ANALÎZ

Stratejiya Emerîkayê li Sûriyê

Ji destpêka destwerdan xwe  li Sûriyê ya di sala 2011`an de,  Emerîka di serdema Barak Obama de,  ji bo rêkûpêkirin û amedekirina  hin girûpên çekdare yên nerm, hin pilan danîn, ji bo vê yekê 500 milyon dolar hat mezaxtin, lê Emerîka zû ji vê bernamê vegiriya û rawestand û baweriya wê nema bi wan hat, ji ber ku wan çekdaran çekên xwe radestî Cebhetûlnusrayê kirin. Bi eşkerekirina   DAIŞ`a sawkar û berfirehbûna wê li Sûriyê û Îraqê  û pêkanîna çend pêvajoyên sawkariyê li Ewrûpayê û Emerêkayê, Yekîneyên parastina Gel (YPK) xwe da pêş ku ew tenê dikarîbû şerê sawkariyê bike û têk bibe. 

Ji ber wilo piştgiriya Emerêkî ji wan komên nerm veguherî YPG’ê, ya ku bû bingeha avakirina Hêza Sûriya Demokratîk (HSD)`ê. Vê alîkariyê serkeftineke mezin  di têkbirina rêxistinên sawkar li piraniya herêmên dagirkirî çêkir  û nezî %95 ji erdnîgariya  ku di bin dest wê de bû, rizgar kir. Emerîka bi hevpeymana navneteweyî  re, hin baregeh li rojhilat û bakurî çemê Ferêt mîna baregeha Kobanê, Mibic û Tenef, ava kir û gelek çek û radarên pêşketî, derbas kirin, her wiha piştgiriya HSD û YPG’ê ji hêla diravî û leşkerî kir.

Pirsa ku tê kirin, gelo Trump di daxuyaniyên xwe de ji dil dibêje ku ew dixwaze ji bakurê Sûriyê vekişe û gelo hebûna Emerîka li herêmê hebûneke tektîkî ye yan jî stratejîkî ye? .

Bê guman vekişîna Emerîka ji vê herêmê, wê ne bê merc û lihevhatineke bi Rûsyayê re be, divê Rûsya beramberî vê vekişînê hin takmafên aborî yan jî parekê ji veberanînên petrolê pêşkêşî Emerîkayê bike, yan jî pêşxistina çekên stratejîk rawestîne, yan jî ji nîvgirava Qeremê vekişe, ev darerandin (tawîz)  hema hema ne pêkan e. 

Tevî ku pilana Trump li ser rêgeza”bide” hatiye avakirin û daxwaza wî ji welatên kendavê û  Yekîtiya Ewrûpayê ku beramberî parastina wan ji gefên Îranê û Rûsiyê pereyan bidinê, nedana Erebistana Siûdî pereyan, nabe sedema vekişîna Emerêka ji herêma herî stratejîk li Rojhilata Navîn û bibe sedema windakirina baweriya hevkar û hevalbendên Emerîkayê ya dibe ku bibe sedema têkçûna wan jî. Piştî vegera şerê sar di navber Emerîka û Rûsyayê û Rûsya di serdema Obama de weke welatekî mezin di cîhanê de xuya kir û hinartina pergala S.400 ji bo hin welatan mîna Çîn, Hindistan, Tirkiyê û Îran ku dibe gefeke mezin li ser Emerîka û YE, va tiştan hişt ku  hebûna Emerîka li Rojhilata Navîn pêwîste.

Piştî ku Rûsyayê baregeha xwe ya deryayî li ser rojavayî deryaya Spî li Tertûsê fireh kir, baregeha hewayî ya Himêmîm ava kir û pergala S.400 derbas kirê, hebûna Rûsyayê li rojhilatî derya Spî bû demdirêj. Ev yek jî dihêle ku hebûna Emrîka li Bakur û Rojhilatî Sûriyê pêwîst be. Ew jî ji bo hevsengî di navbera hêzan de li rojhelatî deryaya Spî pêk were. Bi taybet piştî guheryinên ku di warê herêmî û navneteweyî de çêbûn, nexasim têkiliyên Emrîkî bi Rûsya, Çîn, Tirkiyî û belavbûna Îranê û hevkariya Rûsiya bi Çîn, Hindistan, Tirkiyê û Îranê. Ji xwe piştî ku Emrîka hin serweriya wê li Iraqê di dema Obama de ji dest çû û ji dêvla wê ketin destê hin dewletên din, dixwaze bi dijwarî li herêmê vegere. Dema Emrîka baregehên xwe li bakur û rojhilayê Sûriyê berfireh dike û piştgiriya wan bi radar û çekên pêşketî dike, dibe ku dixwaze berdêleke ji parêgeha Encirlêk a li Tirkiyê, çêke. Her wiha ev baregeh û baregehên li Yewnanê wê baregehên Tertûs û Himêmîm ên Rûsiyê li Sûryê, dorpêç bikin û nahêlên Rûsya li herêmê berfireh bibe. Her wiha dibe ku Emrîka hêzeke leşkerî ya erebî ya Urdin û Meseî bi hêzên Frensî re derbasî bakur û rojavayê Sûryê, beke. Ev yek jî dibe weke hêzekê yedek ji Hevpeymana NATO` yê, bi taybet ku pirsgirêkên bi Tirkê re artêşa duyem di NATO de piştî Emrîkayê. Ji xwe avakirina hêzeke leşkerî ya erebî, kêmbûna li herêmê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)`ê re ya hevkara Emrîka li dij DAÎŞ`ê, dagire. Ji ber vê yekê Tirkiyê dixwaze nakokiyên xwe bi Emrîkayê re sivik bike, ji bo ku bi hêsanî derbasî hevpeymana Rûsyayê bibe û gefan li HSD`ê bixwe, ji ber vê jî Qis Bironson serbest berda.

Di encam de em dikarin bêjin ku hebûna Emrîkî li bakur û rojavayê Sûriyê ji bo ku Ewrûpa û Emrîka berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn biparêzin,  pêwîst e.