ANALÎZ

Gelo pêşveçûnên Amerîka-Tirkiyê li Minbacê dê li Sûriyê bibe hevkariyeke mezintir?

James F. Jeffrey.

Der barê civîna ku di 4`ê meha pûşberê de, di navbera wezîrê derve yê Tirkiyê Çawîş Oglo û wezêrê derve yê Emerîka Pompiyo  de ya li Waşngtonê rûda bû; hemû rapor û nûçe  didin zanîn ku hinek pêşketin  der barê aloziya di navbera  her du welatan de çêbû. Ji van aloziyan ku wê çawa bi PYD`ê re ya hevalbenda Emerîkayê li dijî DAIŞ`ê, danûstandinê bikin. Dibe ku Emrîka helwesta Enqerê di ber çavan re derbas bike. Jixwe Enqere  PYD` ê bi PKK`ê girê dide ku PKK bêtirî  30 salî şere Tirkiyê kiriye.

Bê guman niha giraniyê pirsgirêkê li ser herêma Minbicê ye, ji ber ku dikeve rojavayî çemê Feratê . Ev herêm di sala 2016` an de hêzên PYD`ê bi alîkariya Emerîkayê kontirol kirin. Bi vê yekê PYD` ê xeta sor a ku Tirkiyê û berî wê jî rêveberiya Obama ragihandibûn, derbas kir. Rêveberiya Trump soz dan ku ew ê hêza PYD` ê ji herêma Minbicê vekşîne rojhilatê Feratê, lê nepejrandina PDY`ê û şerê ku hê jî Emerkî li hemberî bermayên DAIŞ` ê li rojhilatê Sûriyê  bi pişgiriya PYD` dike, berdewam e. Vê yekê hişt têkiliyên Emerîka bi Tirkiyê re ku her du endamê NATO`ê ne, rastî  guhertin û  aloziyeke mezin were, ta gihişt astekê ku her du dewleta gefan li hev û du bixwin.

Hêjayî gotinê ye ku berî niha di vê sale de, her du dewletan di vê der bare de  gihiştibûn lihevhatinekê, dema wezîrê  derve yê Emerîkî  Tillerson bi srokê Tirkiyê Erdogan re civiyabû û bi hev re soza çareseriyê dabûn.  Ji wê demê û pê ve berpirsyarên Tirkiyê û Emerîkayê li ser nexşerêyekê ku  hêzên PYD`ê ji herêma Minbicê derxînin li hev kiribûn. Li gorî angaşta Tirkan rêjeya pêkhateyên Ereb li vê herêmê digihêje %90  û bi vekişandina hêzên Kurdî dê hêzên hevbeş ji Tirk, Emerîkî û hêzên xwecihî ewlehiyê li herêmê peyda bikin.

Tevî wilo jî kelemên sereke weke nevekşandina PYD`ê û pêwstiya Emerîka bi pêvajoya bakurê rojhilatê Sûriyê  hê jî  hene. Ev jî bû sedema gelek nakokiyan, yek jê daxwaza      Erdogan ji Emerîka ku pilankerê derbeya 2016`an “Fethula Gulen” û Radestî wê bike. Niha jî dixwaze Sîstemên Parastina hewayî yên Rûsyayê S- 400 bikire. Ji milekî din jî gotarên  Erdogan yên li dijî Emerîka berya hilbijartinên Tirkiyê yên di 24`vê mehê de, bûn cihê nerazîbûnê. Vê yekê hişt ku siyasetmedarên Emerîkî,  şirovakar û alavên ragihandinê texmîn bikin ku Tirkiyê ber bi Rûsyayê ve diçe, lê danûstandinên ku di 4`ê Pûşberê li Waşingtonê çêbûn, ji bo nakokiyan ji nav wan rake, gaveke mezin bû  . Piştî civînê Çawîş Oglo di malpera xwe ya taybet de ragihand ku wî bi Pompiyo re li ser nexşerêyekê li Minbicê li hev kirine. Paşê jî hûrgiliyên vê civînê ji nûçgahanan re zelal kir. Li gorî jêderên Emerîkî û Tirkî  yên cur bi cur,  dema rewş guncaw be dê PYD`ê di 3`an mehan`ê de vegere rojhilatê Feratê û li şûna wê dezgehên ewlekarî û desthilata xwcihî,  herêmê  bi rêve bibin.

Piştî ku di serdema rêvebertiya Obama de gelek hewildanan, têk çûn; Tirk û Emerîka li Sûriyê, vê plansaziya nû ber bi hevkariyeke hevbeş weke gaveke yekem, dibînin.  ji bo vê hevkariyê Çawîş Oglo di malpera xwe de giringî û berfirehiya vê hevkariyê destnîşan kir. Li gorî jêderên her du ferweriyan,  her du alî wê fişareke hevbeş li rêjîma Essed, Îranê û Rûsyayê bikin,  da ku çareseriya siyasî di riya Cenêvê ya ku di bin sîwana UN`ê li dar dikeve, bipejirînin. Ev jî armanaceke giring a Tirkiyê ye, her wiha bi dilê Emrîkayê ye jî. Dema berpirsyarên Tirkî li ser fişara ku li ser Essed û hevalbendên wî diaxife , gelo mebesta wê  hebûna Tirkî-Emerîkî li Bakurê Sûriyê ye? Ev herêma ku rêjeya wê % 40 ji xaka Sûriyê ye, her wiha li ser wê bi hezaran çekdar û bi milyonan welatî û koçberê Sûriyê hene .

Heta dema pêkanîna vê pilansaziyê were, Tirkiyê neçare ku bi rûsya û Îranê re, ji bo hevrikiya leşkerî li Sûriyê bi awayekî diyarkirî rawestîne, têkildar be. Mîna  ku Emerîka û Îsraîl bi Rûsya ye re li hevkirin. Tevî wilo jî Tirk di wê baweriyê de ye ku Sûrî û Îranê hîn jî li ser bidestxistina serkeftina leşkerî li seranserî Sûriyê bi rijd in, ji bilî hevkariyekê bi Emerîka re tu kes nikare ev senaryo rawestîne.

Veguherandina vê serkeftina dualî ya tektîkî  li Minbicê ber bi aniyeke stratejîk, pir balkêş e. Lê divê astengiyên heyî bêne çareserkirin. Ya yekem , dive Emerîka bi hêza xwe li Bakurê  Sûriyê bimîne. Lê ji bo wê  hevkarî bi PYD`ê re li rojhilatê  Feratê  û deverine din tê xwestin. Ev jî pir zehmet e, ji ber ku Tirk hê jî bi vê hêzê re şer dike, tevî ku agirbestek di navbera her du hêzan li seranserî sînorê bakurê rojhilat heye. Ji milekî din jî Tirkiyê li Efrînê êrîşî wan kir û herêm kontrol kir. Her wiha niha xwe ji bo êrîşekê li ser birayên wan yên bakurê Îraqê amede dike.

Ya duyem, tê xuyakirin ku hê jî Waşington  pabendiya PYD`ê bi nexşerêya Minbicê bidest nexistiye. Lê  heger Kurd vê nexşerêyê nepejirînin, dibe ku Emerîka hevrêziya xwe bi wan re li dijî DAIŞ ê rawestîn e.

Ya sêyem, armancên stratejîk ên Emerîka li Sûriyê ne zelal in. Daxuyaniyên serok Turump dema dibêje ku Emrîka dê hêzên xwe di şeş mehan de ji Sûriyê vekşîne, dûrî rêbaza Tirkiyê ye. Di hema demê de der barê Sûriyê hin berpirsyarên Emerîkî, Urdinî û Îsraîlî Rûsyayê ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê, weke kilîta çareseriyê digirin dest. Lê li gorî Tirkiyê çareseriya ku Essed  bê bend bihêle, Îran jî xwe venakşîne û metirsîyekê li ser hemû aliyan çêke.

Der barê bandor û dengvedana  peymanê Minbicê  li hundirê Tirkiyê, bê guman Erdogan  ev peyman di hilbijartinên 24`ê mihê de ji bo bedewkirina wêne û rastiya xwe ya neteweyî pir  bi kar anî. Ew jî di dema ku li hemberî wî de hevrikiyek xurt derdikeve pêş. Tevî ku ev vekşîn berî hilbijartinan pêk nayê jî, lê  dibe ku di van rojên dawî  berî hilbijartinan,  bangeşa vekşîna PYD`ê ji Minbicê wê li dijê PKK´ê ji xwe re bike serkeftinek.

Çavkanî:

http://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/view/will-u.s.-turkish-progress-on-manbij-lead-to-wider-cooperation-in-syria

 

NRLS- Beşa Wergerandinê