kîne em

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NRLS Navenda Rojava ya Lêkoînên Stratejîk ku kurtenivîsa wê “NRLS” ye, saziyeke lêkolînan e, serbixwe kar dike û dûrî armancên bazirganiyê ye. NRLS li Rojava (bakurê Sûriya) ye û navenda wê li Qamişlo ye, şaxên wê li Hesekê û Efrînê hene. Armanca navendê çêkirina lêkolîn û analîzan bo bighêjin hizir û ramanên nû ku bibin alîkar di çareserkirina pirsgirêkên siyasî, ewlehî û civakî li ser asta navxweyî û neteweyî. Dîroka navendê û xebatên wê: Navend di 12’ê berfenbara 2012’an de hate damezrandin û heta niha gelek xebatên stratejîk pêk anîne, ji wan: – Beşdarbûna di nivîsandina Hevpeymana Civakî. – Serjimêrî li Herêma Cizîrê di 2014’an de. – Lêkolînek der barê rewşa aborî û baziganî li Herêma Cizîrê de. – Lêkolîneke der barê diyardeya koçberiya hindirîn û ya derve li bakurê Sûriya. – Lêkolînek der barê sîstema parastinê li rojava-bakur Sûriya. – Lêkolîneke dîrokî û demografîk der barê herêmên Şehbayê de. – Serjimêriya 2016’an ku li Rojava- bakurê Sûriya li herêmên Cizîr, Efrîn û Kobanî pêk hat. – Beşdarbûn di danîna bingehên dabeşkirinên îdarî yên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriya. – Xêzkirina nexşeya erdnîgariya Herêma Ciezîr û bakurê Sûriya. Mekanîzma xebatê: Bi çêkirina komxebat û komisyonên lêkolînê, navend bûyer û pêşketinên siyasî, leşkerî û civakî dişopîne bi armanca naskirina pirsgirêk, astengî û metirsiyan. Ev yek jî di riya çêkirina lêkolîn, analîz, enkêt û rapirsînên periyodîk ên girêdayî van mijaran. Di dawî de wan bi kûrahî analîz dike û encaman jê derdixîne û dighêje hizir û pêşdîtinên ku dibin alîkar di danîna siyasetan û çêkirina biryaran li ser asta navxweyî û herêmî. Navend komcivîn, panel û semînerên siyasî, civakî û ronakbîrî li dar dixe bi aramanca bilindkirina hişmendiya siyasî û civakî û belavkirina hişmendiya demokratîk di civakê de. NRLS kovara xwe bi navê “Lêkolînên Kurdî” her sê mehan carekê derdixe û hemû lêkolînên xwe tê de diweşîne.