Nûçe

NUÇEYÊN ROJANE

NUÇEYÊN ROJANE NÎSAN 9-4-2016

________________________________________
SERNUÇE
AJANS
YGPê ber bi Ezazê v
Heyva Sor: 100 sivil hatin qetilkirin 650 birîndar in
Terorîstên DAIŞê bi dizî bajar vala dikin
Li Stenbolê teqîn
Gavên nû di nexşeriya jinan a avakirina Sûriyay Azad de
Mezintirîn sandîkayên Birîtanî banga azadiya Ocalan kir
Îlham Ehmed: Em ê projeya federaliyê bibin Cinevreyê
Hêzên AKP’ê êrîşî malên sivîlan dikin
Li Şirnexê 40 cerdevan bajêr terikandin
Îsraîlê ji bo Tirkiyayê hişyarî da Derkevin
Rûsya wê hilberîna xaza sirûştî zêde bike
________________________________________
AJANS
YGPê ber bi Ezazê ve diçe
Sputniknews
Li bakurê Helebê Hêzên Sûriya Demokratîk xwe nêzîkî Eazê dikin, ku heya niha ew navçe di bin destê DAIŞê de ye
Heleb – Hat ragihandin ku hêzên Sûriyeya Demokrat yên ku YPGê hêza wê ya serkee ye, ber bi Ezazê ve diçin û şer berdewam dike
Ev demek e, nûçe derbarê operasyona Minbic û Cerablusê de gelek nûçe derdiketin lê belê dewleta tirk gotibû em ê nehêlin YPGê têkeve wir
Ev operasyon jî wdihesibe wek gaveke dî ber bi yekkirina kantonên Efrîn û Kobaniyê ve


Heyva Sor: 100 sivil hatin qetilkirin 650 birîndar in
ANHA
Hevya Sor a Kurd, da zanîn ku di êrîşên komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsud de heta niha zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 650 jî birîndar bûne. Heyva Sor banga lezgîn li raya giştî ya navnetewî kir
Rêxistina Heyva Sor a Kurd derbarê êrîşên komên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê yên li dijî taxa Şêxmeqsûd û bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyaniyek nivîskî weşand
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin
Tevî îlankirina hevpeymana agirbestê li Sûriyê ya hat pêkanîn jî di dawiya maha Sibata derbasbûyî de, li gelek deveran hîn şer berdewame û ev yek li dijî hevpeymanên navnetewî yên girêdayî mafê mirovan û parastina sivîlan di dema şeran de ye
Êrîşên ku ji alî girûpên çekdar yê girêdayî opozisyonê Sûriyê ve bi ser taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê de tên kirin û jin û zarokan hedef digirin, binpêkirinek eşkere ye ji hevpeymanên parastina sivîlan. Di van êrîşan de tax bi hemû cûreyên çekên giran tê gulebarankirin. Li ser laşê hin qurbaniyan şopên bikaranîna çekên ku di qada navnetewî de hatine qedexekirin hat dîtin
Heta niha di encama van êrîşan de zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bêtirî 650 kes birîndar bûne. Kesên birîndar du êşan dikişînin. Yek tunebûna dermanan û ya din dorpêçkirina ji alî van komên çekdar ku nahêlin bigihîjin nexweşxaneyên bajêr. Navendên tenduristî jî ji kêmaniya dermanan dijîn
Em weke Heyva Sor a Kurd bang li rêxistin û saziyên mirovî û tenduristiyê dikin ku derbasî taxê bibin û alîkariyê bidin birîndaran. Her wiha em bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku mûdaxele bikin da ku van êrîşên li ser kesên sivîl bidin seknandin’


Terorîstên DAIŞê bi dizî bajar vala dikin
Sputniknews
Çavkaniyên ji hundirê Minbicê ragihandin ku gelek alîgir û terorîstên rêxistina DAIŞê ji bajarokê Minbicê direvin
Minbic — Çavkaniyên herêmî yên hundirê bajarokê Minbicê ragihandin ku terorîstên bendên xwe yên kontrolê li qada El-Beta, taxên aliyê rojhilat û başûrê bajar û ser rêya Cerablusê zêde kirin
Çavkaniyan destnîşan kirin ku di her du rojên dawî de gelek pêxasên DAIŞê û endamên wê ji bajar reviyan û niha piranî çeteyên biyanî li bajar mane
Heman çavkanî da zanîn ku çeteya derketina ji bajar qedexe kiriye lê belê gelek kes bi dizî ji bajar derdikevin


 

Li Stenbolê teqîn
Sputniknews
Hat ragihandin ku dengê teqîneke gelekî dijwar ji navenda Alibeykoy – Kagithaneya Stenbolê hat
Stenbol — Di medya civakî de hat îdiakirin ku dengê vê teqînê ji gelek navçeyên wek; Eyup, Alibeykoy, Gaziosmanpaşa, Fatih, Şişli, Bomonti û Kagıthane hat bihîstin
Li gorî rojnama Cumhûriyê boriya xazê teqînayê. Di encamê de tu kesek nemirîyê û tu kesek jî birîndar nebûye


Gavên nû di nexşeriya jinan a avakirina Sûriyay Azad de
ANHA
QAMIŞLO – Desteya Jinên Sûriyeya Azad ji bo amadekariyên lidarxistina kongreya Jinên Sûriyeya Azad gelek gav û xebatan rabûye
Desteya Jinên Sûriyeya Azad gelek biryarên konferansa xwe ya ku di 5’ê Sibatê de li Dêrîkê hatibû lidarxistin pêk anîn. Endama Desteya Jinên Sûriyeya Azad Lorîn Îbrahîm derbarê van xebatan de agahî dan ANHA’yê
Lorîn Ibrahîm diyar kir ku ew bi gelek jinên siyasetmedar û endamên rêxistinên civakî û çandî yên hundirê Rojava û derveyî wê re civiyan û ew vexwendin kongreya gîştî ya jinên Sûriyeya Azad. Her wiha got ku wan xalên girêdayî jinan ji bo hevpeymana civakî de jî amade kirin û ew ê pêşkêşî kongreyê bikin da ku di wir de bê erêkirin
Civînên cihêreng
Lorîn Ibrahîm da zanîn ku wan ji bo danûstandina bi jinên Sûriyeyê ku li herêmên şer û pevçûnan ên mîna Dêrazor, Siwêda, Reqa û hwd dijîn, gelek caran malperên civakî yên înternetê bikar anîn û xwe gihandin jinan
Lorîn Ibrahîm derbarê mijarê de ev agahî zêde kirin: “di Adarê de şandeyek ji desteya me çû Şamê û bi gelek jinên ji rêxistinên mirovî û civakî, partiyên siyasî û jinên di qada aboriyê de hevdîtinpêk anîn. hevdîtinên me erênî bûn. Me gelek xalên girêdayî arîşeyên civaka xwe û aloziya Sûriyeyê nîqaş kirin û nêrînên jinan nêzî hev bûn. Her wiha me di van civînan de belgeya siyasî ya Konferasa Jinên Sûriyeya Azad a ji bo Aşîtî û Demokrasiyê, armanc û sîstema desteyê bi jinan da nasîn. Li ber vê jî me ew agahdar kirin ku em amadekariyên lidarxistin kongreyê dikin û ew vexwendin kongreyê
Derbarê têkiliya bi jinên li derveyî welat jî, Lorîn Ibrahîm destnîşan kir ku wan xwe gihand gelek jinên ji derveyî welat û got ku ev hevdîtin bi riya Insiyatîfa Jinên Sûriyeya Azad a girêdayî Neteweyên Yekbûyî pêk dihatin
Lorîn Ibrahîm da zanîn ku wan xwe gihand Komîteya Şêwirmendiyê ya Nûnerê NY’yê li Sûriyeyê Steffan De Mistura û bi wê re civiyan û ev civîn erênî nirxand
3 komîteyên desteyê hatin avakirin
Lorîn Ibrahîm, diyar kir ku piştî van hevdîtinan, jinên Şamê daxwaz kirin ku tevlê desteyê bibin û vê re bixebitin. Lorîn wiha axivî: “Jinên ji Şamê xwestin di avakirina Sûriyeya pêşerojê xwedî rolek akîf bin. li ser vê yekê me hijmara endamên desteyê ji 11’an kirin 13
Her wiha Lorîn da zanîn ku wan gelek komîteyên desteyê avakirin û navên van komîteyan wiha rêz kirin: Komîteya daxwazên jinên Sûriyeyê di destûr de, Komîteya têkiliyan, komîtey amadekirina rêziknameya hundirîn û Hevpeymana Civakî ne. Lorîn got ku jinên ji herêmên Şehba û Girê Spî jî tevlê van komîteyan bûne
Hevpeyamana civakî ya jinan
Lorîn girêdayî xala amadekirina hevpeymana civakî de jî ev agahî parve kirin: “Xalên sereke ku di hevpeymana civakî de bên destnîşankirin dê wekheviya di navbera jin û zilam de, nasname, xwedîkirina zarokan, avakirina malbaê, edetên civakî, tevlêbûna jinan ji qada siyasî, civakî û hiqûqî de (ango rêvebirina civakê de) û hwd bin
Kongre dikare bê paşxistin
Derbarê mijara lidarxistin kongreya Jinê Sûriyeya Azad, Lorîn Ibrahîm destnîşan kirk u mafê wan ê paşxistina dema kongreyê heye û wiha rave kir: “Eger amadekarî bidawî nebin em dikarin heya hefte yan jî 20 rojan paş bixînin


Mezintirîn sandîkayên Birîtanî banga azadiya Ocalan kir
ANHA
Mezntirîn sandîkayên karkeran ên Birîtanî bi dirûşmeya, “Kampanyaya azadiya Ocalan” banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir
Sandîkaya Unite The Union ku yek ji mezintirîn sandîkayên li Birêtaniyayê ye û xwedî milyon û nîv endaman e, û sandîkaya GMB ku 600 hezar endamên wê hene, hemeleya ji bo azadiya Ocalan dan destpêkirin. Hemle dê di 24’ê Nîsanê de li avahiya Parlamentoya Birîtanyayê destpê bike. Li gorî kanala NRT bang li hemû sandîkayan hat kirin ku tevlî vê hemleyê bibin
Di daxuyaniya têkildar de, armanca hemleyê wiha hate vegotin: “Armanca hemleyê azadiya Ocalan ku rêberê azadiya kurdan û misogeriya çaresariye aştiyane û demokratîk ya doza kurd li Tirkiyeyê ye
Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ku li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye û parêzer û malbata wî jî nikarin biçin serdanê


Îlham Ehmed: Em ê projeya federaliyê bibin Cinevreyê
ANHA
QAMIŞLO – Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir ku ew sîstema federaliya demokratîk weke projeya xwe ya Sûriyeya pêşerojê dibînin û ew ê projeyê li hemû civînên herêmî û navnetewî pêşkêş bikin. Îlham Ehmed got ku ew ê hewl bidin ku projeye pêşkêşî civîna Cenevreyê jî bikin
Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk duh civîna xwe ya asayî ya duyemîn li navenda xwe ya bajarê Qamişlo lidar xist û di encama wê de sîstema Federaliya Demokratîk weke sîstema Sûriyeya pêşerojê qebûl kir. Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed xalên di encamnameya civîna wan de hatin destnîşankirina, ji ANHA’yê re nirxandin
Projeya Federaliya Demokratîk weke projeya MSD’ê qebûl kir
Îlham Ehmed got ku wan sîstema Federaliya Demokratîk weke projeyek siyasî ji tevahî Sûriyeyê re qebûl kirin û wiha axivî: “Gelek projeyên din ji gelek aliyan ve hatin pêşkêşkirin. Hin ji wan sîstemek nenavendiya rêvebirinê, hin aliyan sîstemek nenavendiya siyasî û aliyên din jî sîstemek navendî xwestibûn. Lê belê em Federaliya Demokratîk weke daxwaza xwe dibînin. Em ê vê sîstemê lihemû civînên herêmî û navnetewî pêşkêş bikin û ji bo pêşkêşkirina vê projeyê li Cenevreyê jî em ê hewl bidin
Îlham Ehmed da zanîn ku ew ê ji bo pêkanîna vê sîstemê li ser erdê û qebûlkirina wî di destûra Sûriyeya pêşerojê de, hemû gavên pratîk ên pêwîst pêk bînin
Komîteyek amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê erkdar kirin
Derbarê vê mijarê de jî Îlham Ehmed bal kişand ku wan komîteyek erkdar kiriye da ku projeya destûra nû ya Sûriyeyê amade bike û got ku ew ê şeklê têkilya di navbera Fedraliya Bakurê Sûriyeyê û navendê ve û makanîzmeya rêxistinî di vê destûrê de bê destnîşankirin
Îlham Ehmed cûdahiya di navbera Hevpeymana Civakî û Destûra nû ya Sûriyeyê de vegot û wiha pê de çû: “Hevpeymana Civakî makanîzme û şeklê têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê (federaliyê) de, erk û mafên wan destnîşan dike. Lê belê Destûr sîstema gîştî ya Sûriyeyê digire nav xwe. Ew sîstema rêveberiya gîştî ya bajar diyar dike. Her wiha şeklê têkililyên di navbera herêm û parêzgehan destnîşan dike. Di destûrê de şeklê parlemento û rêgezên gîştî yên Sûriyeyê tên diyarkirin û erk û mafên hemû pêkhateyên welat tên destnîşankirin
Pêşniyarên rejîm û muxalefetê yek in
Derbarê pêşniyara jinûve sazkirina destûra Sûriyeyê ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Steffan De Mistura ji şandeyên rejîm û muxalefetê re pêşkêş kiribû, Îlham Ehmed got ku “Ez bawer im destûra ku rejîm û muxalefet jî amade dikin dê heman tişt bin. Ew ê tu pêşketinek nû ji Sûriyeyê re neyîne. Rejîm û muxalefet jî dixwazin şeklê berê yê rêveberiyê ango sîstema navendî vegerînin. Me ev xal di civîna xwe de bi ferehî girt dest û nirxand. Em gihiştin encama ku ne pêkane şeklê sîstemê navendî vegere. Lewra me projeya sîstema Federaliya Demokratîk weke şeklê sîstema xwe ya ne navendî qebûl kir
Rêzikname bi biryara civîna Dêrîkê pêk hat
Derbarê xalê erêkirina rêziknameyê de, Îlham Ehemed ev agahî dan: “Civîna Damezrêner a ku li Dêrîkê di dîroka 8-9’ê Kanûna 2015’an de hatibû lidarxistin, komîteya siyasî ya meclîsê bi erêkirina rêziknameya meclîsê erkdar kir. Em ê heya lidarxistina kongreya bê, ango piştî salekê vê rêziknameyê di xebatên xw de esas bigirin. Di kongreyê de meclîs bi gîştî dikare guherînên pêwîst pêk bîne
Buroyên nûnertiyê li hundir û derveyî Sûriyeyê bên vekirin
Îlham Ehemd, got ku di gava bê de ew ê meclîs bi hemû pêkhateyên din ên Sûriyeyê re bide û bistîne û sîstema federaliyê bi wan bide nasîn. Her wiha got ku ew ê xwe li gelek bajarên din ên Sûriyeyê birêxistin bikin û buroyên xwe yên nûnertiyê li bajarên Sûriyeyê û derveyî wê vekin


Hêzên AKP’ê êrîşî malên sivîlan dikin
Pukmedia
Dîmenên ku rojnamevanên di nobeta kampanyaya “Na ji bêdengiyê re” de ne kişandine, êrîşên hêzên AKP’ê yên li ser malên sivîlan radixin ber çavan
Kampanyaya “Na ji bêdengiyê re” ku li ser banga Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji aliyê rojnamevanên Rojava ve hatiye destpêkirin didome. Di çarçoveya kampanyayê de, îro jî rojnamevan li ser sînor bûyeran dişopînin
Tevî ku hêzên AKP’ê gulebaran dikin jî, rojnamevanan erka xwe bicîh anîn û êrîşên li ser sivîlan qeyd kirin
Di dîmenên ku rojnamevanan kişandin de, topbarana hêzên AKP’ê ya li ser malên sivîlan ên li taxa Kanîka (Zeynel Abîdin) ya Nisêbînê tên dîtin. Di êrîşan de malên welatiyan tên xirabkirin û duxan li ser wan bilind dibe. Di dema kişandina dîmenan de rojnamevan jî tên gulebarandin


Li Şirnexê 40 cerdevan bajêr terikandin
DİHA
ŞIRNEX (DÎHA) – Li Şirnexê hêzên dewletê yên nikarin têkevin taxên berxwedanê, cerdevanan didin pêş. 40 cerdevanên ji Sêgirkê û Hîlalê yên nexwestin têkevin taxan, ew û leşkeran ketin qirika hev û bajêr terk kirin
Li Şirnexê li gel domandina êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê, cerdevanên ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê yên tevî operasyonên li hemberî bajêr bûbûn, ew leşkeran ketin qirika hev û tevî çekên xwe ji Şirnexê eqetiyan. Berî ku êrîşên li hemberî Şirnexê dest pê bikin Serokê Şaredariya Bajaroka Hîlalê yê AKP’yê Cafer Benek û Serokê Şaredariya Bajaroka Hîlalê Sabrî Babat da li herêmê nobetê bigirin bi sercerdevanên li herêmê re civîn li dar xistibûn û di warê nobetgirtinê de li hev kiribûn
Cerdevan û rayedarên leşkerî ketin qirika hev
Lê belê îro leşkerên xwestin cerdevanên Sêgirkê û Hîlalê têxin navenda bajêr, li ser vê cerdevan û rayedarên leşkerî ketin qirika hev. Bi mezinbûna nîqaş û gengeşiyê re cerdevanên, girêdayî Benek û Babatê li ser cerdevanên xwe geriyan û rewşa heyî bo wan vegotin. Li gor agahiyên bi dest ketî, sercedevan û şaerdar gotine, “Lihevkirina me ne bi vî awayî bû. Me yê tenê li herêmên çolterî nobet bigirtana” û ji cerdevanan xwestine ji herêmê vegerin. Li ser vê nêzî 40 cerdevanî tevî çekên xwe vegeriyan Sêgirkê û Hîlalê


Îsraîlê ji bo Tirkiyayê hişyarî da Derkevin
Sputniknews
Îsraîlê hişyarî da welatiyên xwe û ji wan xwest, serdana Tirkiyê nekin, yên li Tirkiyê ne jî ji wî welatî zêtirîn dem derkevin
Desteya Antîteror ya girêdayî hikumeta Îsraîlê, beriya demekê derbarê çûyîna Tirkiyeyê de hişyariyek dabû welatiyên xwe
Desteya Antîteror ve carê di asta duyemîn de hişyarî da li welatiyên îsrailî neçen Tirkiyê û yên li Tirkiyê ne jî ji wî welatî zêtirîn dem derkevin û destnîşan kir ku metirsiyek mezin li ser jiyana wan heye
Beriya niha navenda nehîştina terorê ya hikûmeta Îsraîlê di daxuyaniyeke nivîskî de li ser rewşa ewlehiyê ya Tirkiyê ragihandibû, xetera êrişa DAIŞê û rêxistinên din ên terorîstî li dijî welatiyên îsraîlî û biyanî yên li Tirkiyê zêde bûye ji ber wê jî bila welatiyên îsraîlî serdana Tirkiyê nekin û yên li wir jî di demek kurt de ji wî welatî derkevin


Rûsya wê hilberîna xaza sirûştî zêde bike
Sputniknews
Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê Aleksandr Novak ragihand ku em wekî dewlet îsal em ê nêzî 637-638 milyar metrokup xaza sirûştî hilberînin
Moskova — Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê Aleksandr Novak ragihand ku em wekî dewlet, îsal li gorî sala borî tiştekî lê zêde bikin, em ê nêzî 637-638 milyar metrokup xaza sirûştî hilberînin
Aleksandr Novak di daxuyaniya xwe de ragihand ku Rûsyayê sala borî 633 milyar metrokup xaza sirûştî hilberandibû. Îsal em ê tiştekî din jî lê zêde bikin û vê reqemê bighînin 637 a jî 638 milyar metrokupî
Novak di berdewamiya axaftina xwe de behsa Herka Bakur-2yê kir û got:’Ev proje li gorî mevzueta Yekîtiya Ewropayê û di projeyê de jî hela ekologan tu kesê ku li hemberî derkeve tuneye û li gorî qanûnên ekolojiye çêdibe
Tê pêşbînîkirin ku bi projeya Herka Bakur-2yê ji Rûsyayê hetanî Almanyayê xeta boriyê di binê Deryaya Baltikê ve bi qepesiteya 55 milyar metrokup xaza sirûştî were gihandin
________________________________________
NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
NRLS
9-4-2016