtîne bên berdan, operasyonên ewlekariyê yên li Başûrrojhilat (Bakur) bên qedandin an jî girtina alîgirên Gulen ên bi hewldana darbeyê tên sûcdarkirin, bên bidawîkirin.

 

                                NAVENDA  ROJAVA  YA  LÊKOLÎNÊN  STRATEJÎK

17-4-2017

NRLS