ANALÎZ

Di Rêzerijîna Xwîna Sûriyê De Komkujiya Siwêdayê Xelekeke Nû Ye

Êrîşên Rêxistna DAIŞ’ê ya neçaverêkirî, li ser çend gund û herêmên parêzgeha Siwêdayê ku dikeve başûrê Sûriyê, ji bo gelên vê parêzgehê surpîzeke mezin çêkir, ev gelên ku ji dsepêka qeyrana Sûriyê ve, dûrî hevrikî û şerê çekdarî bûn .
Li gorî jêderên fermî û xwecihî, hejmara qurbaniyan gihişt 260 kesî û bi qasî wan jî birîndar hene , her wiha 50 sivîl ber bi deşta Siwêdayê ve ya rojhilatê parizgehê hatin revandin.
Êrîşên DAIŞ’ê û kontrolkirina rêjîmê ya bi piştevaniya asmanî ya Rûsî herêmên di bin destê rikberiya çekdar a li gundewarên her du parêzgehan (Deraa û Quneytira) yên başûrê Sûriyê, hevdemî bûn, her wiha ev kontirolkirin bi bêdengiya Emrîka û ragihandina wê ya ku tu alîkariyê nade van hêzên çekdar, da ku şerê rêjîmê bikin , pêk hat. DAIŞê mijûlbûna rêjîmê û valihiya ewlehî ji xwe re bi kar anî, di encamê de êrîşî niştecihên Siwêdayê kirin. Ev niştecih di rewşeke aram de dijiyan û tu carî rastî êrîşeke bi vê mezinbûnê nehatibûn.
Agahiyên herî balkêş der barê vê êrîşê ew e ku piraniya êrîşkaran ji endamên DAIŞ’ê yên beriya du heyvan ji taxên başûrê Şama paytext di lihevkirinkê di navbera DAIŞ û Rêjîmê de ji bo deşta Siwêdayê, hatibûn veguhestin, ji ber wilo gelek aliyên rikber; rêjîmê tawanbar dikin ku destê wê yekser di vê êrîşê de heye, ji ber rêjîmê rê da van terorîstan ku ji nû ve xwe birêxistin û komî serhev bikin. Her wiha rêjîmê bi riya vê êrîşê dixwest nameyekê bigihîne gelê Siwêdayê ku ew di bin metirsiyeke pir mezin de ne û divê milê xwe bidin yê rêjîmê. Ji ber ku wek me anî ziman, ev parêzgeh dûrî hevrikiya rêjîm û rikberiyê bû û dikarîbûn wek xweseriyekê ava bike û xwe dûrî her du aliyan xist, ji ber ku piraniya niştecihên vê parizgehê ji mezheba Durzî ne.
Rêjîmê di riya şer yan jî lihevhatinan karîbû parizgehên başûr desteser bike, tenê parêzgeha Siwêdayê ma bû, ji ber wilo hewil dide ku wê vegerîne bin serweriya xwe. Ji aliyê xwe ve jî rêjîmê Hevpeymaniya navneteweyî bi peydakirina herêman ji DAIŞ’ê re, tawanbar kir. Ji ber ku carcaran DAIŞ ji wir êrîşî rejîmê dike.
Ji bilî van tawan û gumanan, ev êrîş nameyek ji DAIŞê bi xwe bû, tê de diyar kir ku hîn jî ew heye û dikare sivîlan bikuje û li her derê dikare komkujiyan pêk bîne. DAIŞ’ê nakokiyên di navbera hêzên navneteweyî der barê Sûriyê de ji xwe re bikar anî û karîbû heta niha xwe li çolistana di navbera Sûrî û Îraqê de biparêze. Ji ber wilo tê payînkirin ku DAIŞ’ê dê hewil bide ku êrîşî cihê sivîlan li deşta Sûriyê bike û kiryarên terorî pêk bîne.
Komkujiya Siwêdayê, xemgîniyeke mezin li cem hemû gelê Sûriyê çêkir, ji ber ku ev êrîş di demekê de hat ku çavên vî gelî li çareseriyeke siyasî digeriyan û bi hêvî bû ku ev rewşa xirab û aloz ya ku bû 7 sal berdewam e, bi dawî bibe û ji bandorên şer, wêrankirin, hevrikiya navneteweyî û herêmî li ser xaka xwe, rizgar bibe.
Careke din xem û komkujî bû para kesên sivîl yên ku di şerê Sûriyê de dibe xeleka herî lewaz û yên herî bêtir li seranserî Sûriyê rastî kuştin û tundetûjiyê tên. Vê carê parêzgeha Siwêda û gelên wê bûn qurbaniyên terora DAIŞ’ê ya ku ev kiryar li gelek bajarên Sûriyê pêk anî, mîna ku beriya sê salan li bajarê Kobanê rûda bû.
Bê guman ev komkujiyên bi ser gelê Sûriyê de tên, destine veşartî yên saloxgeriyên herêmî û navneteweyî tê de hene ku armanca wan dirêjkirina şerê Sûriyê û kûrkirina nakokiyan e, her wiha ev hêz dixwazin nameyekê bidin ku wê aloziya Sûriyê berdewam bike ta çareseriyeke li gorî berjewidiyê wan; ne li gorî berjeweniyê gelê Sûriyê, pêk bê.

Şaxê Hesekê – Beşê analîzê