ANALÎZ

Rûsya li Sûriyê Çi dixwaze..?

Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyêtê, Rûsya li hemberî şikandineke mezin hat, di encamê de Rûsya gelek rûber û cihên stratejîk mîna, derbasokên avê, berav û benderên germ û sar, winda kirin bi taybetî li ser deryaya Reş. ji ber ku jîngeha jopolîtîk a vê deryayê piştî Bulgaristan û Romanya tevlî hevpeymana NATO’yê bûn û Ukranya û Gurcistan jî li beramberî Rûsyayê derketin, hat guhertin. Lewra em dikarin bêjin ku deryaya Reş bû herêmeke Atlantîkî. Giranî û rola Rûsya ya dîrokî ne tenê di vê herêmê de lewaz bû, lê belê di Rojhilata navîn de jî pir kêm bû. Dema ev herêm rastî şer û gelek bûyeran hat, bi taybetî piştî destwerdana Rojaveyî; Rûsyayê bendera Basra li Îraqê û benderên Lîbyayê piştî hilweşandina Muemer El- Qezafî, ji dest dan. Di cîhanê de Rûsya xwedî mezintirîn yedekên petrol û gazê ye û ji bo ku karibe tevbigere, pêdiviya wê bi rêk, derbasok û xaline piştgiriyê yên stratejîk ên alternatîv heye. Bê guman alternatîv jî deryaya spî ye, ji ber wilo rewşa Sûriyê ji xwe re bi kar anî û kir bihaneyek ku xwe nêzî deryaya spî bike.

Ji destpêka rûdana bûyerên Sûriyê di 2011’an de, Rûsya bi bihaneya şerê terorê û li ser daxwaza rêjîma Sûriyê, bi hêz derbasî Sûriyê bû. Hêjaye gotinê ku Rûsya yekîmîn dewlet bû ku danpêdan bi serxwebûna Sûriyê kir û têkiliyên dîplomasî ji sala 1944’an de di nav wan de çêbûne. Ev têkilî di serdema Hafiz Essd di sala 1970’¬yî de pir bi pêş ket ta gihişt asta hevpeymaniyeke stratejîk. Bi vê destwerdanê rêjîm ji ketineke misoger rizgar kir, bargeheke mezin li berava Sûriyê ava kir, 13 milyar dolar deynên xwe yên ku hêj ji serdema Hafiz Essd de li rêjîmê bû tê de bihirî û gelek pêyman û girêbestên girîng bi rêjîmê re girêdan; ji wan girêbestan pirojeya vekolîna deryayî ku di riya kompaniya ” SNG-EAST” a 25’ salan û pirojeya vekolîna gazê di riya kompaniya ” CTT” hatin morkirin.

Bi giştî armanc ji vê yekê ew bû ku Rûsya dest deyne li ser Sûriya ku di Rojhilata navîn de dibe xwedî erdnîgariyeke stratejîk, ji ber ku parzemînan bi hev girêdide û bûye girêka aboriya cîhana pêşerojê. Her wiha dê hemû xetên gaz, petrol û rêhesin tê re derbas bibin, lewra em dibêjin ku kî destê xwe deyne li ser Sûriyê weke ku destê xwe datîne li ser cîhana nû. Ji ber girîngiya vê deverê, gelek dewletên herêmî û navneteweyî dixwestin destwerdanê di Sûriyê de bikin da ku rêkên xwe tê re derbas bikin, mîna ” Qeter û Îran” yên ku ji mêj ve li ser derxistina gaza kendavê pêşbaz in. Tê zanîn ku Qeterê, ji bo kişandina xeta gaza xwe ber bi Tirkiyê ve ji Sûriyê pêşniyar kir, lê Sûriyê nepejirand.

Ji ber wilo, destwerdana Rûsyayê di vî welatî de, ji şerê komên terorîst û alîkariya rêjîmê kûrtir û wêdetir e. Armanca sereke ya Rûsyayê ku şerê pirojeyên li dijî wê der barê veguhestina gazê ber bi Ewrupayê tev digerin, bike; bi taybetî pirojeyên Qeter û Îranê yên hewl didin ku xetên gaza xwe di riya Îraqê- Sûriyê de paşê ber bi Ewrupayê ve, bikişînin.

Vê yekê hişt ku beriya ku Sûriyê bibe şerkî Sûrî Sûrî, bûye qada şer û hevrikiya navnetewî. Di encamê de gelê Sûriyê qelenekî pir mezin danî, bi sedhezaran kuştî û birîndar, 7 milyon penaber û hêjî berdewam e. Ji ber ku wek me anî ziman, ev şer ne şerê ol û mezheban e, ev şer û hevrikiyeke aborî ye. Ji bilî cihê stratejîk, gelek stokên mezin ên gaza xwezayî li ser berava Deryaya Spî hatiye dîtin. Ji ber wilo dewletên mezin weke Rûsya, Emerîka, Birîtana û Fransa, her yek ji wan dixwaze ku xwedî par be. Van welatan bi destên ajendayên xwe kêşeya Sûriyê dirêj kirin ta ku ev rewş berdam bike û çareseriya siyasî hemjî ya leşkerî dûr xistin. Rûsya 12 carî mafê Veto bi kar anî. Dewlêtên herêmî bi taybetî Îran û Tirkiyê jî ev rewş ji xwe re bi kar anîn. Îran bi bihaneya parastina pîrozgehên Şîî dixwaze kevaneka Şîî ji Thranê ta Beyrûtê cîbicî bike. Li milekî din jî Tirkiya ku destekî wê yî mezin di wêrankirina Sûriyê de heye, rê ji terorê re vekir û piştgiriya hêzên terorîst mîna Cebhetulnusre kir û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên ku xwe dispêre xeyaline dîrokî, ew ji xwe re kirin amûr. Ev jî bi armanca ku herêmine perfireh ji bakurê Sûriyê û Îraqê desteser bike. Tirkiyê di bazarekê de bi Rûsyayê re bi bihaneya parastina ewlehî, Efrînê dagir kir ku armanca wê ya sereke ew bû ku nimûneya demokratîk a ku li Bakurê Sûriyê hatiye avakirin têk bibe. Ev herêma ku bi saya hêzên Sûriya demokratîk û bi alîkariya hevpeymaniya navneteweyî ji terorê hatiye rêzgarkirin û paqijkirin.

Bi giştî, tê pêşbînîkirin ku di salên bê de, ev herêm û ev dewlemendî, dê roleke mezin di stratejiya enerjiyê de, bilîze. Her wiha ev faktor dê siyaset û danûstandinê di navbera welatên serwer ji hestên dilovaniyê li ser qurbaniyên gelê Sûriyê wêdetir, têxe tevgerê.

Rakan Şêxê