ANALÎZ

Di daraştina destûrê de Tenê gelê Sûriyê mafdar e

Êşkişandina gelê Sûriyê ji destûrê re beriya 100 salî dest pê kiriye. Destûra yekem a vî wlatî, di sala 1920`an de hate danîn ku bi riya vê destûrê şah Fêsel Bin Hisên bû padîşahê Sûriyê û yê ku serpereştiya vê destûrê kir Haşim El-Etasî bû, yê ku bi (bavê destûrê) dihat naskirin.
Lê vê destûrê dom nekir, ji ber ku di heman salê de Fransî derbasî Sûriyê bûn û di wê serdemê de gelek destûr hatin danîn û vê rewşê ta danîna destûra sala 1950 berdewam kir. Ev destûra, tevî ku bi erênî lê dihat mêzekirin û hinekî nêzî azwerên gelê Sûriyê bû, lê vê destûrê jî berdewam nekir.Ji ber ku guherînek yan jî derbeyeke leşkerî bi serkêşiya Edîb Çîçeklî rûda, pê re destûra 1950`î hat guhertin û li şûna wê destûreke nû hat danîn. Vê destûrê ta derbeya partiya Baas sala 1963`an berdewam kir. Di encamê de Sûriyê ma bê destûr ta rûdana derbeya Hafiz Essed ku di sala 1971`ê de destûreke herdemî li gorê xwe danî ku benda wê ya (8)`an dibêje: Partiya Bass pêşenga dewlet û civakê ye. Di bin sîwanê vê destûrê , fermanên taybet û rewşa awarte de, rêjîma dîktator karîbû 30 salî ta mirina Hafiz Esed, berdewam bike. Piştî mirina Hafiz Esed, kurê wî Beşar Esed di sala 2000’ î de şûna wî girt, heman destûr û rêbaz meşand. Di encamê de rêjîm di sala 2011 an rastî serhildanan bû. Bi gurbûna serhildanan û ji bo ku van serhildan dorpêç bike û rê li ber serhildêran bigire, Beşar Essed, destûr di sala 2012 an guhert, lê ji ber berdewamiya kiryarên tund, ev destûr jî nebû bersiv.
Ji ber siyaseta zordar, nijatperest û dîktatoriya rêjîmên ku bi kotekî û bi derbeyan dest danîne li ser desthilat û civaka Sûriyê, Biryara Sûrî rojekê ji rojan neketiye destê gelê Sûriyê de û tu carî daxwaza gelê Sûriyê ku bi aramî û azadî bijî, pêk neanîne .
Îro careke din pirsgirêka destûra Sûriyê derdikeve holê û gelek gotegot li ser dariştina destûreke nû hene ku beriya niha li Soçî û berî çend rojan li Astana, bi serpereştiya Rûsya û şanderê navnetewî Steffan De Mistura , hate kirin. Di encamê de, ji milekî kurd jê hatin dûrxistin ku pêkhateyeke resen ji pêkhateyên Sûriyê û di alozî û şerê Sûriyê de xeta sêyemîn bijartin, ne bi rêjîmê re û ne jî bi rikberiy re. Her wiha li ser qada Sûriyê xwe diyar kirin ku ew hêza herî rêxistinkirî û perwerdekirî li dijî terorê ne û karîbûn 30% ji xaka Sûriyê rizgar bikin û ji milekî din ve, rêjîm û kesine bi navê rikberiyê hewil didin ku destûrekê ji bo Sûriyê damezrînin. Ji bo v yekê jî endamên xwe ji bo komîta destûrê destnîşan kirin. Li gorî van dîmenan, tê xuyakirin ku Sûriyê di navbera welatên herêmî, navneteweyî û bi beşdarbûna kesine Sûrî bûye qada kirîn, firotin û pevguhertinê. Armanc û hewldanên van aliyan ji danîna vê destûrê re, pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê ye.
Di rastiyê de, çi kesê bêje yan jî angaşt bike ku ev komîteya destûrê dê bi serpereştiya Netweyên Yekbûyî tevbigere, dûrî rastiyê ye. ji ber ku ev dezgeha navneteweyî ne serbixwe ye û li gorî ajendayên welatên serdest û biryarên wan tev digere. Mînaka wê jî dagirkirin, wêrankirin û guertina demografîk ya li Efrînê hîn jî li ber çavan e. Her wiha çi kesê angaşt bike ku reşnivîsa destûrî ya Rûsî dê xwestekên gelê Sûriyê pêk bîne, ew jî ne rast e û heger çend xalên erênî tê de peyda bibin jî, bê guman dê tûşî berjewendiyên Rûsya û her du hevparên wê Îran û Tirkiyê, bên. Ev her du welatên (Rûsiya û Îran) ku helwesteke wan ya dijminane li bermberî pêkhateyekî sereke ji pêkhateyên Sûriyê ew jî pêkhateya Kurd e, heye.
Ev tişt diyar dike ku erka komîteya destûrî wê pir dijwar be, ji ber ku wê destûr li gorî berjewendiyên hêzên derveyî û pîvanên welatên herêmî û bi destine xwecihî ku nûnertiya gelê Sûriyê nakin, were dariştin. Gelê Sûriyê tenê di dariştin û destnîşankirina pêşeroja xwe ya destûrî de mafdar e. Di vê derbarê de, şanderê navneteweyî De mistura, li beramberî Encûmena Ewlehî mikur hat û got: “Em hewl didin komîteyeke Sûrî nebijartî ku ji hêla welatên garantor hatine destnîşankirin, ava bikin. Ev welat dizanin jî ku mafê gelê Sûriyê bin pê dikin.”
Hêjayî gotinê ye ku destûr di her civakê de zagona sereke ye, ya ku têkilî di navbera hemû endamên civakê ji hêla maf, erk, hilbijartin û teşeya welat û pergala wê, orgenîze dike.
Ji ber vê yekê divê destûr bi beşdarbûna hemû pêkhate û mezhebên Sûriyê, bê şert û merc yan jî dîkteya derveyî, were nivîsandin. Nabe tu pêkhate were dûrixistn, ji ber ku çi pêkhate ji danîna destûrê were dûrxistin dê ew destûr seqet û ne demokrasî be. Divê destûra nû hemû gelê Sûriyê hembêz bike, vîna wî neşkîne û vê rêjîma ku xwe li ser desthilatiyeke ewlehî avakiriye, hilweşîne; her wiha yekîtiya gelê Sûriyê ya pirengî di riya pergaleke nenavendî ku têkeve xizmeta hemû pêkhateyan, biparêze.
Rakan Şêxê