ANALÎZ

QSD’Ê HÊVIYA RIZGARKIRINA IDLIBÊ YE

Piştî bazarên Esîtanayê û pevguherandina herêman, çete li Idlib û bakurê Sûriyê hatin komkirin. Li gorî rêkeftina Rûsya bi Tirkiyê re diviyabû çeteyên El-Nusra di nava komên çete yên bi navê “Artêşa Niştimanî” de werin helandin. Lê heya niha ev yek pêk nehatiye. Ji ber wê jî Rûsya dixwaze Idlibê ji komên çete rizgar bike û ev yek ne hêsan e.

Ji ber ku Idlib bûye cih û warê terorê, bajarê Idlibê xwedî taybeymendiyeke cuda ye. Piştî bazarên li başûrê Sûriyê û Xûtayê girîngiya bajarê Idlibê derket holê sedemên wê jî ev in:

  • bajarê Idlibê nêzî Laziqî û Deryaya Spî ye.
  • Idlib nêzî Herêma Efrînê ya dagirkirî ye.
  • Çeteyên Idlibê yekser alîkariya xwe ji dewletaTirk digirin.
  • Idlib nêzî balafirgeha Himêmîmê ya Rûsyayê ye û metirsiyekê li ser wê çêdike.

Piştî bazarên demikî çarenûsa Idlibê kete nîqaşê û nêrîneke hevpar ji bo Idlibê di navbera hêzên ku kirîza Sûriyê bi rêve dibin de, tune ye. Piştî ku hemû çeteyên Xûta û başûrê Sûriyê li Idlib û bakurê Sûriyê hatin komkirin, lê belê Çeteyên Cebhetul Nusra rola sereke di Idlibê de dilîze û rola komên çete yên din kêmtir e, ev bûye sedema ku heya niha Dewleta Tirk nikare van çeteyan di nava komên din bihelîne.

Rêjîm dest daniye ser herêmeke berfireh ji Sûriyê, tenê Idlib û herêmên Şehbayê di bin dagirkeriya çeteyan de mane. Niha hemû alî li ser mijara çawaniya rizgarkirina Idlibê mijûl dibin. Rojên çûyî jî tekez kirin ku gelek plan û bazar li ser vê herêmê çêdibin. Rûsya û dewleta Tirk li ser vê mijarê li hev nekirine, ji ber vê yekê Rûsya heya 7 Îlonê derfet daye dewleta tirk ku leşkerên xwe ji xalên çavdêriyê yên Idlibê vikişîne û çeteyên weke Cebhetul Nusra ji vê herêmê derxîne. Heya vê kêliyê tu nîşane tune ne ku Tirkiyê amade ye vê yekê bike û zextê li ser çeteyan dike. lê belê Dewleta Tirk dixwaze ku rêjîm 10 rojan operasyona rizgarkirina Idlibê dereng bixe, da ku mijara vê operasyonê beriya lutkeya sêalî ya di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de nebe rastiyeke heyî. Ji hêleke din ve dewleta Tirk dixwaze ku çete xwe komî ser hev bikin û 70 hezar çete xwe ji çer re amade bikin, da ku bikaribe binsaziya ixwanan a li Idlibê biparêze. Dewleta Tirk dide xuyakirin ku artêşa azad û Cebhetul Nusra ne yek raman in û ew hewl dide ku wan ji hev cuda bike û Cebheul Nusra tevlî yekîtiya çeteyên din nebû û her kes dizane ku Dewleta Tirk û Erdogan wek rêberekî Ixwanan li ser giştî komên çete xwedî biryar in, lê belê Erdogan naxwaze kirîz çareser bibe û dixwaze ku Idlib metirsiyekê li ser Helebê çêke, da ku di pêşerojê de bikaribe rêkeftina Milî pêk bîne, Helebê dagir bike û xwena avakirina Dewleteke Osmanî nûjen bike rastî.

Tiştê ku dê li Idlibê çêbibe ne diyar e, lê belê ev sînaryo li pêş in:

  • Eger idlib ji komên çete neyê valakirin, dibe ku rêjîm pêngaveke leşkerî li ser Idlibê bide destpêkirin. Ji ber ku erdnîgariya Idlibê zehmet e û hejmareke mezin ji çeteyan lê heye rêjîm bi tana serê xwe nikare şerê terorê bike, ji ber wê jî pêwîstî heye ku YPG/YPJ/QSD’ê jî beşdarî pêngava rizgarkirina Idlibê bibin û ev operasyon dê Efrînê jî bihundirîne.
  • Dewleta Tirk ji bo şerê li dij Kurdan serê xwe ji Rûsya û rêjîmê re bitewîne û Idlibê li hemberî misogerkirina dagirkeriya Efrîn û şehbayê bifiroşe.
  • Heger rewş aloztir bibe û barê vê operasyonê neyê rahiştin, dibe ku pirsgirêk were parçekirin, herêmên Idlibê gav bi gav werin rizgarkirin, hinek ji wan bi rengê bazaran û hinek bi awayê pevguhertina herêman. Ango di vî sînaryoyî de hevsengiyek di navbera hêzên di Sûriyê de were çêkirin û nêrîna çareseriyê berfirehtir be.

Rêjîm dest bi bombebarandina gundewarê başûrê Idlibê û rojavayê Helebê kir, ev êrîş ji bo Tirkiyê nameyeke zelal e ku divê hêzên xwe vekişîne û operasyona rizgarkirinê nêz e. Dewleta Tirk dizane ku tu hêz ji bilî hêzên YPG’ê nikarin vê herêmê rizgar bikin. Ji ber vê yekê rêjîm jî nermahiyekê bi Kurdan re nîşan dide û bi taybet piştî ku rêjîm bi MSD’ê re gotûbêj dan destpêkirin û ev gotûbêj erênî hatin nirxandin û ev qonax dê bibe qonaxa lihevkirina hêzên Sûrî û li dij dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin û destûreke nû ji Sûriyê re were nivîsandin ku mafê her kesî tê de were parastin û bi rengekî federal û demokrat hemû pêkhate tê de jiyan bikin.

Beşa Analîza Siyasî
Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk