ANALÎZ

Planên li ser Minbicê

Şerê Sûriyê derbasî qonaxeke nû dibe. Di vê qonaxê de hêzên navneteweyî û herêmî yekser derbasî meydana şerê li Sûriyê dibin. Her dewletek dixwaze di vê tevliheviyê de parekî xwe bi dest bixe. Dewleta Tirk jî dixwaze bi bahaneyên cuda cuda xaka Rojava û Bakurê Sûriyê dagir bike. Di 20’ê meha çileyên de Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Herêma Efrînê kir û niha hewl didin ku herêmê ji gelê Kurd vala bikin. Ji ber vê yekê li şûna Kurdên koçberkirî malbatên çeteyan bi cih dikin. Erdogan dixwaze li Efrînê raneweste û berê xwe bide Minbicê (ya ku di 12’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê hêzên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ’ê, hate rizgarkirin).

Dewleta Tirk dixwaze nakokiyên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, helwesta xwe tam zelal neke û bi hemû aliyan re têkiliyan deyne, aramancên vê siysetê jî ev in:

  • Dewleta Tirk hêza duyemîn di NATO’yê de ye û têkiliyên wê bi Emerîkayê re hene. Ji ber vê yekê Tirkî pelika NATO’yê bi kar tîne, da ku Emerîka nikaribe dest ji Tirkiyê berde.
  • Piştî derbeya leşkerî li Tirkiyê (15’ê Tîrmeha 2016’an) Erdogan xwe nêzî Rûsyayê kir û têkiliyên Dewleta Tirk bi Emerîka û Ewropayê heya astekê kêm bûn. Tirkiyê bi vê nêzîkatiyê siyaseta pevguherandina herêman bi Rûsyayê re, da meşandin.(Bab li hember Helebê, Xûta li hember Efrînê).
  • Tirkiye dixwaze ku hemû alî bixwazin wê nêzî xwe bikin, ji ber ku heger Tirkiye nêzî Rûsya bibe berjewendiyên Emerîkayê dikevin metirsiyê. Di encamê de Emerîka nerm nêzî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser hêzên YPG/YPG/QSD’ê dibe û naxwaze Rûsya bi sedema hevpeymaneke bi Tirkiyê re li Sûriyê xurttir bibe.
  • Dewleta Tirk dikarîbû bi vê siyasetê çekdarên “rikberiya Sûriyê” kontrol bike û wan li gorî berjewendiyên Tirkiyê têxe tevgerê.
  • Dewleta Tirk dixwaze pergala moşekan a S400’î ji Rûsyayê bi dest bixe.
  • Dewleta Tirk zextê li ser Ewropayê çêdike û pirsgirêka penaberan bi kar tîne. Bi vê yekê milyarên dolaran ji Ewropayê qezenc dike.

Bê guman dewleta Tirk hemû hêz û siyaseta xwe dixe rajeya (xizmeta) şerê li dijî projeya demokratîk û Federasyona Bakurê Sûriyê, ji ber ku ditirse ev proje li giştî Sûriyê pêş bikeve. Niha çavên Tirkiyê li ser Minbicê ne. Ji ber vê yekê Emerîka naxwaze ku bi tenê li vê qadê bimîne, di encamê de rê li ber hebûneke Firansî xurt li Minbicê vekir. Pêşwaziya şandeya QSD’ê li Koşka Êlîzê û şandina hêzên Firansî ta Minbicê pelikên siyasî û bazarên leşkerî tevlîhev kirin. Ji ber ku berî niha Tirkî dixwest ku erêkirina Emerîkayê bistîne, niha pêwîst e erêkirina Firansayê jî bistîne. Ev yek jî ne hêsan e.

Ji bo Emerîka bihêle ku Dewleta Tirk derbasî Minbicê bibe hinek mercên zehmet hene:

  • Emerîka vê dagirkeriyê erê bike, di encamê de baweriya hêzên QSD, hevalbendên Emerîkayê û Ewropayê bi Emerîkayê namîne û ev jî binkeftineke siyasî û leşkerî mezin e. Dibe ku yek ji sedemên erkdarkirina Pompyo weke wezîrê derve yê Emerîkayê xwesteka çareserkirina vê pirsgirêk bû.
  • Dewleta Tirk têkiliyên xwe ji Rûsiyayê qut bike û pergala S400’î ji wê nekire, bi vê yekê Rûsya dê şerê çeteyên Mertala Feratê bike û herêmê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de nehêle.
  • Dewleta Tirk têkiliyên xwe bi komên tunderew, çetên DAIŞ û Nusrayê qut bike, di encamê de dê tevlihevî di nava Tirkiyê de çêbibin, ji ber ku rêxistnên radîkal ên Islamî li Tirkiyê pir in.
  • Erdogan têkiliyên xwe bi Îranê re qut bike.
  • Dewleta Tirk gefan der barê pirsgirêka koçberan li Ewropayê nexwe.
  • Pêwîst e Firansa xwe ji Minbicê vekişîne, ev jî ne pêkan e, ji ber ku Firansa di vê qonaxa hestiyar de nehatiye ji bo xwe vekişîne û dixwaze ku rolekê di vê herêmê de bilîze.

Hêzên QSD’ê ji bo şerê li dij DAIŞ’ê hêzên herî çalak û bibandor in. Dewleta Tirk jî dixwaze ku şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê were rawestandin û DAIŞ ji nû ve were vejandin. Êrîşa li ser Efrînê jî rolek di rawestandina şerê li dijî DAIŞ’ê de, lîst. Emerîka naxwaze ku hêzên QSD’ê wenda bike û DAIŞ careke din xurt bibe, ji ber vê yekê pir dûr e Emerîka Minbicê berde û bihêle Dewleta Tirk û çeteyên wê Minbicê dagir bikin. Heger Dewleta Tirk êrîşî Minbicê bike dê gelek encaman bi xwe re bîne:

  • Nabe dewleta Tirk êrîşî hêzine din di nava NATO’yê de mîna Emerîkayê bike, heger vê yekê bike jî dê berdêleke mezin deyne, dibe ku bigihêje asta derketina wê ji NATO’yê.
  • Heger êrîşeke wisa pêk were, Tirkiye dê dijminekî pir xurt weke Emerîkayê ji xwe re çêke û bandorê li rewşa hundirîn a Tirkiyê bike.
  • Meclîsa Leşkerî ya Babê (hevsiya Minbicê) jî dê têkeve tevgerê, ji ber ku di van rojên dawî de gelê Babê xwepêşandanan dijî dagirkeriya Tirkiyê li dar dixe û ji rewşeke wiha re amade ye.

Ji ber ku ev êrîş pir zehmet e Dewleta Tirk dixwaze ku bi Emerîkayê re Minbicê dagir bike. lê ev yek zor e, ji ber ku Tirkiye dixwaze ku Emerîka li Minbicê şerê QSD’ê (Hevkarên Emerîka yên di şerê li dijî DAIŞ’ê de) bike. Bêguman ev yek dê tevliheviyeke mezin li rojhilatê Feratê çêke, serkeftinên hevbeş têkevin metirsiyê û bandorê li ser giştî herêmê bike.

Bi kurtasî weke encam em dikarin bibêjin ku zehmet e Emerîka û Firansa hêzên xwe ji Minbicê bikişînin, eger pêk were jî di encamê de QSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê bi parastina Minbicê mijûl bibin û şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê raweste.

Beşê analîza Siyasî – Qamişlo